Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in

img
AMED - Şîranîfiroşin Amedê destnîşan kirin ku cara ewil e bi krîzek wiha mezin re rû bi rû mane û gotin, sedema vê krîzê û bihabûnê polîtîkayên şer ên desthilatê ne. 
 
Wekî gelek derdorên civakê şîranîfiroş jî nesîb ji krîza aboriyê girtine. Ji ber bihabûna şekir, arvan, rûn û berên din ên pê şîranî tên çêkirin, şîranîfiroş zehmetiyê dikişînin. Şîranîfiroşin navçeya Rezanê ya Amedê bertek nîşanî vê bihabûnê û krîzê dan û gotin, sedema vê krîzê polîtîkaya şer a dewletê ye. 
 
Selahattin Avûç ku 20 sal in şîranîfiroşiyê dike got: "Torbeyek şekir bûye hezar û 200 TL. Îja em ê çawa bikin? Her roj zem e. Dema yek tê li fiyetan dipirse, hema di cî de bertekê nîşan dide." Avûç diyar kir ku pereyê ku berê pê 10 kîs aravn dikirîn niha bi heman pereyî ancax kîsekî arvan dikirin. 
 
‘WISA BIDOME DÊ GELEK EKS DIKANÊN XWE BIGIRIN'
 
Avûç bilêv kir ku sedema vê bihabûn û krîzê polîtîkayên dewletê ye û got: “Mazot, şekir, arvan, hema bêje her tişt biha bûye. Tiştek di dikana min de nemaye. Ji ber bihabûnê ez nikarim tiştekî jî bikirim. Heke dewlet çaresereyekê nebîne wê gelek kes dikanên xwe bigrin. Wê xizan çi bikin? Her roj welatî tên li fiyetê şîraniyê dipirsin, tenê dipirsin. Nikarin bikirin û diçin."
 
‘HER ROJ ZEM’
 
Cihan Bingol ku 20 sal in şîranîfiroşiyê dike destnîşan kir ku heya niha cara ewil e bi krîz û bihabûneke wiha re rû bi rû maye û got: “Berê tiştê ku me bi 10 TL'yan dikirî niha em bi 100 TL'yî dikirin. Berê me salê carekê fiyet biha dikirin, niha em her hefte biha dikin. Ma em çi bikin? Her tişt her roj 2 qat 3 qat biha dibe. Hêk, rûn, şekir, arvan hema bejê her tişt."
 
Bîngol bilêv kir ku ev desthilatdar nikare krîzê çareser bike û got: "Çi dike ji bo alîgirên xwe dike. Litreya mazotê 4 TL bû niha bûye 30 TL ye. Me rojê 50 kilo şîranî difrot niha em 20 kilo difroşin. Kesen xizan wê  awa kirê bidin û debara xwe bikin?”
 
‘EM HEQÊ XWE HELAL NAKIN'
 
Bîngol di dawiya axaftina xwe de bilêv kir ku sedema vê bihabûn û krîzê polîtikayên şer ên dewletê ne û got: “Desthilatdar li alîgirên xwe dinêre, lê gel miriye nemiriye ne xema wê ye. Çandinî li axa Mezopotamyayê dest pê kiriye, lê niha ew yek veguheriye birçîbûnê. Heke tu çandinî û sewalkariyê biqedînî wê cotkar çi bikin. Mazot, gubre her tişt biha bûye. Em heqê xwe li desthilatdaran helal nakin. Diziyê dikin. Heke dizî nekirana dê ev krîz nebûna. Çareserî di şoreş û yekitiya civakê de ye. Di vê krîzê de jî dijmintiyê bi kurdan re dikin. Niha şer heye, balafirek radibe pere diçe, bombe dike pere diçe, ew pere jî ji berîka gel derdikeve."
 
‘SEDEM POLÎTIKAYA ŞER E'
 
Şiranîfiroş Ahmed Yigit jî diyar kir ku 25 sal in vî karî dike û tu car bihabûnek wekî ya îsal nedîtiye. Yigit got: “Niha her roj zem dibe. Heke wisa berdewam bike dê her saet zem bibe. Di navbera fiyetên îsal û sala par de bi qasî çiyayan ferq heye. Sala par me rojê 20 kîlo şîranî difrot, niha em nikarin 7 kiloyan jî bifroşin. Car caran em û kirîgeran jî bi hev dikevin, ji lew re ji wan tirê em zemê dikin. Ne em, ew zemê dikin lê kirîger bertekê nîşanî me didin." 
 
Yigit di dawiyê de destnîşan kir ku çareya vê krîzê aştî ye û got: “Heke ev desthilatdar biçe wê baştir bibe. Ji bo ew krîz çareser bibe divê aştî bibe. Cihê ku şer lê hebe ne aborî baş dibe ne jî rewşa mirovan baş dibe. Lewma çareserî tenê di aştiye de ye.”
 
Welatî  Yilmaz Bilmez jî ku hat ji bo malê şîraniyêb ikire got: “Sala par kîlo bi 30 lîreyî bûye, lê niha bûye 60-70 lîre. Êdî em salê an carekê şîraniyê dixwin an na. Sedema vê bihabûnê dewlet e, şer e, Erdogan e. Xwedê ji wan re nehêle." 
 

Sernavên din

20/06/2022
10:48 Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin
10:43 Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin
09:08 Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin
09:06 Ji fûhûşê derbarê parêzvanê şaredarê AKP'ê û cerdevanan de dozname hat amadekirin
09:04 Berteka li dijî êrişên Tirkiyeyê: Azadî bi tifaqê pêkan e
09:02 Niştecihên Kitilbilê wê giliya navê 'Fetîh' bikin
09:01 Şîranîfiroş: Sedema krîzê polîtîkayên şer in
09:00 ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
19/06/2022
23:59 Dozgera ku rojnamegeran lêpirsîn kir û dadgerê ku wan girt tayîn bûn
22:24 Parlamentera HDP'ê Tosûn bernameya Orûç pêşkêş kir
21:22 Wêneyê Akdogan ê ji hîlebaziyê hat girtin jî bi Soylû re derket
21:09 Li Şemzînanê şer derket
21:00 ​​​​​​​Asya Ebdullah û Salih Muslîm bûn hevserokên PYD'ê
17:26 Doza Mûsa Anter ku bi rîska demboriyê re rûbirû ye sibê ye
16:10 Elgazî yê sûriyeyî: Muxalefet li dijî desthilatê desthilat jî li dijî YE’yê me bi kar tîne
15:07 Ji bo bîranîna Denîz Poyraz belgefîlmek hate weşandin
13:52 HSD'ê têkildarî Şiblî daxuyaniyek weşand
13:00 Ahmet Turk: Divê li dijî girtina rojnamevanan bêdeng nemînin
12:48 Malbata Şenyaşar ji bo Roja Bavan peyamek weşand
12:47 Dr. Îlhan Dîken li ser gora xwe hate bibîranîn
12:13 Cerdevanê tev li êrişên Zapê bûye: Hinek leşker winda ne
11:39 Batmaz piştî 30 salan hate berdan
11:17 Êzdiyê ku piştî fermanê vegeriya Şengalê: 73 fermanên din jî çêbibin em ê axa xwe bernedin
10:47 Li Gîrtîgeha Xarpêtê li girtiyê Rojavayî dan
10:46 Bi çekê êrişî rêveberê ÎHD’ê kir
09:57 Hate hînbûn ku faîlê êrîşa zayendî li dibistaneke din hatiye peywîrdarkirin
09:26 Piştevaniya bi rojnamevanan re mezin dibe: Em hatine barê wan bigirin ser milê xwe
09:03 Rewşa girtiyên nexweş: Dewlet tolê hiltîne
09:02 ‘Dê dor bê kesên li ber girtina rojnamevanan xwe bêdeng kirine jî'
09:01 Rojnamevan Çelîk tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawîz neda
09:00 ROJEVA 19'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:20 Mîkaîl Aslan li Amedê konserek bêhempa li dar xist
18/06/2022
19:37 Bûldan: Em ê li gel elewiyan têbikoşin
18:43 Di çapemeniya cîhanê de girtina 16 rojnamevanan: Armanc tepisandina çapemeniya kurdî ye
17:01 Ji Panela Pandemî û Krîzên Piralî: Çareserî rêya 3’yemîn û demokrasiya radîkal e
16:59 Sancar li Mêrdînê bang kir: Bila tecrîd rabe da ku Ocalan biaxive
16:14 Dayikên girtiyan: Zarokên me bêxwedî nînin
15:48 ‘Em ê li dijî zextan HDK’ê biparêzin’
15:39 Rûniştina F a 534’an: Bila Adullah Kalay bê berdan
15:08 ‘Divê girtiyê nexweş Aykaç were berdan’
14:55 Endamên Basin-Îşê: Em ji bo piştevaniya rojnamevanên kurd li vir in
14:54 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Firat Yagmekan
14:21 Firinvanan li Cizîrê bertek nîşanî zeman dan û çêkirina nan dan sekinandin
14:01 Yenî Şafakê derewek din jî li derewên xwe zêde kir
13:50 Dayikên Şemiyê: Rojnamegeriya ku heqîqetê digihîne milyonan sûc nîne
13:22 Li Semsûrê ‘hemwelatiya wekhev’ hat nîqaşkirin
13:21 Şandeya Basin-Îşê serdana DFG’ê û JINNEWS’ê kir
13:14 Li Antalyayê pankarta ‘Çapemeniya azad nayê bêdengkirin’ hat daliqandin
13:06 CPJ: Divê rayedarên tirk demildest rojnamevanan berdin
12:55 Di êrişa Kelarê de Ferhad Şiblî jiyana xwe ji dest da
12:12 Serpêhatiya Serhatê 13 salî ku hatibû qetilkirin hat xwendin
12:10 Tenê 3 meh man ku Doza Mûsa Anter bikeve ber demborînê
11:48 Malbat Şenyaşar: Heta ku dayik bigirîn tu pirsgirêk wê neyê çareserkirin
11:40 Rojnamevanên li Enqereyê: Em ê bibin dengê rojnamevanên girtî
11:37 Baroya Mêrdînê û Çewligê: Divê rojnamevan tavilê bên berdan
11:03 Hevserokê DFG’ê yê hatiye girtin Altan: Divê em dengê heyî hîn xurttir bikin
10:35 Tedawîkirina ‘şahidê Pozantiyê’ yê nexweş tê astengkirin
10:07 Rêya çareserkirina pirsgirêka kurd di Îmraliyê re derbas dibe
09:51 Dadgerê ku hêcet ji bo girtina HDK’iyan nedît wan bi KCD’ê sûcdar kir!
09:22 Li jinên girtî ferz dikin ku pêxas biçin hevdîtinê
09:04 Rojnamevan Altan tevî hemû çewisandinan jî ji rastiyê tawiz neda
09:03 Dayika ku kurê wê li Şengalê jiyana xwe ji dest da: Li dijî êrişan bibin yek
09:02 Keça xwe Leyla bi strana 'Min xatir ji te nexwest' bibîr tîne
09:01 Dayika girtiyê nexweş: Ma dê hê çend cenaze ji girtîgehan derkevin?
09:00 Pêşmergeyê YNK'î yê berê: PDK bûye bela serê 3 parçeyan
09:00 Dadgehê cardin ji bo kuştina Fatma ya 13 salî got 'li gor hiqûqê ye'
09:00 ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
17/06/2022
23:27 Dr. Mihemed Yusif: Bêdengiya Iraqê û hikûmeta Herêma Federe rûreşî ye
22:46 Qubad Talabanî bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê da
21:04 Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hat binçavkirin
21:01 Li Amêdiyê êriş: 2 kes birîndar bûn
19:42 Denîz Poyraz li cihê ku lê hat qetilkirin hat bibîranîn: Alaya wê di destê gelan de ye
17:09 Ji gardiyanan şopa îşkenceyê pirsî, cezayê hevdîtinê lê hate birîn
16:41 Denîz Poyraz li gelek navendan hat bibîranîn
16:31 Li Stenbolê 9 kesên di binçavan de bûn hatin berdan
16:11 Rojnamevan: Heta hevalên me bigihîjin azadiya xwe em ê têbikoşin
15:38 Di doza DÎAYDER’ê de 3 mele hatin berdan
15:19 Sancar: Pêwîste ji bo destpêkek nû îradeyek xurt derkeve holê
15:01 Ji ber dijberiya wê ya avahiyên qaçax gef li TMMOB'ê hat xwarin
14:50 Denîz Poyraz hat bibîranîn
14:38 ‘Rojnamevan wê li dijî zextan serî netewînin’
14:37 Di doza qûndaxê de 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li polis hat birîn
14:32 Serokê MHP'ê yê Amedê Kayaalp hat girtin
13:40 Malbat û vasiyê Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
13:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar: Em di rêya heq de ne
12:53 Rojnameger ji bo piştevaniyê ber bi Amedê ve ketin rê
12:48 Tedawiya kesên di êrişa Tirkiyeyê de birîndar bûbûn didome
12:20 Parêzerê rojnamegeran Temûr: Bi şîroveyên bêeleqe hatin girtin
12:07 Guven ê ji sedî 98 astengdar ku hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
11:31 Akbaşoglu yê AKP’yî Rûdawê wek ‘terorîst’ ragihand
11:18 Li Kelarê wesayîtek hate bombekirin: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
10:53 Jinan Denîz Poyraz bi bîr anî: Roniya te wê tariyê ronî bike
10:36 Gergerlîoglû: Ji bo îşkence neyê lêkolînkirin hincetên qanûnî tên hilberandin
10:27 Serlêdana qedexeya hevdîtinê hat redkirin: Cezayê dîsiplînê didome
10:17 Derbarê rojnamevan Yoksû de doza ‘propagandayê’ hate vekirin
10:09 Hizbîkontrayan 5 xizmên wî qetil kirin: Bi berdana wan re birînên me der kirin
09:12 Rojnamevan: Em ê pênûs û kamerayên hevalên xwe li erdê nehêlin