Karsazê AKP'î gef li karkerek xwar û dest danîne ser malzemeyên wî

  • rojane
  • 11:29 12 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Karkerê Ji Amedê Ahmet Aydin, diyar kir ku ji ber muzîka kurdî guhdar kiriye karsazê AKP'î Seyfûllah Yildiz wî ji kar derxistiye û piştre jî gefa kuştinê lê xwariye û dest daninye ser malzemeyên wî. 
 
Li Xarpêtê, Serokê Lijneya Rêveberiya Şîrketa Ceyranê ya Yildizlar Seyfûllah Yildiz ku nezî AKP'ê ye, ji ber ku muzîka kurdî guhdar kiriye hostayê qalib Ahmet Aydin ji kar derxist. Her wiha hat angaştkirin ku Yildiz gefa kuştinê li karker Aydin xwariye û malzemeyên wî yên înşaetê desteser kiriye. Aydin, derbarê mijarê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Amedê da û giliya karsazê AKP'î Seyfûllah Yildiz kir. 
 
WÎ JI KAR DERXIST
 
Aydin, derbarê serboriya xwe de axivî û diyar kir ku ji meha sibatê ya sala 2021'an ve li Xarpêtê di karê qalib ê malên TOKÎ'yê ku ji Şîrket Yildizlar girtina de dixebite û wiha got: "Di meha gulanê de dema ku me muzika kurdî guhdar dikir Seyfûllah Yildiz hat cem me û heqaret li me kir. Yildiz got, 'Hûn bi guhdarîkirina muzîka kurdî cihêkariyê dikin, kurdî guhdar nekin'. Piştre ji cem me çû û di 26'ê gulanê de peymana me ya kar betal kir. Bi zorê peymana dev ji kar berdanê bi min da îmzekirin. Piştî ku peymanê bi me da îmzekirin got ku wê piştî du mehan malzemeyên me yên li wir radestî me bike."
 
AGAŞTA GEFA KUŞTINÊ
 
Di berdewamê de Aydin, da zanîn ku piştî 2 mehan dema ku ji bo girtina malzemeyên qalib ê hevkarê wî çûye Xarpêtê êrişî wî kirine û ev tişt got: "Piştî ku li hevkarê min dan ez bi telefonê bi Seyfûllah Yidiz re axivîm û sedema lêdana hevkarê xwe pirsî. Piştre jî ji bo ku pê re rû bi rû biaxivim çû Yildiz Înşaat a li Xarpêtê. Yildiz min bir jêrzemîne avahiyê û çekê xist serê min û gefa kuştinê li min xwar. Ji ber ku tirsiyam min hinek xwe paşve kişand û derketim jorê. Nikaribûm biçim qereqolê, polis jî li cem wan in. Nizanibûm ku biçim cem kê. Min vê li xwe qayîl nanî û ji ber ku hem li malê min hem jî li nêrîna min bêrêzî hat kirin gilî kir."
 
LI AMEDÊ JÎ LÊ DANE
 
Aydin, da zanîn ku piştî li Amedê gilî kiriye wesayîteke bi plaqeya Xarpêtê wî şopandiye û kesên di wesayîtê de lê dane û ev tişt anîn ziman: "Ji ber ku li çamika sutiyê min dan min serçavê wan nedît û xwe li erdê dît. Ji saetekê zêdetir li erdê mam. Tam nayê hişê min. Dema ku bi ser hişê xwe ve hatim çûm nexweşxaneyê. Dîsa gilî kir. Rapora min derpkirinê û delîlên min hene. Lê rexmî ku min gilî kiriye jî tu encam negirt. Ji ber ku bihêz in nikarin dozê vebikin."
 
JI JIYANA XWE GUMANAN DIKE
 
Derbarê nirxê malzemeyên xwe yên hatine desteserkirin de jî Aydin, bi lêv kir ku malzemeyên wî 600 hezar TL dikin û wiha pêde çû: "Dest danîn ser malzemeyên me. Ji bo girtina wan min serlêdan kir û daxwaznameyên min hene. Her wiha ji min re got, 'Heke xesarek bigihîje nasnameya min a siyasî ez ê te bikujim'. Ez ê heta dawiyê mafê xwe biparêzim. Hevkarê min jî îfade da û gilî kir. Tenê malzeme naxwazim. Ji ber ku heqaret li nasname û kesayeta min kir jî gilî dikim."
 
Aydin, diyar kir ku ji ber tiştên hatine serê wî ji jiyana xwe fikaran dike û got ku bi tirs diçe her derî û hêvî kir ku edalet cihê xwe bibîne. 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

16/06/2022
12:56 Gunay: Çapemeniya kurd duh bêdeng nebû wê îro jî bêdeng nebe
12:47 Ferît Şenyaşar: Tu bazarî nehatiye kirin û tekane daxwaza me edalete
12:45 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:13 Serokatiya MHP’ê ya Amedê hate girtin
12:12 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê ket roja 23'yemîn
12:01 Aykol: Em ê hîn bêhtir bixebitin
11:29 Polisan rojnamevan Înce Hekîmoglû binçav kir
11:17 Cenazeyê Gulistan Ekîncî piştî 6 mehan hat veşartin
10:58 Li Stenbolê polisan bi ser malan de girt û gelek kesan binçav kirin
10:40 Titûna ji Amerîkayê tê ne qeçax e ya Semsûrê qaçax e!
10:11 Bi hinceta ‘beşdarî roja neteweyî nebûye û poşman nîne’ înfaza Şahînkaya şewitandin
09:40 KNK: Êrişên Tirkiyeyê berdewama êrişên DAIŞ'ê ne
09:37 Ji ber ku poşmaniyê qebûl nekiriye bi saetan îşkence lê hatiye kirin
09:09 Kerkûkî: Tirkiye dixwaze herêmê bi temamî têxe bin kontrola xwe
09:08 Hevjîna Zekî Çelebî: Heya kujeran nebînim nasekinim
09:06 33 çîrokên nivîskarên kurd, ermenî, rûs bi kurdî çap bûn
09:03 ‘Ya li Aysel Tûglûk tê kirin faşîzm e'
09:01 Paleyiya genim dest pê kir: Fiyetê mazotê pişta cotkaran şikandiye
09:00 ROJEVA 16'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
05:13 Hempîşeyên rojnamevanên hatin girtin: Hûn nikarin serbikevin
04:47 16 rojnamevan hatin girtin
02:57 Îfade girtina rojnamevanan bi dawî bû: 21 kes bi daxwaza girtinê hatin sewqkirin
15/06/2022
20:14 Tirkiyeyê êriş bir ser gundekî Dihokê: 2 kes birîndar bûn
19:45 Li Rezanê di navbera du koman de pevçûneke çekdarî
18:21 Li Şirnexê 9 kes hatin berdan
18:06 Îmzeyên ji bo girtiyên nexweş hatin berhevkirin ji wezaretê re hatin şandin
16:49 Rojnamevan li Edliyeya Amedê ne: 16 rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
16:20 ‘Midurê Girtîgeha Kiriklarê zilmê li zarokên me dike’
16:14 Zava û malbata xwe bi hêceta ‘kefiyê û stranên kurdî’ hatin girtin
16:04 Wê di Doza Tahîr Elçî de Davûtoglû bê guhdarkirin
15:56 Karaman: Dozger gef li min xwar û xwest min bike gumanbarê cînayeta Elçî
15:48 ‘Çapemeniya azad wê nivîsîna heqîqetê bidomîne’
15:36 Înîsiyatîfa Defend Kurdistan çalakiya 'Bîra Xwînê' li dar xist
15:33 Salvegera Komkujiya Sayfo: Em nadin jibîrkirin
15:15 Kedkarên tenduristiyê dev ji kar berdan: Em îttîraz dikin
14:38 Derbarê Aydenîz de lêpirsîn hate destpêkirin
14:37 Di êrişa Tirkiyeyê ya li ser Sinûnê de zarokek 12 salî hat kuştin
13:10 ÎHD’ê ji bo piştevaniyê serdana rojnamevanan kir
13:01 Rêvebera ÎHD’ê Adîle Erkan hat binçavkirin
12:54 Seroka EFJ: Binçavkirina rojnamevanan binpêkirina azadiya çapemeniyê ye
12:41 Malbata Şenyaşar: Tekoşîna me dê bi mezinbûnê berdewam bike
12:18 Nobeda Edaletê: Hiqûqa neyartiyê li dijî girtiyan tê meşandin
12:06 Rojnamevan li ber edliyeyê ne: Hûnê nikaribin çapemeniya azad bêdeng bikin
11:57 Balafirên dewleta tirk bombe li Meclîsa Gel a Sinûnê barandin
11:46 Dadgeha Bilind cezayê ‘muebedê’ yê welatiyên sûryan xera kir
11:22 Li Girtîgeha Panosê mirina biguman
10:44 Malbatên cerdewanan şer kirin: Kesek mir yek jê zarok 3 kes birîndar bûn
10:41 Doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Rojnamevan li edliyeyê ne: Dozger bi daxwaza girtinê dest bi îfadeyan kir
09:10 'Çapemeniya azad ji ber ku bîad nake bi êrişan re rû bi rû dimîne'
09:09 Dayika Zindan Yenî: Awayê mirina wî hatiye veşartin
09:08 ‘Dê nikaribin çapemeniya azad bitepisînin'
09:06 'Divê her kes li dijî vî şerî rabe ser pêyan'
09:04 ‘Em 42 sal in di bin zilma dewletê de ne’
09:02 Civaknas Erdilek: Civak ji ber şer bêhêvî û bedbext e
09:00 Malbatên rojnamevanên di binçavan de: Dê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 15'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Nivîskar Leyla Delîl Saraç hate girtin
14/06/2022
23:55 Cenazeyê Kezbana 15 salî li Cizîrê hat veşartin
22:52 Der barê Aysel Tûglûkê de prosedura taloqkirina înfazê cardin hat destpêkirin
21:20 Ji bo rojnamevan ku dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin banga piştevaniyê
20:06 Karê îfadeya rojnamevanan bi dawî bû
18:45 Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Başak hat binçavkirin
18:33 Li Êlihê polîsekî hevjîna xwe û zarokê xwe kuşt
17:11 Li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê bi girseyî hat lidarxistin
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn