Hevserokê KNK'ê Karamûs: Tevlibûna PDK'ê ya şer wê xesareke mezin bi xwe re bîne

  • rojane
  • 10:28 10 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs, diyar kir ku îxtîmala tevlibûna PDK'ê ya şer wê bi xwe re xesareke mezin bîne û got: "Tevlîbûna hêzên PDK'ê ya bi hêzên dewleta tirk re hevkariyeke stratejîk e. Deskeftiyên gelê kurd bi tu rengî di vê hevkariya stratejîk de nînin. Heger deskeftiyek tê de hebe ev deskeftiyeke kesayetî û ya binemala Barzanî ye." 
 
Tirkiyeyê di 17’ê Nîsanê de bi alîkarî û piştgiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê êrişeke berfireh da destpêkirin. Li herêma ku şer û pêvçûnên dijwar diqewimin heta niha bi tu awayî pêşketinek nehatiye bi dest xistin. PDK-AKP a ku li herêmê lawaz dibin ji her derfetên xwe yên teknîkî sûd digirin.Tevî vê jî encama ku tê xwestin nayê bidestxistin û vê carê jî dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kirin. Li gorî daxuyaniya ku HPG'ê dayî hate diyar kirin ku di destpêka şerê herêmê heta niha gelek caran li dijî herêman çekên kîmyewî hatine bikaranîn.Heta niha di bikaranîna van çekên kîmyewî de 8 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane. Li dijî êrîşên ku bi çekên kîmyewî bêdengiya hêzên navnetewî jî berdewam dike. Di heman demê de tê gotin ku PDK'a ku di hevkariya xwe de paşve gav neavêje wê di demên pêşiyê de bi awayekî fîîlî tev li şer bibe. Hevserokê Kongreya Neteweya Kurdistan Ahmet Karamûs derbarê encamên tevlibûna PDK'ê ya şer û bikaranîna çekên kîmyewî de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxandin kir. 
 
'BI BERXWEDANEKE BÊHEMPA RE RÛ BI RÛ NE'
 
Karamûs, diyar kir ku şerê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êrişa topyekun a tunekirina gelê kurd e û wiha got: "Şerê li herêmê gihişte qonaxeke nû. Ev şere şerekî stratejîk e. Ji xwe di van 2 mehên dawî de dewleta tirk, di bin siya şerê di navbera Ûkrayna û Rûsya de bi tevlibûna NATO ku gihiştiye şereke cîhanî yê berfireh dixwaze sûd bigire. Hem dixwaze sûd bigire û hem jî endamtiya xwe ya bloka NATO'yê dixwaze di vî şerî de encamekî bi dest bixîne. Encameke stratejîk jî hedef girtina Başûrê Kurdistanê ye. Eger tevahiya Başûrê Kurdistanê nebe jî dixwazin herêma Behdînan bixin bin kontrola xwe. Ji bo ku dewleta tirk di vê hêlê de bi serbikeve piştgiriya hin dewletan distîne. Lê belê tevî hemû derfetan jî tu encameke berbiçav bi dest nexistiye. Bi berxwedaneke bêhempa re rû bi rû ne. Di demên dawî de hêzên cuda cuda tev li vî şerî dike. Ew hêzên ku dibêjin cerdevan, cihadîst ku di bin kontrola wan de dem bi dem li wê herêmê tev li nav şer dike. PDK di van du salên dawî de bi şêwaz û rêngên cuda piştgiriyê dide van êrîşan. Di demên dawî de li gorî daxuyanî, helwest û planên wan wisa dixuye ku bi fîîlî tev li şer dibin. Ji xwe heta niha hêzên PDK'ê li deverên şer heye hem bi riya lojîstîk û hem jî bi riya îstîxbaratî bi şêwazên cuda cuda piştgiriya xwe ya şer dide aşkere kirin. Di demên dawî de daxuyaniyên ku ji Başûrê Kurdistanê tên dayîn tê xuyakirin ku PDK bi zexta dewleta tirk li deverên ku şer diqewime dorpêç dike. Dema ku mirov vê rewşê li berçavan digire bi şik û metirsîdar rewşeke cuda derdikeve holê." 
 
'WÊ BIBE ŞEREKÎ GIRAN'
 
Karamûs, bal kişand ser tevlibûna PDK'ê ya şer û bi lêv kir wê PDK di vî şerî de bixesar derbikeve û wiha domand: "Dewleta tirk di vî şerî de tu encamekî nagire. Tevlibûna PDK'ê ya vî şerî wê zirareke mezin bide tevgera kurd û deskeftiyên gelê kurd. Ev metirsîdariyeke mezin e. Deskeftiyên her çar perçeyên Kurdistanê jî wê zirareke gelek mezin bibînin. Tevlibûna hêzên PDK'ê ya bi hêzên dewleta tirk re hevkariyeke stratejîke.Deskeftiyên gelê kurd bi tu rengî di vê hevkariya stratejîk de nînin. Heger deskeftiyek tê de hebe ev deskeftiyeke kesayetî û ya binemaliya Barzanî ye. Ji ber wê ev şer wê bibe şerekî gelek giran. Her carê dema ku dijmin qels ketiye destê xwe dirêjî hin kom, hêz û yan jî eşîran kiriye û xwestiye ku kurdan bike hevkarê xwe. Me weke KNK beriya niha jî li dijî hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re helwesta xwe nîşan da û di vî şerî de zirarê ku wê bidin gelê kurd jî me got. Di vî warî de helwesta me diyare. Hevkariya PDK'ê ya li gel dewleta tirk bi tu awayî nayê qebûlkirin. Heger PDK bi vî rengî tevbigere wisa diyare ku dê di şerê stratejîk de aliyekî nû destpê bike. Di vî şerî de jî wê herî zêde gelê kurd zirar bibîne. Bêgûman dê gelê kurd di dîrokê de jî wan bi tu awayî efû neke."
 
'DAXUYANIYÊN KU TÊN DAYÎN LAWAZ IN'
 
Karamûs, diyar kir ku li dijî şerê ku bi hevkariya PDK'ê hatiye destpêkirin bi lezginî pêwîstî bi yêkitiya kurdan heye û got ku li hemberî dagirkeriye helwest nîşandan erka her kurdekî welatparêz e û ev tişt got: "Bêgûman hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re bi awayekî vekirî aşkere bûye. Êdî tu sazî dezgeh û partiyên kurd vê helwesta PDK'ê qebûl nake û li hemberî wê jî wê nerazîbûna xwe nîşan bide. Lê diyare ku hêzên PDK'ê guh nadin daxuyanî û helwesta hêzên kurd û li gorî berjewendiyên xwe tevdigere. Ji xwe di nav sînorên Başûrê Kurdistanê de jî bi vî rengî tê xuyakirin. Lê êdî nêrazîbûn jî têra nake û ne bese. Heger dewleta tirk di vî şerî de biserbikeve bêgûman têkçûna deskeftiyên gelê kurd e. Sazî, partî û rêxistinên Kurdistanî divê di vî warî de helwesta xwe nîşanî PDK'ê bidin ku ew bi tu awayî qebûl nakin. Hêzên ji derveyî PDK'ê pêwîste ku bi awayekî lezgîn bi hevdû bicivin û li ser vê mijarê danûstandinê li gel hevdû bikin û bigihin rêkeftinekî. Bigihin rêkeftineke li ser esas û bingeha netewî ku karibin xwe û van deskeftiyan biparêzin. Ji xwe li ser vê mijarê daxuyanî tên dayin, lê ev daxuyanî lawaz in. Pêwîste ku ew partiyên ku li dijî vê hevkariyê derdikevin bi awayeke lezgîn bicivin û sînorekî deynin. Ji ber ku ew deskeftiyên hatine bi dest xistin ne yê binemalekî û malbatekî tenê ne. Ew deskeftî yên her çar perçeyên Kurdistanê ne. Li ku deskeftiyek bi dest bixe ev yê hemû gelê Kurdistanê ye. Dema ku xeteriyek li ser van deskeftiyan çêbû divê em hemû bibin yek. Tişta ku îro pêwîst ev e." 
 
'WEXTÊ ME TENG DIBE'
 
Karamûs, anî ziman ku li dijî şerê ku li dijî herêmên Kurdistanê hatine destpêkirin helwest nîşandan erkeke netewî ye û wiha berdewam kir: "Me weke KNK gelek caran bangawaziyên lezgin kirin. Me di her daxuyaniya xwe de aşkere kiriye ku metirsiyek heye li ser deskeftiyên gelê kurd. Di vê qonaxa nû ev şer yan şerê serkeftinê ye û yan jî têkçûyina deskeftiyên gelê kurd e. Ji ber ku dewleta tirk di vî warî de biryara xwe daye ku bi tu awayî deskeftî û serkeftinên gel qebûl nake û vê jî îtîraf dike. Gelek mînakên daxuyaniyên bi vî awayî jî hatine dayin. Ji xwe di demên dawî de jî li ser Rojavayê Kurdistanê gef dixwe û amadekariyên dagirkeriyeke hin berfirehtir dê bide dest pê kirin. Ev gefe gihiştine asteke gelek metirsidar. Ji ber vê sedemê jî di vir de aşkere bû ku PDK di vê hevkariya xwe de paşve gav na avêje û di vê de jî israr e. Bangawaziya me ji hemû rêxistin û partiyên kurd re ew e ku bi awayekî lezgîn û zûtirin hevdîtinekî bi hevre bikin û karibin li hemberî hevkariya PDK'ê bisekinin. Rêkeftineke wisa bi me re pêwiste.Wextê me roj bi roj teng dibe û em dereng dimînin. Divê lez û bez em bicivin." 
 
'OPCW ERKA XWE PÊK NAYÎNE'
 
Karamûs, bi lêv kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla hin saziyên navnetewî ve tê veşartin û got: "Ji xwe dewleta tirk demeke dirêje bi her şêwazî şer dike. Lê di demên dawî de dewleta tirk li dijî Zap, Metîna, Avaşîn û Heftanînê ku ketiye rewşeke aloz de çekên kîmyewî bikar tîne. Bi awayeke berfireh çekên kîmyewî bikar tîne. Ev bi delîl û îspatan hatiye nişandin. Ji xwe me çend meh beriya niha raporeke berfireh di asta ku dewleta tirk bi çi rengî çekên kîmyewî bikar tîne me aşkere kiribû û bi raya giştî re parve kiribû. Me ji dewletên ji derve re jî şandibûn. Yek ji wan saziyên ku me jê re şandibûn jî OPCW'î bû. Lê li dijî gelê kurd bêberpirsyarî tevdigere. Gelek caran delîl û îspat gihiştin li ber destê wan. Lê li hemberî vê bêdeng e. Bêgûman dewleta tirk jî sûdê ji hin endamtiya xwe ya saziyên hin dewletên navnetewî digire. Dewleta tirk ji NATO û NY'yê sûd digire. Lê dema ku gel rastî şerekî bikaranîna çekên kîmyewî hat, erka wane ku lêpirsînê bidin destpêkirin û ew delîlên ku dikevin ber destê wan li berçavan derbas bikin, li dijî vê helwest nîşan bidin. Lê ev sazî bi tu awayî erka xwe bi cih nayîne. Herî dawî li herêmê komekê lêkolîn kiribûn û rapora xwe aşkere kiri bûn. Dewleta tirk di kîjan astê de çekên kîmyewî bikar tîne di rapora xwe de nîşan dabûn. Ev rapor gihiştine destê dewletên navneteweyî jî. Em bi hevî ne ku ev dewlete bi wijdanî nêzik bibin û peymanên xwe yên netewî bidin berçavan û li dijî vê helwesta xwe aşkere bikin." 
 
'ÊDÎ DEWLETA TIRK QANÛNÊN NAVNETEWÎ NAS NAKE'
 
Karamûs, da zanîn ku bêdengiya li dijî bikaranîna çekên kîmyewî nenaskirina qanûnên navnetewî ne û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Heta niha 5-6 cûreyên çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di demeke nêz de em ê vê raporê jî aşkere bikin. Çekên kimyewî yê ku herî zêde tên bikaranîn jî ew in ê ku dişewitine, difetisine, bêhiş dike. Ji bo ku berxwedana heyî bê bandor bikin û hebûna xwe li wir ava bikin serî li vî tiştî didin. Ji ber ku êdî ji wan re bûye bela ku hêzên xwe çawa ji wir derbixin. Rexmî teknîka heyî jî nikarin encam bigirin û însîyatifa şer destê PKK'ê de ye. Ji ber wê jî dest bi bikaranîna çekan kirine. Êdî dewleta tirk tu prensîb û qanûnên netewî yên şer nas nake. Ji şerê Ûkrayna û Rûsyayê sûd digire. Ev bêdengiya li hemberî vê dagirkeriyê bêqanûniye. Dewletên navnetewî bi vê bêdengiyê peymanên navnetewî yê ku wan di bin de îmzeya xwe avêtiye binpê dike. Di vê hêlê de raporên me hene û hevdîtinên me jî çêdibin. Em ê van raporan pêşkeşî sazîyên navnetewî bikin. Me bi dehan name ji saziyên eleqeder re şandin. Şerê dewletên navnetewî û dewleta tirk aşkere bû, tişteke veşartî nema. Şer gihiştiye asteke herî metirsidar. Êdî yan em ê biparêzin û yan jî em ê têk biçin. Heger em têk biçin wê her çar perçe têk biçin, em serbikevin jî em ê bi hevre serbikevin. Kî alîgirê vî şerî ye, kî deskeftiyên kurd diparêze, divê herkes aliyê xwe aşkere bike. Divê helwesteke netewî bê aşkere kirin. Dem dema parastina deskeftiyên kurdin."
 

Sernavên din

16/06/2022
12:56 Gunay: Çapemeniya kurd duh bêdeng nebû wê îro jî bêdeng nebe
12:47 Ferît Şenyaşar: Tu bazarî nehatiye kirin û tekane daxwaza me edalete
12:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:13 Serokatiya MHP’ê ya Amedê hate girtin
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê ket roja 23'yemîn
12:01 Aykol: Em ê hîn bêhtir bixebitin
11:29 Polisan rojnamevan Înce Hekîmoglû binçav kir
11:17 Cenazeyê Gulistan Ekîncî piştî 6 mehan hat veşartin
10:58 Li Stenbolê polisan bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin
10:40 Titûna ji Amerîkayê tê ne qeçax e ya Semsûrê qaçax e!
10:11 Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin
09:40 KNK: Êrişên Tirkiyeyê berdewama êrişên DAIŞ'ê ne
09:37 Ji ber ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin
09:09 Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe
09:08 Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim
09:06 33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn
09:03 ‘Ya li Aysel Tûglûk tê kirin faşîzm e'
09:01 Paleyiya genim dest pê kir: Fiyetê mazotê pişta cotkaran şikandiye
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05:13 Hempîşeyên rojnamevanên hatin girtin: Hûn nikarin serbikevin
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
15/06/2022
20:14 Tirkiyeyê êriş bir ser gundekî Dihokê: 2 kes birîndar bûn
19:45 Li Rezanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî
18:21 Li Şirnexê 9 kes hatin berdan
18:06 Îmzeyên ji bo girtiyên nexweş hatin berhevkirin ji wezaretê re hatin şandin
16:49 Rojnamevan li Edliyeya Amedê ne: 16 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:20 ‘Midurê Girtîgeha Kiriklarê zilmê li zarokên me dike’
16:14 Zava û malbata xwe bi hêceta ‘kefiyê û stranên kurdî’ hatin girtin
16:04 Wê di Doza Tahîr Elçî de Davûtoglû bê guhdarkirin
15:56 Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî
15:48 ‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’
15:36 Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya 'Bîra Xwînê' li dar xist
15:33 Salvegera Komkujiya Sayfo: Em nadin jibîrkirin
15:15 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Em îttîraz dikin
14:38 Derbarê Aydenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
14:37 Di êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sinûnê de zarokek 12 salî hat kuştin
13:10 ÎHD’ê ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
13:01 Rêvebera ÎHD’ê Adîle Erkan hat binçavkirin
12:54 Seroka EFJ: Binçavkirina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye
12:41 Malbata Şenyaşar: Tekoşîna me dê bi mezinbûnê berdewam bike
12:18 Nobeda Edaletê: Hiqûqa neyartiyê li dijî girtiyan tê meşandin
12:06 Rojnamevan li ber edliyeyê ne: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
11:57 Balafirên dewleta tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê barandin
11:46 Dadgeha Bilind cezayê ‘muebedê’ yê welatiyên sûryan xera kir
11:22 Li Girtîgeha Panosê mirina biguman
10:44 Malbatên cerdewanan şer kirin: Kesek mir yek jê zarok 3 kes birîndar bûn
10:41 Doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Rojnamevan li edliyeyê ne: Dozger bi daxwaza girtinê dest bi îfadeyan kir
09:10 'Çapemeniya azad ji ber ku bîad nake bi êrişan re rû bi rû dimîne'
09:09 Dayika Zindan Yenî: Awayê mirina wî hatiye veşartin
09:08 ‘Dê nikaribin çapemeniya azad bitepisînin'
09:06 'Divê her kes li dijî vî şerî rabe ser pêyan'
09:04 ‘Em 42 sal in di bin zilma dewletê de ne’
09:02 Civaknas Erdilek: Civak ji ber şer bêhêvî û bedbext e
09:00 Malbatên rojnamevanên di binçavan de: Dê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Nivîskar Leyla Delîl Saraç hate girtin
14/06/2022
23:55 Cenazeyê Kezbana 15 salî li Cizîrê hat veşartin
22:52 Der barê Aysel Tûglûkê de prosedura taloqkirina înfazê cardin hat destpêkirin
21:20 Ji bo rojnamevan ku dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin banga piştevaniyê
20:06 Karê îfadeya rojnamevanan bi dawî bû
18:45 Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Başak hat binçavkirin
18:33 Li Êlihê polîsekî hevjîna xwe û zarokê xwe kuşt
17:11 Li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê bi girseyî hat lidarxistin
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn