Çîçek: Wêneyê Meşa Gemlîkê dewletê tirsand

  • rojane
  • 09:03 17 Hezîran 2022
  • |

STENBOL  - Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek diyar kir ku Ocalan aktorê aştiyê ye û Meşa Gemlîkê jî “tevgereke aştiyê” bû û got, wêneyê Meşa Gemlîkê dewletê tirsandiye.

Di 12’ê Hezîranê de 6 partiyên siyasî û sazî bi dirûşmeya “Li dijî siyaseta tecrîdê em ji bo parastina azadiyê ber bi Gemlîkê ve dimeşin” ji bo azadiya fîzîkî û şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan “Meşa Gemlîkê” li dar xistibûn. Tevî hemû astengiyan jî di serî de Amed û Stenbolê ji gelek deveran ve meş hatibû lidarxistin. 
Ji saziyên ku meş li dar xistibûn yek jê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bû. Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek encamên Meşa Gemlîkê û peyamên di meşê de xwe dan der nirxandin. 
 
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek anî ziman ku Meşa Gemlîkê ya ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat lidarxistin tevî hemû astengiyan jî ji aliyê gel ve bi wêrekî xwedî lê hatiye derketin û vê meşa girseyî serîhildaneke mezin di xwe de hewandiye. 
 
DIJATIYA LI HEMBERÎ KURDAN DÊ ZIRARÊ BIDE HER KESÎ
 
Çîçek diyar kir ku polîtîkaya tecrîda girankirî ya li ser Ocalan ji nêz ve girêdayî polîtîkayên înkarkirina gelê kurd e. Çîçek destnîşan kir ku ji polîtîkaya desthilatê ya li hemberî kurdan û siyaseta wê ya tecrîdê muxalefet jî di nav de zirarê dide her kesî û got, sedema desteserkirina hemû destkeftiyên muxalefetê jî ji ber vê ye. 
 
‘GEMLÎK TEVGERA AŞTIYÊ BÛ’
 
Çîçek anî ziman ku gava Meşa Gemlîkê birêxistin kirine li gor vê rastiyê hereket kirine. Çîçek got: “Li dijî siyaseta şer divê siyaseta aştiyê bê pêşvexistin. Ocalan, tekane aktöre siyaseta aştiyê ye. Serê xwe li ser çareseriyên polîtîk ên reel, aştiya civakî û demokratîkbûyînê êşandiye û ji bo vê jî Îmraliyê veguherandiye girava berxwedanê û vê yekê jî pêşniyazî gelên Tirkiyeyê kiriye. Em bi rastiyeke wiha re rû bi rû ne. Ji bo me şikandina tecrîdê, rêvekirina li ber têkoşîna statu û azadiya kurdan di heman demê de bi kurdan re bêhnderketina têkoşîna azadî û demokrasiyê ya Tirkiyeyê jî. Armanca vî şerî bi tevahî teslîmgirtina vê erdnîgariyê ye. Ji bo domandina desthilata xwe û bekaya xwe, di destê rejîma AKP û MHP’ê de tenê şerê li hemberî kurdan maye. Lewma em dixwazin hem pêşî li ber şer hem jî li ber tecrîdê bigirin. Lewma Meşa Gemlîkê li dijî kesên ehlê şer tevgeraka aştiyê ye.” 
 
PEYAMA MEŞÊ
 
Çîçek destnîşan kir ku dewlet di salên dawî de ji bo tasfiyekirina destkeftiyên gelê kurd serî li hewldanên şer û “dagirkirinê” daye û lewma polîtîkaya tecrîdê ya li hemberî Ocalan xistiye dewrê. Çîçek bi lêv kir ku li dijî vê polîtîkaya dewletê bi Meşa Gemlîkê ya ji bo Ocalan peyamên giran dane aqilê dewletê, muxalefeta fermî û siyaseta pergalê. Çîçek peyama gelê kurd wiha ragihand: “Hûn ser heqîqetê çi qasî dinixumînin binixumînin, hûn çi qasî înkar dikin bikin, heqîqetek me heye ; Ocalan rêberê gelê krud e. Di heman demê de nêzîkatiya ber bi birêz Ocalan nêzîkatiya ber bi gelê kurd e jî. Hûn bi tecrîdkirian birêz Ocalan dixwazin çareserkirina meseleya kurdî ji holê rakin. Tecrîd şer e, tecrîd dagirkerî ye. Em ê rê li ber van polîtîkayan venekin.” 
 
TIRSA KÛR A DEWLETÊ: ÎMRALÎ
 
Çîçek bilêv kir ku tevgerên şorşeger ên sosyalîst ên di bin banê HDK’ê de tecrîdê û meseleya kurdî wekî “kevirekî bingehîn” ê demokratîkbûyîna Tirkiyeyê dihesibînin û got, ji ber vê ye di serî de kurd tevahiya tevgerên şoreşger bi salan e bedêlan didin. Çîçek anî ziman ku meşa îsal ji meşên her salî bêtir girseyî bû û serîhildaneke mezin di xwe de hewandiye û got, wêneyê mezin ê di çalakiyan de xwe daye der dewletê pir tirsandiye. 
 
Çîçek wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di hemû êrişan de bi aqilê dewletê yê tasfiyekirina vî wêneyê piralî re rû bi rû man. Tişta ku faşîzma AKP û MHP herî zêde jê ditirse ev bû. Ji lew re em dizanin ku meseleya kurdî tenê ne bi muxatabiya kurdan, gava tevahiya gelên Tirkiyeyê bi awayekî yekgirtî ehlê çareserkirian meseleya kurdî be dê ev polîtîkayên cihêkar ên dewletê bên tasfiyekirin. Tişta jê ditirsin jî ev e. Jixwe xwendina sereke ya HDK’ê ya meseleya kurdî jî ev e. Di meseleya kurdî de em çi qasî muxalefeta civakî mezin bikin, ne dewlet me, em ê aqilê dewletê tecrîd bikin. Dê kurd, elewî û derdorên din ên tên vederkirin dê neyên tecrîdkirin. Berevajî wê, her ku aqilê çareseriyê ber bi civakîbûnê ve biçe û rehên xwe bera nava civakê bide û alîgiran çêbike a rast dê dewlet bi xwe jî bê tecrîdkirin. Jixwe rengvedana tirsa wan jî êrişên wan ên li Kadikoyê bi xwe ye.” 
 
‘MEŞA RÊYA SÊYEM BÛ’
 
Çîçek destnîşan kir ku hinceteke sereke ya HDK’ê ya ji bo Meşa Gemlîkê jî xwendina wê ya “Rêya Sêyem” e ku Ocalan wekî çareserkirina tevahiya pirsgirêkan ew daniye holê. Çîçek wiha domand: “A rast Meşa Gemlîkê meşeke ‘Rêya Sêyem’ e. Îtiraza li ber hemû xwendin, bîrdozî, çînî û civakî yên fermî ye. Gava em dibêjin ‘ziman û çalakiya rastiyê’, ya em qesda wê dikin ev bi xwe ye.” 
 
HELWESTA MUXALEFETÊ REXNE KIR
 
Çîçek destnîşan kir ku 24 sal in li Îmraliyê hiqûq hatiye sekinandin û helwesta muxalefetê ya div î warî de bi awayekî hişk rexne kir. Çîçek got: “Heya hûn li ber bêhiqûqîtiya li wir ranebin, hûn ê nikaribin ji heq polîtîkayên faşîst û qirker ên AKP’ê jî derkevin. Têkoşîna we ya li hemberî AKP’ê tenê dê ji têkoşîneke guherandina desthilatê wêdetir neçe. Zemîna dijî hiqûqê tenê ne desthilatê, dê we jî û civakê jî birizîne.” 
 
SERLÊDANÊN PARÊZERAN ÊN JI BO HEVDÎTINÊ
 
Çîçek çalakiyên ji bo Ocalan tên lidarxistin wekî “heqîqeta civakî” şîrove kirin û got, divê her kes vê heqîqetê bibîne. Çîçek bal kişand ser serlêdana 775 parêzaran a ji bo hevdîtin bi Ocalan re bê kirin û got: “Ev serlêdana 775 parêzeran ji aliyê desthilatê û muxalefetê ve ji nedîtî ve tê. Meşa Gemlîkê îtiraza li ber wê helwestê ye ku qanûnê û hiqûqê li gor kêfa xwe bi kar tîne.” 
 
‘GEL BI WÊREKÎ XWEDÎ LÊ DERKETIN’
 
Çîçek bilêv kir ku Meşa Gemlîkê, bi taybetî jî çalakiyên li Kadikoyê berpirsiyareke mezin li sosyalîst, demokrat, rewşenbîr û şoreşgeran bar kiriye û wiha got: “Gelan bi Meşa Gemlîkê rojeva xwe diyar kir. Li dijî siyaseta derewkar, talenker û xespker gel cihê ku diviyabû lê bin li wir bû. A rast ev ji bo me destkeftiyeke pir mezin e. Li tiştên ku di demên dawî de AKP di çarçoveya ‘Plana Çokşikandinê’ de pêk tîne mêze bikin. Di heyameke wisa de ku her roj êrişên qirkirinê rû didin de ger gel wisa bi wêrekî xwedî li nirxên xwe derketibin, nexwe muxalefeta civakî ya Tirkiyeyê û em HDK mecbûr in vê rastiyê bibînin. Em mecbûr in vê liv û tevgerê li nava civakê belav bikin. Gelan sparteka hîn bêtir civakîbûnê da me di Meşa Gemlîkê de. Her ku em vê yekê birêxistin bikin dê ev rejîm biguhere. Li dijî hemû êrişan gel ser li pêyan e û li benda siyaseta hêviyê ye.” 
 
Çîçek di dawiya axaftina xwe de ragihand ku dê tevî hemû sazî û dezgehên girêdayî wan Meşa Femlîkê bêtir dahurînin û li gor vê rêbazên xwe yên têkoşînê yên ji bo heyama nû diyar bikin. 
 
MA/ Ergîn Çaglar
 
 
 
 
 

Sernavên din

20/06/2022
10:48 Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin
10:43 Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin
09:08 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin
09:06 Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin
09:04 Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e
09:02 Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin
09:01 Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
19/06/2022
23:59 Dozgera ku rojnamegeran lêpirsîn kir û dadgerê ku wan girt tayîn bûn
22:24 Parlamentera HDP'ê Tosûn bernameya Orûç pêşkêş kir
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin
10:47 Li Gîrtîgeha Xarpêtê li girtiyê Rojavayî dan
10:46 Bi çekê êrişî rêveberê ÎHD’ê kir
09:57 Hate hînbûn ku faîlê êrîşa zayendî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin
09:26 Piştevaniya bi rojnamevanan re mezin dibe: Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe
09:03 Rewşa girtiyên nexweş: Dewlet tolê hiltîne
09:02 ‘Dê dor bê kesên li ber girtina rojnamevanan xwe bêdeng kirine jî'
09:01 Rojnamevan Çelîk tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawîz neda
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:20 Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
18/06/2022
19:37 Bûldan: Em ê li gel elewiyan têbikoşin
18:43 Di çapemeniya cîhanê de girtina 16 rojnamevanan: Armanc tepisandina çapemeniya kurdî ye
17:01 Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e
16:59 Sancar li Mêrdînê bang kir: Bila tecrîd rabe da ku Ocalan biaxive
16:14 Dayikên girtiyan: Zarokên me bêxwedî nînin
15:48 ‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’
15:39 Rûniştina F a 534’an: Bila Adullah Kalay bê berdan
15:08 ‘Divê girtiyê nexweş Aykaç were berdan’
14:55 Endamên Basin-Îşê: Em ji bo piştevaniya rojnamevanên kurd li vir in
14:54 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan
14:21 Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin
14:01 Yenî Şafakê derewek din jî li derewên xwe zêde kir
13:50 Dayikên Şemiyê: Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne
13:22 Li Semsûrê ‘hemwelatiya wekhev’ hat nîqaşkirin
13:21 Şandeya Basin-Îşê serdana DFG’ê û JINNEWS’ê kir
13:14 Li Antalyayê pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hat daliqandin
13:06 CPJ: Divê rayedarên tirk demildest rojnamevanan berdin
12:55 Di êrişa Kelarê de Ferhad Şiblî jiyana xwe ji dest da
12:12 Serpêhatiya Serhatê 13 salî ku hatibû qetilkirin hat xwendin
12:10 Tenê 3 meh man ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demborînê
11:48 Malbat Şenyaşar: Heta ku dayik bigirîn tu pirsgirêk wê neyê çareserkirin
11:40 Rojnamevanên li Enqereyê: Em ê bibin dengê rojnamevanên girtî
11:37 Baroya Mêrdînê û Çewligê: Divê rojnamevan tavilê bên berdan
11:03 Hevserokê DFG’ê yê hatiye girtin Altan: Divê em dengê heyî hîn xurttir bikin
10:35 Tedawîkirina ‘şahidê Pozantiyê’ yê nexweş tê astengkirin
10:07 Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe
09:51 Dadgerê ku hêcet ji bo girtina HDK’iyan nedît wan bi KCD’ê sûcdar kir!
09:22 Li jinên girtî ferz dikin ku pêxas biçin hevdîtinê
09:04 Rojnamevan Altan tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawiz neda
09:03 Dayika ku kurê wê li Şengalê jiyana xwe ji dest da: Li dijî êrişan bibin yek
09:02 Keça xwe Leyla bi strana 'Min xatir ji te nexwest' bibîr tîne
09:01 Dayika girtiyê nexweş: Ma dê hê çend cenaze ji girtîgehan derkevin?
09:00 Pêşmergeyê YNK'î yê berê: PDK bûye bela serê 3 parçeyan
09:00 Dadgehê cardin ji bo kuştina Fatma ya 13 salî got 'li gor hiqûqê ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
17/06/2022
23:27 Dr. Mihemed Yusif: Bêdengiya Iraqê û hikûmeta Herêma Federe rûreşî ye
22:46 Qubad Talabanî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê da
21:04 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin
21:01 Li Amêdiyê êriş: 2 kes birîndar bûn
19:42 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Alaya wê di destê gelan de ye
17:09 Ji gardiyanan şopa îşkenceyê pirsî, cezayê hevdîtinê lê hate birîn
16:41 Denîz Poyraz li gelek navendan hat bibîranîn
16:31 Li Stenbolê 9 kesên di binçavan de bûn hatin berdan
16:11 Rojnamevan: Heta hevalên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin
15:38 Di doza DÎAYDER’ê de 3 mele hatin berdan
15:19 Sancar: Pêwîste ji bo destpêkek nû îradeyek xurt derkeve holê
15:01 Ji ber dijberiya wê ya avahiyên qaçax gef li TMMOB'ê hat xwarin
14:50 Denîz Poyraz hat bibîranîn
14:38 ‘Rojnamevan wê li dijî zextan serî netewînin’
14:37 Di doza qûndaxê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li polis hat birîn
14:32 Serokê MHP'ê yê Amedê Kayaalp hat girtin
13:40 Malbat û vasiyê Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Em di rêya heq de ne
12:53 Rojnameger ji bo piştevaniyê ber bi Amedê ve ketin rê
12:48 Tedawiya kesên di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbûn didome
12:20 Parêzerê rojnamegeran Temûr: Bi şîroveyên bêeleqe hatin girtin
12:07 Guven ê ji sedî 98 astengdar ku hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
11:31 Akbaşoglu yê AKP’yî Rûdawê wek ‘terorîst’ ragihand
11:18 Li Kelarê wesayîtek hate bombekirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:53 Jinan Denîz Poyraz bi bîr anî: Roniya te wê tariyê ronî bike
10:36 Gergerlîoglû: Ji bo îşkence neyê lêkolînkirin hincetên qanûnî tên hilberandin
10:27 Serlêdana qedexeya hevdîtinê hat redkirin: Cezayê dîsiplînê didome
10:17 Derbarê rojnamevan Yoksû de doza ‘propagandayê’ hate vekirin
10:09 Hizbîkontrayan 5 xizmên wî qetil kirin: Bi berdana wan re birînên me der kirin
09:12 Rojnamevan: Em ê pênûs û kamerayên hevalên xwe li erdê nehêlin