Siyasetmederên Êzidî: Dixwazin li Şengalê pergala xweser tune bikin

  • rojane
  • 09:00 21 Hezîran 2022
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmenderên Êzidî diyar kirin ku Meclîsên Gel ên herêmê bi zanebûn têne hedef girtin û gotin: “Ji bo ku Êzidî li Şengalê li ser axa xwe nebine xwedî îrade û di pergaleke nû de hebûna xwe temsîl nekin êrîş dikin. Bi hedef girtina Meclîsên Gel vê peyamê didin.”
 
Di 9’ê cotmeha 2020’an de di navbera hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistana Federe de “Peymana Şengalê” hate îmzekirin. Peymana ku vîna êzidiyan nas nedikir rastî bertekan hat. Li gel îmzekirina peymanê êrîşên sîstematîk ên ku piştî peymanê dest pê kirin berdewam kirin û vê carê jî di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şengalê de dîwarekî 250 kîlometre dirêj û 3 metre bilind hate çêkirin. Bi vî dîwarî tê xwestin ku têkiliya êzdiyan a di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gundên ereban de were qut kirin. Li gel çêkirina dîwarî artêşa Iraqê di 2’yê gulanê de bi daxwaza PDK’ê û Tirkiyeyê êrişî Şengalê kir. Lê pişt re bi berxwedana Asayîşa Êzîdxan hat daxuyandin ku wê bi diyalogê çareser bikin. Lê Tirkiyeyê di 15’ê Hezîranê de Meclîsa Gel a Sinûnê ya Şengalê bombebaran kir û di êrişê de zarokê 10 salî Salih Xidir û kalê wî Xidir Şivan Naso jiyana xwe ji dest dan û nûçegihanê ÇIRA Tv’yê jî di nav de bi giştî 7 kes jî birîndar bûn. Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê bênavber berdewam dikin. 
Siyasetmenderên Êzidî yên li Şengalê bertek nîşanî êrîşan dan û gotin ku bi hedef girtina Meclîsên Gel Tirkiye dixwaze pergala ku hatiye avakirin tune bike.  
 
'SENARYOYA VÊ ÊRÎŞE BERIYA NIHA HATIBÛ AMADEKIRIN'
 
Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hesen, êrîşa li ser Meclîsa Gel şermezar kir û wiha got: “Di serî de em ji malbata zarokê şehîd ketî sersaxî dixwazin û ji kesên birîndar re jî şîfayê dixwazin. Weke ku tê zanîn di van demên dawî de li ser Şengalê û civaka me zext û planên dijmin zêde bûne. Di serî de dewleta tirk û hevkarê wan ketine nav pilanên qirêj û dixwazin civaka me bê îrade bikin û deskeftiyên me yên bi xwîna şehîda bi dest xistine tasfiye bikin. Bi hevkariya hin kesên di nav hikumeta Iraqê û PDK’ê de ne van planan didin meşandin. Pişti ku di demên dawî de civaka me bû îrade û hêzek mezin, rê li ber tev li hevî û pêkanina planên dijmin girt. Ev êrîş bi plankirî pêk anîn. Meclîsa me ya Gel a Sinûnê bi zanebûn hate hedefgirtin. Ji ber ku gelê me bi berdewamî serdana meclîsa xwe dikirin û Meclîsê ji bo çareserkirina pisgirêkên gel kar û xebatên xwe bê navber didan meşandin. Her wiha li derdora Meclîsê jî gelek mal, dikan û gel hebû. Mirovên derdora meclîsê jî hatin hedef girtin. Ji ber di van demên dawî de bi gelek awayî ji aliyê PDK'ê ve hewl hate dayin ku di Şengalê de aloziyan derbixînin. Xwestin ku gel ji derdora rêveberiya xweser dûr bikeve û bi şêwazê peymana 9 cotmehê pêk bînin. Senaryoya vê êrişê ji berê hatibû amadekirin. Çend kesî ku girêdayî xwe çêkirin û erkdar kirin ku êzdî li dijî rêveberiya xweser derkevin. Lê ev hewldanên wan û provakasyonên wan bi ser neketin.”
 
'LI KU RÊVEBERIYEK XWESER HEBE WIR HEDEF DIGIRE'
 
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Delîla Suham, jî bi lêv kir ku Tirkiye bi zanebûn Meclîsên Gel hedef digire û anî ziman ku xeyalên Osmaniyan niha nevîyên wan dixwazin pêk binin. Sûham di berdewama axaftina xwe de wiha axivî: “Di serî de em ji malbata zarokê 12 salî û civaka êzdî sersaxî dixwazin. Bêgûman ne cara yêkemîne ku dewleta tirk li dijî Şengalê êrişan pêk tîne. Ev êrîşe bêgûman raste rast îradeya civaka êzdî hedef digire. Rast e rast Meclîsên Gel û xweseriya demokratîk hedef digire. Ji ber wê jî beriya niha Meclîsa Gel a Xanesorê jî bombebaran kiribûn. Herî dawî jî Meclîsa Gel a Sinûnê bombebaran kirin. Bêgûman ev êrîşên ku li dijî civaka êzdî pêk tên, ji êrîşên li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê ne cudatirin. Her wiha bi rojan e dewleta tirk li Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê êrîşan pêk tîne. Li ku derê rêveberiyeke gelan û îradeyeke gelan hebe wir hedef digire. Bi taybetî jî li ser  Şengalê û Rojavayê Kurdistanê êrişan pêk tîne. Ji bo ku di Şengalê de êzdî li ser axa xwe nebine îrade û di pergaleke nû de hebûna xwe temsîl nekin êrîş dikin. Bi taybetî hedef girtina Meclîsên Gel vê peyamê didin. Dibêjin ku, 'Divê civaka êzidî her tim kole be û heger azadiya xwe bigere wê rastî êrîşan bê'. Peyam ev e. Destpêkê pêşengên civaka êzdî hedef girtin û armanc ew bû ku civaka êzdî bê nasname bihêlin. Niha jî berê xwe dane meclîsên wan.”
 
'DIXWAZIN PERGALA KU HATIYE AVAKIRIN TUNE BIKIN'
 
Suham, bi lêv kir ku tevî hemû êrîşan jî êzdî xwedî li meclîsên xwe derketin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev êriş bi plankirî pêk tên. Yê ku îstîxbaratê dide dewleta tirk û bi MÎT'ê re kar dike çend kesên ku mirov nikare bêje êzdî ne jî, ji bo çend qirûş pere ku xwe firotine û bi MÎT û parastinê re kar dikin. Tiştê ku li vir çêdibe, têkildarî cihên Meclîsan û YBŞ’ê rast e rast îstîxbarat didin dewleta tirk û sîxûrtiyê dikin. Yên ku pêşengtiyê ji îstîxbaratê re dikin mala Şeşo ye. Ji ber wê jî mirov dikare vekirî bibêje. Piştî van êrîşan li herêmê rewş aloze. Piştî şerê di navbera Asayîşa Êzîdxan û artêşa Iraqê de, di Şengalê de çend kesên ser PDK'ê ve propagandaya reşkirina Asayîşa Êzîdxan dikin. Van kesan careke din bi vê êrîşê berê xwe dan Meclîsê û gotin, 'Divê Asayiş ji vir derbikeve'. Li vir komeke ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye perwerdekirin propagandayê dike. Bi van dixwazin pergala heyî tune bikin. Ev êrişe ji peymana 9’ê cotmehê ne cudatir in. Dixwazin heyfa binketina li herêma Zapê ji Şengalê bistînin. Dewleta tirk ji bo ku desthilata xwe li vir ava bike û hêza xwe nîşan bide van êrîşan dike. Li dijî van êrîşan berxwedana civaka êzdî heye.”
 
‘NAXWAZIN KU ÊZIDÎ DI ŞENGALÊ DE BIMÎNIN’
 
 
Ji Endamê Desteya Rêveberiya Şengalê Hisên Sado jî diyar kir ku armanca êrîşan, Şengaleke bê êzdiye û got: “Piştî fermana Şengalê, civaka êzidî birînên xwe pêçandin û ew tirs ji dilê xwe derxist. Kî sedemê van êrîşan be naxwaze ku êzdî di Şengalê de bimînin. Di her êrişekî de Şengalê dikin çol. Jiyana li Şengalê nexweş dibe. Zagonên wan hene. Lê ew zagonên wan bûne sedemê fermanên Şengalê. Heger ev zagonên wan ne li gorî hin hîzban bin û ne li gorî şexsan bin wê demê çima di Şengalê de ninin? Heger zagonên wan li ser avakirina Şengalê bûna heta niha Şengal bihata avakirin.” 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

24/06/2022
11:02 Rojnamevan Koçûk: Em ê hem şûna xwe hem jî şûna wan binivîsin
10:44 Rojnameger Tara: AKP-MHP dixwazin beriya hilbijartinê çîrokeke serkeftinê binivîsin
10:43 Rojnameger Alagaş: Wê hêza zilmê têra şikandina pênûsa jinê neke
10:16 Rêzên li nexweşxaneyan veguherîn 'rêzên sanal'!
10:03 Li Girtîgeha Jinan a Şakranê tecrîda di nava tecrîdê de
09:17 'Nobeda Azadiyê' ya ji bo Ocalan di sala 11'an de ye
09:07 Li Girtîgeha Kurkçulerê: Ji bo 5 kesan tenê têfikeke xwarinê didin girtiyan
09:06 'Dê têkoşîna me ya ji bo mafê jiyanê bidome'
09:05 Rapora pêzaniyê: Qeyûm di ewraqên fermî de sextekarî kiriye
09:03 Hesreta dilê xwe bi wêneyên kurê xwe yê girtî aş dike
09:01 Endamê Rêveberiya Xweser a Şengalê Îbrahîm: Dixwazin êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
23/06/2022
22:22 Li dijî heqdesta xizaniyê banga ji bo têkoşînê
21:45 FIDH û OMCT'ê girtina 16 rojnamevanan şermezar kirin
20:59 Peymana Stenbolê: Dozger xwest fesx bê betalkirin
19:54 Pen International: Demildest her 16 rojnamevanan berdin
18:55 Şerê li sêgoşeya Licê-Pasûr-Farqînê didome
18:43 Dadgeha Bilind cezayên ku li 13 siyasetmedaran hatibû birîn erê kir
17:52 Komîsyona Amadekar a ji bo parêzbendiya Aydenîzê hat avakirin li hev kom dibe
17:38 Ji bo betalkirina parêzbendiya Aydenîzê Komîsyona Amadekariyê hat avakirin
16:45 Li Iraqê 64 parlamenterên nû hatin hilbijartin
16:41 Sercerdevan li dadgehê gef li malbatê xwar
16:39 Çawişê pispor ê Hazna Su kuşt bi ‘halê baş’ hate xelatkirin
16:27 Rakirina parêzbendiya Aydenîz tê nirxandin: Hûn di rewşeke wisa de ne ku nikarin bi Makeqanûna 12’ê Îlonê jî bikin
16:09 'Em li dijî bêedaletiyê bibin dengê malbatên girtiyan’
15:43 'Heke peyman pêk bihata wê cezayê kujerê Pinar nehata daxistin'
15:06 Şik: Doza rojnamevaniyê ya herî mezin a salên dawî ye
15:03 Êrişa li dijî Nobeta Edaletê bi meşê protesto kirin
15:02 Gunay: Rakirina parêzbendiya Aydenîz darbeya li dijî vîna gel e
14:13 Derbkirina girtiyan: Bila derheqê berpirsyaran de lêpirsîn were destpêkirin
13:47 Rapora rojnamegerên girtî: Xebatên pîşeyî kirine mijara sûc
13:37 Giliyê Şener ê HDP hedef nîşandayî hate kirin
13:33 Abdulîllah Poyraz beraet kir
13:10 ‘Divê êdî dawiyê li zilma li malbata Şenyaşar tê kirin bînin’
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:30 Nobeta Edaletê: Bila bêhiqûqî bi dawî bibin
12:01 Jin careke din li ber derê Şûreya Dewletê ne: Em hatin parastina jiyanên xwe
11:57 Komîsyona Têkel ji bo Aydenîz civiya
11:41 Lêpirsîna nûçeyê bi dozvenekirinê biencam bû
11:36 Girtina 16 rojnamevanên kurd li Stenbolê hat protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
11:25 OHD’ê ji bo doza Dedeogullari banga tevlibûnê kir
11:20 Parlamentoya Iraqê bi awayek awarte dicive
11:18 Şewata li Marmarîsê berdewam dike
11:08 ‘Duh JÎTEM hebû îro gelek rêxistin hene’
10:52 Li Licê şer: 2 leşker hatin kuştin
10:19 Jin li dijî biryarê bihêrs in: Em ê tora parastina rewa ava bikin
10:11 Di cînayeta Hantaş de ceza nehat dayîn: Dema mijar dibe kurd edaleta wan diguhere
09:16 Li Şaredariya Artukluyê bêrêbazî: 13 encûmenên AKP’ê xwestin îstîfa bikin
09:02 Li Nefelê atolyeyên çand û hunerê dest pê kirin
