OHD’ê rapora xwe ya binpêkirinên li girtîgehên Herêma Anatoliyaya Navîn aşkera kir

  • rojane
  • 17:30 11 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Enqereyê têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Anatoliyaya Navîn raporek amade kir. Di raporê de hat gotin ku ji lêgerîna nava dev heta hejmartina ser pêyan û astengkirina hevdîtinên bi parêzeran re, gelek binpêkirin hatine tespîtkirin. 
 
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Enqereyê têkildarî binpêkirinên di nava 3 mehan de li girtîgehên li Anatoliyaya Navîn hatine kirin, raporek amade kir. Komîsyonê rapora xwe li avahiya şaxê bi daxuyaniyekê aşkera kir. Di civînê de parêzerên OHD’ê û Hevserokê Şaxê Fevzî Korkmaz amade bûn. 
 
ÇÛN SERDANA 14 GIRTÎGEHAN
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa OHD’a Enqereyê Hulya Yildirim axivî û da zanîn ku di rapora xwe de cih dane binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa T a Karabûkê, Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Yozgatê, Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Yozgatê, Girtîgeha Tîpa T a Sungurlu ya Çorumê, Girtîgeha Tîpa L a Çorumê, Girtîgeha Bolvadîn a Afyonê, Girtîgeha Tîpa T a Tokatê, Girtîgeha Jinan a Sîncanê, Girtîgehên Tîpa F ên Hejmar 1 û 2 yên Sîncanê, Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind ên Hejmar 1 û 2 yên Sîncanê, Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê û Girtîgeha Tîpa T a Afyonê. Yildirim, destnîşan kir ku têkildarî binpêkirinên li girtîgehan, bi dozgerî û rêveberiyên girtîgehên navborî re hevdîtin kirine. 
 
HEVDÎTINÊN PARÊZERAN ASTENG DIKIN
 
Yildirim, anî ziman ku li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Sîncanê bi hinceta belgeya rayeyê nahêlin parêzer bi girtiyan re hevdîtinan bikin û wiha domand: “Dibêjin ‘rayeya wekaletê tune ye’ û hevdîtinan asteng dikin. Ev sepan, li dijî qanûna parêzertiyê ye. Sepanên bi vî rengî didomin. Divê di zûtirin demê de dev ji van sepanên derqanûnî berdin. Li Girtîgeha Tîpa T a Afyonê jî binpêkirinên weke lêgerîna nava dev, hejmartina ser pêyan û hwd. tên kirin. Girtiyan li dijî van dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Li gorî agahiyên me ji malbatan girtine, 10 girtî ketine grevê. Tu aliyekî zagonî ya hejmartina ser pêyan nîne û lêgerîna nava dev jî li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Têkildarî vê mijarê em bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinan dikin û banga me ew e ku dawî li vê sepana xwe bînin.” 
 
Bi domdarî Yildirim, got ku piştî pêvajoya pandemiyê niha li girtîgehan sepanên tecrîdê ketine meriyetê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji mafên xwe yên weke werzîş, sihbet, ragihandin, pirtûk û hwd bêpar tên hiştin. Di tevahiya pandemiyê de girtiyan nekarîn bi kesekî re hevdîtinê bikin. Ev yek, encamên giran ên tecrîdê ne. Divê li gorî mewzûatên navneteweyî tevbigerin û mafên civakî yên girtiyan binpê nekin.” 
 
GIRTÎGEH NAVENDA BÊHIQÛQIYAN E
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa OHD’a Enqereyê Yûnûs Emre Şahan ê pişt re axivî jî diyar kir ku girtîgeh bûne navenda zextan û bêhiqûqiyan û wiha got: “Peywîrdarên cemaweriyê bi rehetî sûcan dikin û ji qilifê hiqûqî yê parastinê sûd digirin. Gelek binpêkirinên weke cezayên hucreyê, pêkanînên hejmarên ser piyan, şewitandinên înfazan, êrişên fîzîkî û psîkolojîk, tecrîda li girtiyên nexweş ên nayên tedawî kirin tê kirin bûne rastiya girtîgehan. Ji ber polîtîkayên dijminane yên şewitandina înfazan, mafên tedawiyê û astengkirina mafê jiyanê her roj cenaze ji girtîgehan derdikevin.”
 
DI TU HIQÛQAN DE CIH TUNE YE
 
Şahan, destnîşan kir ku pêkanînên derhiqûqî ji ber pratîkên desthilat û darazê ne û wiha berdewam kir: “Gelek çalakiyên mafên jiyanê binpêdikin, bê ceza dimînin û daraz jî bi bêdengiyê dibe hevkarê vê rewşê. Cihê tu pêkanînên ku rûmet û şerefa mirovahiyê hedef digirin di hiqûqê de nîne. Girtî van binpêkirinên mafan bi axaftina bi telefonê bi malbatên xwe re radigihînin û malbat her ku diçe zêdetir dikevin nava fikaran.”
 
‘HINCETA ÎHLALAN TUNE YE’
 
Şahan, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ji bo binpêkirina mafê jiyanê tu hincet nayên qebûl kirin. Em dixwazin ku têkildarî personelên ku tev li sûcan bûne lêpirsîneke bi bandor were birêvebirin û têkildarî van îdiayan de rayagiştî were agahdarkirin. Em ji vir radigihînin ku em ê şopdarê vê pêvajoyê bin.”
 
 

Sernavên din

16/06/2022
12:56 Gunay: Çapemeniya kurd duh bêdeng nebû wê îro jî bêdeng nebe
12:47 Ferît Şenyaşar: Tu bazarî nehatiye kirin û tekane daxwaza me edalete
12:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:13 Serokatiya MHP’ê ya Amedê hate girtin
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê ket roja 23'yemîn
12:01 Aykol: Em ê hîn bêhtir bixebitin
11:29 Polisan rojnamevan Înce Hekîmoglû binçav kir
11:17 Cenazeyê Gulistan Ekîncî piştî 6 mehan hat veşartin
10:58 Li Stenbolê polisan bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin
10:40 Titûna ji Amerîkayê tê ne qeçax e ya Semsûrê qaçax e!
10:11 Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin
09:40 KNK: Êrişên Tirkiyeyê berdewama êrişên DAIŞ'ê ne
09:37 Ji ber ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin
09:09 Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe
09:08 Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim
09:06 33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn
09:03 ‘Ya li Aysel Tûglûk tê kirin faşîzm e'
09:01 Paleyiya genim dest pê kir: Fiyetê mazotê pişta cotkaran şikandiye
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05:13 Hempîşeyên rojnamevanên hatin girtin: Hûn nikarin serbikevin
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
15/06/2022
20:14 Tirkiyeyê êriş bir ser gundekî Dihokê: 2 kes birîndar bûn
19:45 Li Rezanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî
18:21 Li Şirnexê 9 kes hatin berdan
18:06 Îmzeyên ji bo girtiyên nexweş hatin berhevkirin ji wezaretê re hatin şandin
16:49 Rojnamevan li Edliyeya Amedê ne: 16 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:20 ‘Midurê Girtîgeha Kiriklarê zilmê li zarokên me dike’
16:14 Zava û malbata xwe bi hêceta ‘kefiyê û stranên kurdî’ hatin girtin
16:04 Wê di Doza Tahîr Elçî de Davûtoglû bê guhdarkirin
15:56 Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî
15:48 ‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’
15:36 Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya 'Bîra Xwînê' li dar xist
15:33 Salvegera Komkujiya Sayfo: Em nadin jibîrkirin
15:15 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Em îttîraz dikin
14:38 Derbarê Aydenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
14:37 Di êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sinûnê de zarokek 12 salî hat kuştin
13:10 ÎHD’ê ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
13:01 Rêvebera ÎHD’ê Adîle Erkan hat binçavkirin
12:54 Seroka EFJ: Binçavkirina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye
12:41 Malbata Şenyaşar: Tekoşîna me dê bi mezinbûnê berdewam bike
12:18 Nobeda Edaletê: Hiqûqa neyartiyê li dijî girtiyan tê meşandin
12:06 Rojnamevan li ber edliyeyê ne: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
11:57 Balafirên dewleta tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê barandin
11:46 Dadgeha Bilind cezayê ‘muebedê’ yê welatiyên sûryan xera kir
11:22 Li Girtîgeha Panosê mirina biguman
10:44 Malbatên cerdewanan şer kirin: Kesek mir yek jê zarok 3 kes birîndar bûn
10:41 Doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Rojnamevan li edliyeyê ne: Dozger bi daxwaza girtinê dest bi îfadeyan kir
09:10 'Çapemeniya azad ji ber ku bîad nake bi êrişan re rû bi rû dimîne'
09:09 Dayika Zindan Yenî: Awayê mirina wî hatiye veşartin
09:08 ‘Dê nikaribin çapemeniya azad bitepisînin'
09:06 'Divê her kes li dijî vî şerî rabe ser pêyan'
09:04 ‘Em 42 sal in di bin zilma dewletê de ne’
09:02 Civaknas Erdilek: Civak ji ber şer bêhêvî û bedbext e
09:00 Malbatên rojnamevanên di binçavan de: Dê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Nivîskar Leyla Delîl Saraç hate girtin
14/06/2022
23:55 Cenazeyê Kezbana 15 salî li Cizîrê hat veşartin
22:52 Der barê Aysel Tûglûkê de prosedura taloqkirina înfazê cardin hat destpêkirin
21:20 Ji bo rojnamevan ku dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin banga piştevaniyê
20:06 Karê îfadeya rojnamevanan bi dawî bû
18:45 Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Başak hat binçavkirin
18:33 Li Êlihê polîsekî hevjîna xwe û zarokê xwe kuşt
17:11 Li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê bi girseyî hat lidarxistin
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn