Nûnerên partiyên siyasî: Rojnamegeran berd in

  • rojane
  • 11:23 10 Hezîran 2022
  • |
AMED - Nûnerên partiyên siyasî yên Amedê bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan û wiha gotin: “Li Tirkiyeyê hiqûq, weke amûra terbiyekirinê tê bikaranîn. Divê rojnameger di zûtirin demê de bên berdan.” 
 
Di encama serdegirtinên malan ên li Amedê de Hevserokê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Gerînendeya JINNEWS’ê Safiye Alagaş û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Oruç jî di nav de 20 rojnameger û bi giştî 21 kes hatin binçavkirin. Rojnamegerên ku birin Midûriyeta Emniyetê ya Amedê niha di hucreyên yekkesî de tên ragirtin. Rêxistinên rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran dan û xwestin ku werin bedan. 
 
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Gulistan Atasoy, Cîgira Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Bêrîvan Sîncar, Serokê Partiya Demokrasî û Hilperînê (DEVA) yê Amedê Cîhan Ulsen û Rêveberê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) ê Amedê Furkan Erdogan têkildarî binçavkirina rojnamegeran bi ajansa me re axivîn û bertek nîşan dan. 
 
'MANÎPULASYONÊ DIKIN’
 
Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy bal kişand ser pêwendiya binçavkirina rojnamegeran a bi êrişa Tirkiyeyê ya bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê ve û wiha got: “Li dijî her cureyeke qirêjî ya manîpûlasyonan, çapemeniya azad di her şert û mercan de agahiyên rast bi civakê re parve kirin. Çapemeniya azad gel rast agahdar dike, ev rol li xwe girtiye û rêya xwe didomîne. Armanca vê operasyonê ew e ku rastiyan veşêrin. Bi temamî jî kedkarên kurd hedef hatine girtin. Ev yek jî encama polîtîkaya israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de ye. Hedefgirtina çapemeniya azad, ne tenê darbeyeke li dijî azadiya fikr û raman e. Pirsgirêkeke girêdayî pirsgirêka kurd e. Ji salên 90’î ve ev pirsgirêk berdewam e. Ji bo azadiyan û pêşxistina demokrasiye, hewceye ne tenê kurd lê tevahiya raya giştî xwedî li kedkarên kurd derkevin. Em jî banga xwedîderketinê li her kesî dikin.” 
 
'HEWLDANA ÊRIŞÊ HEYE’
 
Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê Bêrîvan Sîncar jî diyar kir ku ji sala 2016’an heta niha AKP-MHP êrişî hemû derdorên muxalîf dike û wiha pê de çû: “Hêrsa xwe ya li hemberî van derdoran bi vekirî nîşan didin. Bêguman ji vê mebesta wan ew e ku derewên wan derhî nebin. Li hêla din jî hewl dide îradeyê bişikîne. Lê belê çapemeniya azad li dijî van êrişan xwedî tecrübe ye. Divê qada siyaseta demokratîk li dijî van êrişan bêhtir hev bigire. Weke DBP’ê em bi çapemeniya azad re ne û divê rojnamegerên binçavkirî di zûtirin demê de werin berdan.” 
 
‘HIQÛQÊ WEKE AMÛRA TERBIYEKIRINÊ BI KAR TÎNIN’ 
 
Serokê DEVA’ya Amedê Cîhan Ulsen jî bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û xwest ku di zûtirin demê de werin berdan. Ulsen, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Li Tirkiyeyê hiqûq, weke amûra terbiyekirinê tê bikaranîn. Mînaka vê ya herî dawî jî binçavkirina rojnamegeran e. Biryara bisînorkirinê danîn ser dosyayên wan. Dozgerî neçare ku bi aşkerayî vebêje bê ka ev rojnameger çima binçav kirine û çima tiştekî wiha bi serê wan anî ye. Tiştekî ku bibe sûc di dosyayê de nîne. Hewl didin delîlan bibînin. Lêpirsîn wiha tên meşandin; hûn ji ewil delîlan dibinin û piştre xwe digihînin gumanê. Lê belê li Tirkiyeyê ji ewil guman tê kirin û piştre hewl didin delîlan peyda bikin. Di carekî de 20 rojnameger binçav kirin. Desthilatdarî bi aşkerayî dixwaze tehekûma xwe li ser azadiya çapemeniyê ava bike. Cihê van sepanan di hiqûqê de nîne. Her tiştê van rojnamegeran vekirî ye û gumana reva wan tune ye. Anku bangî wan bihata kirin dikariyan biçûna pirsên wan bibersivandina. Lê hewl dan mijarê krîmînalîze bikin û têxin çarçoveya ‘terorê.’ Ev yek hiqûqî nîne.” 
 
'DÊ DENGÊ ME BILIND DERKEVE’
 
Endamê Lijneya Rêveber a TÎP’a Amedê Fûrkan Erdogan jî da zanîn ku bi zextên li ser rojnamegeran re dixwazin çavê civakê bitirsînin û axaftina xwe wiha qedand: “Wekî her carê em ê niha jî li dijî zext û îşkenceyan denge xwe bilindtir bikin. Rejîma qesrê ya AKP-MHP’ê hewl didin dengê mafdar ê çapemeniyê qut bikin. Dixwazin rojevê biguherînin û gel bitirsînin. Divê gelê me bikare sedema vê ji xwe bipirse.” 
 

Sernavên din

16/06/2022
12:56 Gunay: Çapemeniya kurd duh bêdeng nebû wê îro jî bêdeng nebe
12:47 Ferît Şenyaşar: Tu bazarî nehatiye kirin û tekane daxwaza me edalete
12:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:13 Serokatiya MHP’ê ya Amedê hate girtin
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê ket roja 23'yemîn
12:01 Aykol: Em ê hîn bêhtir bixebitin
11:29 Polisan rojnamevan Înce Hekîmoglû binçav kir
11:17 Cenazeyê Gulistan Ekîncî piştî 6 mehan hat veşartin
10:58 Li Stenbolê polisan bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin
10:40 Titûna ji Amerîkayê tê ne qeçax e ya Semsûrê qaçax e!
10:11 Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin
09:40 KNK: Êrişên Tirkiyeyê berdewama êrişên DAIŞ'ê ne
09:37 Ji ber ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin
09:09 Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe
09:08 Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim
09:06 33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn
09:03 ‘Ya li Aysel Tûglûk tê kirin faşîzm e'
09:01 Paleyiya genim dest pê kir: Fiyetê mazotê pişta cotkaran şikandiye
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05:13 Hempîşeyên rojnamevanên hatin girtin: Hûn nikarin serbikevin
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
15/06/2022
20:14 Tirkiyeyê êriş bir ser gundekî Dihokê: 2 kes birîndar bûn
19:45 Li Rezanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî
18:21 Li Şirnexê 9 kes hatin berdan
18:06 Îmzeyên ji bo girtiyên nexweş hatin berhevkirin ji wezaretê re hatin şandin
16:49 Rojnamevan li Edliyeya Amedê ne: 16 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:20 ‘Midurê Girtîgeha Kiriklarê zilmê li zarokên me dike’
16:14 Zava û malbata xwe bi hêceta ‘kefiyê û stranên kurdî’ hatin girtin
16:04 Wê di Doza Tahîr Elçî de Davûtoglû bê guhdarkirin
15:56 Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî
15:48 ‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’
15:36 Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya 'Bîra Xwînê' li dar xist
15:33 Salvegera Komkujiya Sayfo: Em nadin jibîrkirin
15:15 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Em îttîraz dikin
14:38 Derbarê Aydenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
14:37 Di êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sinûnê de zarokek 12 salî hat kuştin
13:10 ÎHD’ê ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
13:01 Rêvebera ÎHD’ê Adîle Erkan hat binçavkirin
12:54 Seroka EFJ: Binçavkirina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye
12:41 Malbata Şenyaşar: Tekoşîna me dê bi mezinbûnê berdewam bike
12:18 Nobeda Edaletê: Hiqûqa neyartiyê li dijî girtiyan tê meşandin
12:06 Rojnamevan li ber edliyeyê ne: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
11:57 Balafirên dewleta tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê barandin
11:46 Dadgeha Bilind cezayê ‘muebedê’ yê welatiyên sûryan xera kir
11:22 Li Girtîgeha Panosê mirina biguman
10:44 Malbatên cerdewanan şer kirin: Kesek mir yek jê zarok 3 kes birîndar bûn
10:41 Doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Rojnamevan li edliyeyê ne: Dozger bi daxwaza girtinê dest bi îfadeyan kir
09:10 'Çapemeniya azad ji ber ku bîad nake bi êrişan re rû bi rû dimîne'
09:09 Dayika Zindan Yenî: Awayê mirina wî hatiye veşartin
09:08 ‘Dê nikaribin çapemeniya azad bitepisînin'
09:06 'Divê her kes li dijî vî şerî rabe ser pêyan'
09:04 ‘Em 42 sal in di bin zilma dewletê de ne’
09:02 Civaknas Erdilek: Civak ji ber şer bêhêvî û bedbext e
09:00 Malbatên rojnamevanên di binçavan de: Dê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Nivîskar Leyla Delîl Saraç hate girtin
14/06/2022
23:55 Cenazeyê Kezbana 15 salî li Cizîrê hat veşartin
22:52 Der barê Aysel Tûglûkê de prosedura taloqkirina înfazê cardin hat destpêkirin
21:20 Ji bo rojnamevan ku dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin banga piştevaniyê
20:06 Karê îfadeya rojnamevanan bi dawî bû
18:45 Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Başak hat binçavkirin
18:33 Li Êlihê polîsekî hevjîna xwe û zarokê xwe kuşt
17:11 Li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê bi girseyî hat lidarxistin
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn