Endamê KNK'ê Hiso: Kurdistaneke bêêzdiyan mîna laşekî bêcan e

  • rojane
  • 10:02 11 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê KNK'ê Mecîd Hiso diyar kir ku Peymana 9’ê Cotmehê li ser Şengalê xetereyeke mezin e û wiha got: “PDK hewl dide vê peymanê hêdî hêdî bi êzdiyan bide qebûlkirin û ji bo êrişên xwe rewa nîşan bidin jî bo xwe li hevalbendan digere. Kurdistaneke bêêzdiyan, mîna laşekî bêcan e.”
 
Di 9’ê Cotmehê 2020'an de bi hevkariya Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê Peymana Şengalê hatibû îmzekirin. Di peymanê de maf û vîna civaka êzdî nehat naskirin û civaka êzdî jî ev peyman red kir. Niha jî Iraq û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hewl didin li ser zexta Tirkiyeyê vê peymanê pêk bînin. Di rewşeke wiha de Tirkiyeyê di 23’yê nîsana sala 2021’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê operasyon dabû destpêkirin. Lê belê encamek ji van êrişan bi dest nexist. Li ser vê yekê Tirkiyeyê di 17’ê nîsana îsal de bi hevkariya PDK’ê li dijî heman herêman êrişeke berfirehtir da destpêkirin. Bi destpêkirina êrişê re, hikûmeta Iraqê jî di 1’ê gulanê de bi tang û topên xwe êrişî Şengalê kir. Lê rastî berxwedana xelkê êzdî hatin û ev êriş vala hat derxistin. Şengal, niha di bin dorpêça artêşa Iraqê de ye û bi xetereyên nû re rû bi rû ye. Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Mecîd Hiso têkildarî geşedanên li herêmê bi ajansa me re axivî. 
 
Mecîd Hiso anî ziman ku di êrişeke gengaz a li dijî Şengalê de dê aramiya ku bi bedelên giran hatiye avakirin yek carê tune bibin û wiha got: “Em di wê baweriyê de ne ku Şengaleke bêşer û aram dê di xizmeta hemû aliyan de be. Hemû alî dê ji aştiya herêmê sûd bigirin. Ji ber ku ne tenê kurdên êzdî li ser vê erdnîgariyê jiyan dikin. Li Şengalê kurdên misilman, fileh, tirkmen û ereb jî dijîn. Bi sedan salaye ku jiyana xwe ya aborî û civakî parve kirine. Şengaleke ku dibe qada şer dê ziyanê bigihîne Herêma Kurdistanê. Pêwîstiya gelên herêmê bi aramiyê heye. Êdî dem hatiye birînên wan bên dermankirin û Şengal bê avakirin. Divê hemû alî ji hev re alîkar bin, pêşî li ber nakokiyan bigirin û hevkariyê bi dijminan re nekin.” 
 
'ZAGONÊN WAN LI DIJÎ ÊZDIYAN IN'
 
Bi domdarî Hiso bal kişand ser êrişên ser Şengalê û wiha domand: “Bi êrişan dixwazin civaka êzdî tune bikin. Mixabin êzdî di dîroka xwe de gelek caran rastî qirkirinan hatin. Mixabin ku olperestên tundrew û kurdên sunî di van qirkirinan de roleke sereke lîstin. Nimûneyên vê yekê pir in û dikarin bi hêsanî di nava belgeyên dîrokê de bibînin. Di nava dusedsalên dawî de netewe dewletan her dever girt û her devera cîhanê veguhert qada şer. Gelên Mezopotamyayê û bi taybet jî civaka êzdî ziyaneke mezin ji vê dît. PDK dixwaze tiştên li Şengalê qewimîn ji bîra gel bibe û xwe bêguneh nîşan bide. Lê nafikirin ku dê nekarin di vê sedsalê de wê şermezariya xwe veşêrin. Êzdî hevkariya wan a bi dewleta tirk re dibînin. Ya ku DAIŞ’ê bi serê Şengalê anî, Osmaniyan 70 caran pêk anî. Mixabin ne hikûmeta Iraqê û ne jî ya Herêma Kurdistanê rê nedan ku gel bi îradeya xwe, çarenûsa xwe diyar bike. Naxwazin dengên azad bigihîjin hev û sazî û rêxistinên serbixwe bên avakirin da ku civakeke birêxistinkirî û zana ava bibe. Piştî fermana dawî civak gelek sar bûye her aliyek dixwaze bi hêla xwe ve bibe. Desthilatdariya Iraqê ji bo çareseriyê nêz nabe. Mixabin Qanûnên Bingehîn ên Iraqê li dijî êzdiyan e.” 
 
'PLAN VALA DERXISTIN'
 
Di berdewamê de Hiso bi lêv kir ku pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê tê wateya tunekirina êzdiyan û wiha pê de çû: “Tifaqa 9’ê Cotmehê, wêneyeke seqet û xerab ê bi hevre jiyanê ye. Ev tifaq tam li gorî mejiyê xwe sepandin û li dijî vîna gel e. Bi vî mejiyê seqet ne dewlet ava dibin û ne jî aştî û ewlehî çêdibe. Tifaqeke şerxwaz û gefxwarinê ya li dijî hebûna êzdiyan e. Me hemûyan li rapora nûnera Neteweyên Yekbûyî (NY) nihêr. Wê di rapora xwe de îradeya gelen kurd û ereb esas negirtiye û bêyî vîna gelê herêmê ev tifaq ava kiriye. Dixwestin wekî her carê, îcar jî xweliyê têxin çavên êzdiyan. Xwestin di tariyê de hîn gavên lez û bez biavêjin û li ser mecbûriyetan jî xwe bi gel bidin qebûlkirin. Lê belê bi saya sekna Şengaliyan û dostên wan, ev plana vala derketin.” 
 
'PDK NAHÊLE ÊZDÎ VEGERIN'
 
Mecîd Hiso bi lêv kir ku kesên Şengal neparastîn dê nekarin û pişta xwe dan civak êzdî, dê nekarin aramiyê li Şengalê ava bikin û wiha derbirî: “Heke ev biryar li gorî daxwaza Iraq û ereban çêbibe, dê aramî neye Şengalê. Wan êzdî tenê hiştin û Şengal teslîmî DAIŞ'ê kirin. Heke emrîkî û ewropî rê nedin, dê hikûmetên Bexda û Hewlêrê nekarin li gorî sere xwe van tiştan bikin. Yekitiya Ewropayê di biryara xwe de bi zelalî ji hikûmeta Iraqê dixwaze ku mafên êzdiyan û filehan bên parastin û mafê otonomiya xwe cihê ji wan re li deşta Mûsil û Şengalê mîsoger bike. PDK dixwaze cardin vegere Şengalê lê milet qebûl nake. PDK ditirse ku yek carî de bi êzdiyan bide qebûlkirin. Ji ber vê jî hêdî hêdî dixwaze bide qebûlkirin. Çend sale li Iraqê ji xwe re li hevalbendan digere da ku êrişên xwe rewa nîşan bidin. Carnan jî bi rêya dewleta tirk dixwaze vê yekê bike. Heta niha jî ev hewldan bêencam man. PDK bû sedem ku 300 hezar êzdî dîl bên girtin. Niha jî nahêlin ku vegerin Şengalê. Şengaliyan ji vegerê sar dikin. Mînak ji wan re dibêje heke hûn bi ya min nekin hîn dê di vî halî de bimînin.” 
 
'KURDISTANEKE BÊYÎ ÊZDIYAN NABE’
 
Herî dawî jî Hiso ev tişt anî ziman: “Kurdistaneke bêyî êzdiyan pêkan nîne. Ji roja fermanê heta niha ji bo ku civaka me ya êzdî dîsa rastî komkujiyan neye, weke KNK’ê me bênavber xebat meşandin. Li navenda YE’yê Brukselê konferans û civîn li dar xistin û pêwendî pêş xistin. Em nabêjin ku xebatên me sedî bi sed encam girtine lê belê xebatên cidî ne. Em di parastina êzdiyan de biisrar in. Kurdistaneke bêêzdî mîna laşekî bêcan e.”
 

Sernavên din

16/06/2022
12:56 Gunay: Çapemeniya kurd duh bêdeng nebû wê îro jî bêdeng nebe
12:47 Ferît Şenyaşar: Tu bazarî nehatiye kirin û tekane daxwaza me edalete
12:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:13 Serokatiya MHP’ê ya Amedê hate girtin
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê ket roja 23'yemîn
12:01 Aykol: Em ê hîn bêhtir bixebitin
11:29 Polisan rojnamevan Înce Hekîmoglû binçav kir
11:17 Cenazeyê Gulistan Ekîncî piştî 6 mehan hat veşartin
10:58 Li Stenbolê polisan bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin
10:40 Titûna ji Amerîkayê tê ne qeçax e ya Semsûrê qaçax e!
10:11 Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin
09:40 KNK: Êrişên Tirkiyeyê berdewama êrişên DAIŞ'ê ne
09:37 Ji ber ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin
09:09 Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe
09:08 Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim
09:06 33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn
09:03 ‘Ya li Aysel Tûglûk tê kirin faşîzm e'
09:01 Paleyiya genim dest pê kir: Fiyetê mazotê pişta cotkaran şikandiye
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05:13 Hempîşeyên rojnamevanên hatin girtin: Hûn nikarin serbikevin
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
15/06/2022
20:14 Tirkiyeyê êriş bir ser gundekî Dihokê: 2 kes birîndar bûn
19:45 Li Rezanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî
18:21 Li Şirnexê 9 kes hatin berdan
18:06 Îmzeyên ji bo girtiyên nexweş hatin berhevkirin ji wezaretê re hatin şandin
16:49 Rojnamevan li Edliyeya Amedê ne: 16 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:20 ‘Midurê Girtîgeha Kiriklarê zilmê li zarokên me dike’
16:14 Zava û malbata xwe bi hêceta ‘kefiyê û stranên kurdî’ hatin girtin
16:04 Wê di Doza Tahîr Elçî de Davûtoglû bê guhdarkirin
15:56 Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî
15:48 ‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’
15:36 Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya 'Bîra Xwînê' li dar xist
15:33 Salvegera Komkujiya Sayfo: Em nadin jibîrkirin
15:15 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Em îttîraz dikin
14:38 Derbarê Aydenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
14:37 Di êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sinûnê de zarokek 12 salî hat kuştin
13:10 ÎHD’ê ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
13:01 Rêvebera ÎHD’ê Adîle Erkan hat binçavkirin
12:54 Seroka EFJ: Binçavkirina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye
12:41 Malbata Şenyaşar: Tekoşîna me dê bi mezinbûnê berdewam bike
12:18 Nobeda Edaletê: Hiqûqa neyartiyê li dijî girtiyan tê meşandin
12:06 Rojnamevan li ber edliyeyê ne: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
11:57 Balafirên dewleta tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê barandin
11:46 Dadgeha Bilind cezayê ‘muebedê’ yê welatiyên sûryan xera kir
11:22 Li Girtîgeha Panosê mirina biguman
10:44 Malbatên cerdewanan şer kirin: Kesek mir yek jê zarok 3 kes birîndar bûn
10:41 Doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Rojnamevan li edliyeyê ne: Dozger bi daxwaza girtinê dest bi îfadeyan kir
09:10 'Çapemeniya azad ji ber ku bîad nake bi êrişan re rû bi rû dimîne'
09:09 Dayika Zindan Yenî: Awayê mirina wî hatiye veşartin
09:08 ‘Dê nikaribin çapemeniya azad bitepisînin'
09:06 'Divê her kes li dijî vî şerî rabe ser pêyan'
09:04 ‘Em 42 sal in di bin zilma dewletê de ne’
09:02 Civaknas Erdilek: Civak ji ber şer bêhêvî û bedbext e
09:00 Malbatên rojnamevanên di binçavan de: Dê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Nivîskar Leyla Delîl Saraç hate girtin
14/06/2022
23:55 Cenazeyê Kezbana 15 salî li Cizîrê hat veşartin
22:52 Der barê Aysel Tûglûkê de prosedura taloqkirina înfazê cardin hat destpêkirin
21:20 Ji bo rojnamevan ku dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin banga piştevaniyê
20:06 Karê îfadeya rojnamevanan bi dawî bû
18:45 Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Başak hat binçavkirin
18:33 Li Êlihê polîsekî hevjîna xwe û zarokê xwe kuşt
17:11 Li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê bi girseyî hat lidarxistin
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn