Encamnameya civîna sê alî ya Hesekê eşkere bû

  • rojane
  • 11:32 13 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - MSD, HSD û Rêveberiya Xweser ku têkildarê rewşa dawî ya li herêmê duh civînek li dar xistibûn, encama civîna xwe bi daxuyaniyekê ji raya giştî re parve kir.
 
Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê encamnameya civîna sêalî ya hevbeş ku duh li Hesekê hatibû lidarxistin, eşkere kir.
 
Li gorî daxuyaniyê, rêveberiya HSD’ê destnîşan kir ku heke êrişeke muhtemel a Tirkiyeyê li dijî herêmê pêk were, ew amade ye û tevahiya tedbîrên meydanî girtine û hêza xwe ya berxwedanê heta demeke dirêj xurt kiriye.
 
Her sê aliyan di encamanmeyê de diyarkirin ku ji encamên êrişê û sînordarkirina hewldanên HSD’ê ya berdewamkirina têkoşînê li djî terora DAIŞ’ê hişyarî da û ev yek wê rê li pêşiya DAIŞ’ê veke ku careke din çalak be û ewlehiya neteweyî bixe xeteriyê.
 
Her wiha her sê aliyan bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku hevgirtî bin, li hember projeyên li dijî ewlehiya wan û pêşeroja wan li ber xwe bidin. Her sê aliyan destnîşan kir ku rêya yekane ya binxistina dagirkeriyê û projeyên wê, yekitî ye.
 
MSD, QSD û Rêveberiya Xweser destnîşan kirin ku gefên Tirkiyeyê xeteriyeke mezin e û bang li hemû hêzên nîştimanî yên demokratîk li Sûriyê kir ku van gefan red bikin. Her wiha bang li Komkara Erebî û Meclisa Hevkariya Kendavê kirin ku li hember terorê destekê bidin Sûriyeyê da ku Tirkiye axa wê parçe û dagir neke. 
 
Encamname wiha ye: “Di 11’ê Hezîrana 2022’yan de, bi beşdarbûna Fermandariya Giştî ya QSD, rêveberiya MSD û hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser, bi armanca nirxandina rewşa heyî û geşedanên dawîn li herêmê, gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û helwestên hêzên navneteweyî û rêbazên têkbirina van gefan, civîneke awarte ya hevbeş li dar xist.
 
Di civînê de Fermandariya QSD’ê şert û mercên navneteweyî, zêdekirina asta êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Til Temir, Zirgan, Minbic, Kobanê û Şehba bi hurgilî şîrove kirin. Her wiha fermandariyê, şert û mercên navneteweyî yên dawîn, bandora wê, hewldanên hikumeta Tirkiyê ku dixwaze ji nakokiyan sûdê bigire, şîrove kirin. Fermandariyê teqez kir ku ew amade ye û hemû tedbîrên meydanî girtine da ku heta demeke dirêj li ber xwe bide.
 
Beşdaran destnîşan kir ku her êrişeke ji aliyê dewleta Tirk ve bi hemû awayî tê şermezarkirin û diyar kir ku dewleta Tirk armanc dike beşên din ên erdnîgariya Sûriyê dagir bike. Wê ev yek bi xwe re karesateke mirovî ya din bîne. Beşdaran hişyarî da ku ev êriş, wê hewldanên QSD’ê ya ji bo berdewamkirina têkoşîna li dijî terorê sînordar bike. Mijulbûna QSD’ê bi vê êrişê re li bakur derfetê dide ku DAÎŞ careke din şaneyên xwe çalak bike û ewlehiya navneteweyî careke din bixe xeteriyê. Wê destwerdana dewleta Tirk herêmê ji nû ve bike qubleya hêzên tundraw. Her wiha wê encamên vê destwerdanê li ser rewşa mirovî wêranker be û wê karesateke rastîn pêk bîne û wê pêleke mezin a koçberiyê çêbibe. Ev yek wê rewa mirovî ya herêmê aloztir bike. Wê hewldan û însiyatîfên pêkanîna çareseriyeke siyasî li Sûriyê li gorî biryarên navneteweyî yên têkildarî têk bibe.
 
Beşdaran teqezî bi girîngiya hewldanên dîplomatîk û cidîbûna helwestên navneteweyî kir ku dikarin rê nedin vê destwerdanê û nebin sedema windabûna firsenda aştiyê û xurttirkirina ewlehiyê li herêmên ji DAÎŞ’ê rizgar bûne. Dewleta Tirk hewl dide binkeftina xwe ya dîplomatîk, di nava gelê Tirkiyê de û aloziya aborî li ser hesabê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbas bike. Beşdaran bang kir ku divê hêzên navneteweyî daxwazên dewleta Tirk qebûl nekin ku hewl dide wan îqna bike ku hemleya li dijî herêmê wê sînordar û demkurt be. Lê hemû hemleyên wê yên berê jî qaşo sînodar bûn, di encamê de bi milyonan şênî ji warên xwe koçber bûn.
 
Beşdaran îşaret bi girîngiya rola pêkhateyên herêmê, êlan, hêz û partiyan kir û diyar kir ku pêkhateyên herêmê di hemû şert û mercên dijwar de bi lehengî li ber xwe dan, axa xwe bernedan, jiyana bi rûmet li welatê xwe dan pêşiya her tişî, her wiha qebûl nekirin ku di destê dagirkeriyê de bibin amûr. Beşdaran bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember projeyên li dijî ewlehî û pêşeroja wan, hevgirtî bin. Ji ber rêya yekane ya têkbirina wan planan, vîna gelan e ku bûn yek.
 
Beşdaran gefên dewleta Tirk bi xeteriyeke mezin bi nav kir, ji ber wê divê hemû hêzên sûrî û sûrî di nav de Artêşa Sûriyê bi hev re bi yekrêzî li hember van êrişan bisekinin. Nexasim ku di cewherê xwe de yekitiya Sûriyê û têkbirina nirxên jiyana hevbeş di navbera gelan de dike hedef.
 
Di dawiyê de beşdaran, bang li hêzên nîştimanî yên demokratîk li Sûriyê kir ku helwest nîşan bidin û dagirkeriya Tirk red bikin. Her wiha bang li Komkara Erebî û Meclisa Hevkariyê ya Kendavê kir ku piştgiriyê bidin sûriyan di şerê wan a li dijî terorê de û dagirkeriya Tirk a li ser welatê xwe red bikin. Ji ber ku armanca vê projeyê, dagirkirina beşên din ên axa Sûriyê, parçekirina gelê wê û veguherandina bakurê wê dikek girêdayî Tirkiyê ku bi rêya wê gef li ewlehiya herêmê bi giştî bixwe. Beşdaran bang li saziyên navneteweyî û hiqûqî kir ku siyastên dewleta Tirk a dagirker û binpêkirina peymanên navneteweyî bişopînin. Di nav de koçberiya bi zorê, bicihkirin û dagirkirina wêranker heye. Her wiha diyar kirin ku divê ev hêz, helwestên cidî û û pratîk nîşan bidin. Beşdaran li ser pêwîstiya lîstina roleke girîng ji aliyê hêz û saziyên civakî û sivîl ve teqez kir da ku hevgirtina di navbera hemû aliyan de li hember van sûcan xurtir be.”

Sernavên din

29/10/2022
10:31 ‘Bi şahiya li ser cenazeyên aştiya civakî nepêkan e'
09:50 Tumuklu: Bikaranîna kîmyasalê ne îdia ye, rastî ye
09:39 Îdianameya der barê qezaya Dêrikê de hat amadekirin
09:02 ‘Armanca mihrîcanên qeyûm vemalaştina bîra civakî ye'
09:02 ‘Kesên çekên kîmyewî bi kar tînin li ser sûc hatine girtin'
09:01 'Mamoste Qedrî rênîşanderekî mezin bû'
09:01 Li Girtîgeha Xarpêtê cara duyemîn înfaza 3 girtiyan hatiye dirêjkirin
09:00 ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2022'YAN
07:40 9 rojnamevan hatin girtin
28/10/2022
23:59 'Jiyan Ji Te Pir Hez Dikim' hat lîstin
22:20 Migirdîç Margosyan hat bibîranîn
20:40 Rojnamevan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
20:35 Îfadeya rojnamevanan a li dozgeriyê temam bû
19:51 Li Cizîrê pîrozbahiya bi wesayîtên zirxî
17:59 Di doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllariyê de kesên girtî hemû hatin berdan
17:28 HDP'ê li Silopiyayê bi jinan re civiya
16:54 ‘Hûn ê nikarin sûcên we li dijî gelê kurd kirine veşêrin’
16:47 Dozgerên ku haya wan ji dosyayê nîne îfadeyên rojnamegeran digirin
16:33 Sê endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê hatin berdan
16:23 Şandeya TTB’ê serdana Sefaretxaneya YE’yê kir
16:15 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
16:14 TUAYDER’a Çûkûrovayê: Em ê bibin dengê girtiyan
16:08 Li sê girtiyan 834 lîre cezayê fatûreya 'Tîpa pîşesaziyê' hat birîn!
15:51 Bûldan û Çîçek serdana Aysel Tûglûk kirin
15:43 Rêxistina HDP’a Cizîrê bang li xelkê Cizîrê kir: Beşdarî mihrîcanê nebin
15:32 Qetlîama Roboskî di meha 130’yemîn de ye: Faîl tên parastin
15:31 TTB: Li dijî darbeya li demokrasiyê hatiye dayîn em ê têbikoşin
15:19 Dayikên girtiyan bi destên hev girtin û meşiyan
14:35 Wezareta Karên Hundir operasyona ku 3 roj in didome weke nû hatiye destpêkirin da
14:34 Doza Kobanê: Îdianame li ser daxwaza Tifaqa Cumhur hat amadekirin
14:18 PEN International: Bila rojnamevan demildest bên berdan
13:53 Ji bo tevlibûna 'Meşa Mirovahiyê ya Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî’ bang kirin
13:45 Alinterî: Em li cem Çapemeniya Azad in
12:52 Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mezin dibe
12:51 Li Wanê mirina jinekê ya biguman
12:44 Çalakiya greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Boluyê berdewam e
12:26 Dozger nûçeyên ku rojnamevanan çêkiriye ji wan pirs kir
12:24 Destên rojnamevanan ji pişt ve kelemçekirî birin edliyeyê
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê tarîtiya heyî bi edaletê ronî bikin
11:58 Rojnamegerên girtî: Desthilat dixwaze rojeva kîmyasalê piştguh bike
11:34 Li Mêrsînê 9 kes hatin binçavkirin
11:26 Rojnamevanên di bin çavan de birin Edliyeya Enqereyê
11:12 'Çima dewletên peyman îmzekirine bêdeng dimînin'
11:12 Serdozgeriyê ji bo Fîncanci ji peywirê bê girtin dozname amade kir
11:11 Çawişê pispor hevjîna xwe bi giranî birîndar kir
10:57 'Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e, mamoste Şebnem rûmeta me ye’
10:36 Careke din hevdîtina bi Abdullah Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin
10:35 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna ‘mîhrîcanê’ ji hemû dibistanan re ferman şand
10:11 Qeyûma Cizîrê ji bo tevlibûna 29’ê Cotmehê ‘ferman’ da hemû xebatkarên cemaweriyê
09:37 Rojnameger Kemal: Artêşa tirk asê bûye
09:30 Di lêpirsîna karesata li Amasrayê de 24 kes hatin binçavkirin
09:02 Tozbey: Dewlet bi awayekî sîstematîk piştgiriyê dide qetilkirina jinan
09:01 Rapora otopsiyê ya Babatê: Bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
09:00 Bertaka Dayikên Aştiyê ya ji bo çekên qedexekirî: Bêdeng nemînin
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2022'YAN
27/10/2022
23:28 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê didome
20:03 Aysel Tûglûk ji girtîgehê derket
18:51 Li Amedê girtina Fîncanciyê hat şermezarkirin
18:37 Rojnamevanan îfadeya li midûriyeta polîsan red kir
18:28 Fîncanci: Ez pispora tiba edlî me
17:34 Danişîna doza malbata Dedeogûllariyê hat taloqkirin
17:01 HDP’ê xwest ku gotina Erdogan a ’10-15 zarokên wan hene’ bê lêkolînkirin
16:36 Hevserokê HDP’î Huseyîn Uzun hate girtin
16:24 Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî li Edeneyê nivîs li dîwaran hatin nivîsandin
16:14 Şebnem Korur Fîncanci hate girtin
16:08 Nobeta Edaletê: Heta ku tecrîd bi dawî dibe em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin
15:59 Odeya Bijîşkan a Stenbolê: Mamoste Şebnem rûmeta me ye
15:40 Çalakvanan li Mahabadê avahiya walîtiyê şewitandin
15:32 Temel: Êrişên li dijî çapemeniya azad, parçeyeke şerê qirêjî ye
15:10 HDP bi siyasetmedarên Rojhilta Navîn re civîya
15:08 Saziyên elewiyan çûn serdana HDP’ê
14:51 Di nava 3 mehan de li girtîgehên Anatoliyaya Navîn 23 girtî hatin qetilkirin
14:46 Polîsan malbatên girtiyan asteng kirin
14:24 ÎHD û OHD: Em ê li dijî binpêkirinan têkoşîna xwe mezintir bikin
14:08 Binçavkirina rojnamevanan li Şirnexê hat protestokirin
13:39 Wêneyên rojnamegeran hat daliqandin: Çapemeniya Azad bêdeng nabe
13:31 OHD'ê ji ber îşkence û astengkirina parêzeran giliya polîsan kir
13:23 Siyasetmadara di Doza Kobanê de tê darizandin piştgirî da Fîncanci
13:13 Di doza ku bi sala ye didome de dîsa mutalaa tê amadekirin
13:11 Doza ‘akademiyê’ ya derbarê 21 kesan de hat taloqkirin
13:04 Parêzera Tûglûk: Em li bendê ne ku di nava yek du saetan de were berdan
13:03 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
13:00 Li Êlihê sê endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê hatin binçavkirin
12:49 Rapora ATK’ê ya Tugluk gihişt ber destê rêveberiya girtîgehê
12:48 Fîncanci bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hat kirin
12:47 Rojnameger 15 saetan kelemçekirî man û hatin îşkencekirin
12:47 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me edaleta ku ji her kesê re hewce ye
12:46 Malbatên girtiyan: Diz û xerab tên berdan lê girtiyên me nayên berdan
12:29 Dozên 4 rojnamegeran hatin taloqkirin
12:11 Binçavkirina rojnamevanan di çapemeniya Swêdê de ye
12:09 Tevî biryara DMME’yê jî doza Beştaş domiya
11:56 Li dijî ‘qedexeya çalakiyan’ a li Rihayê doza betalkirinê hat vekirin
11:55 Girtiyan bertek nîşanî kîmyasalê dan: Em ê bêdeng nemînin
11:45 12 wezîrên karên derve yên jin ên 12 welatan bo jinên îranî daxuyanî dan: Em bi we re ne
11:40 Rojnamevan Deger: Em ê li her qadê dengê rastiyê ragihînin
11:35 Rojnamevan: Divê saziyên navnetewî xwedî li rojnamevanan derkevin
11:30 Kesên ji bo piştevaniya bi Fîncanci re hatin ber deriyê edliyeyê hatin derbkirin
10:55 Rojnamevan Nazlim: Em ê her rûmeta rastiyê biparêzin
10:51 KJAR: Şoreşa jinan çirûskek agirê azadiyê
10:32 57 binçavkiriyên li Stenbolê hatin berdan