Denîz Poyraz li gelek navendan hat bibîranîn

  • rojane
  • 16:41 17 Hezîran 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - HDP'ê di yekemîn salvegera kuştina wê de Denîz Poyraz li gelek navendan bi bîr anî. Hat destnîşankirin ku kesên kuştina Poyraz bi rêxistin kirine tên parastin.

 
Denîz Poyraz di 17'ê hezîrana 2021'an de li avahiya HDP'a Îzmîrê ji aliyê kujerê bi navê Onûr Gencer ve hat kuştin. Di ser kuştina Poyraz re salek derbas bû û hê jî ceza li kujerê Poyraz nehatiye birîn. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di yekemîn salvegera kuştina wê de Denîz Poyraz li gelek navendan bi bîr anî. 
 
ENQERE 
 
Rêxistina HDP'ê ya Bajar a  Enqerê, Denîz Poyraz li avahiya xwe bi bîr anî. Bi HDP'iyan re nûnerên gelek rêxistinên sivîl û gelek welatî jî tev li bîranînê bûn. Li eywana ku bîranîn lê pêk hat pankarta "Denîz Poyraz 'Yek ji me biçe em ê hezar bên' serhildana me ye" û "Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin" hate daleqandin. Ji bo bîranînê jinan find û qurnefîlên sor danîn ber wêneyê Poyraz. Di bîranînê de Hevseroka HDP'ê ya Enqerê Pakîze Sînemîlîoglû axivî û got ku ew bawer dikin ku wê şopdarên Denîzan aştiyê bînin vî welatî.  
 
 
Di bîranînê de Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Parêzer Nuray Ozdogan jî axivî û diyar kir ku êrişa li Poyraz hatiye kirin ne tenê êrişeke li dijî Poyraz e di heman demê de êrişeke li dijî hêzên demokrasiyê ye û wiha got: "Bi darizandineke bi lez û bez tê xwestin ku dosya bê girtin. Derdê bersûc ê veşartina tiştan nîne. Êrişên faşîst ji nişke ve çênebûn. Tu komkujî bêyî rêxistinkirin û arestekirina dewletê çenebûye. Darizandin wê ne ji dadgeran ne jî ki wan re eywanan re dê bê hiştin."
 
Di bîranînê de gelek kes li kursiyê serbest axivîn û soza têkoşînê dan. 
 
MÊRDÎN 
 
 
Li Mêrdînê jî bi pêşengiya Meclisa Jinan a Mêrdînê ji bo salvegera Poyraz daxuyanî hat dayîn. Bîranîn li pêşiya Rêxistina HDP'ê ya Bajar a Mêrdînê pêk hat. Gelek jin û HDP'î tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Me bi berxwedan û tekoşîna xwe hesap pirsî. Hûn nikarin me bêdeng bikin" hatr vekirin û wêneyên Denîz Poyraz hatin hilgirtin. Di daxuyaniyê de Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) a Mêrdînê Eylem Amak axivî û diyar kir ku têkoşîna edaletê ya ji bo Poyraz têkoşîna hemû jinan e û got ku wê ji bo Denîz Poyraz dev ji hesabpirsîna bernedin. 
 
MÊRSÎN
 
 
Meclisa Jinan a HDP'ê ya Mêrsînê jî li Parqa Ozgur Çoçûk ji bo bîranîna Denîz Poyraz daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta "Denîz Poyra Nemir e" hat vekirin, wêneyên Poyraz û dovîzên mîna "Jin Jiyan Azadi" , "Ji Qirkirina Jinê re Na" hatin hilgirtin. Parlamenterê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul jî di nav de nûnerên gelek partî û rêxistinên sivîl û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de destpêkê Hevseroka HDP'ê ya Mêrsînê Bedriye Kûş axivî û diyar kir ku kunerê Poyra ne tenê Onûr Gencer e û bertek nîşanî polîtîkayên desthilata AKP-MHP'ê da. 
 
EM Ê HESABÊ DENÎZ JI WE BIPIRSIN
 
Parlamenter Kemal Bulbul jî axivî û diyar kir ku kujerê Poyraz gotiye ku ew hevalê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû ye û wiha axivî: "Suleyman Soylû û dûvikên wî dijminê jinan û kurdan sûc dikin. Em bi rêxistineke sûc re rû bi rû ne. Piştî Denîz êrişî gelek navçeyên me kirin. Em we nas dikin. Ji Wedat Aydin û Orhan Dogan nas dikin. Faşîstên nîjadperest derkevin meydanê, hûn sûcdar in. Em mafdar in, em ê qezenc bikin. Em ê hesabê Denîz, Wedat Aydin û Apê Mûsa ji we bipirsin."
 
EDENE
 
 
Rêxistina HDP’a Edeneyê bi daxuyaniyekê li avahiya xwe Denîz Poyraz bi bîr anî. Di bîranînê de wêneyên Denîz Poyraz û gul danîn ser maseyê û find hatin pêxistin. Endam û rêveberên TJA, HDK, HDP, DBP, Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Edeneyê, Navenda Çand û Hunerê ya Binevşê, Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk, AATUHAY-DER, AYKAY-DER, ESP, Malêngel (Halkevleri) û gelek kes beşdar bûn. Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmet Karakiş ê di birîanînê de axivî, bi lêv kir ku bi komkujiyan hewl didin qada muxalefetê ya HDP’ê bê tengkirin û bikevin pêş azadiya siyaset kirina wê. Hevseroka HDP’a Seyhanê Şukran Efeturk jî bi lêv kir ku wê li dijî zext û êrişan serî netewînin. 
 
ÎZMÎR
 
 
Li Îzmîrê jî piştî ku Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bibîranîn malbata Poyraz li eywaneke dawetê ya li navçeya Konakê mewlîd da. Li ewyana mewlîd lê hate dayîn pankarta “Soza me ya ji bo Denîzê wê bibe aştî. Em ê dorpêça faşîst belav bikin” hate daliqandin. Li vir Hevserokên Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re (YAKAY-DER) Sûltan Yagmekan û Halît Batan mafê axaftinê girt û ji malbatê re sersaxî xwestin. Çalakiya ku gelek kes tev li bûyîn bi dayîna mewlîdê bi dawî bû. 
 
RIHA
 
 
HDP’a Rihayê jî ji bo Denîz Poyraz bernameyeke bîranînê li dar xist. Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê, rêveberên OHD’ê û gelek kes li pêş avahiya partiyê kom bûn. Girseya kom bû ji ber deriyê partiyê ber bi Navenda Kar a Ahmet Bahçivan a daxuyanî lê were xwendin bi pankarta “Denîz Poyraz nemir e” meşiya. Di dema meşê de dirûşmeya “Şehîd namirin” hate berzkirin û wêneyên Denîz Poyraz hatin hilgirtin. Di bîranîna bi rêzgirtinê dest pê kir de Hevseroka HDP’a Rihayê Çîgdem Karakeçîlî axivî. Karakeçîlî, diyar kir ku desthilat ji polîtîkayên cihekar heviyê dike û wiha got: “Em jin em ê bi têkoşîna xwe aştiyê bînin, azadî wê bi têkoşîna me ya jinan li vî welatî şîn bibe.”
 
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî bi lêv kir ku gel kujeran baş nas dike û wiha got: “Demekî dirêje partiya me ji aliyê desthilatê ve hedef tê nîşandan. Di encama van hedef nîşandanan de hevala me Denîz hate qetilkirin. Pergal kujeran diparêze. Em soz didin Denîzê heta ku azadî û demokrasî were em ê têkoşîna xwe mezin bikin.”
 
MELETÎ
 
 
Rêxistina HDP’a Meletiyê jî li avahiya xwe çalakiya bîranînê li dar xist. Rêveberên HDP’ê û nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî tev li bûn. Pankarta “Denîz Poyraz nemir e” û wêneyên Denîz Poyrazê li eywana ku bîranîn li dar xistin, hate daliqandin. Kesên tev li bîranînê bûn, qurnefîl danîn pêşiya wêneyê Denîz Poyraz ê li ser maseyê hatibû bicihkirin. Hevseroka HDP’a Meletiyê Perîhan Yucekaya ku di bîranînê de axivî, wiha got: “Bi ser komkujiyê re salek derbas bû lê edalet pêk nehat. Heta ku edalet pêk were û kujer hesabê bidin em ê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Bîranîn bi xwendina helbestan û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

20/06/2022
10:48 Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin
10:43 Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin
09:08 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin
09:06 Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin
09:04 Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e
09:02 Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin
09:01 Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
19/06/2022
23:59 Dozgera ku rojnamegeran lêpirsîn kir û dadgerê ku wan girt tayîn bûn
22:24 Parlamentera HDP'ê Tosûn bernameya Orûç pêşkêş kir
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin
10:47 Li Gîrtîgeha Xarpêtê li girtiyê Rojavayî dan
10:46 Bi çekê êrişî rêveberê ÎHD’ê kir
09:57 Hate hînbûn ku faîlê êrîşa zayendî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin
09:26 Piştevaniya bi rojnamevanan re mezin dibe: Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe
09:03 Rewşa girtiyên nexweş: Dewlet tolê hiltîne
09:02 ‘Dê dor bê kesên li ber girtina rojnamevanan xwe bêdeng kirine jî'
09:01 Rojnamevan Çelîk tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawîz neda
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:20 Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
18/06/2022
19:37 Bûldan: Em ê li gel elewiyan têbikoşin
18:43 Di çapemeniya cîhanê de girtina 16 rojnamevanan: Armanc tepisandina çapemeniya kurdî ye
17:01 Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e
16:59 Sancar li Mêrdînê bang kir: Bila tecrîd rabe da ku Ocalan biaxive
16:14 Dayikên girtiyan: Zarokên me bêxwedî nînin
15:48 ‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’
15:39 Rûniştina F a 534’an: Bila Adullah Kalay bê berdan
15:08 ‘Divê girtiyê nexweş Aykaç were berdan’
14:55 Endamên Basin-Îşê: Em ji bo piştevaniya rojnamevanên kurd li vir in
14:54 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan
14:21 Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin
14:01 Yenî Şafakê derewek din jî li derewên xwe zêde kir
13:50 Dayikên Şemiyê: Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne
13:22 Li Semsûrê ‘hemwelatiya wekhev’ hat nîqaşkirin
13:21 Şandeya Basin-Îşê serdana DFG’ê û JINNEWS’ê kir
13:14 Li Antalyayê pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hat daliqandin
13:06 CPJ: Divê rayedarên tirk demildest rojnamevanan berdin
12:55 Di êrişa Kelarê de Ferhad Şiblî jiyana xwe ji dest da
12:12 Serpêhatiya Serhatê 13 salî ku hatibû qetilkirin hat xwendin
12:10 Tenê 3 meh man ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demborînê
11:48 Malbat Şenyaşar: Heta ku dayik bigirîn tu pirsgirêk wê neyê çareserkirin
11:40 Rojnamevanên li Enqereyê: Em ê bibin dengê rojnamevanên girtî
11:37 Baroya Mêrdînê û Çewligê: Divê rojnamevan tavilê bên berdan
11:03 Hevserokê DFG’ê yê hatiye girtin Altan: Divê em dengê heyî hîn xurttir bikin
10:35 Tedawîkirina ‘şahidê Pozantiyê’ yê nexweş tê astengkirin
10:07 Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe
09:51 Dadgerê ku hêcet ji bo girtina HDK’iyan nedît wan bi KCD’ê sûcdar kir!
09:22 Li jinên girtî ferz dikin ku pêxas biçin hevdîtinê
09:04 Rojnamevan Altan tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawiz neda
09:03 Dayika ku kurê wê li Şengalê jiyana xwe ji dest da: Li dijî êrişan bibin yek
09:02 Keça xwe Leyla bi strana 'Min xatir ji te nexwest' bibîr tîne
09:01 Dayika girtiyê nexweş: Ma dê hê çend cenaze ji girtîgehan derkevin?
09:00 Pêşmergeyê YNK'î yê berê: PDK bûye bela serê 3 parçeyan
09:00 Dadgehê cardin ji bo kuştina Fatma ya 13 salî got 'li gor hiqûqê ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
17/06/2022
23:27 Dr. Mihemed Yusif: Bêdengiya Iraqê û hikûmeta Herêma Federe rûreşî ye
22:46 Qubad Talabanî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê da
21:04 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin
21:01 Li Amêdiyê êriş: 2 kes birîndar bûn
19:42 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Alaya wê di destê gelan de ye
17:09 Ji gardiyanan şopa îşkenceyê pirsî, cezayê hevdîtinê lê hate birîn
16:41 Denîz Poyraz li gelek navendan hat bibîranîn
16:31 Li Stenbolê 9 kesên di binçavan de bûn hatin berdan
16:11 Rojnamevan: Heta hevalên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin
15:38 Di doza DÎAYDER’ê de 3 mele hatin berdan
15:19 Sancar: Pêwîste ji bo destpêkek nû îradeyek xurt derkeve holê
15:01 Ji ber dijberiya wê ya avahiyên qaçax gef li TMMOB'ê hat xwarin
14:50 Denîz Poyraz hat bibîranîn
14:38 ‘Rojnamevan wê li dijî zextan serî netewînin’
14:37 Di doza qûndaxê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li polis hat birîn
14:32 Serokê MHP'ê yê Amedê Kayaalp hat girtin
13:40 Malbat û vasiyê Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Em di rêya heq de ne
12:53 Rojnameger ji bo piştevaniyê ber bi Amedê ve ketin rê
12:48 Tedawiya kesên di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbûn didome
12:20 Parêzerê rojnamegeran Temûr: Bi şîroveyên bêeleqe hatin girtin
12:07 Guven ê ji sedî 98 astengdar ku hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
11:31 Akbaşoglu yê AKP’yî Rûdawê wek ‘terorîst’ ragihand
11:18 Li Kelarê wesayîtek hate bombekirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:53 Jinan Denîz Poyraz bi bîr anî: Roniya te wê tariyê ronî bike
10:36 Gergerlîoglû: Ji bo îşkence neyê lêkolînkirin hincetên qanûnî tên hilberandin
10:27 Serlêdana qedexeya hevdîtinê hat redkirin: Cezayê dîsiplînê didome
10:17 Derbarê rojnamevan Yoksû de doza ‘propagandayê’ hate vekirin
10:09 Hizbîkontrayan 5 xizmên wî qetil kirin: Bi berdana wan re birînên me der kirin
09:12 Rojnamevan: Em ê pênûs û kamerayên hevalên xwe li erdê nehêlin