Doza Kobanê: Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike!

  • rojane
  • 20:36 2 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel destnîşan kir ku di Doza Kobanê de armanca sereke ne cezakirina sûcdaran, hedefnîşandana HDP'ê ye û got: "Sedema vê jî ew e ku HDP siyaseta Tirkiyeyê diyar dike. Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike." 
 
Danişîna 13'an a Doza Kobanê di roja sisêyan de li Hêwana Danişînê ya Kampusa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Rêvebirên HDP'a Enqereyê, parlementerên HDP'ê û gelek parêzer tevli danişînê bûn. Piştî navberê danişîn bi beyanên Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata dewam kir. 
 
Akat Ata bal kişand ser beyanên neberbiçav ên şahidê nepen û got: "Di partiyeke siyasî de dixebitin. Ji vê re dibêjin xebata li ser navê rêxistinê. Em bêhnê jî bistînin hûn ê bibêjin 'li ser navê rêxistinê bêhnê distîne.' Êdî tiştekî ku şahidên nepen ji we re bibêjin nemaye. Ma xêzkirina sînorê di navbera legalîte û îllegalîteyê de qey ev qas hêsan e ku bi beyanên şahidekî nepen bê diyarkirin? Ev kes hatiye, ji kirinên xwe poşman bûye û îfade daye. Ez tim dibêjim. Ger ev welat ji bo kesên dixwazin vegerin rêyeke bi rûmet peyda neke, dê hejmara kesên vegerin qet zêde nebe." 
 
Ayla Akat Ata destnîşan kir ku "Şahidê nepen ji bo xwe bi xelasê bixe bêbextiyan dixe stuyê hin kesan" û got: "Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi xwe jî guh li îfadeyên vî şahidî nekir. Lê we çûye ew aniye vira." 
 
Ata di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku ev şahidê nepen KCD'ê, HDP'ê îllegalîze kiriye û got: "Ev aqilê kê ye? Ev aqilê kesên vî welatî bi rê ve dibin bi xwe ye. Ev aqil welêt veguherand dojehê." 
 
YUKSEKDAG: EM MEHKÛMÎ ŞERÊ KORAN TÊN KIRIN
 
Paşê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag axivî. Yuksedag destnîşan kir ku divê beyanên şahidan ji wan re bên şandin û got: "Yan na em mehkûmî şerê koran tên kirin. Hûn zemîna mafekî hiqûqî ya objektîf esas nagirin. Em li bendê ne bê ka wê siûda me çi be. Em nizanin bê ka di beyanan de çi hatiye gotin. Tenê em bi tiştên li hêwana danişînê dibihîsin dizanin." 
 
Yuksedagê bilêv kir ku şahihd ji wan natirsin û got: "Şahid ji we ditirsin. Ma em zorê didin şahidan? Hûn bi ser wan de diqîrin. Lewma hemû îfadeyên di van şert û mercan de, yên derbarê me de, bêhukm in." 
 
Yuksekdagê di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ew dikarin li hemberî hemû îdiayan xwe biparêzin û got: "Lê bes şahidên reben ên ku nikarin vê yekê bikin bi kar bînin. FETO'yî çawa kaxezên tije nivîs didan ber îftirakaran, hûn jî heman tiştî dikin. Ew çûn lê we ev kar ji wan girtiye. Dê ev pergala rezîl biguhere. Ê ku vê bike jî dê em bin." 
 
Paşê Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel axivî. 
 
Tûncelê anî ziman ku heyeta dadgehê guh li Qanûna Bingehîn û CMK'ê nake û got: "Pergala we di serî de xerabe ye. Em û parêzerên me em vê xerabûnê rast dikin. Lê we hemûyan li heman fakulteyên hiqûqê xwendiye ne wisa? Min hiqûq nexwendiye, lê bi saya we hîn bûm. Ev doza kûmpasê ji bo berterefkirina HDP'ê hatiye vekirin. Min çend caran we vexwand hiqûqê, lê we li xwe danenî. Vî tiştî nekin!" 
 
'HDP DÊ SEROKKOMARÊ VÎ WELATÎ DIYAR BIKE'
 
Tûncelê bilêv kir ku di dema parastina siyasetmedaran de guhdarkirina şahidan dijî hiqûqê ye. Her wiha Tûncelê destnîşan kir ku HDP hedef tê girtin û got: "Sedema vê jî ew e ku HDP siyaseta Tirkiyeyê diyar dike. Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike. Hûn jî dizanin bê em kî ne, HDP çi ye. Lewma muzakereyek rast bikin. We ez hepsî kirim, ez jî ancax dikarim li vir gotina xwe bibêjim. Guh li bêhiqûqiya siyasetê nekin, li got qanûna xwe ya bingehîn hereket bikin." 
 
Paşê siyasetmedar Pervîn Odûncû axivî. Odûncû bertek nîşanî redkirina daxwaza ji bo redkirina heyeta dadgehê da. Odûncû ku got "me îllegalîze nekin" destnîşan kir ku ew ji bo demokrasiya Tirkiyeyê xebitiye û got: "Min li ser esasekî qanûnî û demokratîk siyaset kiriye. Ez ê vê yekê li her derî biparêzim." 
 
Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê ya berê Meryem Adibellî jî got: "Îfadeyên îro yên şahidê nepen û îfadeyên şahidê nepen Ûlaş wekî hev in. Lê şahid Gokalp îfadeyên Ûlaş pûç kirin. Lê hûn hewl didin hinekî din jî şahidê nepen Ûlaş xurt bikin." 
 
KIŞANAK: NEBIN EHLÊ ÎŞKENCEYÊ
 
Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişank jî bi rêya SEGBÎS'ê tevli danişînê bû. Kişanak bilêv kir ku pêvajoya dadgehê ji bo siyasetmedarên girtî bûye navendeke îşkenceyê û got: "Hêwanên SEGBÎS'ê jî hêwanên danişînê ne. Divê kesên li vira jî xwe wekî kesên li hêwana dadgehê îfade bikin. Ev 3 roj in em li vira merama xwe tînin ziman, lê hûn nabihîsin. Qey qet we eleqedar nake? Min berê jî ji were gotibû li vir tadîlat heye, boyax tê kirin. Bêhna me dernayê. Tenduristiya me xirab bû. Hûn qet pê re eleqedar nabin. Qet nebe xwe wekî pê re eleqedar dibe nîşan bidin û nebin ehlê îşkenceyê." 
 
‘MIN DI DEMA 12'Ê ÎLONÊ DE JÎ TIŞTEKÎ WIHA NEDÎT'
 
Kişanak di berdewama axaftina xwe de got: "Divê hûn berê haya me pê bixin ku hûn ê beyanên şahidên veşarî bigirin. Ma em berî danişînê wan nexwînin em ê çawa bersivê bidin. Ev bêhiqûqîtî ye. Ger ev şahid beranberî efûkirina sûcên xwe vî karî dike, nexwe hûn kîjan navî bêjin dê wî navî tawanbar bike, ji lew re ditirse. Tişta îro qewimî jî ev bû. Gelo şik û gumanên we hene ji bo tirsa şahid? Na tune ne. Ji lew re ji bo we hiqûq ne di ser her tiştî re ye. Min tiştekî wiha di dema 12'ê Îlonê de jî nedît." 
 
Paşê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş axivî. Demîrtaş, got: "Li Tirkiyeyê pir hêsan e ku mirov wekî rêvebirên PKK'ê bên nîşandan. PKK bi xwe jî ji ber vê nerihet dibe. Dev ji rêvebirtiyê berdin, endamtiya ji bo PKK bi xwe jî pir zehmet e. Çawa çêdibe ku her kes rêvebir e? Ger dewlete rabe dek û dolaban li serê welatiyên xwe bigerîne zehmet e ku ew dewlet prisgirêkên xwe çareser bike. Dewleta Tirkiyeyê bi biryara MGK'ê û pesendkirina serokkomar gelek caran hevdîtin bi PKK'ê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re kir. Di dema AKP'ê de 7 caran hevdîtinine pir cidî hatin kirin. Dibe ku hevdîtin niha jî çêdibin. PKK rêxistineke çekdarî ye û di sala 1978'an de hatiye damezrandin. Kadroyên ku wê ew birêxistin kirine çêbûne. Hûn li nav sînorên dewletekê bêyî serî li rêbazên tahdeyê bidin bi awayekî serbixwe siyaseteke legal dikin lê hûn bi muameleya endamtiya rêxistina terorê re rû bi rû dimînin. Nexwe em çawa legal û îllegalê ji hev cuda bikin? Hûn bi vî awayî qada siyaseta legal li ber mirovan digirin." 
 
‘HAKAN FÎDAN: FIKIRINE MUAZZAM ÊN OCALAN HENE'
 
Demîrtaş ku got "dê çerx pir zû bizîvire" anî ziman ku dê aştiyê bînin vê erdnîgariyê û got: "Gel dê sindoqê de biryara xwe bide. Em ne li benda tiştekî wisa ku dê beriya hilbijartinê me berdin. Dibe ku em piştî hilbijartinê jî bimînin. Em dibêjin em ê piştî hilbijartinê bi awayekî adil bên darizandin. Ger em sûcdar bin em ê cardin bên cezakirin. Ev siyasetmedarên ku hûn bi çavê dijminan li wan mêze dikin, di dema wan de yê herî zêde bi Ocalan re eleqedar dibû Hakan Fîdan bû. Fîdan ji bo Ocalan gotibû 'Fikirên wî yên muazzam hene. Piştî Gonzalo herî zêde fikirên Ocalan bandor li min kirine.' Min bi guhê xwe ev gotin bihîstin." 
 
Heyetê 10 deqe navber da danişînê.
 
Piştî navberê Aynûr Aşan axivî. Aşan bêhiqûqîtiyên dadgehê rexne kirin. 
 
Danişîn dê sibê bidome. 

Sernavên din

03/06/2022
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne
16:33 Li Farqînê tundiya notirvanan
16:03 HDP’ê serdanên xwe yên li Brukselê temam kirin
16:00 OHD'ê bertek nîşanî binçavkirinan da
15:30 Gotina ‘li Meclisê peyvên kurdî weke X tên qeydkirin’ weke ‘şîrove’ hat nirxandin
15:29 Di şerê ku çekên cerdevanan hatin bikaranîn de 3 kes mirin
15:23 Berteka hevpar a li dijî binçavkirinan: Em ê paş de gav navêjin
14:49 Danişîna doza Orûç û Mufutuoglû taloq bû
14:19 Doza Kişanak û Tuncel hate taloqkirin
14:06 Li Wanê 9 kes binçav kirin: Mala ku di serdegirtin de gule berdan
14:05 Di Doza Kobanê de dadgeh şahidên nepen beralî dike
13:40 CFWIJ: Divê Muftuoglû demildest were berdan
13:29 Ji bo dosyaya GOÇÎZDER’ê biryara nepeniyê hate dayîn
13:26 Mehmet Çelîk ku par jiyana xwe ji dest dabû hate definkirin
13:25 Operasyona li çiyayê Sipêrêzê didome
13:21 Rêxistinên rojnamegeran: Dîcle Muftuoglu berdin
13:16 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:33 HDP’ê bertek nîşanî binçavkirinan da: Hûn çi bikin jî hûn ê winda bikin
12:27 Ji Geverê 127 cerdevan birin Zapê
12:13 Konferansa ‘Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê Bîr, Heqîqet û Hesabpirsînê’ dê pêk bînin
12:08 Malbata Şenyaşar: Tevî hêza dewletê jî serdest bi tenê man
11:54 Jinên li Êlihê hatine binçavkirin birin edliyeyê
11:33 Ji parêzerên ewil ên Ocalan: Heta li ser maseyê rûnenin dê pirsgirêk çareser nebin
10:42 Enflasyonê ji sedî 160 derbas kir
10:24 Esnafên biçûk ên Amedê: Divê gel xwedî li esnafên biçûk derkeve
10:15 Hevseroka DFG’ê Muftuoglû hate binçavkirin
09:43 Polîsan bi ser HDK’ê, HDP’ê û GOÇÎZDER’ê de girtin
09:24 Dayika Mehmet Halîl Dogal: Li hember şer û zilmê bêdeng nemînin
09:08 Rojnamevan Broomfield: Erdogan dixwaze têkilî bi polîtîkayên nijadperest re deyne
09:03 Serokê Giştî yê TAR-DER'ê: Krîza xwurekê heye
09:02 Bi hinceta ku kamera şikandiye ceza lê hatiye birîn
09:01 Banga ji bo 'Meşa Gemlîkê
09:00 ROJEVA 3'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
02/06/2022
21:18 Li Bismilê zarokê ku birûsk lê ket jiyana xwe ji dest da
20:36 Doza Kobanê: Dê HDP serokkomarê vî welatî diyar bike!
20:14 Cenazeyê Toprak piştî 284 rojan radestî malbatê hat kirin
16:58 Ciwanê ket çemê Êlihê xeniqî
16:15 Malbatên girtiyan li Îzmîrê bang kirin: Bila zext bi dawî bibin
15:50 Ayvalitaş li ser gora xwe hat bibîranîn
15:22 Bi hinceta ku 'efser e' daxwaza girtina leşker hat redkirin
14:59 Danişîna doza Dundar a HDP’î hate taloqkirin
14:50 Ji jinên binçavkirî 5 jê ji ber xwarinê jehrî bûn
14:47 Malbatên girtiyan ji bo roja 200’an banga tevlibûnê kir
14:41 Êrişî gorên Çîçek û Deprem kirin
14:09 Di Doza Kobanê de agahiya şahidê nepen ji protestoyan tuneye
13:47 Gunay ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ bang kir
13:32 Polîsan êrişî Nobeta Edaletê kirin
13:26 Tûran ê li pêş Kuleya Galatayê xwe şewitandibû jiyana xwe ji dest da
13:15 Melîk û Ayyildiz li ser gorên xwe hatin bibîranîn
13:13 Li Êlihê hejmara binçavkiriyan derket 18’an
12:54 Sînan Cemgîl û hevalên wî hatin bîbîranîn
12:30 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:17 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Ocalan bimeşin Gemlîkê
12:14 Dadgerê doza Demîrtaş weke cîgirê wezîr hate tayînkirin
11:47 ‘Divê Tirkiyê ji ber sûcên şer were darizandin’
11:33 46 kesên di bîranîna Geziyê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:24 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan keta roja 200’an: Girtiyan berdin
11:20 Dadgehê 'KADES'a Bêkurdî' ya Soylû betal kir
10:44 Henan Osman: Siyaseta Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn bi xeter e
10:43 Dayika Dogal ê HPG’î: Bila kesek li dijî zilmê bêdeng nemîne
10:39 Êrişî Zirganê kirin: Zarokek birîndar bû
10:09 Ciwanê ku dihat îdiakirin întihar kiriye hat veşartin
10:08 Siyasetmedarên Başûr: Di kuştina her şoreşgerekî ya li Başûr de tiliya PDK’ê heye
10:01 Hevserokê HDP'ê ku polîsan lê dabû gilî kir
09:31 Ji 218 dikandarên Hala Zebze ya Amedê 148 kesan dikanên xwe girtine
09:29 ‘Ew mastê gamêşan dixwin, xelk nikare nan bibe mala xwe'
09:06 Sercerdevanê berê: Ez poşman im, çekên xwe deynin, bila bira xwîna bira nerijîne
09:04 Cinayeta Zekî Çelebî: Tetikkêş ne girîng in, a girîng ên li paş perdeyê ne
09:01 Omer Ocalan: Gere em bi şikandina tecrîdê dest bi têkoşîna xwe bikin
09:00 ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
01/06/2022
22:07 Bûldan: Êdî dem hatiye her kes ber bi HDP'ê ve bê
21:39 QSD: Tu têkiliya me bi bombebarankirina Girê Spî re tune ye
21:35 Bomebebarana li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didome
20:04 DAKAP: Demildest jinên hatine binçavkirin berdin
19:13 Li Bismilê xizmên windayan: Bila dozger DNA'ya hestiyan bike
18:52 Egîtîm-Sen: Qanûna ku mafên me binpê dike betal bikin!
18:04 Doza Komkujiya Pirsûsê hat taloqkirin
16:27 Rêxistinên pîşeyî yên rojnamegeran serdana HDP'ê kirin
16:22 Li Qoserê stunên betonê yên leşkeriyê ji bo jiyana sivîlan xetere ne
16:16 ‘Divê her kes li dijî zilma li girtîgehan dengê xwe derxîne’
16:05 Meclis TV li girtîgehê hate qedexekirin
16:04 HDP'ê daxwaz kir ku 'qanûna dezenformasyonê' bê vekişandin
15:56 Di Doza Komkujiya Îzol de bersûc hatin berdan
15:43 Rapora girtîgehên Behrareş: Her ku diçe tecrîd giran dibe
15:22 Êrişên li Çiyayê Cûdî piştî mehekê hatin ragihandin
15:02 Nobeda Edaletê: Heta em sernekevin dest ji çalakiya xwe bernadin
14:50 Dema binçavkirina 16 ciwanan hate dirêjkirin
14:46 Rêya berdanê ji Kadîr Şeker re vebû
14:44 Erdogan hedefa êrişa dagirkirina Rojava diyar kir
14:31 Leşkeran li Elkê çûyîna zozanan asteng kirin
14:30 Danişîna Doza Pirsûsê: Îlhamî Balî çawa li Îdlibê dimîne?
14:12 5 kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
14:11 'Li dijî siyaseta tecrîdê em ê bi daxwaza parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve bimeşin’
14:01 Polîsan bîranîna Ethem Sarisuluk asteng kirin
13:23 Hat angaşkirin ku ji ber sedemên aborî întihar kiriye
13:21 Jinan bertek nîşanî doza girtinê ya KCDP’ê dan: Dozeke derhiqûqî ye
12:24 Cotkarên Hewselê: Bila desthilat dev ji şer berde, rêya çareseriyê bibîne
12:13 Malbata Şenyaşar: Hemû kesên bêdeng ji rewşa heyî berpirsyar in
12:13 Dîroknasê kurd Bayrak: Kesên îxanet dikin bila li dîrokê binêrin
12:04 Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir