Denîz Poyraz hat bibîranîn

  • rojane
  • 14:50 17 Hezîran 2022
  • |
img

ÎZMÎR - Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz di merasîma bîranînê de axivî û wiha got: “Bila Denîz serê xwe rake û li gel binêre bê ka gel çawa li wê xwedî derdikeve. Denîz ne Denîza min, Denîza gelê kurd e.” 

Xebatkara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Denîz Poyraz di 17’ê hezîrana sala 2021’an de li avahiya partiyê ya Îzmîrê rastî êrişa çekdarî hat û hate qetilkirin. Poyraz, di yekemîn salvegera qetilkirinê de hate bibîranîn. 
 
Di serî de ji bo Poyraz li avahiya partiyê ku lê hatibû qetilkirin merasîma bîranînê hate lidarxistin. Li eywana bîranînê pankarta “Li ser sifreya ro yê di rêya Denîzan de” hatibû daliqandin. Li gel malbata Denîz Poyraz, her wiha Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Oluç, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, parlamenter, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek endamên partiyê di merasîmê de amade bûn. 
 
ÊRIŞA DEWLETÊ
 
Bîranîn, bi sînevîzyoneke bi navê Poyraz dest pê kir. Piştre jî Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay axivî û diyar kir ku armanca komkujiyê, tunekirina siyaseta demokratîk û vîna gel bû. Bi domdarî Kemalbay bal kişand ser roja komkujiyê û wiha got: “Derdora partiya me her tim ji hêla polîsan ve tê dorpêçkirin. Li ber deriyê wê konek heye û her tim vê derê dişopînin. Li gorî me ev êriş, êrişeke dewletê ye. Bi vê êrişê xwestin hêviya gel anku HDP’ê tesfiye bikin. Lê ev eywan heta ber devî tije ye. Em natirsin û dê bi hêza ku em ji Denîz digirin vê têkoşîna xwe bidomînin. Partiya me terorîze dikin, bo çete û mafyayan dikin hedef û dixwazin bigirin. Lê gelê me li Amedê partiya wan girt.” 
 
Piştî axaftina Kemalbay, saet di 10.50’an de anku saeta Denîz Poyraz hatiye qetilkirin deqeyek rêz hate girtin. Di vê navberê de dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Beşdar, piştre jî derbasî çûn serdana gora Poyraz a li Kaynaklar a Bucayê.  
 
DENÎZA KURDAN 
 
Li vir jî ji bo Poyraz deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî Hevserokê HDP’a Îzmîrê Çinar Altan axivî û soz da ku dê hêzên tiliya wan di komkujiyê de heye derxînin holê hesabê jê bipirsin. Piştre jî dayika Poyraz, Fehîme Poyraz axivî û ev tişt anî ziman: “Bila Denîz serê xwe rake û li gel binêre bê ka çawa li wê xwedî derdikevin. Ez li hemberî we tevan bejna xwe ditewînim. Denîz ne Denîza min lê Denîza hemû kurdan e. Ji ber ku Denîzê xwe fedayî têkoşîna gelê kurd kir.” 
 
DAXWAZA EDALETÊ 
 
Piştre jî ji dayikên aştiyê Behiye Yalçin axivî. Yalçin, got ku weke dayikan dixwazin ne li ser gorên zarokên xwe lê ji bo aştî û azadiyê bên cem hev û daxwaza edaletê ji bo Poyraz kir. Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî jî di bîranînê de wiha got: “Ev saleke em ne li ba hev in Denîz. Lê belê di hemû kontre, mitîng û xebatên me de tu her tim li gel me bû. Ji bo ku em soza xwe ya aştiyê ku me dabû te pêk bînin û hesabê bipirsin, têkoşîna xwe mezintir dikin.”
 
DÊ MALBATA WÊ MEWLÎDÊ BIDE
 
Piştî axaftinan jî beşdaran qurnefîl danîn ser gora Denîz Poyraz. Piştre jî beşdar ji bo ku tev li mewlîda malbata Poyraz bibin, derbasî Eywana Dawetan a Mumcu bûn. 
 

Sernavên din

21/06/2022
12:48 Rapirsîna Sosyo Polîtîk: Dengên HDP'ê nêzî ji sedî 14'an bûne
12:29 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî yên bêdeng jî hevkarên vê bêedaletiyê ne
12:18 Doza Pinar Gultekîn: Li Muglayê hiqûq mir
12:17 Rojnamevanê girtî Karakaş: Nexweş 10 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:05 Şenyaşar: Em rayedarên ji bo 'maf' sond xwarine vedixwînin edaletê
11:40 Şaredariyê kortik vedan, şêniyên taxê girtin
11:33 Danişîna rojnamevan Canozer hat taloqkirin
11:30 Zanîngeha Dîcleyê dê 10 hektar qada daristanê tune bike
11:28 Walîtiya Wanê dîmenên tundiya li Xaşkanê parast
11:22 Li geliyên Mûnzûr û Pilemûriyê seyran hat qedexekirin
11:14 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê turnuwayê dide destpêkirin
10:57 Rojnamevan Seyda: PDK li dijî gelê kurd şer dike
10:36 Ji ber bihabûna sotemeniyê bêrîvan nikarin wesayîtê bigirin û bi km’an dimeşin
10:22 Li Amedê heqê rê hat bihakirin
10:13 Parêzerên serlêdan îmze kirin: Bila tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:57 Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike
09:53 Malbata ku gotin 'PKK’ê nekiriye' 7 sal in li benda edaletê ye
09:49 Nûnerên rêxistinên sivîl: Bi girtina rojnamevanan re mafê me yê wergirtina agahiyan hat binpêkirin
09:11 Dayika du girtiyan Sevîm: Pêşî li ber binpêkirinên mafan bigirin
09:10 20 sal in bênavber kedê dide çapemeniya kurdî: Mehmet Alî Ertaş
09:08 Albuma 'Em Nadin' a Onûr Evîn bi stranên xwe balê dikişîne
09:05 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê pîvanên îhaleyê binpê kir!
09:03 Têkoşîna jinên tûtinvan a li dijî qanûna tûtinê û kedxwariyê
09:01 Îstinafê biryara beraetê ya derbarê 10 polîsên 'peywira xwe îhmal kiribûn' de erê kir
09:00 Siyasetmederên Êzidî: Dixwazin li Şengalê pergala xweser tune bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
20/06/2022
23:18 Cenazeyê Suleymanoglû yê di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
22:54 Leşkeran di dema binçavkirinê de li jinan xist
19:42 Kêmkirina cezayê kujer Avci bi meşekê şermezar kirin
17:35 Akademîsyen Eren: Kurd kirdeya sereke ya têkoşîna demokrasiyê ne
17:01 Dadgehê bi hinceta ‘tehrîkkirina nerewa’ cezayê kujerê Gultekîn daxist
16:55 Derbarê malbat û birîndarên Pirsûsê de lêpirsîn hate destpêkirin
16:38 Îfadeya dayik û keça wê ku bi tirkî nizanin bêwergêr hatiye girtin
16:30 Ji bo cînayeta Anter bang li darazê kirin: Heqîqetê derxînin holê
16:29 Ji bo parêzbendiya Aydenîz were rakirin komîsyon kom dibe
16:25 Li Farqînê zadên gundiyan şewitîn
16:11 Beştaş: Divê rojnamevan li dijî wî ‘wêneyî’ qiyametê rakin
15:39 Ji Oluç hişyarî: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bila kesek spekûlasyonan neke
15:04 Doza Mûsa Anter taloqî 15’ê îlonê hat kirin
14:24 Pirsa ‘Te çima bo zarokê xwe yê girtî pere şandine’ jê kirin û girtin
14:20 DAD’ê ji bo Doza Komkujiya Madimakê banga tevlîbûnê kir
13:26 Ji HDK û HDP’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Sûc tê kirin
13:02 Li herêma şer a li Şemzînanê operasyoneke eskerî ya nû hate destpêkirin
12:54 Di qedexekirina Meclis TV’yê de teserûfa Meclisê tune ye
12:49 Jin ji bo Pinar Gultekîn li edliyê ne: Bila hemû kujer bên cezakirin
12:27 Ferît Şenyaşar: Dadger û dozger diguherin lê edalet pêk nayê
11:48 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
11:41 Bîldîrîcî: Em bizanin ku azadiya wan azadiya me ye jî
11:27 Dozgerê Doza Kobanê terfî kir
10:48 Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin
10:43 Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin
09:08 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin
09:06 Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin
09:04 Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e
09:02 Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin
09:01 Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
19/06/2022
23:59 Dozgera ku rojnamegeran lêpirsîn kir û dadgerê ku wan girt tayîn bûn
22:24 Parlamentera HDP'ê Tosûn bernameya Orûç pêşkêş kir
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin
10:47 Li Gîrtîgeha Xarpêtê li girtiyê Rojavayî dan
10:46 Bi çekê êrişî rêveberê ÎHD’ê kir
09:57 Hate hînbûn ku faîlê êrîşa zayendî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin
09:26 Piştevaniya bi rojnamevanan re mezin dibe: Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe
09:03 Rewşa girtiyên nexweş: Dewlet tolê hiltîne
09:02 ‘Dê dor bê kesên li ber girtina rojnamevanan xwe bêdeng kirine jî'
09:01 Rojnamevan Çelîk tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawîz neda
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:20 Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
18/06/2022
19:37 Bûldan: Em ê li gel elewiyan têbikoşin
18:43 Di çapemeniya cîhanê de girtina 16 rojnamevanan: Armanc tepisandina çapemeniya kurdî ye
17:01 Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e
16:59 Sancar li Mêrdînê bang kir: Bila tecrîd rabe da ku Ocalan biaxive
16:14 Dayikên girtiyan: Zarokên me bêxwedî nînin
15:48 ‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’
15:39 Rûniştina F a 534’an: Bila Adullah Kalay bê berdan
15:08 ‘Divê girtiyê nexweş Aykaç were berdan’
14:55 Endamên Basin-Îşê: Em ji bo piştevaniya rojnamevanên kurd li vir in
14:54 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan
14:21 Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin
14:01 Yenî Şafakê derewek din jî li derewên xwe zêde kir
13:50 Dayikên Şemiyê: Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne
13:22 Li Semsûrê ‘hemwelatiya wekhev’ hat nîqaşkirin
13:21 Şandeya Basin-Îşê serdana DFG’ê û JINNEWS’ê kir
13:14 Li Antalyayê pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hat daliqandin