Parlamenterê YNK’ê: Divê Tirkiye bo xwe ji aqûbeta Sedam dersan bigre

  • rojane
  • 09:54 10 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê YNK’î Zîkrî Zebarî pirsgirêka kurd bi êrişên Tirkiyeyê çareser nabe û wiha got: “Sedam Huseyîn jî bi çekên kîmyewî êrişî kurdan dikir. Lê belê nekarî kurdan tûne bike. Divê Tirkiye bo xwe ji aqûbeta Sedam dersan bigre.” 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêmên Federal a Kurdistanê û sûîqestên wan ên li dijî siyasetmedarên kurd berdewam dikin. Tirkiye ku di êrişên li dijî herêmê de derbên giran dixwe, hewl dide PDK’ê jî beşdarî êrişên xwe bike ku ji hêla siyasî, aborî û leşkerî ve dorpêç kiriye. PDK, ji ber hevkariya xwe ya di êrişê de ketiye nava krîzên piralî û hewl dide alîkariya siyasî bigire. Di vê çarçoveyê de li Hewlêrê bi Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) re hevdîtin kir. Lê belê encamek ji vê hevdîtinê derneket. 
 
HELWESTA YNK’Ê YA LI DIJÎ ÊRIŞAN 
 
Parlamenterê YNK’ê Zîkrî Zêbarî têkildarî êrişên Tirkiyeyê û hevkariya PDK’ê axivî. Zêbarî, anî ziman ku dê di nava tu alî û dewletên li dijî kurdan de cih negirin û wiha got: “Armanca YNK’ê ew e ku destkeftiyên kurdan biparêze û destkeftiyên nû lê zêde bike. Di vê çarçoveyê de jî em bi rola piştevaniya bi kurdan re radibin.” 
 
ÊRIŞA LI DIJÎ 3 PARÇEYÊN KURDISTANÊ 
 
Di berdewamê de Zêbarî diyar kir ku Tirkiye ji bo dagirkirina başûrê Kurdistanê, PKK’ê weke hincet nîşan dide û ev nirxandin kir: “Tirkiye niha êrişî 3 parçeyên Kurdistanê dike. Peymana Lozanê ku li dijî kurdan hatiye îmzekirin sedsaliya xwe temam dike. Tirkiye ji bo ku destkeftiyên kurdan dîsa tûne bike û Kerkûk û Mûsilê dagir bike, êrişên dagirkeriyê dike. Dixwaze kurdan sed salên din jî di bin hukmê xwe de bihêle. Divê gelê kurd baş di ferqa vê rastiyê de be. Ji bo valaderxistina van êrişên dagirkeriyê, divê gelê kurd bi hev re tevbigere.” 
 
ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD 
 
Bi domdarî Zêbarî destnîşan kir ku Tirkiye nikare bi êrişên xwe pirsgirêka kurd çareser bike û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka kurd ne bi dagirkirina Rojava û Başûr re lê bi azadiya birêz Abdullah Ocalan pêkan e. Çareserî, Îmrali ye. Tirkiye ev 30 sal in li dijî PKK’ê şer dike û nêzî 40 hezar kes ji hêla dewletê ve hatin qetilkirin. Lê belê hêj jî nekariya PKK’ê tüne bike. Divê Tirkiye bo xwe dersan ji rewşa Sedam Huseyîn bigire. Sedam jî bi çekên kîmyewî êrişî kurdan kir û 500 gund talan kirin lê belê nekarî kurdan tüne bike. Tirkiye şerê heyî sed salên din jî bidomîne dê nekare kurdan tune bike. Ji ber ku ev bi sedan sala ye gelê kurd ji bo parastina rûmeta xwe û mafên xwe bedelên giran dide. Zû yan jî dereng dê gelê kurd bi nifûsa xwe ya 60 milyonî ve azad bibe.” 
 
PDK HIŞYAR KIR
 
Zîkrî Zêbarî herî dawî jî wiha got: “Xelkê Başûr ji hêla aborî ve di nava krîzeke mezin de ye. Tirkiyeyê bi êrişa dagirkeriyê di nava tirsê de ye. Di êrişên Tirkiyeyê her carê sivîl tên qetilkirin. Ev jî nîşan dide ku ewlehiya canê xelkê nîne. Gel nikare li ser xaka xwe bijî. PDK divê baş bizane ku ev êriş li dijî hemû kurdan tê kirin.”
 

Sernavên din

16/06/2022
12:56 Gunay: Çapemeniya kurd duh bêdeng nebû wê îro jî bêdeng nebe
12:47 Ferît Şenyaşar: Tu bazarî nehatiye kirin û tekane daxwaza me edalete
12:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:13 Serokatiya MHP’ê ya Amedê hate girtin
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê ket roja 23'yemîn
12:01 Aykol: Em ê hîn bêhtir bixebitin
11:29 Polisan rojnamevan Înce Hekîmoglû binçav kir
11:17 Cenazeyê Gulistan Ekîncî piştî 6 mehan hat veşartin
10:58 Li Stenbolê polisan bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin
10:40 Titûna ji Amerîkayê tê ne qeçax e ya Semsûrê qaçax e!
10:11 Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin
09:40 KNK: Êrişên Tirkiyeyê berdewama êrişên DAIŞ'ê ne
09:37 Ji ber ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin
09:09 Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe
09:08 Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim
09:06 33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn
09:03 ‘Ya li Aysel Tûglûk tê kirin faşîzm e'
09:01 Paleyiya genim dest pê kir: Fiyetê mazotê pişta cotkaran şikandiye
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05:13 Hempîşeyên rojnamevanên hatin girtin: Hûn nikarin serbikevin
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
15/06/2022
20:14 Tirkiyeyê êriş bir ser gundekî Dihokê: 2 kes birîndar bûn
19:45 Li Rezanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî
18:21 Li Şirnexê 9 kes hatin berdan
18:06 Îmzeyên ji bo girtiyên nexweş hatin berhevkirin ji wezaretê re hatin şandin
16:49 Rojnamevan li Edliyeya Amedê ne: 16 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:20 ‘Midurê Girtîgeha Kiriklarê zilmê li zarokên me dike’
16:14 Zava û malbata xwe bi hêceta ‘kefiyê û stranên kurdî’ hatin girtin
16:04 Wê di Doza Tahîr Elçî de Davûtoglû bê guhdarkirin
15:56 Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî
15:48 ‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’
15:36 Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya 'Bîra Xwînê' li dar xist
15:33 Salvegera Komkujiya Sayfo: Em nadin jibîrkirin
15:15 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Em îttîraz dikin
14:38 Derbarê Aydenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
14:37 Di êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sinûnê de zarokek 12 salî hat kuştin
13:10 ÎHD’ê ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
13:01 Rêvebera ÎHD’ê Adîle Erkan hat binçavkirin
12:54 Seroka EFJ: Binçavkirina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye
12:41 Malbata Şenyaşar: Tekoşîna me dê bi mezinbûnê berdewam bike
12:18 Nobeda Edaletê: Hiqûqa neyartiyê li dijî girtiyan tê meşandin
12:06 Rojnamevan li ber edliyeyê ne: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
11:57 Balafirên dewleta tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê barandin
11:46 Dadgeha Bilind cezayê ‘muebedê’ yê welatiyên sûryan xera kir
11:22 Li Girtîgeha Panosê mirina biguman
10:44 Malbatên cerdewanan şer kirin: Kesek mir yek jê zarok 3 kes birîndar bûn
10:41 Doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Rojnamevan li edliyeyê ne: Dozger bi daxwaza girtinê dest bi îfadeyan kir
09:10 'Çapemeniya azad ji ber ku bîad nake bi êrişan re rû bi rû dimîne'
09:09 Dayika Zindan Yenî: Awayê mirina wî hatiye veşartin
09:08 ‘Dê nikaribin çapemeniya azad bitepisînin'
09:06 'Divê her kes li dijî vî şerî rabe ser pêyan'
09:04 ‘Em 42 sal in di bin zilma dewletê de ne’
09:02 Civaknas Erdilek: Civak ji ber şer bêhêvî û bedbext e
09:00 Malbatên rojnamevanên di binçavan de: Dê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Nivîskar Leyla Delîl Saraç hate girtin
14/06/2022
23:55 Cenazeyê Kezbana 15 salî li Cizîrê hat veşartin
22:52 Der barê Aysel Tûglûkê de prosedura taloqkirina înfazê cardin hat destpêkirin
21:20 Ji bo rojnamevan ku dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin banga piştevaniyê
20:06 Karê îfadeya rojnamevanan bi dawî bû
18:45 Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Başak hat binçavkirin
18:33 Li Êlihê polîsekî hevjîna xwe û zarokê xwe kuşt
17:11 Li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê bi girseyî hat lidarxistin
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn