Rojnamevan Dogan: Tirkiye ji bo nixûmandina têkçûna xwe ya li Zapê hewl dide eniyeke nû ava bike

  • rojane
  • 09:04 11 Hezîran 2022
  • |
img
QAMIŞLO - Rojnamevan Zeynep Dogan ku êrişên Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne, anî ziman ku Tirkiyeyê  ji êrişên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê tiştek bi dest nexistiye û niha jî ji bo nixûmandina vê têkçûna xwe hewl dide hêzên navdewletî qaneh bike û eniyeke nû ava bike. 
 
Tirkiyeyê bi hevkariya PDK'ê di 17'ê Nîsanê de êriş biribûn ser herêma Zap, Avaşîn û Metînayê. Piştî li van herêman gelek esker mirin û gavek jî pêş de neçû vê carê Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan daxuyand ku dê êrişê bibin ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Piştî vê daxuyaniyê DYA jî di nav de gelek hêzên li herêmê bersiva vê daxuyaniyê dan û piştî daxuyaniya Erdogan Tirkiye her roj êrişê dibe ser Minbic û Til Rifatê. Rojnamevan Zeynep Dogan ku geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne, êrişa muhtemel a Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. 
 
DIXWAZE SER TÊKŞIKÎNA XWE BINIXUMÎNE
 
Dogan diyar kir ku piştî gefên Erdogan êrişên li hemberî herêmê zêdetir bûne û got, ev gef û êriş ne nû ne. Dogan anî ziman ku êrişa 17'ê Nîsanê gava dudoyan a "Plana Çokşikandinê" ye ku rejîma şerê taybet ew di sala 2014'an de xistiye dewrê û got, gava sisêyan a vê konseptê jî plana dagirkirina Rojavayê ye. 
 
'ÇETE ŞER DIKIN'
  
Dogan destnîşan kir ku Erdogan bi çapemeniya di bin destê xwe de ser windakirina eskeran dinixumîne û got: "Ji bo hejmara eskerên mirî ya ku HPG'ê eşkere kirin bi raya giştî re neyê parvekirin serî li her rêyê dan. Desthilata AKP-MHP'ê hêleke êrişên xwe jî bi çapemeniyê xurt dike û got, li herêmê bi çeteyên di bin banê xwe de şer dike. Li herêmê bi taybetî jî piştî Heyet Tahrîr El Şam û Lîwaya Sûltan Mûrad pev ketin, di serî de li Efrînê li gelek deverên di destê dewleta tirk de liv û tevgerek rû dide." 
 
Dogan hin agahiyên bi dest xistine jî bi me re parve kirin û got: "Di 25'ê Gulana 2022'yan de li Babê fermandarên çeteyên Ceyş El Îslamê li hev kom bûn. Di civînê de li ser bicihkirina çeteyên Tahrîr el-Şamê ya li Efrîn û Cerablûsê hat sekinandin. Fermandarên çeteyan ên tevli civînê bûn, plana ku agahiyên der barê çeteyên Heyet Tahrîr el-Şamê de bên berhevkirin û bên kuştin çêkir." 
 
‘LI ÎDLIBÊ CIVÎNA HEYET TAHRÎR EL-ŞAM Û ENIYA EL-ŞAMIYE'
 
Dogan da zanîn ku di 17'ê Gulana 2022'an de li Îdlibê Heyet Tahrîr el-Şam û Eniya el-Şamiye civîneke veşarî çêkirine û got: "Hat hînbûn ku di vê civînê de biryara ku dê li Bab, Ezaz û Efrînê komên çeteyan ên Heyet Tahrî el-Şamê û Eniya el-Şamiye bi hev re hereket bikin. Li gor agahiyên ku me ji çavkaniyên xwe yên pêbawer ên li herêmê girtine, girêdayî vê beriya gefên Erdogan ên li hemberî DAIŞ'ê û piştî wê, Sûltan Mûrad, Lîwa Ecnad Hûmûs, Feyleq el-Şam û zêdetirî hezar çeteyên Heyet Tahrîr el-Şamê ku ev du hefte ne li herêmê hatine bicihkirin li Efrîn, Bab, Cerablûs, Serêkaniyê û Girê Spî amadekariyan dikin. Her wiha bi taybetî dewleta tirk eskeran sewqî herêma Hawar Kilîsê dike ku Feyleq el-Şam li vir dimîne û çeteyên Sûltan Mûrad û Lîwaya Ecnad Hûmûs a di bin banê wê de ji bo operasyoneke muhtemel çekên xwe amade kirine."
 
HESABÊN RÛSYA, ÎRAN Û DYA'YÊ
 
Dogan têkildarî gefên Erdogan li ser helwest, hesab û pozîsyona Rûsya, Îran, DYA û rejîma Sûriyeyê jî sekinî û got: "Li gor amadekariyên Erdogan û çeteyên di bin banê wî de, helbet Rûsya, rejîma Sûriyeyê, Îran û DYA jî li gor vê pozîsyona xwe diyar dikin. Li hemberî gefên Erdogan, DYA'yê jî ragihand ku dê hevbedên xwe ber bi xetereyê ve bişînin û di warê nelidarxistina operasyoneke eskerî ya nû de Tirkiyeyê hişyar kir. Sêşema borî Balyozê Sûriyeyê yê DYA'yê Ethan A. Goldrich hevdîtin bi fermandarên QSD'ê re kir. Di civînê de  hat gotin ku 'ji bo kêmkirina rageşiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo parastina îstiqrara wê liv û tevger divê.' Rûsya çendî gelek deverên Ûkraynayê dagir kiribin jî, lê taliyê ji bo bi temamî bidestxistina Ûkraynayê û ji bo dewleta tirk a dagirker ji DYA'yê dûr bixe dibe ku di warê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hin tawizan bide. Her wiha Rûsya ji bo parastina berjewendiyên xwe yên li Îdlîbê ev mehek e hem ji hewayê hem jî ji bejahiyê ve di nava liv û tevgerekê de ye. Li gor agahiyên bi dest me ketin, hefteya borî Rûsyayê gelek techîzatên eskerî ji milîsên Hizb Alahê yên li Îdlîb û Hemayê re şandine. Her wiha amûrên eskerî ji Firaqaya 25'an a girêdayî Emîd Suhêl el-Hesenê re şandine. Ev deverên teqwiyeyên eskerî lê hatine kirin li hêla derdora rêya M4 dikevin û her wiha hat ragihandin ku ger dewleta tirk û Rûsya li hev bikin dê liv û tevger dest pê bike. Rûsya piştî ku ji Dera, Lazkiye, Çiyayê Kurmênc û el-Tirkmanê vekişiya, çû li rojhilatê Helebê li Endanê binkeyek eskerî ava kir. Di heman demê de 2 jê general 40 eskerên payebilind ên rûs tevî techîzatên xwe yên giran li vê binkeyê hatin bicihkirin. Îran jî ji bo derdora xwe ya Şîî Hîlalê berfireh bike ket nava liv û tevgerê. Armanca vê liv û tevgera Îranê jî ew e ku gava Rûsya ji herêmê vekişe serweriya xwe ya li herêmê zêde bike." 
 
‘HELWESTA GELAN ZELAL E'
 
Dogan destnîşan kir ku li dijî êrişên muhtemel helwesta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zelal e û got, gelê ereb, kurd, tirkmen û asûrî-suryanî dê li ber xwe bidin. Dogan got: "Bê guman di êrişeke muhtemel de dê ev şer ber bi asteke din ve biçe. Li herêmê liv û tevgera hêzên dagirkeran didome û gelê Rojavayê bi cidî nêzî gefên Erdogan dibin û ji ber vê di warê eskerî, siyasî û civakî de amadekariyên xwe dikin. Em pir dûr neçin, gava behs dibe berjewendiyên Rûsya, DYA, rejîma Sûriyeyê û Îranê, tevahiya cîhanê dît ku bê ev hêz çawa tawizê didan dewleta tirk. Helbet di serî de kurd û tevahiya gelên herêmê yê hay ji vê hebûn li hemberî êrişan û gefan helwesta xwe nîşan dan." 
 
Dogan têkildarî rewşa Efrînê û herêmên din ên di destê Tirkiyeyê û komên paramîlter ên girêdayî wê de ne jî got: "Beriya niha bi çend rojan li navenda Efrînê, li Bab, Cerablûs û Marê xwepêşandanên cidî rû dan ji aliyê kesên li van deran hatine bicihkirin. Li gor agahiyên bi dest ketin di nava xwepêşandêran de çeteyên Feylaq el-Şamê jî hebûne. Şeva 4'ê Hezîranê xwepêşandêran qaşo 'Meclîsa herêmê' şewitandin. Li bajarê Soranê yê di bin dagirkeriyê de jî xwepêşandanên li dijî gendeliyê rû dan. Rê hatin girtin û dirûşmeya 'Tirkiye bicehim ji Sûriyê' hat berzkirin û îstasyona ceryanê hat şewitandin. Li Marê jî posterên Erdogan hatin şewitandin. Ev yek ji zû de ye li van herêmên di destê dewleta tirk de hebû, lê ya vê dawiyê rengevdana hêrseke jû zû de bû. Li van deverên hatine dagirkirin şerê serweriyê yê çeteyan didome û her wiha tahde, îşkence, revandin hwd. ên li ser kesên li van deran hatine bicihkirin jî zêde bûne. Mesela li gor rapora meha Gulanê ya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, artêşa tirk û çeteyên wê di Gulanê de 3 jê jin û 9 jê extiyar 41 kes revandine. Hêrsa gelê herêmê ya li hemberî çeteyên dewleta tirk pir zêde bûye û girêdayî vê nelihevkirina di navbera çeteyan de jî êdî hatiye asta pevçûnên çekdarî. Hat hînbûn ku MÎT mudaxileyî vê kiriye û cihê hin çeteyan guherandiye û ferman daye ku çete ji bo êrişeke muhtemel amade bin." 
 
Dogan diyar kir ku di 21'ê Gulana 2022'yan de li gundê Til Silorê yê navçeya Cindirêsê noqteya eskerêb artêşa tirk hatiye valkirin û got, ev noqte li sînorê Til Silor, Cemelê û Dêr Belûtê bûye û li vir 15 esker hebûne. Dogan got: "Dewleta tirk di 8'ê Gulana 2022'yan de li navenda Efrînê bi serekên çeteyan re civînek çêkir û di civînê de ferman da ku di nava 15 rojan de 47 noqteyên ku çete lê hatine bicihkirin bên valakirin. Li navenda Efrînê 'noqteya polîsan ku berê navenda asayîşê bû, noqteya gumrukê ya berê ku niha noqteya polîsên sivîl e û noqteya ewlehiyê ya li kêleka Keracê ya Efrînê' mane. Zêdetirî 500 çeteyên Heyet Tahrî el-Şamê yên ji Îdlîbê hatin anîn li van noqteyên hatine valakirin hatin bicihkirin." 
 
'ŞOREŞA HEVPAR A BAWERIYAN'
 
Dogan di berdewama axaftina xwe de got: "Ev der heya çend sal berê erdnîgariyeke bênav û bênasname bû. Lê niha çavê her kesî lê ye û ji bo hêzên demokrasî û azadiyê bûye cihê hêvî û kelecanê, bûye 'Welatê Azadiyê.' Rojava, navê şoreşa gel a dmeokratîk ku di sedala 21'ê de heyama şoreşê da destpêkirin. Bandora vî parçeyê biçûk her diçe bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn dike. Şoreşa Rojavayê, ji ber ku li hemberî bîrodizyên hêzên kapîtalîst pergaleke alternatîf berpêş dike, bê guman bi gelek êrişan re rû bi rû dimîne. Ji ber vê pêdivî pê heye ku Şoreşa Rojava di warê taybetmendiyên xwe yên dîrokî, civakî û bîrodzî de hîn bêtir berbiçav bibe û xwedî li wate û heqîqeta wê bê derketin." 
 
Dogan destnîşan kir ku Şoreşa Rojavayê ku wekî Şoreşa Jinê tê pênasekirin, di şexsê kurdan de şoreşeke hevpar a nasname û baweriyan e ku li dijî pergala şaristaniya dewletparêz a bi hezaran salan li ber xwe dide. 
 
MA / Erdogan Altan
 

Sernavên din

16/06/2022
12:56 Gunay: Çapemeniya kurd duh bêdeng nebû wê îro jî bêdeng nebe
12:47 Ferît Şenyaşar: Tu bazarî nehatiye kirin û tekane daxwaza me edalete
12:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:13 Serokatiya MHP’ê ya Amedê hate girtin
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê ket roja 23'yemîn
12:01 Aykol: Em ê hîn bêhtir bixebitin
11:29 Polisan rojnamevan Înce Hekîmoglû binçav kir
11:17 Cenazeyê Gulistan Ekîncî piştî 6 mehan hat veşartin
10:58 Li Stenbolê polisan bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin
10:40 Titûna ji Amerîkayê tê ne qeçax e ya Semsûrê qaçax e!
10:11 Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin
09:40 KNK: Êrişên Tirkiyeyê berdewama êrişên DAIŞ'ê ne
09:37 Ji ber ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin
09:09 Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe
09:08 Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim
09:06 33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn
09:03 ‘Ya li Aysel Tûglûk tê kirin faşîzm e'
09:01 Paleyiya genim dest pê kir: Fiyetê mazotê pişta cotkaran şikandiye
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05:13 Hempîşeyên rojnamevanên hatin girtin: Hûn nikarin serbikevin
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
15/06/2022
20:14 Tirkiyeyê êriş bir ser gundekî Dihokê: 2 kes birîndar bûn
19:45 Li Rezanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî
18:21 Li Şirnexê 9 kes hatin berdan
18:06 Îmzeyên ji bo girtiyên nexweş hatin berhevkirin ji wezaretê re hatin şandin
16:49 Rojnamevan li Edliyeya Amedê ne: 16 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:20 ‘Midurê Girtîgeha Kiriklarê zilmê li zarokên me dike’
16:14 Zava û malbata xwe bi hêceta ‘kefiyê û stranên kurdî’ hatin girtin
16:04 Wê di Doza Tahîr Elçî de Davûtoglû bê guhdarkirin
15:56 Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî
15:48 ‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’
15:36 Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya 'Bîra Xwînê' li dar xist
15:33 Salvegera Komkujiya Sayfo: Em nadin jibîrkirin
15:15 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Em îttîraz dikin
14:38 Derbarê Aydenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
14:37 Di êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sinûnê de zarokek 12 salî hat kuştin
13:10 ÎHD’ê ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
13:01 Rêvebera ÎHD’ê Adîle Erkan hat binçavkirin
12:54 Seroka EFJ: Binçavkirina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye
12:41 Malbata Şenyaşar: Tekoşîna me dê bi mezinbûnê berdewam bike
12:18 Nobeda Edaletê: Hiqûqa neyartiyê li dijî girtiyan tê meşandin
12:06 Rojnamevan li ber edliyeyê ne: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
11:57 Balafirên dewleta tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê barandin
11:46 Dadgeha Bilind cezayê ‘muebedê’ yê welatiyên sûryan xera kir
11:22 Li Girtîgeha Panosê mirina biguman
10:44 Malbatên cerdewanan şer kirin: Kesek mir yek jê zarok 3 kes birîndar bûn
10:41 Doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Rojnamevan li edliyeyê ne: Dozger bi daxwaza girtinê dest bi îfadeyan kir
09:10 'Çapemeniya azad ji ber ku bîad nake bi êrişan re rû bi rû dimîne'
09:09 Dayika Zindan Yenî: Awayê mirina wî hatiye veşartin
09:08 ‘Dê nikaribin çapemeniya azad bitepisînin'
09:06 'Divê her kes li dijî vî şerî rabe ser pêyan'
09:04 ‘Em 42 sal in di bin zilma dewletê de ne’
09:02 Civaknas Erdilek: Civak ji ber şer bêhêvî û bedbext e
09:00 Malbatên rojnamevanên di binçavan de: Dê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Nivîskar Leyla Delîl Saraç hate girtin
14/06/2022
23:55 Cenazeyê Kezbana 15 salî li Cizîrê hat veşartin
22:52 Der barê Aysel Tûglûkê de prosedura taloqkirina înfazê cardin hat destpêkirin
21:20 Ji bo rojnamevan ku dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin banga piştevaniyê
20:06 Karê îfadeya rojnamevanan bi dawî bû
18:45 Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Başak hat binçavkirin
18:33 Li Êlihê polîsekî hevjîna xwe û zarokê xwe kuşt
17:11 Li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê bi girseyî hat lidarxistin
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn