Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê

  • rojane
  • 09:04 4 Hezîran 2022
  • |

AMED - Derket holê ku Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê pereyên girtiyan ên li "emanetê" bi faîzê bi kar aniye. 

Derket holê ku Girtîgeha Amedê ya Jimare 4 a Tîpa T'yê pereyê girtiyan ên li "emanetê" bi faîzê ji xwe re bi kar aniye. Girtî Ayhan H. xwestiye îdareya girtîgehê pereyê wî yê li "emanetê" têxe hesabê parêzer Ozum Vûrgûnê. Li gor tiştên ku Vûrgûnê gotine, îdareya girtîgehê gotiye îdareya girtîgehê nikare pere bişîne hesabê bankeyê, lê bi daxwaznameyekê dikare pere bi destan ji Beşa Emanetê ya Girtîgehê wergire. Piştî vê girtî Ayhan H. di 27'ê Gulanê de daxwazname nivisiye. Parêzer Ozum Vûrgûn jî di 31'ê Gulanê de ji bo 11 hezar TL pereyê muwekîlê xwe Ayhan H. wergire çûye girtîgehê. Ji ber ku ji derve kes nikare biçe Beşa Emanetê, rayedaran bi telefonê ji Beşa Emanetê re gotine ku pere bîne. 
 
 
'BI WAHDE...'
 
Kesê li Beşa Emanetê jî di telefonê de bi dengekî ku parêzer Vûrgûn bihîstiye gotiye, "Ew nikarin niha pere bidin, ancax dikarin bi texsît bidin." Piştî ku Vûrgûnê ev tişt qebûl nekiriye, kesê li hember ê bi telefonê xeber daye gotiye "Ger em pere bidin dê lazmatiyên girtîgehê neyên peydakirin." Piştî israran vê carê kesê li Beşa Emanetê gotiye "Biwahde..." Piştî ew kes gotiye "biwahde" bi dû re gotiye "Di 10'ê mehê de werin pereyê xwe wergirin." Piştî ku Vûrgûnê gotiye "Qey we pere bi faîzê daye?" kesê li hember di cî de telefon girtiye. 
 
PARÊZER GILIYÊ WAN KIR
 
Piştî vê Vûrgûnê têkildarî mijarê daxwazname daye girtîgehê. Lê îdareyê hejmara ewraqê ya daxwaznameyê nedaye parêzer Vûrgûnê. Vûrgûn jî gava ji girtîgehê derketiye rasteast çûye Serdozgeriya Komarê ya Amedê û bi sûcê "li ser navê xwe tomarkirina pere" û "binpêkirina peywirê" giliyê rayedaran kiriye. Vûrgûnê rewş ragihandiye Wezareta Dadê û xwestiye di vî warî de bê serwextkirin û pereyê muwekîlê wê bi faîza qanûnî bê dayîn. 
 
'DI QASEYÊ DE PERE TUNE YE'
 
Parêzer Ozum Vûrgûn anî ziman ku muwekîlê wê çend caran serlêdan kiriye, lê piştî tiştek bi dest nexistiye di 27'ê Gulanê de daxwazname daye û ji ber vê ew di 31'ê Gulanê de çûye girtîgehê. Vûrgûn bilêv kir ku ji bo pere wergire çûye girtîgehê û gava çûye ji bo pereyê muwekîlê xwe wergire hayê rayedaran pê xistiye. 
 
Vûrgûn got: "Parêzer nikarin rasterast pêwendiyê bi îdareyê re deynin. Hevdîtinê bi me re nakin. Di ser kesekî ku qeyda me çêkirine digerin. Karmendê din jî li cem min axivî û rewş ragihand îdareyê ku daxwazname hatiye nivîsandin û tê xwestin pere bê îadekirin. Kesê tê gotin ji Beşa Emanetê ye, pêşî got dê pere bi texsîtan bidin. Min ev qebûl nekir û min xwest pere hemû bê dayîn. Piştî ku min qebûl nekir, vê carê jî gotin 'Niha di kaseyê de pere tune ye, em nikarin bidin.' Min jî pirsî çi eleqeya pereyê muwekîlê min û vî tiştî bi hev heye? Got, 'Ger em pereyê di kaseyê de bidin em ê nikaribin çerxa vir bizîvirînin.' Min jî got, çi eleqeya pereyê muwekîlê min û qaseya girtîgehê bi hev re heye. Got, 'Di 10'ê Hezîranê de werin, em ê gişî bidin.' Min jî got, ez niha dixwazim. Vê carê got, 'bi wahde...' û telefon qut bû. Min jî got, 'Qey hûn pereyê girtiyan bi faîzê didin?' Lê titşek negotin." 
 
'SÛC E'
 
Vûrgûn diyar kir ku têkildarî mijarê daxwazname daye îdareya girtgehê û haya Wezareta Dadê pê hatiye xistin û got: "Tiştekî wiha ji bo peywirdarên cemaweriyê 'sûcê zîmmetê' ye û dibe sedema zengîniya bê sedem. Ev tişt hemû rasterast sûc in." 
 
Vûrgûn destnîşan kir ku tişta ku îdareya girtîgehê kiriye "rant" e û got: "Ger li girtîgehan pergaleke wiha hebe, ev tê wateya ranteke mezin. Û min di daxwaznameya xwe de ev tişt da ber lêprisînê: 'Ev faîz ji bo kê ye? Kî distîne?' Pirsa herî girîng jî ev e. Yanî rayedarên vira, Wezareta Dadê, kesên van tiştan dikin çawa radigihînin Wezareta Dadê? Gelo haya Wezareta Dadê ji bûyerê heye? An jî vî tiştî çawa rave dikin? Bi qasî ez dizanim midûrên li wir hemû şirîkê vî sûcê zîmmetê ne. Ev bi awayekî pir aşkere sûc e." 
 
ÎDARE QILQILÎ
 
Vûrgûn diyar kir ku piştî bûyerê di 2'yê Hezîranê de çûye girtîgehê û got: "Tim zor dane muwekîlê min ku parêzera wî bê. Paşê bi hejmara telefonekê ya ku di telefona min de neqeydkirî peyamek ji min re hat ku demildest divê biçim girtîgehê û meseleya pere hel bikim. Gava min hevdîtin bi muwekîlê xwe re kir, muwekîlê min got, 'Nehiştin ez rakevim.' Muwekîlê min extiyar e. Tim jê re gotine, 'Wê kengî bê pere bibe. Gazî parêzera xwe bike, bila parêzera te bê.' Muwekîlê min jî gotiye 'Mafê min ê hevdîtina bi telefonê tune ye, mafê min ê kamerayê tune ye. Ez nikarim xeberê bidim.' Piştî vê gardiyanekî yan jî kesekî li wir peyamek ji min re şand ku ez biçim wir. Gava ez çûm wir, pirsîn 'Parêzer Ozum Vûrgûn?' Min got belê, gotin 'Em ê telefonî beşa emanetê bikin.' Hema bibêje navê min li beşa têketinê nivîsîne ku bila bê pereyê xwe wergire. Ez wisa difikirim ku qilqilîne. Li cihê hevdîtinê, li cihê parêzer û malbat hevdîtinê bi girtiyan re dikin 11 hezar TL pere anîn dan min. Û xwestin ez li ber kamerayê pere bihejmêrim. Min jî li ber çavê wan pere hejmart û xist zarfê. Ez dibêjim piştî ku min gilî kir tirsiyane." 
 
Vûrgûn diyar kir ku li benda bersiva Wezareta Dadê ye. 

Sernavên din

07/06/2022
09:01 Xizmê girtî: Dewlet dibêje 'an tu yê dest ji kurdbûna xwe berdî yan na ez te bernadim'
09:00 ROJEVA 7'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:24 Li Wanê 9 kes hatin girtin
08:11 Rojnamevan Kav: PDK bûye AKP
06/06/2022
21:25 Li dijî talankirina ekolojiyê meşiyan
20:07 Ber bi Cûdî û Gabarê ve sewqiyata eskerî
18:42 Şanoya bi kurdî bi hinceta 'ewlehiyê' hat qedexekirin
17:55 Rojnamevan Muftuoglû hat berdan
16:18 Li herêmên şer tevgera hewayî
15:58 'Bila zemên ceyran, gaza xwezayî û sotemeniyê bên vekişandin'
15:57 PDK’ê ciwanên enternasyonalîst asteng kirin
15:29 Koç ê HDP’î: Ne qanûna dezenformasyonê lê ya hilbijartinê ye
15:18 Ji GOÇIZDER'ê berteka binçavkirinan: Em ê gilî bikin
15:17 Dema binçavkirina 58 kesan hat dirêjkirin
15:04 Ji Wanê ji bo Meşa Gemlîkê bang kirin: Dem dema azadiyê ye
14:36 Şahidê Doza Kobanê axivî: Ji HDP'ê talîmat nehat
14:13 Ji bo tevlibûna doza Peymana Stenbolê bang hate kirin
13:55 AYM'ê ji bo cezayê pere ku ji ber tevlîbûna daxuyaniyan hatibû dayîn biryara binpêkirinê da
13:52 Nexweşxaneya Sahrayê bi leşkerên birîndar tijî bûye
13:31 Danişîna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven taloq bû
12:35 Ji HDP’ê parastina Peymana Stenbolê
12:10 ‘PDK amadekariya êrişa li dijî Metînayê dike’
11:57 Rojnamevan Dîcle Muftuoglû sewqî edliyeyê hate kirin
11:54 ‘Belgeyên helîkopterên hatine xistin di destê me de ne’
11:29 Bi hinceta ‘heqaret li Soylu û Yildiz kiriye’ cezayê pereyan dan Emîne Şenyaşar
11:07 Buldan: Desthilatdariyeke ku pirsgirêka kurd çareser neke serkeftî nabe
Sancar: Vîneke xurt a gel heye ku vê desthilatdariyê têk bibe
10:58 5 caran hate koçberkirin, maleka wê şewitandin û yek jî di bin avê de hiştin
09:45 ‘Divê Herêma Kurdistanê li dijî êrişên Tirkiyeyê xwedî helwestekî cidî be’
09:25 Li Raperînê ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘terorê’ îmze hatin komkirin
09:06 Şêniyên Xalefanê li dijî santrala termîkê ne
09:04 Dewletê malên wan hilweşandin niha di konteynirê de dijîn
09:02 Li Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş 6 hezar û 115 îmze hatin komkirin
09:00 ROJEVA 6'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05/06/2022
23:05 Komên girêdayî Tirkiyeyê li Eyn Îsa 3 kes birîndar kirin
21:27 Cenazeyên xwendekarên di Çemê Dîcleyê de xeniqîn hatin dîtin
21:09 Li Brukselê li dijî êrişan çalakî hat lidarxistin
20:44 Danezana encama Konferansa Tirkiyeya Pêşerojê hate aşkerakirin
20:16 Li Girtîgeha Kurkçulerê şewat derket
19:45 HDP’ê Komkujiya 5’e Haziranê bi bîr anî: Heta kujêr dernekevin hole em ê tekoşîna xwe bidomînin
18:17 Ciwanan ji bo ‘Meşa Gemlîkê’ banga tev li bûnê kirin
17:56 Koçer: Em xwe ji bo azadkirina herêmên dagirkirî amade dikin
17:45 Tiştên girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de ne nayên dayîn
17:03 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Em di têkoşînê de bibiryar in
16:15 Jin ji bo meşa Gemlîkê hatin cemhev
16:14 3 xwendekarên ketine çemê Dîcleyê qeniqîn
15:55 Bûldan: Li dijî rewşa tarî piştevaniya me ya şoreşger heye
14:34 Ferman a YNK'yî: Armanca êrişan Tirkiyeyê firehkirina sînoran e
14:01 Sengawî: PDK nirxên neteweyî difiroşe
13:26 Di êrişên Tirkiyeyê de 3 milyon dar tune bûn
13:20 Turmen: Divê mirov biwêribe heqîqetê bibêje
12:20 DFG: Di meha gulanê de 11 rojnameger hatine binçavkirin û 8 malper hatin girtin
12:17 Hinceta binçavkirina Muftuoglû: Şandina pere ya ji bo hevkarên xwe
11:33 Li Sêrtê qeza: 4 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:10 Malbata Şenyaşar: Weke av, hewa û rojê hiqûq jî pêwîst e
11:09 Wezareta Karên Navxweyî xwest doza gora Şêx Seîd bê redkirin
11:01 Birindarên 5 Hezîranê: Çi dibe bila bibe em ê vîna xwe xwedî derkevin
10:19 Li Semsûrê Apazîz hat bibîranîn
09:13 Şaredariya AKP'î ji bo rantê li dû qulopiloyan e
09:13 Başkavak: Dê gel bi Tifaqa Demokrasiyê bi ser bikeve
09:11 Rojnamevan Zagros. Kurdan destê xwe ji PDK'ê şûştiye
09:08 Ji ber fiyetê mazotê bîçer nikarin bişixulin, cotkar jî nikarin zadê xwe rakin
09:06 ‘Em tenê dikarin bi yekitiya xwe ji vê zilmê rizgar bibin’
09:04 Bedran Çiya Kurd: Dema ku DAIŞ li ser sînorê Tirkiyeyê bû çima tu metirsî nebûn?
09:00 ROJEVA 5'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
04/06/2022
23:59 Komeleya Hevgirtinê ya 10'ê Cotmehê li Amedê hevdîtinek li dar xist
21:21 Li Hezexê operasyona eskerî
20:59 Li Edeneyê şanoya bi kurdî hat qedexekirin
19:02 Ji konferansa 'Em ê bi hev re biguherînin' banga ji bo Tifaqa Demokrasiyê
16:46 Zarokên li Cizîrê winda bûn cenazeyên wan hatin dîtin
16:42 Tê payîn ku binçavkiriyên li Tekîrdagê sibe îfade bidin
16:35 ÎHD û TÎHV’ê bertek nîşanî binçavkirinan dan: Bila demildest bên berdan
15:54 Bi fermana ATK’ê rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dan girtiyê nexweş
15:36 Bîrdal: Tecrîd sûc e
15:35 ‘Ji bo guherandina desthilatdariyê yekitî şert e”
14:56 ‘Bila girtiyê nexweş Îdrîs Başaran bê berdan’
14:34 Operasyonên binçavkirinê li Mêrsînê hatin protestokirin
14:26 Derheqê kesên tev li merasîma cenazeyê Çelebî bûyîn de lêpirsîn vekirin
14:07 Ji bo berdana Aysel Tugluk bang kirin
13:43 Dayikên Şemiyê: Pergaleke ku ji goran ditirse li holê ye
12:40 Erdogan dîsa peyama êrişê da
12:33 ‘Kesek êdî nikare eşyayên xilmet jî bikire’
12:29 Xizmên Windayan li kujerên Okûyûcû pirsîn
11:56 Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin
11:42 Dag: Em ê bi têkoşîna hevpar faşîzmê hilweşînin
11:41 Îdiaya ku kesê tedawiya kemoterapiyê didît li nexweşxaneyê hat binçavkirin
10:55 Li Efrînê berteka li dijî Tirkiyeyê: Ji Sûriyeyê bicehime
10:51 ‘Bila budçeya şer ji bo pêşîlêgirtina tundiya zilam û dewletê bê veqetandin’
10:49 Koçyîgît: Şerê heyî li dijî kurdên azad tê kirin
10:18 Waliyê Şirnexê bi sercerdevanan re civiya
10:17 Li Enqereyê 16 ciwan hatin berdan
09:38 Du zarokên li Cizîrê çûyîn ber qeraxê çem winda bûn
09:19 Seroka ÎGC'ê Gappî: Kêmbûna çapemeniya serbixwe tadeyê zêde dike
09:08 Rojnamevan Cûdî: Demografyaya herêmê tê guherandin
09:07 Dayika girtî: Jiyana kurê min di talûkeyê de ye
09:04 Îdareya girtîgehê pereyê girtiyan ji bo xwe daye bi faîzê
09:02 Demîr: Li dijî şer têkoşîna hevpar divê
09:00 ROJEVA 4'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
03/06/2022
21:20 Hunermend: Em êriş û qedexeyên li ser hunera kurdî nas nakin
19:56 Di roja 200'î ya Nobeda Edaletê de: Girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin berdin
17:49 Derbarê Muftuoglû de biryara ku 4 rojan di binçavan de bimîne