Ji Wanê ber bi Gemlîkê ve: Heta ku azadiya Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin

  • rojane
  • 15:35 11 Hezîran 2022
  • |
WAN - Baskê Serhedê yê “Meşa Mezin a Gemlîkê” ku ji Wanê bi rê ket di daxuyaniya xwe de diyar kir ku heta azadiya Ocalan pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.  
 
Baskê Serhedê yê “Meşa Gemlîkê ya Mezin” ku di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED) de dê sibê were lidarxistin ji Wanê bi rê ket. 
 
Beriya meşa bi dirûşmeya “Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em ber bi Gemlîkê ve dimeşin” tê lidarxistin li pêş avahiya HDP’a Wanê daxuyanî hate dayîn. 
‘HÛN NIKARIN MEŞÊ ASTENG BIKIN’
 
Di çalakiya ku pankarta “Li dijî siyaseta tecrîdê ji bo parastina azadiyê em ber bi Gemlîkê ve dimeşin” hate vekirin de parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr axivî. Taşdemîr, diyar kir ku meşa tê xwestin were lidarxistin hewl tê dayîn li hemû bajarên Tirkiyeyê û Kurdistanê were astengkirin û wiha got: “Çi bibe bila bibe em ê bimeşin. Hûn ê bi hemû hêza xwe, barîkatên xwe, çeken xwe nikarin vê meşa me asteng bikin.”
 
HETA KU TECRÎD WERE ŞIKANDIN WÊ TÊBIKOŞIN
 
Taşdemîr, diyar kir ku li Îmraliyê 23 sal in pergaleke tecrîdê heye, ev tecrîd weke pergaleke AKP’ê lê hatiye û wiha berdewam kir: “Ev desthilat bi awayekî neheq û bêwijdanî ji bo berjewendiyên xwe vê tecrîdê didomîne. Tecrîd tenê ne girtîgeh hemû welat dîl girtiye. Îro di serî de qadên siyaset, aboriyê hemû qad hatine xetimîn. Yekane rêya xelasiya ji van krîzan di destê birêz Ocalan de ye. Birêz Ocalan ji bo pirsgirêka kurd, demokrasî û azadiyê têdikoşe. Kengî deriyên Îmraliyê vebûye, civakê bêhn stendiye. Îro AKP rêya vê çareseriyê dixwaze bi konsepta şer, operasyon, dagirkerî û îmhayê bigire. Îro herkesên fikrên Ocalan xwendine li dijî vê tecrîdê têdikoşin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye û hûn nikarin vî sûcî bidomînin.”
 
MEŞA AŞTÎ Û AZADIYÊ
 
Taşdemîr, bi lêv kir ku meşa Gemlîkê meşa aştî, azadî û jiyanê ye û wiha got: “Kesên vê meşê asteng bikin û di şer de israr bikin wê têk biçin. Hûn dikarin me asteng bikin lê hûn nikarin têkoşîn û fikrên gelê me asteng bikin.”
 
‘ÇARESERÎ DI OCALAN DE YE’
 
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç jî mîtînga ku Erdogan wê îro li Wanê li dar bixe bi bîr xist û wiha got: “Wêneyê ku îro li Wanê derket holê her tiştî vedibêje. Li aliyekî wêneyê astengkirina gelê ji bo aştî û aramî were Tirkiyeyê bedel dide li aliyê din jî wêneyê Serokkomarekî partîyî ku hemû derfetên dewletê ji bo xwe seferber kirine heye. Em ji bo ku li Tirkiyeyê gel serbikevin, şer bi dawî bibe, rizqê kesên nanê xwe ji çop kom dikin neçe fîşekan têdikoşin. Lê dixwazin me liv ir asteng bikin. Çawa ku birêz Ocalan 23 sal in di hucreyekê de ji bo aştî û demokrasiye li ber xwe dide em jî dê bi heman awayî li ber xwe bidin. Em ê ber bi Gemlîkê ve bimeşin. Ji ber ku em dizanin çareserî di mîtînga Erdogan ku dê îro were pêk bîne de nîne. Tiştekî ku Erdogan bide Waniyan nîne. Dê were ji Waniyan re bêje ka bihayê fîşekekê çiqas e, qeyûm tiştekî rewa ye û qetilkirina mirovên li Wanê rewa ye.” 
 
‘EM DEST JÊ BERNADIN’
 
Sarisaç, diyar kir ku li Tirkiyeyê têkildarî aştî û demokrasiyê hêza hilberîna çareseriyê di destê Ocalan de ye û wiha berdewam kir: “Hêviya hemû beşên civakê Ocalan e. Birêz Ocalan ne tenê heviya gelê kurd e bûye hêviya jinan, ciwanan û hemû gelên bindest. Îro dewletê hişê xwe xwariyê û tenê soza şer dide mirovan. Birêz Ocalan çawa 23 sal in ji bo pêşeroja hevpar a welat li ber xwe dide em jî berdela wê çibe bila bibe em ê dest ji hêviya jiyînê bernedin. Kurd ne kêm ne zêde mafên xwe dixwazin. Mirovên ji ber polîtîkayên şer ên hikumetê teslîmî birçîtiyê hatine kirin, ciwan û jin mafên xwe dixwazin. Yekane rêya vê Îmrali  ye. Heta ku azadiya Ocalan a fîzîkî pêk were wê ev têkoşîna me bidome.”
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqiyan hate kirin. Dû re baskê Serhedê li wesayîtan siwar bûn û ber bi Gemlîkê ve meşiyan. 
 

Sernavên din

16/06/2022
12:56 Gunay: Çapemeniya kurd duh bêdeng nebû wê îro jî bêdeng nebe
12:47 Ferît Şenyaşar: Tu bazarî nehatiye kirin û tekane daxwaza me edalete
12:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:13 Serokatiya MHP’ê ya Amedê hate girtin
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê ket roja 23'yemîn
12:01 Aykol: Em ê hîn bêhtir bixebitin
11:29 Polisan rojnamevan Înce Hekîmoglû binçav kir
11:17 Cenazeyê Gulistan Ekîncî piştî 6 mehan hat veşartin
10:58 Li Stenbolê polisan bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin
10:40 Titûna ji Amerîkayê tê ne qeçax e ya Semsûrê qaçax e!
10:11 Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin
09:40 KNK: Êrişên Tirkiyeyê berdewama êrişên DAIŞ'ê ne
09:37 Ji ber ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin
09:09 Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe
09:08 Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim
09:06 33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn
09:03 ‘Ya li Aysel Tûglûk tê kirin faşîzm e'
09:01 Paleyiya genim dest pê kir: Fiyetê mazotê pişta cotkaran şikandiye
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05:13 Hempîşeyên rojnamevanên hatin girtin: Hûn nikarin serbikevin
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
15/06/2022
20:14 Tirkiyeyê êriş bir ser gundekî Dihokê: 2 kes birîndar bûn
19:45 Li Rezanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî
18:21 Li Şirnexê 9 kes hatin berdan
18:06 Îmzeyên ji bo girtiyên nexweş hatin berhevkirin ji wezaretê re hatin şandin
16:49 Rojnamevan li Edliyeya Amedê ne: 16 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:20 ‘Midurê Girtîgeha Kiriklarê zilmê li zarokên me dike’
16:14 Zava û malbata xwe bi hêceta ‘kefiyê û stranên kurdî’ hatin girtin
16:04 Wê di Doza Tahîr Elçî de Davûtoglû bê guhdarkirin
15:56 Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî
15:48 ‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’
15:36 Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya 'Bîra Xwînê' li dar xist
15:33 Salvegera Komkujiya Sayfo: Em nadin jibîrkirin
15:15 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Em îttîraz dikin
14:38 Derbarê Aydenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
14:37 Di êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sinûnê de zarokek 12 salî hat kuştin
13:10 ÎHD’ê ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
13:01 Rêvebera ÎHD’ê Adîle Erkan hat binçavkirin
12:54 Seroka EFJ: Binçavkirina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye
12:41 Malbata Şenyaşar: Tekoşîna me dê bi mezinbûnê berdewam bike
12:18 Nobeda Edaletê: Hiqûqa neyartiyê li dijî girtiyan tê meşandin
12:06 Rojnamevan li ber edliyeyê ne: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
11:57 Balafirên dewleta tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê barandin
11:46 Dadgeha Bilind cezayê ‘muebedê’ yê welatiyên sûryan xera kir
11:22 Li Girtîgeha Panosê mirina biguman
10:44 Malbatên cerdewanan şer kirin: Kesek mir yek jê zarok 3 kes birîndar bûn
10:41 Doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Rojnamevan li edliyeyê ne: Dozger bi daxwaza girtinê dest bi îfadeyan kir
09:10 'Çapemeniya azad ji ber ku bîad nake bi êrişan re rû bi rû dimîne'
09:09 Dayika Zindan Yenî: Awayê mirina wî hatiye veşartin
09:08 ‘Dê nikaribin çapemeniya azad bitepisînin'
09:06 'Divê her kes li dijî vî şerî rabe ser pêyan'
09:04 ‘Em 42 sal in di bin zilma dewletê de ne’
09:02 Civaknas Erdilek: Civak ji ber şer bêhêvî û bedbext e
09:00 Malbatên rojnamevanên di binçavan de: Dê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Nivîskar Leyla Delîl Saraç hate girtin
14/06/2022
23:55 Cenazeyê Kezbana 15 salî li Cizîrê hat veşartin
22:52 Der barê Aysel Tûglûkê de prosedura taloqkirina înfazê cardin hat destpêkirin
21:20 Ji bo rojnamevan ku dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin banga piştevaniyê
20:06 Karê îfadeya rojnamevanan bi dawî bû
18:45 Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Başak hat binçavkirin
18:33 Li Êlihê polîsekî hevjîna xwe û zarokê xwe kuşt
17:11 Li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê bi girseyî hat lidarxistin
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn