Parêzerê Ocalan Bîlmez: Li Îmraliyê sûc tê kirin

  • rojane
  • 09:08 20 Hezîran 2022
  • |
STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, diyar kir ku li Îmraliyê sûc tê kirin û wê bi mezinkirina hewldanên li dijî qedexeya hevdîtinê encam bê girtin. 
 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye didome. Zêdetirî salekê ye bi tu awayî agahî ji Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li cem girtî ne nayê girtin. Hevdîtina parêzer û malbatan a bi Ocalan û girtiyên din ên li cem girtî ne re tê astengkirin. Serlêdanên ji bo hevdîtinan bi hinceta cezayên dîsîplînê tên redkirin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, derbarê qedexeya hevdîtinê û hewldanên li dijî vê de axivî û nirxandinan kir. 
 
 
BÊHIQÛQIYA LI ÎMRALIYÊ 
 
Parêzer Bîlmez, diyar kir ku rewşa li Îmraliyê ji tecrîdê derbas bûye û ji ber ku daraz bi serê xwe tevnagere hewldanên wan ên li dijî vê rewşê jî bêencama dimînin û wiha got: "Li Îmraliyê hiqûq nemaye. Bêhiqûqiya li Îmraliyê belavî tevahiya welat bûye. Bêhiqûqî tenê bi cihekî bi sînor namîne. Rewşa li Tirkiyeyê niha ev e. Hiqûq û qanûn li Îmraliyê kirine gilokeke ta û li bendê ne ku em ve ji hev bixînin. Hewl didin me bi vê bidine mijûlkirin."
 
CEZAYÊN DÎSÎPLÎNÊ YÊN 'VEŞARÎ'
 
Bîlmez, bi lêv kir ku ji ber qedexeyên hevdîtinê nikarin bi Ocalan û girtiyên din re hevdîtin pêk bînin û wiha axivî: "Ji 3 mehan carekê ji bo qedexeya hevdîtinê ya malbatan re cezayê dîsîplînê didine muwekîlên me. Bi tu awayî em sedema cezayan nizanin û nikarin hîn bikin. Ji me veşarî tê kirin. Piştî ku ceza tên dayîn em hîn dibin û îtîrazên xwe dikin. Qedeya ji bo parêzeran jî bi heman rengî ye. Ji bo parêzeran 6 mehan carekê ceza didin. Em van jî îtîraz dikin lê encameke erênî ji van hemû serlêdanên xwe nagirin."
 
'SÛC TÊ KIRIN'
 
Derbarê serlêdanên wan ên li dijî qedexeyên hevdîtinê de Bîlmez, bi bîr xist ku herî dawî di 24'ê adarê de serî li Dadgeriya Înfazê dane û bi hinceta cezayê dîsîplînê serlêdana wan hatiye redkirin û ev tişt anî ziman: "Êdî baweriya wan bi hiqûqê nemaye. Dizanin ku ev pêkanîn bi biryareke çiqas polîtîk tên kirin. Belim jî bi armanca şermezarkirinê îtîraz nakin. Ji ber ku îtîraz nakin li gorî qanûnan ceza teqez dibe. Ji bo astengiyan hincet tên çêkirin. Lê ev pêkanîn ne qanûnî û meşrû ne. Me dîsa serî li Dadgeriya Înfazê da. Me got, 'Qediyaye hûn destûr nadin hevdîtinê? Roja dan ev bersiv da, 'Di meha sibatê de cezayek dîsîplînê lê muwekîlên we hatibû birîn, ev ceza hê di meriyetê de ye'. Lê li gorî qanûnê nikarin ji 3 mehan zêdetir bidin. Kêfîbûneke mezin heye. Tiştên êdî tên kirin sûc in. Hemû şertên Destûra Bingehîn û DMME'yê tune dihesibînin."
 
'LÎ ŞÛNA ÇARESERKINÊ PISGIRÊKAN ÇÊDIKE'
 
Bîlmez, da zanîn ku Dadgeriya Înfazê berovajiyê peywira xwe ya çareserkirinê tevdigere û ev tişt gotin: "Pirgirêkan çareser nake, pirsgirêkan çêdike. Ji bo çêkirina pirsgirêkê dibe alîkar! Tişta em bikin îtîraza li ser wê ye. Em li Dadgeriya Cezaya Giran îtîraz dikin. Piştî hefteyekê ev dadgeh jî îtîraza me red dike. Pêvajoya Dadgeha Destûra Bingehîn dest pê dike. Mixabin pêvajoya Dadgeha Destûra Bingehîn dirêjî salan dibe. Li vir bi dehan serlêdanên me hene. Piştî Dadgeha Destûra Bingehîn jî pêvajoya DMME'yê dest pê dike û mesele belavî demê dibe."
 
'CPT PAŞGUH DIKE'
 
Di berdewamê de Bîlmez, destnîşan kir ku ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê bi partiyên siyasî û rêxistinên sivîl re xebatan dikin û serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Konseya Ewropayê (KE) didin û ev nirxandin kir: "Mixabin Ev sazî jî prîm didin polîtîkaya belavkirina demê ya Tirkiyeyê. Heke ev rewş dirêj bibe û berdewam bike wê demê hin kes vê paşguh dikin. Ji bilî vê daxuyaniyeke din tuneye. CPT ji tiştên li Îmraliyê diqewêmin re digire. Ocalan ne girtiyek ji rêzê ye û di çareserkirina Pirsgirêka Kurd de aktorek girîng e. Dewlet jî vê baş dizane. Nêzikbûna ji bo Îmraliyê girêdayî Pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Ji ber ku Mutabaqata Dolmabahçeyê nehat naskirin Tirkiye di her warî de bi paş ve çû. Ji wan rojan ve li Tirkiyeyê her tişt guherî. Tirkiye ji aştiyê dûr ket, pêvajoya şer dest pê kir û aborî têk çû. Ev hemû girêdayî neçareserkirina Pirsgirêka Kurd û tecrîda li Îmraliyê ne. Ev ne tenê ji bo desthilatê, ji bo muxalefeta namzeta desthilatê jî derbasdar e. Divê vê rastiyê bibîne û li gorî wê tevbigere. Heke nêzikbûna wê jî heman nêzikbûn be piştî guhertina hikûmetê wê tu tişt neguhere. Lewre pirsgirêka bingehîn ev e."
 
DAXWAZÊN MEŞA GEMLÎKÊ
 
Bîlmez, li ser Meş Gemlîkê û kampanya ku bi pêşengiya OHD'ê bi îmzeya 775 parêzeran dest pê kir jî rawestiye û wiha pêde çû: "Li dijî tecrîdê daketina mirovan a kolanan û bikaranîna mafên xwe yên demokratîk û destpêkirina kampanyayên ji aliyê parêzerên hempîşeyên me ve gelek girîng in. Ev nîşan didin ku êdî bêhiqûqî tên dîtin. Em bawer dikin ku wê ev çalakî mezin bibin. Mirov vê neheqiya ku li birêz Ocalan tê kirin qebûl nakin û çareserkirina Pirsgirêka Kurd dixwazin. Dema ku xwestin bimeşin Gemlîkê tişta ku dixwestin ev bû; bila tecrîdê rabe, Pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, polîtîkayên ewlehiyên bên bidawîkirin. Lewre ev mesele herkesî eleqedar dike. Tecrîda li Îmraliyê bi awayekî bandor li jiyana herkesî dike. Tişta girîng ferqkirina vê ye. Her kesê ku bi rastî jî ji xwe re dibêje demokrat, sosyalîst û xwe weke muxalîf dibîne divê êdî vê rastiyê bibîne."
 
'BI BÊDENGIYÊ WÊ DOR BÊ HERKESÎ'
 
Bîlmez, nirxandina xwe wiha berdewam kir: "Hebûna liv û tevgereke wiha ya di civaka parêzeran de cipîcihê girîng e. Lewre heke hempîşeyên me çavê xwe ji bêhiqûqiyeke bi vî rengî re bigirin wê heman tişt ew ê jî bijîn. Vê dizanin û dibînin. Mînak li Tirkiyeyê pêkanîna guhdarkirina hevdîtina parêzer û muwekîlê wî tunebû. Di sala 2004'an de ji bo birêz Ocalan sererastkirinek kirin. Sererastkirineke mîna qedexekirina parêzeran tunebû. Wê jî di sala 2004'an de bi hedefa birêz Ocalan kirin. Lewre bi bêddengkirinê re wê dor bê herkesî. Divê mirov vê bibînin û li gorî vê tevbigerin."
 
Di dawiya axaftina xwe de Bîlmez, destnîşan kir ku wê hewldanên li dijî pêkanînên li Îmraliyê bigihîjin hedefa xwe û ev tişt got: "Em bikin ku wê herkes vê bêhiqûqiyê bibîne û li dij dengê xwe derbixe. Em bawer dikin ku wê hewldan encam bidin. Ji ber wê em di nav hewldanan de ne. Ev hewldan çiqas mezin bibin û wê îhtîmala encamgirtinê jî wê ewqas mezin bibin."
 
MA / Ergîn Çaglar

Sernavên din

06/11/2022
16:46 TÎP: Em ê li hemberî êrişên faşîst serî netewînin
15:54 12 parlamenteran ji Parlamentoya Başûr îstîfa kirin: Em nabin şirîkê derqanûntiyê
15:33 Li her kolana derdikeve Îstîklalê li ber xwe dan
14:41 Ji 300 rewşenbîran bo rejîma Îranê bang: Dawî li zextên xwe bîne
14:35 Li Wanê operasyana leşkerî hate destpêkirin
14:35 Li Global Boksê bikaranîna çekan hat protestokirin
14:13 Malbata Şenyaşar: Yên ku aliyê zaliman digirin dê winda bikin
13:55 Li Îranê dengê şoreşê bilind dibe
13:38 Parlamenterên Iraqê bang li hikûmetê kirin: Li dijî êrişan bêdeng nemîne
12:47 Bi hezaran kesan li dijî çekên kîmyewî kolan bi kolan li ber xwe dan
12:30 Ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ çol û çiyayan derbas dikin
12:22 Di kampa leşkerî ya Somaliyê de teqîn: 5 kes mirin, 11 kes birîndar bûn
12:21 Prof. Dr. Altintaş: Gotina ‘bila YOK were girtin’ êdî dibe fantazî
11:30 Li Silopiyayê ‘Meşa Mirovahiyê’ dest pê dike
11:18 Baroyan ji bo ‘çareserkirina pirsgirêka kurd’ bang kirin
10:17 Di kana madenê ya Zonguldakê de teqîn: 4 karker birîndar bûn
09:55 Philippe Leruth: Rojnamegerên hatine girtin, rûmeta rojnamegeriya li Tirkiyeyê ne
09:28 Di şer û pevçûnên li Başûr de 2 leşker hatin kuştin
09:04 Seroka Odeya Bıjişkan a Amedê: Em girtina Şebnem xoceyê qebûl nakin
09:04 'Îmrali xala destpêkê ya bêhiqûqîtiyê ye'
09:03 'Desthilat dixwaze ser sûcên xwe binixumîne'
09:01 Lêpirsîna Kader Ortakayayê daxilî nava yên 'kiryar nediyar' kirin
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2022'YAN
05/11/2022
21:47 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî hatin dayîn
19:44 Gelê Silopiyayê vexwandin ‘Meşa Mirovahiyê’
16:51 Bi pankartê banga ‘Meşa Mirovahiyê’ hate kirin
16:29 ÎHD: Bila rojnamevan û Fîncanci bên berdan
16:20 Rewşa girtiyê ku bi teşhîsa xelet hatiye emeliyatkirin giran bû
16:02 Polîsan dîsa gef li fîrmaya otobusê xwar ku rojnameya Xwebûnê nebe
15:54 Deklarasyona 25'ê Mijdarê: Li dijî faşîzm û qirkirina jinan dem dema azadiya jinan e
15:40 Li Erdîşê mirina biguman a jinekê
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de hat xwestin ku girtiya nexweş Çakir bê berdan
15:08 ÎHD'ê aqûbetên Bayram, Yakar û Toraman pirsîn
14:35 Ji bo welatiyên 27 sal berê hatin gulebarankirin û şewitandin edalet hat xwestin
14:18 Baroya Amedê bertek nîşanî beraetkirina serokê MHP’ê da
13:55 2’yemîn Konferansa Jinan a Navneteweyî li Berlînê dest pê kir
13:49 Li Bedlisê operasyona leşkerî hate destpêkirin
13:42 Orbay ji Stenbolê heta Heciya Kurda hat pêşwazîkirin
13:32 Fîncanci: Ez ê tevkariya xwe ya li heqîqetê bidomînim
13:12 EMEP’ê ji bo piştevaniyê serdana ajansa me kir
13:11 Heman dadgerî Mûsa Orhan tehliye kir û serokê MHP’yî jî da beraetkirin
13:02 ‘Li Iraqê hebûna leşkerên tirk dagirkerî ye’
12:18 Malbata Şenyaşar: Rojên ku heqîqet derkeve holê nêz in
12:18 Parêzer Aryen Tûran: Em ê her bêhiqûqiyan vebêjin
12:00 Li Xarpêtê ji ber deynî şer kirin: 3 kes mirin
11:47 Eyşe Efendî: Divê kurd li dijî çekên kîmyewî hêza xwe bikin yek
11:30 Malbatên girtiyan: Çapemeniya azad rastiya me ye
11:30 Bi veguhestina pirtûkan xwestin girtiyê nexweşê giran Boltan îşkence bikin
11:07 Banga ji bo ‘Meşa Mirovahiyê’ ya li Silopiya: Bila hesab bidin
10:07 Li Kurdistanê ji bendavan ber bi kîmyasalê ve: Talana ekolojîk didome
09:37 Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê: Heke xwesteka me neyê cih em ê biçin ber deriyê rektoriyê
09:37 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Yorûlmaz û Bagcik hatin berdan
09:09 Bavê Xemgîn Kiçî yê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Ji bo Xemgînan çû, serê me netewand
09:04 Banga ji bo 'Meşa Mirovahiyê': Werin em bi hev re li dijî çekên kîmyewî têbikoşin
09:02 'Em li axa xwe bikaranîna çekên kîmyewî qebûl nakin'
09:01 Li Îmraliyê 'hîle-î şerriye' didome
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2022'YAN
04/11/2022
23:18 Sancar: Desthilat herî zêde ji çapemeniya azad ditirse
22:39 Doza Kobanê: Hûn jinên kurd didarizînin
21:46 Abdulhamît Orbay piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:35 Rojbîn Perîşan li Amedê bi dirûşmeya 'jin jiyan azadî' hat pêşwazîkirin
18:40 Rojnamevan Şahînliyê bi awayekî destkelemçekirî muayene kirine
18:03 Serdanên piştevaniyê yên ji bo MA û Jinnewsê didomin
16:46 Agahî ji Brûkanliyê xwe şewitand nayê wergirtin
16:45 2’yemîn Konferansa Jinan a Navnetewî sibê dest pê dike
16:45 Di komkujiya Bartine de kesekî din jî jiyana xwe ji dest da
16:30 SOLIDAIRES û SNJ’ê ji bo rojnamevanên kurd banga piştevaniyê kirin
16:30 Berxwedana Jînayê di roja 50’an de ye
16:17 ÎHD’a Amedê: Em ê di aştiyê de israr bikin
16:05 ‘Em ê bi rêxistinbûyîna xwe bersivê bidin tecrîdê’
15:49 DFG: Hejmara rojnamevanên girtî gihîşt 88’an
15:42 Xizmên girtiyan: Tekane daxwaza me edalet e
15:41 Dayikan ji bo “Meşa Mirovahiyê” bang kirin: Bila êriş bên sekinandin
15:34 Çalakiya li Zanîngeha Dîcleyê didome: Meclisê dengê me bihîst lê rektor nebihîst
15:21 Sedemê cezayê li Guvenê hatiye birîn: Cezakirina wê pêdiviyeke lezgîn e
14:44 Doza Kobanê: Ev rojên tarî dê derbas bibin
14:38 Biryara jêrzemînên Cizîrê ya AYM’ê: Binpêkirin nîne, hêza kuştinê ji neçarî bûye
14:14 Parêzer Aryen Tûran hate berdan
14:09 Di Doza Kobanê de banga çekên kîmyewî li Akar hat kirin: Envanterên TSK’ê veke
14:03 Malbat û wasiyê Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
13:50 ‘Bila parêzer Aryen Tûran bê berdan’
13:49 Meclisa Ciwanan a HDP'ê: Îktidar budçeyê ne ji ciwanan re ji şer re vediqetîne
13:18 Malbata Şenyaşar: Daxwaza me daxwaza herkesên ku dibêjin em mirov in e
12:59 Banga ‘Meşa Mirovahiyê’: Çekên kimyasal sûc e
11:42 HDP’ê ji bo 4’ê Mijdarê got: Xwestin vîna gelê me bişikînin lê nekarîn rê li ber meşa me bigirin
11:21 Leşkerek li Başûr di şer de hate kuştin
11:19 Şaredariya Panosê Rojên Çand û Hunerê li dar dixe
11:17 Belgefîlma 'Girtîgeh an jî Sirgûn’ li Bernê hat pêşandan
11:13 Daxwaza ‘budçeya perwerdeya zimanê dayikê’ nehate qebûlkirin
11:02 Ji bo meşa 6’ê mijdarê bang: Hûn jî li dijî sûcê şer tev li meşê bibin
10:50 Birîna daran a li Xozatê 5 meh in bênavber didome
10:47 Bi tarîfeya ‘tîcaretxaneyê’ fatûreyên ceyranê li girtiyan tên birîn
10:32 Rejîma Îranê cezayê darvekirinê da hunermendê kurd Samîn Yassîn
10:22 HDK’ê ji bo 6’ê mijdarê bang kir: Em xwedî li keleha berxwedanê derkevin
10:20 Rûreşiya Komarê
10:02 Xelatên Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî sibê tên dayîn
09:53 Dayikên Aştiyê: Heke em xwe bêdeng bikin, wê demê em jî dibin şirîkê sûc
09:11 Hevserokê HDP'a Amedê Ceylan: HDP, li hemberî êrişên faşîzan ên AKP-MHP'ê bi ser ketiye
09:05 Pêşangeha li dijî talankirina xwezayê
09:04 Rêxistinên civaka sivîl: Em tev li Meşa Mirovahiyê bibin