Polîsan di daweta zavayê tevî malbata xwe hat girtin de dîmen girtine!

  • rojane
  • 09:07 17 Hezîran 2022
  • |
STENBOL  - Li Stenbolê zava û malbata wî ji ber şalên kesk û sor û zer hatibûn girtin. Parêzerê wan Huseyîn Bogatekîn destnîşan kir ku du polîs bêyî ku biryareke dozgeriyê hebe çûne dawetê û dîmen girtine. 
 
Li navçeya Esenyûrt a Stenbolê di 14’ê Hezîranê de zava û 9 kesên di dawetê de yên şala kesk û sor û zer avêtibûn stuyê xwe hatibûn binçavkirin. Polîsan ji ber daweta ku di 12’ê Hezîranê de li Hêwana Marbirînê ya Şaredariya Esenyûrtê hatibû kirin ji bo îfadeyê gazî zava Mesût Karçik û 9 kesên çûbûn dawetê kiribûn. 10 kesên çûbûn Qerqola Polîsan a Kiraçê hatibûn binçavkirin.
 
Polîsan ji ber şalên kesk û sor û zer û berzkirina dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” îfadeya her 10 kesan girtibû û di 15’ê Hezîranê de ew sewqî Edliyeya Buyukçekmeceyê kiribûn. Dozgeriyê jî her 10 kes bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê kiribûn û dadgeriyê jî bi heman îdiayê derbarê zava Mesût Karçik, Tahsîn Karçik, Savaş Karçik, Aydin Kaplan, Îbrahîm Kaplan, Ûmût Kaplan, Îbrahîm Baran, Cahît Karçik û Bûrhan Topçû” biryara girtinê dabû û ew şandibûn Girtîgeha Sîlîvriyê.
 
Her wiha 4 muzîkjenên ku di dawetê de kilam gotibûn jî hatibûn binçavkirin û bi şertê qedexekirina derveyî welêt hatibûn berdan. 
 
 
‘SOSRET E’
  
Parêzerê gelek kesên hatin girtin Endamê Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) Huseyîn bogatekîn destnîşan kir ku bi vî awayî kincên kurdî hatine krîmînalîzekirin û bi vî awayî peyam hatiye dayîn ji bo kurdan. Bogatekîn diyar kir ku ev yek wekî bûyereke krîmînal hatiye berpêşkirin lê belê li holê meseleyeke ku bibe cihê lêpirsîn û dozê tune ye û girtina her 10 kesan wekî “sosretekê" pênase kir. 
 
BI TOMAYÊ MUDAXILE KIRINE
 
Bogatekîn da zanîn ku malbata Karçik tim bi çewisandinan re rû bi rû dimîne û got: “Xwestine bi TOMA’yan, bi gazê û polîsên çevîkê mudaxileyî daweteke ku bi hezaran kes tevlê bûne bikin.”  Bogatekîn anî ziman ku polîsan gotiye “ji ber ku dawet qelebalix bûye çavê me ew nebirîne ku em mudaxile bikin” û got: “Ger karibûna dê bi sedan kes binçav bikirana.” 
 
POLÎS BÛYE DOZGER Û DADGER!
 
Bogatekîn da zanîn ku polîs bêyî ku biryareke dozgeriyê hebe li dawetê dîmen girtine û got, di warê hiqûqî de heqî polîsan ê ku wisa bike tune ye. Bogatekîn wiha berdewam kir: “Du polîs ji ber xwe ve bûne dozgerê komarê. Polsî wekî dadger û dozgeran hereket kirine. Çûne dîmen girtine. Piştî hin tespît kirine xwe gihandina Dozgeriya Komarê ya Buyukçekmeceyê û dozgeriyê jî xwestiye îfadeya wan bê girtin.”
 
ÇANDA KURDAN HEDEF HATIYE GIRTIN
 
Bogatekîn destnîşan kir ku şala navborî di hemû dawetên kurdan de tê bikaranîn û got: “Şala me, kincên me û temeziyên kesk û sor û zer ên parçeyeke çanda me ne wekî sûc tên hesibandin. Ev temezî û şal di heman demê de di dawetê de destmala sergovend e jî.” 
 
Bogatekîn îşaret bi dosyeya lêpirsînê kir û wiha axivî: “Coşa dawetê, dirûşmeyên hatien berzkirin û stranên kurdî tê de hene. Yanî tiştên di dawetên kurdan de di vê dawetê de hebûne. Û ev hemû daxilî nava lêpirsînê hatine kirin. Ne dosyeyeke têkel e. Bi awayekî pir aşkere lêprisîneke ku çanda kurdî û awayê daweta kurdî hedef girtiye.” 
 
‘BÊHIQÛQÎTIYEKE SAW’
 
Bogatekîn ku lêpirsînê wekî “bêhiqûqîtiyeke saw” pênase kir got: “Propagandaya rêxistin ji bo girtinê têr nake. Her wiha muwekîl bi xwe çûne qereqolê, ji bo îfadeyê. Li holê rev, windakirian delîlan tune ye. Yanî çendî li gor usûla pergala ceza ya Tirkiyeyê tiştekî ku bibe cihê sûc tune bûye jî ev kes hatine binçavkirin. Bi awayekî kelemçekirî û bi çewisandineke hişk sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozger vê yekê wekî ‘talûke ye’ daye der.” 
 
Bogatekîn destnîşan kir ku bi vî awayî kifş bûye ku li hemberî muwekîlên w polîtîkayeke nefret û çewisandinê heye. Her wiha Bogatekîn bilêv kir ku bi vê yekê re peyam dane hemû kurdên li Esenyûrdê jî û got: “Polîsan di zabitnameyan de behsa rabirdûya malbata Karçik kiriye û bi vî awayî ew kirine hedef. Ev malbat, malbateke polîtîk e, gelek caran hatiye binçavkirin û girtin. Lewma gotin, ‘daweta wan jî karekî rêxistinî ye’ û ew girtin.” 
 
PEYAMEKE POLÎTÎK
 
Bogatekîn di dawiya axaftina xwe de got: “Armanc ew e ku kurdek êdî neçe daweta kurdekî din û govendê negerîne. Ji xeynî vê tu peyameke vê yekê tune ye. Lewma peyameke polîtîk e.” 
 
MA / Mehmet Aslan - Rukiye Adiguzel  
 

Sernavên din

21/06/2022
12:48 Rapirsîna Sosyo Polîtîk: Dengên HDP'ê nêzî ji sedî 14'an bûne
12:29 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî yên bêdeng jî hevkarên vê bêedaletiyê ne
12:18 Doza Pinar Gultekîn: Li Muglayê hiqûq mir
12:17 Rojnamevanê girtî Karakaş: Nexweş 10 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:05 Şenyaşar: Em rayedarên ji bo 'maf' sond xwarine vedixwînin edaletê
11:40 Şaredariyê kortik vedan, şêniyên taxê girtin
11:33 Danişîna rojnamevan Canozer hat taloqkirin
11:30 Zanîngeha Dîcleyê dê 10 hektar qada daristanê tune bike
11:28 Walîtiya Wanê dîmenên tundiya li Xaşkanê parast
11:22 Li geliyên Mûnzûr û Pilemûriyê seyran hat qedexekirin
11:14 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê turnuwayê dide destpêkirin
10:57 Rojnamevan Seyda: PDK li dijî gelê kurd şer dike
10:36 Ji ber bihabûna sotemeniyê bêrîvan nikarin wesayîtê bigirin û bi km’an dimeşin
10:22 Li Amedê heqê rê hat bihakirin
10:13 Parêzerên serlêdan îmze kirin: Bila tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:57 Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike
09:53 Malbata ku gotin 'PKK’ê nekiriye' 7 sal in li benda edaletê ye
09:49 Nûnerên rêxistinên sivîl: Bi girtina rojnamevanan re mafê me yê wergirtina agahiyan hat binpêkirin
09:11 Dayika du girtiyan Sevîm: Pêşî li ber binpêkirinên mafan bigirin
09:10 20 sal in bênavber kedê dide çapemeniya kurdî: Mehmet Alî Ertaş
09:08 Albuma 'Em Nadin' a Onûr Evîn bi stranên xwe balê dikişîne
09:05 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê pîvanên îhaleyê binpê kir!
09:03 Têkoşîna jinên tûtinvan a li dijî qanûna tûtinê û kedxwariyê
09:01 Îstinafê biryara beraetê ya derbarê 10 polîsên 'peywira xwe îhmal kiribûn' de erê kir
09:00 Siyasetmederên Êzidî: Dixwazin li Şengalê pergala xweser tune bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
20/06/2022
23:18 Cenazeyê Suleymanoglû yê di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
22:54 Leşkeran di dema binçavkirinê de li jinan xist
19:42 Kêmkirina cezayê kujer Avci bi meşekê şermezar kirin
17:35 Akademîsyen Eren: Kurd kirdeya sereke ya têkoşîna demokrasiyê ne
17:01 Dadgehê bi hinceta ‘tehrîkkirina nerewa’ cezayê kujerê Gultekîn daxist
16:55 Derbarê malbat û birîndarên Pirsûsê de lêpirsîn hate destpêkirin
16:38 Îfadeya dayik û keça wê ku bi tirkî nizanin bêwergêr hatiye girtin
16:30 Ji bo cînayeta Anter bang li darazê kirin: Heqîqetê derxînin holê
16:29 Ji bo parêzbendiya Aydenîz were rakirin komîsyon kom dibe
16:25 Li Farqînê zadên gundiyan şewitîn
16:11 Beştaş: Divê rojnamevan li dijî wî ‘wêneyî’ qiyametê rakin
15:39 Ji Oluç hişyarî: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bila kesek spekûlasyonan neke
15:04 Doza Mûsa Anter taloqî 15’ê îlonê hat kirin
14:24 Pirsa ‘Te çima bo zarokê xwe yê girtî pere şandine’ jê kirin û girtin
14:20 DAD’ê ji bo Doza Komkujiya Madimakê banga tevlîbûnê kir
13:26 Ji HDK û HDP’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Sûc tê kirin
13:02 Li herêma şer a li Şemzînanê operasyoneke eskerî ya nû hate destpêkirin
12:54 Di qedexekirina Meclis TV’yê de teserûfa Meclisê tune ye
12:49 Jin ji bo Pinar Gultekîn li edliyê ne: Bila hemû kujer bên cezakirin
12:27 Ferît Şenyaşar: Dadger û dozger diguherin lê edalet pêk nayê
11:48 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
11:41 Bîldîrîcî: Em bizanin ku azadiya wan azadiya me ye jî
11:27 Dozgerê Doza Kobanê terfî kir
10:48 Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin
10:43 Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin
09:08 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin
09:06 Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin
09:04 Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e
09:02 Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin
09:01 Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
19/06/2022
23:59 Dozgera ku rojnamegeran lêpirsîn kir û dadgerê ku wan girt tayîn bûn
22:24 Parlamentera HDP'ê Tosûn bernameya Orûç pêşkêş kir
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin
10:47 Li Gîrtîgeha Xarpêtê li girtiyê Rojavayî dan
10:46 Bi çekê êrişî rêveberê ÎHD’ê kir
09:57 Hate hînbûn ku faîlê êrîşa zayendî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin
09:26 Piştevaniya bi rojnamevanan re mezin dibe: Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe
09:03 Rewşa girtiyên nexweş: Dewlet tolê hiltîne
09:02 ‘Dê dor bê kesên li ber girtina rojnamevanan xwe bêdeng kirine jî'
09:01 Rojnamevan Çelîk tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawîz neda
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:20 Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
18/06/2022
19:37 Bûldan: Em ê li gel elewiyan têbikoşin
18:43 Di çapemeniya cîhanê de girtina 16 rojnamevanan: Armanc tepisandina çapemeniya kurdî ye
17:01 Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e
16:59 Sancar li Mêrdînê bang kir: Bila tecrîd rabe da ku Ocalan biaxive
16:14 Dayikên girtiyan: Zarokên me bêxwedî nînin
15:48 ‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’
15:39 Rûniştina F a 534’an: Bila Adullah Kalay bê berdan
15:08 ‘Divê girtiyê nexweş Aykaç were berdan’
14:55 Endamên Basin-Îşê: Em ji bo piştevaniya rojnamevanên kurd li vir in
14:54 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan
14:21 Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin
14:01 Yenî Şafakê derewek din jî li derewên xwe zêde kir
13:50 Dayikên Şemiyê: Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne
13:22 Li Semsûrê ‘hemwelatiya wekhev’ hat nîqaşkirin
13:21 Şandeya Basin-Îşê serdana DFG’ê û JINNEWS’ê kir
13:14 Li Antalyayê pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hat daliqandin