Dayika Zindan Yenî: Awayê mirina wî hatiye veşartin

  • rojane
  • 09:09 15 Hezîran 2022
  • |
AMED - Menîce Yenî, dayika Zindan Yenî ku cenazeyê wî di qutiyekê de radestî wê û bavê wî hatibû kirin, anî ziman ku cenaze ji bo otopsiyê birine ATK'a Stenbolê, lê awayê mirinê hatiye veşartin û zabitnameya muayeneyê nedane wan. 
 
Par di meha îlonê de li gundê Pirejman ê navçeya Pîran a Amedê Zindan Yenî di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Lê cenaze piştî 8 meh û 9 rojan, di 23'yê gulanê de di qutiyekê de radestî bav Hasan Yenî hatibû kirin. 
 
Dayik Menîce Yenî diyar kir ku zabitnameya muayeneyê ya cenaze nedane wan. 
 
 
Dayik Yenî bal kişand ser zor û zehmetiyên ku kişandine û got: "Nexwe we kurê min bi çekên kîmyewî kuştiye û ji bo ev şop winda bibin piştî çend mehan we cenaze da me. Belkî kurê min sax bû jî. We cenazeyê kurê min parçe kir." 
 
GELEK CARAN SERLÊDAN KIRINE
 
Dayik Menîce Yenî anî ziman ku par di 9'ê Mijdarê de eskeran telefonî wan kiriye ku Zindan Yenî miriye û piştî vê ji bo cenaze wergirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Pîranê dane û got, dozgeriyê jî berê wan daye Serdozgeriya Komarê ya Amedê. Dayik Yenî bilêv kir ku ji bo teşxîskirina cenaze xwîn nedane û got: "Dozger ji me re got, 'sedema mirina wî nediyar e' û ji ber vê wê cenaze bişînin Saziya Tiba Edlî (ATK) û piştî diyar bibe cenaze yê kê ye dê wê çaxê bide. Yanî piştî çend mehan cenaze dan. Beriya bê dayîn me gelek caran serlêdan kirin, lê tu tişt bi dest me neket." 
 
Yenî bilêv kir ku herî dawî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê dane û got: "Lê dozgeriyê daxwaza ÎHD'ê jî qebûl nekir." 
 
‘KURÊ MIN BI KÎMYASALÊ HATIYE KUŞTIN'
 
Yenî diyar kir ku paşê ji wan re hatiye gotin ji otopsiyê cenazeyê kurê wê şandine ATK a Stenbolê û ji ber vê hevjînê wê Hasan Yenî çûye Stenbolê û got: "Gotibûn cenaze li Stenbolê ye, lê dê tu agahiyê nedin. PIştî vê ez jî çûm Serdozgeriya Komarê ya Pîranê. Ji min re gotin hê encam ne diyar e. Min jî bertek nîşanî dozger da û got, 'Kurê min bi keviran an jî daran nehatiye kuştin. Bi kîmyasalê hatiye kuştin.' Piştî vê jî dozger got, êdî hewce nake hûn werin cem min, gava tiştek diyar bibe ez ê li we bigerim. Lê roj di ser re derbas bûn tu tişt nehat gotin. Vê carê jî min telefonî dozgeriyê kir û cardin tiştek ji min re negotin. Lê min bi israr telefon kir. Tew ji min re gotin, 'Tu çima ev qasî me nerihet dikî. Ger tu wisa bikî em ê giliyê te bikin.' Min jî got heya cenazeyê kurê xwe wernegirim ez ê we nerihet bikim û min got, 'Neynûkek wî jî mabe ez ê xwedî lê derkevim.'" 
 
DI HUNDURÊ QUTIYÊ DE ŞANDINE
 
Yenî diyar kir ku piştî mirina kurê wê bi 7 mehan dozgeriya Amedê telefonî wan kiriye û ji bo wergirtina cenaze berê wan daye ATK a Amedê û wiha axivî: "Tenê hiştin em çar kes biçin. 20 wesayîtên polîsên sivîl, 2 wesayîtên zirxî û 3 wesayîtên binçavkirin em dişopandin. Bi ser de jî qereqola gundê me Başnikê jî tim telefonî hevjînê min dikirin û digot, 'cenaze neynin gund.' Hê me cenaze wernegirtibû ev qasî bi ser me de dihatin. Gava em çûn ATK'ê, cenazeyê kurê min di hundirê qutiyekê de dan bavê wî. Wê kêliyê ji ber ku min dirûşmeya 'şehîd namirin' berz kir, polîsan dora min dorpêç kirin û devê min girtin. Polîsan bi wesayîtên zirxî heya qereqola Başnikê em şopandin. Paşê qereqola eskeran li têketina gundê Dersinê pêşiya me girt." 
 
Yenî bilêv kir ku gava cenaze anîne gund eskeran gundiyan dorpêç kiriye û nehiştiye kes biçe doristanê û wiha berdewam kir: "Gava me cenaze anî goristana gund, eskeran carekê bera hewayê dan û gotin, 'bi şaşî wisa bû.' Ji bo gel neyê goristanê gundî dorpêç kirin. Nehiştin em şîna xwe li şînxaneya gund deynin." 
 
‘SEDEMA MIRINÊ NEHATIYE DIYARKIRIN'
 
Yenî bilêv kir ku awayê mirina kurê wê nehatiye diyarkirin û wiha got: "Madem wisa ye, çima hûn sedema mirina wî diyar nakin? Nexwe we kurê min bi çekên kîmyewî kuştiye û ji bo ev şop winda bibin piştî çend mehan we cenaze da me. Belkî kurê min sax bû jî. We cenazeyê kurê min parçe kir. Fikarên min hene." 
 
Yenî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku armanca nedayîna cenaze şikandina vînê bûye û got: "Tim telefonî me dikirin ku em biçin ber HDP'ê. Lê me soz dabû zarokên xwe, em ê heya dawiyê li cem wan bin û şopdarê têkoşîna wan bin." 

Sernavên din

31/10/2022
19:50 Mahîr Unalê AKP'î ji peywira xwe istifa kir
19:10 Rojekê av nedane rojnamevanên girtî
17:40 Li Sêrtê Botan-DER hat vekirin
16:25 Zilma Girtîgeha Şakranê: Biryara şewitandina înfazê roja ku dê Taş bihata berdan jê re hat gotin
16:17 Li Wan û Stenbolê ji bo piştevaniyê serdana MA û JINNEWS’ê kirin
15:54 TMMOB a Amedê: Ev bajar bêxwedî nîne
15:49 Fîşeka ku avêtin parlamenterê HDP’ê hate gilîkirin
15:30 Xwendekarên hiqûqê yên DU’yê guherandina cihê fakûlteyê protesto kirin
15:24 Cenazeyê Ehettîn Kaynar hate veşartin
15:18 Bang li medyaya muxalîf hate kirin: Dest ji berdevkiya desthilatê berdin
15:14 Doza Kobanê: Desthilatdarî dixwaze sûcên xwe veşêre
14:45 Dorpêça li ser gundên Geverê didome: Şivan ji zozanan hatin derxistin
14:08 OHD: Rojnamevan bila bên berdan
14:04 Zanîngehên Îranê bûn navendên berxwedanê
13:57 YE plan dike ku IRGC’ê bixe ‘lîsteya terorê’
13:33 Rojnamevanên jin ên hatin girtin: Em peyrewê Gurbetelliyan e, em ê bêdeng nebin
13:17 Malbata Şenyaşar dê biçe pêşiya AKP, Meclis û Wezareta Dadê
13:08 11 roj cezayê hucreyê li nameya kurdî hat birîn
13:04 Ev bû 5 meh ku ATK’ê rapora ‘qisûrê’ ya polîsê faîl amade nekiriye
13:00 Nivîskar Hogir Berbir hat binçavkirin
12:44 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ bang kirin: Em nabin şirîkê vî sûcî
12:05 Bîrdal ê HDP’yî li Girtîgeha Makûyê dest bi rojiya mirinê kir
11:16 Ji Fîncanci peyam: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
11:15 Parêzera rojnamevanan: Xebatên rojnamevaniyê kirin hedef
11:06 Noam Chomsky: Divê Abdullah Ocalan were berdan
10:20 Girtiyê nexweş ê beriya du mehan hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
10:14 Rojnameger Aggoz: Bi rastiya ku me derxistî holê hatin sûcdarkirin
10:13 Ayşe Efendî: Em bi berxwedana xwe û gelê xwe bawer in
09:14 Hevpîşeyên Fîncanci: Em ê wezîfeya wê bidomînin
09:01 Îdareya Girtîgeha Bolûyê binpêkirinan wek ‘mevzûatê’ dibîne!
09:01 Di Roja Cîhanê ya Kobanê de gel wê li qadan bin
09:01 Saziyên navnetewî di mijara tecrîd û kîmyasalê de xwedî heman bêdengiyê ne!
09:00 ‘Îktidar beriya hilbijartinê dixwaze serê rojnamevanan bitewîne’
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2022'YAN
30/10/2022
23:55 8'emîn Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi dawî bû: Em li dijî tecrîdê û zilmê li ser dikê bûn
23:50 Bi sedan wesayît girseyê anîn ‘festîvala’ qeyûm!
23:25 Li Wanê li dijî êrişên kîmyewî çalakî
23:15 Rojnamevanên kurd ên hatin girtin li hucreyên yek kesî tên ragirtin
21:23 4’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî bi axaftina mêvanê rûmetê bi dawî bû
20:55 Ciwanên Cizîrê bertek nîşanî 'festîvala' qeyûm dan
18:24 ‘Pirsgirêka astengdaran pirsgirêka mafê mirovan e’
17:04 Arjen Arî li ser gora xwe hat bibîranîn
16:51 Amedsporê tîma Esenler Eroksporê têk bir û di lîgê de derket rêza yekemîn
16:37 Rojnameyên Îranê bertek nîşanî rejîmê dan: Rojnamegeriyê derqanûnî ragihînin!
16:20 Ji ber organîzasyona qeyûm Cizîr hatiye dorpêçkirin!
16:05 Nivîskar Rojbîn Perîşan piştî 30 salan hat berdan
15:55 Rejîm nahêle girtiyên birîndar ên li Girtîgeha Evînê bên dermankirin
15:09 Ji bo Hatîce Ay mewlûd hat dayîn
15:08 2 DAIŞ’î li Dêrazorê hatin kuştin
14:33 Ji Meclisa Jinan a HDP’ê komxebata bûdçeyê: Divê di mijara firsendê de wekheviya jin û mêr hebe
14:13 Êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê didomin
14:12 Zilamê ku Nûrhan Îlhan qetil kirî hate girtin
13:38 Girtina rojnamegeran sibe dê li Şîşhaneyê bê protestokirin
13:21 Çalakiya bi daxwaza edaletê 601 roj li pey xwe hişt
13:16 Komeleya Rojnamegeran a Tehranê: Ya ku derqanûnî ne rojnamegerî lê krîmînalîzekirina wê ye
12:47 Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ didome
12:37 Berdevkê IFoX’ê: Dema gotinê derbas bû, êdî dema çalakbûnê ye
12:01 Dr. Mansouran: Her tiştên ji bombebaranên Tirkiyeyê bandor bûyîn divê bên lêkolînkirin
12:00 Ji Koma Bajar ji bo Jîna Emînî strana ‘Rabe’
11:59 Hesaba hegemonyayê ya AKP’ê: Tesfiyekirina kurdan
10:19 Hejmara miriyan a li Koreya Başûr derket 151’an
10:19 Li Somaliyê teqîn: Herî kêm 100 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:02 Klute: Tirkiye ji şerê Ûkraynayê sûd digire û sûcên şer dike
09:05 Li Wanê ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ banga tevlibûnê hat kirin
09:05 ‘Kevneşopiya çapemeniya azad duh serî netewand îro jî natewîne’
09:04 Ocalan ê HDP’î: Heta ku tecrîd were şikandin em ê têkoşîna xwe bidomînin
09:02 Prz. Ozdemîr: Xebatên rojnamevanên kurd weke sûc tên nîşandan
09:00 ROJEVA 30'Ê COTMEHA 2022'YAN
29/10/2022
23:38 "Lîstik" derket pêşberî şanohezan
22:23 Piştevaniya ODTU’yê ya ji bo rojnamevanan: Çapemeniya Azad li ber xwe dide
22:13 Bûldan û Aydenîz, serdana Yildirim kirin
22:06 Qeyûmê Cizîrê ji bo konserê wê 108 dolmîşan bişîne gundan
20:48 Li Ewropayê li dijî çekên kîmyewî çalakî: Bila NY nebe hevkarê vî sûcê mirovahiyê
19:14 Li Xanesorê êrişî malekê hate kirin
19:09 OHD’ê ji bo piştevaniyê serdana Çapemeniya Azad kir
18:53 Girtina rojnamevanan li Enqereyê hate şermezarkirin
17:48 Dayikên Aştiyê ji bo meşa li dijî çekên kîmyewî were lidarxistin bang kirin
16:50 Nehiştine girtiyê nexweş hevdîtinê bi malbata xwe re bike
16:32 Li Wanê û Stenbolê girtina Fîncanci hat şermezarkirin
16:11 Mehmet Gunhan: Mafê wergirtina nûçeyan a gel hat girtin
15:56 Qeyûm hatin şermezarkirin: Dê xeyalên wan di qirika wan de neçin xwarê
15:25 Girtiyê nexweş Ekîncî yê 73 salî nayê dermankirin
15:17 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê serdana MA û JINNEWS’ê kir
15:10 Rojnamevan Kûray û du dayik hatin berdan
15:09 MKGP: Em ê li ber xwe bidin
15:03 Di çalakiya ‘Rûniştian F’yê de daxwaza berdana Ozel hat kirin
14:49 Ne îfadeyên rojnamevanan, şîroveya dozger esas hat girtin
14:40 Li dijî girtina rojnamevanan nerazîbûn: Em dikarin bi piştgiriyê ji van rojên nexweş derkevin
14:11 'Bersûcên Doza Jîtemê ya Kerboranê ceza bikin'
13:01 Ji Îzmîrê banga ji bo beşdariya meşa 6’ê mijdarê
13:00 Mamoste Qedrî li ser gora xwe hat bibîranîn
12:47 Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 600'î de li Mêrsînê didome
12:32 Siyasetmedar çûn serdaniya Tûglûkê
12:04 Xizmên Windayan qurbaniyên Qetlîama Licê bibîr anîn
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serîhildana gel didome
11:36 MXDŞ’yê bang li Iraqê kir: Xweseriya Şengalê esas bigire
11:15 Li Cizîrê 9 kes hatin binçavkirin
11:09 Çawîşê pispor ku hevjîna xwe birîndar kir hat girtin
11:06 'Tirkiye ji bo bicihkirina Heyet Tehrîr El Şamê zemînê amade dike'
10:36 Li Bêrecûkê êrişa çekdarî: Du kes hatin kuştin