Parêzer Ozdemîr: Pêkanîna dijhiqûqî tê rewakirin

  • rojane
  • 09:05 17 Hezîran 2022
  • |
AMED - Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Amedê Parêzer Mehdî Ozdemîr got: “Nîqaşkirina avakirina girtîgeheke ji bo kesekî, nîqaşkirina pêkanînên heyî yên girtîgeheke taybet a ji bo kesekî, di asasê xwe de rewakirina pêkanîneke dijhiqûqî ye.” 
 
15 meh in xeber ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F’yê de ne nayên girtin. Li hemberî vê ji 29 baroyan 775 parêzer bi adxwaza “rakirina qedexeya li ber hevdîtina parêzeran” serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn. 
 
Ji parêzerên serlêdan kiribûn Endamê Desteya Rêvebir a Baroya Amedê Mehdî Ozer, tecrîda li Îmraliyê nirxand. 
 
Parêzer Ozdemîr bilêv kir ku hevdîtina bi parêzer re mafê hemû girtiyan e û ji bo vê hin karbidestî di Qanûna Înfazê ya Ceza de hene. Ozdemîr anî ziman ku di dema Rewşa Awarte (OHAL) de bi hin biryarnameyên di hikmê qanûnê de (KHK) hin sînor li ber hevdîtina parêzeran a bi girtiyan re hatine danîn û got: “Ev sînordarkirin çendî di warê rêgeza qanûnîtiyê de veguherîbin mewzûatê jî, lê di asasê xwe de di pozîsyoneke binpêkirina mafan de ne. Lê piştî wextekê hat dîtin ku ev KHK’yên hatine çêkirin pêkanînine kêfî ne ku li hemberî birêz Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê hatine çêkirin.” 
‘BINPÊKIRINA MAFÊ XWEGIHANDINA DADGEHÊ’
 
Ozdemîr destnîşan kir ku di warê hevdîtina girtiyan a bi parêzeran de divê pîvan bi awayekî kêfî neyên sînordarkirin û got, bi tecrîdê sînrodarkirina hevdîtin bi parêzeran re di asasê xwe de astengkirina kar û barên parêzeriyê ye jî û li aliyê din binpêkirina mafê xwegihandina dadgehê ye jî. 
 
‘HELWESTA KÊFÎ’
 
Ozdemîr diyar kir ku biryarên ji bo sînordarkirina hevdîtina bi parêzeran re divê xwedî hincet bin û got: “Di qanûnê de hatiye diyarkirin ku gava di warê hevdîtina bi parêzer re pirsgirêk rû bidin divê hevdîtina bi parêzer re bê sînordarkirin. Ji xeynî vê divê ji ber cezayên dîsîplînê hevdîtina bi parêzer re neyê astengkirin.” Ozdemîr diyar kir ku li Îmraliyê ji zû de ye hevdîtin bi hinceta “cezayên dîsîplînê” tên astengkirin û got, a rast ev yek helwesteke kêfî di xwe de dihewîne. 
 
Parêzer Ozdemîr destnîşan kir ku divê tecrîd bi awayekî giştî bê nirxandin û got, mafê pêwendî danînê û mafê hevdîtina bi parêzeran ê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de bi awayekî kêfî tena stengkirin. Ozdemîr anî ziman ku tecrîd xwedî pozîsyoneke ku pêwendiya bi derve re ya kesê girtî bi temamî asteng dike û wiha got: “Gava em di vê çarçoveyê de lê mêze bikin, tecrîda bê hincet, dûrî hiqûqê tê pêkanîn di asasê xwe de di pozîsyona binpêkirina qedexeya kiryara xirab û îşkenceyê de ye. Tişta ku niha li girtîgehê tê pêkanîn di pozîsyona binpêkirina mafên bingehîn de ye.” 
 
'SERLÊDANA BAROYA AMEDÊ HAT REDKIRIN’
 
Ozdemîr diyar kir ku di 26’ê Mijdara 2021’ê de di çarçoveya xala 86’an a qanûna jimare 5275’an de serî li Wezareta Dadê dane û ev serlêdan ji bo hevdîtina parêzeran û malbatê ya bi Ocalan û esasgirtina mafê pêwendîdanînê û li cihê cih tespîtkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehê bû. Ozdemîr anî ziman ku lê belê Wezareta Dadê hemû daxwazên wan red kiriye. 
 
'BILA BINPÊKIRINÊN MAFAN BI DAWÎ BIBIN’
 
Ozdemîr bal kişand ser serlêdana 775 parêzeran jî û got, mafê hevdîtina bi parêzeran re mafekîs ereke yê hemû girtiyan. Ozdemîr anî ziman ku astengkirina vî mafî, bi biryarên dijhiqûqî û kêfî sînrodarkirina wî û ji zû de bi awayekî sîstematîk astengkirina hevdîtina bi parêzeran re binpêkirin e. Ozdemîr wiha pêde çû: “Em dixwazin demildest ev maf esas bê girtin û derfetên hevdîtinê bên peydakirin û biryaêrn kêfî û dijhiqûqî bi dawî bibin. “
 
JI BO ‘MAFÊ HÊVIYÊ’ GUHERÎNEKE QANÛNÎ DIVÊ
 
Ozdemîr di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Nîqaşkirina avakirina girtîgeheke ji bo kesekî, nîqaşkirina pêkanînên heyî yên girtîgeheke taybet a ji bo kesekî, di asasê xwe de rewakirina pêkanîneke dijhiqûqî ye. Li Tirkiyeyê ji bo her girtîgehê qanûneke bingehîn heye û ew qanûn jî qanûna jimare 5275’an e. Lê belê pêkanînên heyî yên li Girtîgeha Îmraliyê pêkanînan hin qanûnên taybet û esasgirtina biryarên dijhiqûqî yên taybet derfetê ji bo binpêkirina mafan peyda dike. Gava mirov di vê çarçoveyê de lê mêze bike, a rast biryarên derbarê girtiyên di Girtîgeha Îmraliyê de dijhiqûqî ne. Têkildarî cezayê muebeda girankirî yê li birêz Abdullah Ocalan hatiye birîn biryarek di warê ‘mafê hêviyê’ de hatiye dayîn. Têkildarî vê li Komîteya Wezîran a Wezareta Konseya Ewropayê pêvajoyek heye. Gava mirov div î warî de lê mêze bike, Tirkiye ji bo jiholêrakirina vê biryara binpêkirinê divê demildest hin qanûnan biguherîne.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

20/06/2022
10:48 Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin
10:43 Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin
09:08 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin
09:06 Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin
09:04 Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e
09:02 Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin
09:01 Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
19/06/2022
23:59 Dozgera ku rojnamegeran lêpirsîn kir û dadgerê ku wan girt tayîn bûn
22:24 Parlamentera HDP'ê Tosûn bernameya Orûç pêşkêş kir
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin
10:47 Li Gîrtîgeha Xarpêtê li girtiyê Rojavayî dan
10:46 Bi çekê êrişî rêveberê ÎHD’ê kir
09:57 Hate hînbûn ku faîlê êrîşa zayendî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin
09:26 Piştevaniya bi rojnamevanan re mezin dibe: Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe
09:03 Rewşa girtiyên nexweş: Dewlet tolê hiltîne
09:02 ‘Dê dor bê kesên li ber girtina rojnamevanan xwe bêdeng kirine jî'
09:01 Rojnamevan Çelîk tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawîz neda
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:20 Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
18/06/2022
19:37 Bûldan: Em ê li gel elewiyan têbikoşin
18:43 Di çapemeniya cîhanê de girtina 16 rojnamevanan: Armanc tepisandina çapemeniya kurdî ye
17:01 Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e
16:59 Sancar li Mêrdînê bang kir: Bila tecrîd rabe da ku Ocalan biaxive
16:14 Dayikên girtiyan: Zarokên me bêxwedî nînin
15:48 ‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’
15:39 Rûniştina F a 534’an: Bila Adullah Kalay bê berdan
15:08 ‘Divê girtiyê nexweş Aykaç were berdan’
14:55 Endamên Basin-Îşê: Em ji bo piştevaniya rojnamevanên kurd li vir in
14:54 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan
14:21 Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin
14:01 Yenî Şafakê derewek din jî li derewên xwe zêde kir
13:50 Dayikên Şemiyê: Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne
13:22 Li Semsûrê ‘hemwelatiya wekhev’ hat nîqaşkirin
13:21 Şandeya Basin-Îşê serdana DFG’ê û JINNEWS’ê kir
13:14 Li Antalyayê pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hat daliqandin
13:06 CPJ: Divê rayedarên tirk demildest rojnamevanan berdin
12:55 Di êrişa Kelarê de Ferhad Şiblî jiyana xwe ji dest da
12:12 Serpêhatiya Serhatê 13 salî ku hatibû qetilkirin hat xwendin
12:10 Tenê 3 meh man ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demborînê
11:48 Malbat Şenyaşar: Heta ku dayik bigirîn tu pirsgirêk wê neyê çareserkirin
11:40 Rojnamevanên li Enqereyê: Em ê bibin dengê rojnamevanên girtî
11:37 Baroya Mêrdînê û Çewligê: Divê rojnamevan tavilê bên berdan
11:03 Hevserokê DFG’ê yê hatiye girtin Altan: Divê em dengê heyî hîn xurttir bikin
10:35 Tedawîkirina ‘şahidê Pozantiyê’ yê nexweş tê astengkirin
10:07 Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe
09:51 Dadgerê ku hêcet ji bo girtina HDK’iyan nedît wan bi KCD’ê sûcdar kir!
09:22 Li jinên girtî ferz dikin ku pêxas biçin hevdîtinê
09:04 Rojnamevan Altan tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawiz neda
09:03 Dayika ku kurê wê li Şengalê jiyana xwe ji dest da: Li dijî êrişan bibin yek
09:02 Keça xwe Leyla bi strana 'Min xatir ji te nexwest' bibîr tîne
09:01 Dayika girtiyê nexweş: Ma dê hê çend cenaze ji girtîgehan derkevin?
09:00 Pêşmergeyê YNK'î yê berê: PDK bûye bela serê 3 parçeyan
09:00 Dadgehê cardin ji bo kuştina Fatma ya 13 salî got 'li gor hiqûqê ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
17/06/2022
23:27 Dr. Mihemed Yusif: Bêdengiya Iraqê û hikûmeta Herêma Federe rûreşî ye
22:46 Qubad Talabanî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê da
21:04 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin
21:01 Li Amêdiyê êriş: 2 kes birîndar bûn
19:42 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Alaya wê di destê gelan de ye
17:09 Ji gardiyanan şopa îşkenceyê pirsî, cezayê hevdîtinê lê hate birîn
16:41 Denîz Poyraz li gelek navendan hat bibîranîn
16:31 Li Stenbolê 9 kesên di binçavan de bûn hatin berdan
16:11 Rojnamevan: Heta hevalên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin
15:38 Di doza DÎAYDER’ê de 3 mele hatin berdan
15:19 Sancar: Pêwîste ji bo destpêkek nû îradeyek xurt derkeve holê
15:01 Ji ber dijberiya wê ya avahiyên qaçax gef li TMMOB'ê hat xwarin
14:50 Denîz Poyraz hat bibîranîn
14:38 ‘Rojnamevan wê li dijî zextan serî netewînin’
14:37 Di doza qûndaxê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li polis hat birîn
14:32 Serokê MHP'ê yê Amedê Kayaalp hat girtin
13:40 Malbat û vasiyê Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Em di rêya heq de ne
12:53 Rojnameger ji bo piştevaniyê ber bi Amedê ve ketin rê
12:48 Tedawiya kesên di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbûn didome
12:20 Parêzerê rojnamegeran Temûr: Bi şîroveyên bêeleqe hatin girtin
12:07 Guven ê ji sedî 98 astengdar ku hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
11:31 Akbaşoglu yê AKP’yî Rûdawê wek ‘terorîst’ ragihand
11:18 Li Kelarê wesayîtek hate bombekirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:53 Jinan Denîz Poyraz bi bîr anî: Roniya te wê tariyê ronî bike
10:36 Gergerlîoglû: Ji bo îşkence neyê lêkolînkirin hincetên qanûnî tên hilberandin
10:27 Serlêdana qedexeya hevdîtinê hat redkirin: Cezayê dîsiplînê didome
10:17 Derbarê rojnamevan Yoksû de doza ‘propagandayê’ hate vekirin
10:09 Hizbîkontrayan 5 xizmên wî qetil kirin: Bi berdana wan re birînên me der kirin
09:12 Rojnamevan: Em ê pênûs û kamerayên hevalên xwe li erdê nehêlin