09:01 Girtin û ceza nikaribûn pêşî li ber bigirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
07:45 'Tu hinceteke êrişên Tirkiyeyê tuneye'
22/06/2022
21:02 Di danişîna Konseya Ewropayê de: Deriyên Îmraliyê vekin
18:30 Ji bo betalkirina biryara girtinê ya derbarê 16 rojnamavenan de serî li dadgeriyê dan
17:53 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike, kamera li ser milê me ye
16:54 Doza Komkujiya Madimakê: Daxwaza guherandina şandeyê hate redkirin
16:30 Ji bo tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe ’50 hezar TL mesref’ jê re derxistin
16:08 Rojnamegeran Qanûna Sansurê şermezar kir
15:54 Şandeya HDP’ê çû Beyrûdê
15:49 Malbatên girtiyan: Ji me çi dixwazin?
15:40 Esnaf got ji 'Erdogan' re û qaseya xerabe ya pereyan hilavêt
15:30 Saziyên çapemeniyê ev 15 roj in dorpêçkirî ne
15:25 Qurbaniyên Qetlîama Madimakê dê bên bibîranîn
14:33 Doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Kaya taloq bû
14:00 Ji bo beşdariya Doza Mehmet Sîncar bang hat kirin
13:55 Temel: Ne qanûna dezenformasyonê lê raste rast a sansurê ye
13:46 Li Edeneyê ji bo kongreya HDP’ê bang kirin
12:51 ‘Ev her du dayik di heman keştiyê de ne?’
12:30 Di doza kelekê de ji bo 12 bersûcan ceza hat xwestin
12:18 Malbatên girtiyan: Em ê di daxwazên xwe de israr bikin
11:25 30 salan girtî ma: Me bi vegotina xewnên xwe yên ji hevdu re li ber xwe da
10:49 Li Marmarîsê şewateke mezin derket
10:44 Ji bo Balaç û Yildirim ji girtîgehê name şand û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin
10:37 Rojnamevaniyê û nûçeyên xwe bi wêrekî parast
10:19 Malbata Atli ya ji Xaşkanê: Ji ber ku em kurd bûn tundî li me kirin
10:08 Bahoza tozê ya ji Iraqê tê bandoreke nebaş li Colemêrgê kir
10:02 Rojnameger Hekîmoglu: Ji sedî 95'î medyayê di destê wan de ye lê gel jê bawer nake
09:55 Li Tarsûsê 20 kes hatin binçavkirin
09:07 Parêzer Zîlan: Li Başûr qûtkirina dengê jinan tê armanc kirin
09:06 Li Girtîgeha Kurkçulerê çi diqewime?
09:05 Dê cara yekem dengbêj Şakiro bê bibîranîn
09:05 Gardiyanan dest danîn ser dosyeya wî ya pirtûkan
09:03 Li Taşûcûyê qadên jiyanê tên talankirin
09:02 Nûnera Şaxa TÎHV'a Wanê: Peywirdarên cemaweriyê di sûc de israr dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2022
08:45 Li Zapê leşkerek hat kuştin
08:44 Li Mêrsînê 8 ciwan hatin girtin
21/06/2022
20:36 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Yilmaz hat girtin
16:36 Careke din rapora nikare li girtîgehê bimîne dan Ozkan
16:24 Banga beşdariya Nobeda Edaletê hat kirin
15:58 Li Êlihê bertek nîşanî rakirina peykerê Cegerxwîn dan
15:39 Rojnamevan li dijî ‘qanûna sansurê’ diçin Enqereyê
14:59 Buldan: Yên ku li ser pirsgirêka kurd ketine pêşbirka nîjadperestiyê dê mezin winda bikin
14:53 Qeyûm peykerê helbestvan Cegerxwîn rakir
14:38 ‘Doza Akademiyê ya KCK’ê hat taloqkirin
14:27 Li Şaredariya Çewlikê biryara grevê hate dayîn
14:23 Polîsê ku Recep Hantaş kuştibû hat beraetkirin
14:05 Derket holê ku belavokên reşkirina HDP'ê ji aliyê AKP'ê ve hatine çapkirin
13:31 HDP bi dirûşma ‘Çareserî em in, serkeftin a me ye’ xwe ji kongreya mezin re amade dike
13:06 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan