'Roja Reş' jiyana Emîne Şenyaşar dabeş kir: Heta edalet neyê şîn tuneye!

  • rojane
  • 10:15 12 Hezîran 2022
  • |
img
RIHA - Bi nêzbûna salvegera cînayeta komî ya li dijî ferdên malbata wê ku bi piştgiriya dewletê nava rojê pêk hat re careke din dinya li ber çavê Emîne Şenyaşar reş û tarî dibe. Ji bo 14'ê Hezîranê ku emrêyê wê 66 salî dabeş kiriye weke roja şînê îlan bike Emîne Şenyaşar li benda "edaletê" ye.
 
Komkujiya li dijî malbata Şenyaşar, di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê li ber çavê herkesî bi piştgiriya dewletê nava rojê pêk hat. Bi nêzbûna salvegera cînayetê re careke din dinya li ber çavê Emîne Şenyaşar reş û tarî dibe. Emîne Şenyaşar ku herkesî wê bi têkoşîna wê ya edaletê nas kir, 14'ê Hezîranê ku emrê wê yê 66 salî dabeş kiriye weke "roja şîn û edaletê" pêşwazî dike. Emîne Şenyaşar, beyî ku bibêje berf e, zivistan e, şilî ye, herî ye, 461 roj in bênavber "Nobeta Edaletê" digire. Her çiqas emrekî wê yê biêş hebe jî weke ku ji dilnexwazên xwe re "qaqibo bike" li ber xwe da.  
 
Emî Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê ji aliyê Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizmên wî ve hatin kuştin, 4 sal in borî veguherand têkoşînê û li tevahiya welat bû remza edaletê. Emîne Şenyaşar, gotina xwe ya "Edalet di bin betonê de be jî ez ê bibînim û derxim" ku di 9'ê adara 2021'an de got îro veguherandiye bîrdariya berxwedanê. Emîne Şenyaşar ku ji bo kurê xwe Fadil ku ji êrişê sax filitî û niha di hucreya yekkesî de tê girtin têdikoşe, jiyana wê çîrokeke berxwedanê ye.
 
DAYIKA 7 ZAROKAN 
 
Emîne Şenyaşar, di 2'ê nîsana 1956'an de li gundê Haşman ê Pirsûsê ji dayik bûye û qet neçûye dibistanê. Ji ber vê jî peyvek tenê jî bi tirkî nizane û 7 zarok mezin kirine. Zarokatiya wê bi 15 xwişk û birayên wê re li gund derbas bûye. Li erdên nîsk, ceh û genim dixebite û dema ku 20 salî dibe bi usûla berdêlê bi Esvet Şenyaşar re dizewice. Piştî zewaca xwe li gundê Tilhût ê Pirsûsê bi cih dibe û li pey hev 6 zarok jê re çêdibin. Ji ber şertên jiyanê di destpêka salên 1990'an de li Pirsûsê bi cih dibe. Li vir jî jê re zarokek çêdibe. 
 
NÛXWURIYA WÊ ZAHÎDE YE 
 
Emîne Şenyşar ku ji bo zarokên xwe dibêje sermiyanê min ê herî mezin û hebûna min bi zor û zehmetî mezin dike. Bi dorê Zahîde, Celal, Perîhan, Ferît û Fadil dizewicîne. Şenyaşar, "nûxwuriya" xwe Zahîde beriya 15 salan di 25 saliya wê de ji ber nexweşiya pençeşêrê winda dike. Ji bo ku baş bibe li ser doxtoran digerîne lê nikare keça xwe ji mirinê xelas bike. Çawa ku niha ji bo hevjîn û 2 kurên xwe li ber edliyeyê rondikan dibarîne wê demê jî ji bo keça xwe heman rondikan li qorîdorên nexweşxaneyê dibarîne. Beriya jiyana xwe ji dest bide Zahîde zaroka xwe ya 3 salî radestî dayika xwe Emîne Şenyaşar dike. Bi mezinkirina nebiya xwe Rojda êşa windakirina keça xwe sivik dike. Niha bi Roja (18) re dijî.  
 
'ROJA REŞ'
 
Jiyana Emîne Şenyaşar di 14'ê Hezîrana 2018'an de diguhere. Ji ber erîfê dikana Celal û birayên wî ya li navçeya Pirsûsê bi qerebalix bû. Qerebalixa sûkê bi ketina dikanan a Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz û xizm û parastvanên wî ku "ji bo xebatên hilbijartinê serdana esnafan dikirin" du qat zêde bû. Ji ber ku tişta hêvî dikirin ji birayên hev Şenyaşaran nedîtin êrişî wan kirin. Di dîmenên ku ji hêla qamerayên ewlehiyê ve hatin qeydkirin de tê xuyakirin ku di nav çend deqan de li dijî dikanên Şenyaşaran du êriş pêk tên. Bêyî ku tiştekî bibe bi ketina navberê ya esnafan re êrişa destpêkê tê rawestandin. Piştî çend deqan amûrên dikanê ji hev tên belavkirin û weke ku ji cihekê ferman hatibe girtin êrişeke ji êrişa destpêkê mezintir pêk tê. Di êrişa ku ji aliyê komeke ku ji 50 kesî pêk tê ve de birayên hev Adîl, Celal, Mehmet, Fadil, Ferît Şenyaşar giran birîndar dibin. Kekê Yildiz Mehmet Şah Yildiz jî bi guleyeke ku nayê zanîn ji ji aliye kê ve hatiye berdan ve birîndar dibe. Erişa li dikanê veguhezî nexweşxaneya ku birîndaran rakiribûnê. Piştî mirina kekê Yildiz ê AKP'î li nexweşxaneyê li dijî malbata Şenyaşar komkujî pêk hat. Xizmên Yildiz ê AKP'î Adîl û Celal Şenyaşar li vir kuştin.  
 
ERKANA DEWLETÊ DÎT LÊ DELÎL TUNEYE!
 
Emîne Şenyaşar agahiya êrişê ji neviyê xwe yê ku tê malê ve digire û pê re berê xwe dide dikana zarokên xwe. Di rê de jê re dibêjin, 'Neçe cihê bûyerê, hemû zarokên te kuştin wê te jî bikujin'. Van gotinan guhdar nake û ber bi dikana zarokên xwe diçe û di rêde leqayî hevjînê xwe Haci Esvet Şenyaşar tê û bi hev re diçin dikana zarokên xwe. Dema ku tên dikanê dibihîzin ku zarokên wan rakirina nexweşxaneyê û ji vir berê xwe bidin nexweşxaneyê. Çawa ku diçin nexweşxaneyê malbata Yildiz êrişî wan dikin. Hevjînê wê Haci Esvet Şenyaşar li ber çavê Emîne Şenyaşar ji aliyê bi dehan kesî ve bi lînçkirinê tê kuştin. Li nexweşxaneya ku erkana dewletê lê ye, xizmên parlamenterê AKP'î 3 kesan dikujin û 2 kesan jî bi giranî birîndar dikin û bi awayekî "profesyonel" piştî çend saetan qamerayên nexweşxaneyê jê dikin. Koma ku êriş pêk tîne xwîna ferdên malbata Şenyaşar jî ji dûwarên nexweşxaneyê paqij dikin û gef li hemû kesên ku şahidiya komkujiyê dikin dixwin. Êrişkaran, li nexweşxaneya ku bi sedan leşker û polis lê hebûn delîlan yek bi yek tune kirin. 
 
BI BIRÎNDARÎ BINÇAV KIRIN
 
Li gel Adîl û Celal ku bi giranî birindar wan rakiribûn neweşxaneyê bavê wan Haci Esvet Şenyaşar ku bi hawara wan ve hat nexweşxaneyê jî jiyana xwe ji dest dan. Mehmet û Ferît Şenyaşar jî ji aliyê tîmên tendûristiyê ji nexweşxaneyê hatin revandin û wisa hatin xelaskirin. Fadil Şenyaşar jî tevî ku jê re hat gotin ku wî bîne Nexweşxaneya Pirsûsê jî ajokarê anbûlansê wî rakir nexweşxaneyeke Dîlokê û bi giranî birîndar xelas bû. Lê piştî demeke kurt Fadil Şenyaşar ku bi wî halê birîndar li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin girtin û ew şandin girtîgehê. Fadil Şenyaşar kuştina bav û du birayên xwe di lêpirsîna dozgeriyê da hîn kir. Nêzîkî çar salan e Fadil Şenyaşar di hucreyeke yekkesî de bi tena serê xwe tê ragirtin. Daxwaza yekemîn a Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê berdana kurê wê Adil Şenyaşar e. 
 
BI AWAYEKÎ VEŞARÎ SERDANA GORAN KIR 
 
Emîne Şenyaşar ku hevjîn û du zarokên xwe sipart axê û zarokek wê jî şandin girtîgehê, heta selekê nikaribû biçe navçeya Pirsûsê ku komkujiya li dijî malbata wê lê pêk hat. Emîne Şenyaşar ku mala xwe bar kir navenda Rihayê, ji neçarî heta salekê bi awayekî veşarî serdana gorên hevjîn û zarokên xwe kir. Lewre rayedarên dewletê ên paye bilind malbatê weke "terorîst" nîşan dabûn. Piştî salekê bi xwedîderketina gel malbata Şenyaşar vegeriyan mala xwe ya li navçeya Pirsûsê û dest bi Nobeta Edaletê ya bênavber ku heta niha didome kir. Emîne Şenyaşar û endamên malbatê yên din, ji bo her sê ferdên malbatê yên jiyana xwe ji dest dane hê jî şîna xwe dananîne. Malbat ji bo danîna şîna xwe li benda pêkanîna edaletê ne. 
 
SIBÊ: Têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar 462 roj in didome. 
 
MA / Emrûllah Acar
 
 
 

Sernavên din

16/06/2022
12:56 Gunay: Çapemeniya kurd duh bêdeng nebû wê îro jî bêdeng nebe
12:47 Ferît Şenyaşar: Tu bazarî nehatiye kirin û tekane daxwaza me edalete
12:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:13 Serokatiya MHP’ê ya Amedê hate girtin
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê ket roja 23'yemîn
12:01 Aykol: Em ê hîn bêhtir bixebitin
11:29 Polisan rojnamevan Înce Hekîmoglû binçav kir
11:17 Cenazeyê Gulistan Ekîncî piştî 6 mehan hat veşartin
10:58 Li Stenbolê polisan bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin
10:40 Titûna ji Amerîkayê tê ne qeçax e ya Semsûrê qaçax e!
10:11 Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin
09:40 KNK: Êrişên Tirkiyeyê berdewama êrişên DAIŞ'ê ne
09:37 Ji ber ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin
09:09 Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe
09:08 Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim
09:06 33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn
09:03 ‘Ya li Aysel Tûglûk tê kirin faşîzm e'
09:01 Paleyiya genim dest pê kir: Fiyetê mazotê pişta cotkaran şikandiye
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05:13 Hempîşeyên rojnamevanên hatin girtin: Hûn nikarin serbikevin
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
15/06/2022
20:14 Tirkiyeyê êriş bir ser gundekî Dihokê: 2 kes birîndar bûn
19:45 Li Rezanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî
18:21 Li Şirnexê 9 kes hatin berdan
18:06 Îmzeyên ji bo girtiyên nexweş hatin berhevkirin ji wezaretê re hatin şandin
16:49 Rojnamevan li Edliyeya Amedê ne: 16 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:20 ‘Midurê Girtîgeha Kiriklarê zilmê li zarokên me dike’
16:14 Zava û malbata xwe bi hêceta ‘kefiyê û stranên kurdî’ hatin girtin
16:04 Wê di Doza Tahîr Elçî de Davûtoglû bê guhdarkirin
15:56 Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî
15:48 ‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’
15:36 Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya 'Bîra Xwînê' li dar xist
15:33 Salvegera Komkujiya Sayfo: Em nadin jibîrkirin
15:15 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Em îttîraz dikin
14:38 Derbarê Aydenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
14:37 Di êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sinûnê de zarokek 12 salî hat kuştin
13:10 ÎHD’ê ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
13:01 Rêvebera ÎHD’ê Adîle Erkan hat binçavkirin
12:54 Seroka EFJ: Binçavkirina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye
12:41 Malbata Şenyaşar: Tekoşîna me dê bi mezinbûnê berdewam bike
12:18 Nobeda Edaletê: Hiqûqa neyartiyê li dijî girtiyan tê meşandin
12:06 Rojnamevan li ber edliyeyê ne: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
11:57 Balafirên dewleta tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê barandin
11:46 Dadgeha Bilind cezayê ‘muebedê’ yê welatiyên sûryan xera kir
11:22 Li Girtîgeha Panosê mirina biguman
10:44 Malbatên cerdewanan şer kirin: Kesek mir yek jê zarok 3 kes birîndar bûn
10:41 Doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Rojnamevan li edliyeyê ne: Dozger bi daxwaza girtinê dest bi îfadeyan kir
09:10 'Çapemeniya azad ji ber ku bîad nake bi êrişan re rû bi rû dimîne'
09:09 Dayika Zindan Yenî: Awayê mirina wî hatiye veşartin
09:08 ‘Dê nikaribin çapemeniya azad bitepisînin'
09:06 'Divê her kes li dijî vî şerî rabe ser pêyan'
09:04 ‘Em 42 sal in di bin zilma dewletê de ne’
09:02 Civaknas Erdilek: Civak ji ber şer bêhêvî û bedbext e
09:00 Malbatên rojnamevanên di binçavan de: Dê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Nivîskar Leyla Delîl Saraç hate girtin
14/06/2022
23:55 Cenazeyê Kezbana 15 salî li Cizîrê hat veşartin
22:52 Der barê Aysel Tûglûkê de prosedura taloqkirina înfazê cardin hat destpêkirin
21:20 Ji bo rojnamevan ku dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin banga piştevaniyê
20:06 Karê îfadeya rojnamevanan bi dawî bû
18:45 Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Başak hat binçavkirin
18:33 Li Êlihê polîsekî hevjîna xwe û zarokê xwe kuşt
17:11 Li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê bi girseyî hat lidarxistin
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn