Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe

  • rojane
  • 10:53 13 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Akademîsyen Kamûran Berwarî, krîza siyasî ku li Iraqê kûr dibe nirxand û ev tişt got: "Heta ku hilbijartineke nû çêbibe û hikûmet bê damezrandin dibe ku li Iraqê şerê navxweyî derkeve. Iraq ber bi parçebûnê ve diçe."
 
Li Iraqê, piştî hilbijartinên parlamentoyê ku di 10'ê cotmehê de pêk hatin krîza siyasî kûr dibe. Li Parlamentoya Iraqê 329 kursî hene û Tevgera Sadrê di hilbijartinan de 73 parlamenteran derxistibû û bûbû partiya yekemîn. Lê rexmî hemû muzakereyên ku kir jî piştgiriya avajirina hikûmetê negirt. Sadrê beriya niha bi Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Koalîsyona Serweriyê re tifaqeke sê alî pêk anîbû lê li ser nelihevkirina wê û  Koalîsyona Serweriyê hikûmet nehat damezrandin. Serokê Tevgera Sadrê Mekteda Es Sadr ku krîza hikûmetê derbas nekir, di 9'ê hezîranê de got ku li welatekê reform dikare bi hikûmetek piralîparêz bê avakirin û ev banga îstifakirinê li parlamenterên xwe kir. Li ser vê bangê hemû parlamenterên Sadrê îstifa kir. 
 
TRAFÎQA DI NAVBERA HEWLÊR Û BEXDAYÊ DE 
 
Piştî vê geşedanê trafîqa di navbera Bexda û Hewlerê de zêde bû. Serokê Meclisa Iraqê Mûhammed Halbûsî serdana Herêma Kurdistanê kir. Halbûsî bi Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin pêk anî. Piştî vê hevdîtinê Hevserokê Giştî yê YNK'ê Bafil Talabanî jî derbasî ji Silêmaniyê derbasî Hewlerê bû û bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêk anî. Derbarê vê trafîqê de tu daxuyanî nehatin dayîn, lê payîn ku hevdîtin têkildarî Hilbijartina Serokkomariya Iraqê de bin. Li ser vê trafîqê Halbûsî, hewldanên xwe yên qanihkirinê terk kir û îstifaya parlamenterên Sadrê qebûl kir. 
 
BANDORA HÊZÊN HERÊMÎ
 
Alîkarê Serokê Akademiya Demokrasî û Siyasetê ya Herêma Kurdistanê û Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Kamûran Berwarî, derbarê van geşedanan de axivî û nirxandinan kir. Berwarî, diyar kir ku bi mudaxaleyên welatên herêmê encamên hilbijartinên Iraqê rastiyê nîşan nadin û wiha got: "Ji ber vê jî gelek kom ava bûn. Li Iraqê tu partî bi serê xwe tevnagere. Amerîka, Îngilistan, Fransa, Almanya, Tirkiye û Îran di siyaseta Iraqê de bibandor in. Hêzên leşkerî û îstixbarî yên welatên Ewropa; Tirkiye û Îranê hene. Herkes li gorî berjewendiyê xwe gav diavêje û li dijî berjewendiyên welatên din tevdigere. Tevgera Sadrê xwe serbxiwe nîşan dide lê ew jî di bin kontrola hin hêzan de ne. Danûstandin di navbera wan û Sadrê de hene. Nelihevkirina dewletên herêmê dibe nelihevkirina partiyên siyasî yên Iraqê jî."
 
8 MEH IN HIKÛMET NEHAT AVAKIRIN
 
Berwarî, destnîşan kir ku ji ber nelihevkirina di navbera koman de 8 meh in hikûmet nayê avakirin û ev tişt got: "Ji ber neavakirina hikûmetê her diçe ewlehî, aborî û rewşa siyasî ne baş dibe. Hikûmeta niha tenê karên hundir bi rê ve dibe û biryarên wê yên stratejîk tunene. Hevsengiyên nû yên dinyayê tên avakirin. Hêzên global dixwazin dewlet û gelan di hêla fikrî, siyasî, aborî û leşkerî de bikin bin kontrola xwe. Ji ber ku berjewendiyên wan ne mîna hev in li hev nakin. Li gorî vê yekê ıraqî jî li hev nakin. Lewre di pergala modernîteya kapîtalîst wê ev welat nemînin. Wê welat dabeş bibin. Wê ev dabeşkirin ne li gorî berjewendiyên gel tenê ji bo rêvebirina wan herêman ku dixwazin li gorî berwendiyên  xwe kontrol bikin. Dibe ku Iraqê bikin 6 parçe. Herêma kurd, şîî û sûniyan dabeş bikin û bikin bin kontrola berjewendiyên dewletên mezin. Ev hemû ji bo dewlemendiya bin erdê ne. Ji bo van planên dagirkeriyê di dewrê de ne."
 
IRAQ DABEŞ DIBE
 
Di berdewamê de Berwarî, bi lêv kir ku Sadr, PDK û Koalîsyona Serweriyê hewl dane hikûmetê ava bikin û wiha pêde çû: "Ev proje têk çû û hikûmet ava nekirin. Lewre xebata wan a avakirina hikûmetê ne ji bo gelên Îraqê bû. Armanca wan a bingehÎn xizmeta Tirkiyeyê bû. Ji ber vê jî hem hêzên herêmî hem jî hêzên kurewî destûr nedan û mudaxale kirin. Li Iraqê pêwistî bi vîneke siyasî heye. Divê hikûmet bê avakirin û serokwezîr bê hilbijartin. Li Iraqê rewş her ku diçe ne bai dibe. Sadr jî êdî dibîne ku nikare hikûmet serkeftî ava bike. Ji ber vê jî ya wê bikeve nav lêgerîna tifaqeke din an jî wê bixwaze hilbijartin dubare bibin. Bi biryara Sadrê re wê hilbijartin ji neçarî pêk were. Heke hilbijartin bibe wê mîna encamên 2021'an be. Wê hikûmeteke nû ava nekin. Di vê pêvajoyê de dibe ku li Iraqê şerê navxweyî derkeve. Iraq niha ber bi parçebûnê ve diçe. Wê Iraq dabeş bibe û bikeve destê hin hezan. Bêyî tevgera Sadrê pergala siyasî û leşkerî nikare bê avakirin. Heke aramî tê xwestin divê tifaqa ereb, kurd, sûnî û şîîyan bê avakirin. Heta ev neyê wê rewş xerabtir bibe."
 
'DIVÊ KURD NEXŞERÊ XÊZ BIKIN'
 
Berwarî, di dawiya axaftina xwe de bang li kurdan jî kir û ev tişt anîn ziman: "Rewşa Iraq û Kurdistanê girêdayî hev e. Divê kurd xwe li gorî her rewşê amade bikin. Bi taybetî jî divê xwe li gorî şerê li ser xaka Kurdistanê bê kirin amade bikin. Divê her çar parçeyên Kurdistanê siyasetek û stratejiyeke baş bi rê ve bibin. Li gorî konjoktura nû ya dinyayê kurd ji xwe re bername û nexşerêyekê derbixin."
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

14/06/2022
18:45 Endama Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Başak hat binçavkirin
18:33 Li Êlihê polîsekî hevjîna xwe û zarokê xwe kuşt
17:11 Li pêş Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê bi girseyî hat lidarxistin
17:08 Doza parêzera Komeleya Rosayê Ûlaş hat taloqkirin
16:55 Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê: Deriyê Îmraliyê vekin
16:48 Ajokarê ambûlansê li pêşiya Wezareta Tenduristiyê deriyê ambûlansê di ser xwe de girt
16:05 Doza rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hat taloqkirin
16:04 Polisan Serokê Damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker binçav kir
16:04 Dest bi girtina îfadeya rojnamevanên di bin çavan de kirin
15:44 Danişîna doza piştevaniyê ya bi Ozgur Gundemê re hate taloqkirin
15:43 Sancar: Em her cure sepanên neçareseriyê diafirînin red dikin
15:16 Doza li dijî DER-KAP'ê hatibû vekirin hat redkirin
15:11 Endamtiya partiyê ya Kaftancioglû hat betalkirin
15:11 Li pêşiya Navenda Giştî ya HDP'ê provokasyon
15:04 Li Dêrsimê rojnamegeran bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 ‘Di zûtirin demê de operasyonên li Dêrsimê bidin rawestandin’
14:55 Cerdevanan birin herêma Derelûk û Amediyê
14:47 Kiliçdaroglu: 20 rojnamevan bi kîjan hêcetê di binçavan de ne?
14:45 ‘985 leşkeran jiyana xwe ji dest dan, 3 helîkopter hatin xistin’
14:26 Cara yekemîn ji bo EFJ'ê serokek jin hat bijartin
14:05 Şahidê di doza Tunç de: Min îfadeyeke wiha nedaye
14:00 Reşat Ayata yê di Meşa Gemlikê de birîndar bû giliyê polîsan kir
13:46 Nobeta Edaletê: Em vê zilmê qebûl nakin
13:44 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
13:25 Dozger ji bo hevşaredaran ceza xwest
13:00 Belavbûna radyasyonê pirs kir: Lêpirsîn hatiye destpêkirin?
12:30 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Endamê MEBYA-DER'ê Şik hat birîn
12:30 ‘Pêwendiyên aborî yên partiyên Başûr ên bi Tirkiyeyê re ketine pêşiya yên niştimanî’
12:28 'Zarokên me axa Başûr diparêzin, lê ew xiyanetê li wan dikin'
12:14 Danişîna doza parlamenter Kaya hate taloqkirin
12:03 DFG û MKGP: Em ê bibin dengê heqîqetê
12:00 CHP'ê giliya SADAT'ê kir
11:48 Adil Osman: Wê gelê kurd PDK'ê efû neke
11:45 Ji bo nîşankera ku wêneyê Demîrtaş li ser bû gotin ‘bo ewlehiya girtîgehê xetere ye’
11:37 Jin li pêşiya Şûreya Dewletê ne: Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin
11:19 Abdûrrahman Arslan ê girtî bi awayekî kêfî li hucreyê tê ragirtin
10:48 Serokê Meclisê, Salîha Aydenîz hedef nîşan da
10:38 Ferdên malbata Şenyaşar li ser gora xwe tên bibîranîn
10:27 Wê Mikaîl Aslan li 4 navendan konseran bide
10:20 Rojnamevan 7 roj in di binçavan de ne
10:09 Ji TZOB'ê tesfiyeya hilbijartinê: odeyên 3 navçeyan hatin girtin
10:07 Li Bursayê zarokeke kurd bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
09:59 Esnafên Pirsûsê li dijî bêedaletiyê derabeyên dikanên xwe venekirin
09:38 Dayik û birayê wî hatin kuştin, ew hat girtin
09:08 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:05 Bêrîvanên ku keda wan tê binpêkirin êdî nikarin pez xwedî bikin
09:02 Duzkan: Dê zext û çewisandinên li çapemeniya kurdî berê xwe bidin ên din jî
09:01 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Afyonê di roja 22'yan de ye
09:00 ROJEVA 14'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:44 Rojnamevanên di bin çavan de: Pêvajo vediguhere pêvajoya peydakirina delîlan
13/06/2022
21:48 Ji kesên tev li Meşa Gemlîkê bûn 2 kes hatin girtin
17:04 Li Bursayê bertek nîşanî tundiya polîsan dan
16:50 Îşkence li hevserokê SYKP'ê ku li Kadikoyê hatibû binçavkirin hat kirin
16:50 Doza Demîrtaş ku ji ‘gefxwarinê’ tê darizandin hat taloqkirin
16:40 Erdogan dîsa çêr kirin û gef xwarin
15:57 Girtiyê edlî ku dihat îdiakirin ‘întîhar kiriye’ jiyana xwe ji dest da
15:56 Ji rojnamegera hollandî Geerdînk peyama piştevaniyê
15:55 62 saziyên çapemeniyê û 837 rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:27 Li Pîranê operasyona leşkerî: Gund di bin dorpêçê de ne
15:24 Rojnamegerên kurd ketin rojeva Lijneya Giştî ya EFJ’ê
15:04 Beştaş: Ji ber ku rojnamevanan heqîqetê nivîsandiye di binçavan de ne
14:41 Saziyên sivîl ên civakî bertek nîşanî binçavkirina rojnamevanan dan
13:20 Li pêşiya avahiya di bin dorpêça polîsan de daxuyanî hate dayîn: Rojnamevanan berdin
13:11 Rojnameger 6 roj in di binçavan de ne
13:09 Di lêpirsîna rojnamevanan de hejmara binçavkiriyan derket 22’yan
12:39 Doza ‘Bi kar anîna çekên nukleerî’ hate taloqkirin
12:33 Dadgerê ku bertîlê xwar, parlamenteriya Aydogan jî betal kiriye
12:13 Bi nîgar, wêne û peykeran Mûşê vegotin
12:06 Emîne Şenyaşar: Me sibe bi tenê nehêlin
11:57 Li Bab a di bin kontrola Tirkiyeyê de tecawizê zarokeke 5 salî hate kirin
11:56 Li Çiyayê Cûdî operasyona duyemîn hate destpêkirin
11:39 Bijîşk nikarin li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê emeliyatan bikin
11:32 Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû
11:08 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Pênûsa heqîqetê li erdê namîne’ derket
11:07 Komkujiya malbata Şenyaşar: Nîşaneya nexebitîna pergala hiqûqê ye
11:05 Îfadeyên çalakvanên Meşa Gemlikê yên binçavkirî bê parêzer hatin girtin
10:54 Navenda wê Swîsre kampanyayek hate destpêkirin: Rojnamevanan berdin
10:53 Krîza siyasî kûr dibe: Iraq ber bi parçebûnê ve diçe
10:49 Ji Odeya Tabîban a Mêrdînê hişyariya radyasyonê
09:26 Rojnamevanên li Bûrsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:10 Salek di ser qetilkirina Denîz Poyraz re derbas bû: Navê wê li her deverê ye
09:08 Kelemçeya elektronîk xistin lingê jina ducanî!
09:06 Li Mêrdînê karê înşaetan hat sekinandin
09:04 ‘Divê em xwedî li rojnamevanên kurd derkevin’
09:03 Çîçek Cengîn: NY erk û berpirsyariya xwe bi cih nayne
09:00 ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
12/06/2022
20:00 Demîrtaş: Kedkarên çapemeniya azad rûmeta me ne, wan berdin
19:07 Rojnamevanên ku Meşa Gemlikê dişopandin hatin binçavkirin
18:20 Platforma Ked û Demokrasiyê û TÎP’ê serdana DFG'ê kir
18:01 Komeleya Çand û Hunera Zimanê Kurdî li Enqereyê hat vekirin
16:48 12 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:32 Di Meşa Gemlikê de biryardariya Îmraliyê
16:22 Qeyûmê Sûrê navê Taxa Kitilbil guherand û kir "Fetîh"
16:14 AKP'iyan hîle li Alîkarê Serokê CHP'ê Nisêbînê kir
15:23 Li Wanê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:17 Li kolanên Kadikoyê ji Ocalan re azadî hat xwestin
14:48 Lijneya 27'emîn a Malêngel: Çareserî têkoşîna hevpar e
14:08 185 rojnamegeran bînçavkirina rojnamegeran a lî Amedê şermezar kir
13:46 Şîrketên produksiyonê 5 roj in di bin dorpêça polîsan de ne
13:30 Ji bo rojnamegerên di bin çavan de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin