Jinên ji Bakurê Efrîkayê: Pêkanîna azadiya Ocalan peywîreke

  • rojane
  • 10:01 11 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevk û Koordînatora Însîyatîfa Ji Bo Azadiya Ocalan Sewsen Şoman, destnîşan kir ku fikr û paradigmaya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo azadiya hemû gelan çirûskek çareseriyê ye û got: “Em weke jinên Rojhîlata Navîn û Bakurê Efrîkayê azadiya Ocalan ji xwe re weke peywîrekê dibînin.”
 
Di 4’ê Hezîranê de aktîvîstên jin ên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi civînekê çapemeniyê Însiyatîfa ji bo Azadiya Ocalan (NUN) ava kirin. Înîsîyatîf bi armanca nasandina fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, belavkirina fikr û felsefeya wî û ji bo parastina pêkhate û nasnameyên çandî, etnîkî û bawerî, hate avakirin. Têkîldarî mijarê Berdevk û Koordînatora Înîsîyatîfê parêzêr Sewsen Şoman axivî.
 
 
Şoman, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ev însîyatîf ji pêkhateyên Rojhîlata Navîn û tenê ji jinan pêk tê û wiha got: “Ev înîsîyatîf li beranberî fikr û felsefeya birêz Ocalan a ku ji bo jinên Rojhîlata Navîn û ji bo jinên Bakurê Efrîkayî pêş xistiye, encama hewildanên wan jinên ku azadiya Ocalan dixwazin hate ava kirin. Birêz Ocalan di encama komployek navneteweyî bi salan in di girtîgeha İmraliyê de tê dîl girtin. Em wek jinên Rojhîlata Navîn û jinên Bakurê Efrîkayê hilwêşandina dîwarên Îmraliyê û azadiya Ocalan ji bo xwe wek peywirek dibinin. Xebatên me bi taybetî bi rêya çapemeniyê û amûrên ragihandinê, danasîna fikr û paradîgmayên birêz Ocalan ku li ser jinê û gelên bindest pêş xistiye.”
 
‘EM WEKE JIN GIRÎNDIYÊ DIDIN AZADIYA OCALAN’
 
Şoman, daxuyand ku fikr û ramanên Abdullah Ocalan ne tenê li ser jinên Rojhîlata Navîn û Bakurê Efrîkayê ne û wiha pê de çû: “Fikrên Ocalan ji bo hevsengiya Rojhîlata Navîn û Bakurê Efrîkayî xwedî taybetmendiyek girîng e. Her wiha ji bo hemû gelên cîhanê û jinan weke çirûskek çareseriyê ye. Bi vî şiklî pêşiya jinê ya di her qadê de hate vekirin, ji bo azadiya jinê di her qadê de bang hate kirin. Hem di qada siyasî hem jî di qada cîvakî de jinan gelek deskeftiyên mezin bidest xistin. Azadiya Ocalan ku ji bo jinê dixwaze ne azadiya di rojavayê Cîhanê ya absûrd an jî ne serhişkiya rojhîlatê Cîhanê ye. Berovajî van yekan avakirina civakek demokratîk û layiqî nirxên mirovahiyê ye. Ji ber ku ev civaka dualî li ser esasê redkirin û nepejirîna rol û mîsyona jinê ye. Em weke jin girîngiyê didin azadiya wî, ji ber ku rêbaz û paradîgmaya wî ji bo azadiya jinê pir girîng e. Me li ser civaka kurd an jî pirsgirêka kurd, dewleta neteweya kurd bihîstiye. Em wî weke rêberekî ku demokratîkbûna hemû civakan û azadiya ne tenê jinên kurd, ji jin û gelên cîhanê dixwaze dibînin. Ev fikir û paradîgma nexşerê ye ji bo gelek civak û pêkhateyên ku rêberiya wî dikin, ji me re girîng e û lazim e ku ji bo azadbûna wî çi ji destê me were em bikin.”
 
‘PERGALA FAŞÎST JI FIKIR Û PARADÎGMAYA WÎ DITIRSE’
 
Şoman, destnîşan kir ku ji bo pêşîlêgirtina belavkirina fikr û paradîgmayên Abdullah Ocalan metirsiyek mezin a hêzên desthîlatdar heye û lewra her diçe tecrîdê giran dikin. Şoman, axaftina xwe bi van gotinan domand: “Dema em li zanista civakî ya Ocalan dinêrin, ew ne tenê lîderekî siyasî û partiyê ye. Dibe ku hilbêrîna wî ya herî girîng zanista Jineolojiyê ye. Bi ramanên xwe yên giranbuha ku jin û xwezayê bi hev ve girêdide, bi analîzên xwe li ser girêdana jinê, rê li ber jinê digihîne azadiya xwe û ramanên wan ronî dike û ji wan re pêşengtiyê dike. Bêguman her fikir û rêbazek ku bandorê li hêz û mêtingeriyê dike wê bibe hedefa zilm û înkarê. Lewra pêşîlêgirtina belavkirina fikr û felsefeya Ocalan a ji hêla Tirkiyê ku ji demokrasiyê dûr e, dihat texmîn kirin. Lê belê ew girtina fizîkî û tecrîda girankirî pêşiya fikr û ramanên wî nekarî bigire. Birêz Ocalan li dijî vê tecrîdê li ber xwe da û li girtîgeha Îmraliyê de ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhîlata Navîn, gelek fikr û pêşniyar pêş xistin. Em dizanin ku ev tecrîd ne tenê fizîkî ye, ne hiqûqî û rewa ye. Ev tecrîda girankirî, qutbûna ji cîhana derve û bêparbûna ji hevdîtinên parêzeran, bi rastî jî nîşan dide ku pergala zalim û faşîst çiqasî ji fikir û paradîgmaya wî ditirse.”
 
‘SAZIYÊN NAVNETEWÎ LI DIJÎ TECRÎDÊ ERKA XWE PÊK NAÎNIN’
 
Şoman, bal kişand ser helwesta CPT'yê jî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêzên hegemonîk ne tenê ji fîzîka wî, ji ramanên ku herî zêde berjewendiyên emperyalîzmê hedef digirin jî ditirsin. Helbet birêz Ocalan bi serê xwe sembola berxwedana van sîsteman e. Rast e, ev girtinek fizîkî ye, lê ev raman ne mirî ne û qet namirin. Civaka navneteweyî û saziyên sivîl, li hemberî vê tecrîda dijhiqûqî û pêkanînên dewleta tirk ên li ser Ocalan, erka xwe bi cih neanîn. Van komîteyan an jî saziyên sivîl bi awayekî aktîf erkên xwe yên li hemberî van pêk neanîn. Mixabin em dibînin ku welatên rojavayî vê tecrîdê li gorî berjewendiyên xwe bikar tînin û tenê danûstendinan dikin. Lewma Tirkiye her çendî ew peyman pesend kiribe jî hemû peymanên ku binpêkirina mafên mirovan û mafên girtiyan li cîhanê qedexe dikin binpê dike. Ne CPT ne jî sazî û rêxistinên navneteweyî bertekên cidî nîşan nadin û gavên şênber naavêjin. Herî dawî piştî demeke dirêj Birêz Ocalan bi telefonê bi birayê xwe re axivîbû. Lê roj bi roj di bin şert û mercên girantir ên tecrîdê de ye. Ji ber vê yekê em dibînin ku ev civak û saziyên sivîl li hemberî van binpêkirinan helwestê nagirin û erkên xwe bi rêk û pêk naynin.”
 
‘EM BI BIRYAR IN BINPÊKIRINAN AŞKERE BIKIN’
 
Şoman, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Wek înîsiyatîfa me jinan, bi hatina cem hev ji herêm û civakên cuda li ser torên civakî yên cihêreng gaveke girîng e. Em ê bi bikaranîna rêyên veguhestina civakî yên cûrbecûr, van ramanên ku dikarin tevahiya mirovahiyê ronî bikin, ji her ziman û civakê re bi hêviya sûdmendî û sûdwergirtinê ragihînin. Bi bikaranîna van ramanan a ji aliyê ciwanan ve di her warî de ji bo civakê sûdmend e. Em bi biryar in ku bi rêya panelên cuda yên konferansên çapemeniyê û medyaya civakî van binpêkirinan aşkere bikin. Ji bo ku her çiqas haya wan jê hebe jî bi awayekî ku zextê li wan tê kirin, dev ji van binpêkirinan berdin.”
 
 

Sernavên din

16/06/2022
12:56 Gunay: Çapemeniya kurd duh bêdeng nebû wê îro jî bêdeng nebe
12:47 Ferît Şenyaşar: Tu bazarî nehatiye kirin û tekane daxwaza me edalete
12:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:13 Serokatiya MHP’ê ya Amedê hate girtin
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê ket roja 23'yemîn
12:01 Aykol: Em ê hîn bêhtir bixebitin
11:29 Polisan rojnamevan Înce Hekîmoglû binçav kir
11:17 Cenazeyê Gulistan Ekîncî piştî 6 mehan hat veşartin
10:58 Li Stenbolê polisan bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin
10:40 Titûna ji Amerîkayê tê ne qeçax e ya Semsûrê qaçax e!
10:11 Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin
09:40 KNK: Êrişên Tirkiyeyê berdewama êrişên DAIŞ'ê ne
09:37 Ji ber ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin
09:09 Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe
09:08 Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim
09:06 33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn
09:03 ‘Ya li Aysel Tûglûk tê kirin faşîzm e'
09:01 Paleyiya genim dest pê kir: Fiyetê mazotê pişta cotkaran şikandiye
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05:13 Hempîşeyên rojnamevanên hatin girtin: Hûn nikarin serbikevin
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
15/06/2022
20:14 Tirkiyeyê êriş bir ser gundekî Dihokê: 2 kes birîndar bûn
19:45 Li Rezanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî
18:21 Li Şirnexê 9 kes hatin berdan
18:06 Îmzeyên ji bo girtiyên nexweş hatin berhevkirin ji wezaretê re hatin şandin
16:49 Rojnamevan li Edliyeya Amedê ne: 16 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:20 ‘Midurê Girtîgeha Kiriklarê zilmê li zarokên me dike’
16:14 Zava û malbata xwe bi hêceta ‘kefiyê û stranên kurdî’ hatin girtin
16:04 Wê di Doza Tahîr Elçî de Davûtoglû bê guhdarkirin
15:56 Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî
15:48 ‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’
15:36 Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya 'Bîra Xwînê' li dar xist
15:33 Salvegera Komkujiya Sayfo: Em nadin jibîrkirin
15:15 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Em îttîraz dikin
14:38 Derbarê Aydenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
14:37 Di êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sinûnê de zarokek 12 salî hat kuştin
13:10 ÎHD’ê ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
13:01 Rêvebera ÎHD’ê Adîle Erkan hat binçavkirin
12:54 Seroka EFJ: Binçavkirina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye
12:41 Malbata Şenyaşar: Tekoşîna me dê bi mezinbûnê berdewam bike
12:18 Nobeda Edaletê: Hiqûqa neyartiyê li dijî girtiyan tê meşandin
12:06 Rojnamevan li ber edliyeyê ne: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
11:57 Balafirên dewleta tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê barandin
11:46 Dadgeha Bilind cezayê ‘muebedê’ yê welatiyên sûryan xera kir
11:22 Li Girtîgeha Panosê mirina biguman
10:44 Malbatên cerdewanan şer kirin: Kesek mir yek jê zarok 3 kes birîndar bûn
10:41 Doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Rojnamevan li edliyeyê ne: Dozger bi daxwaza girtinê dest bi îfadeyan kir
09:10 'Çapemeniya azad ji ber ku bîad nake bi êrişan re rû bi rû dimîne'
09:09 Dayika Zindan Yenî: Awayê mirina wî hatiye veşartin
09:08 ‘Dê nikaribin çapemeniya azad bitepisînin'
09:06 'Divê her kes li dijî vî şerî rabe ser pêyan'
09:04 ‘Em 42 sal in di bin zilma dewletê de ne’
09:02 Civaknas Erdilek: Civak ji ber şer bêhêvî û bedbext e
09:00 Malbatên rojnamevanên di binçavan de: Dê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Nivîskar Leyla Delîl Saraç hate girtin
14/06/2022
23:55 Cenazeyê Kezbana 15 salî li Cizîrê hat veşartin
22:52 Der barê Aysel Tûglûkê de prosedura taloqkirina înfazê cardin hat destpêkirin
21:20 Ji bo rojnamevan ku dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin banga piştevaniyê
20:06 Karê îfadeya rojnamevanan bi dawî bû
18:45 Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Başak hat binçavkirin
18:33 Li Êlihê polîsekî hevjîna xwe û zarokê xwe kuşt
17:11 Li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê bi girseyî hat lidarxistin
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn