Nûnerên rêxistinên sivîl: Bi girtina rojnamevanan re mafê me yê wergirtina agahiyan hat binpêkirin

  • rojane
  • 09:49 21 Hezîran 2022
  • |
img
AMED - Rêveberên sazî û sendikayên sivîl yên Amedê bertek nîşanî girtina 16 rojnamegerên kurd dan û gotin: “Ne tenê mafê çapameniyê, mafê me yê wergirtina agahiyan jî hatiye binpêkirin.” 
 
Di çerçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 8’e haziranê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatibûn binçavkirin. Rojnameger û welatiyên ku hatibûn binçavkirin 8 rojan di hucreyên yek kesî de ragirtî hatibûn hiştin. Piştî 8 rojên di binçavan de binçavkiriyan sewqî edliyeyê kirin. Ji wan Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Edîtorê MA’yê Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Sûat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ji hêla Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Amedê ve hatibûn girtin. Rojnameger Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Gulşen Koçuk û welatiyên bi navê Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.   
 
Biryara girtina 16 rojnamegeran li gelek cihan bi daxuyanî û çalakiyan tê protestokirin. Rêveberên rêxistinên sivîl ên Amedê tekildarî mijarê ji ajansa me re axivîn û bertek nîşanî girtina rojnamevanan dan. 
 
Sekreterê Desteya Koordînasyona Bajar (ÎKK) ê Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) ê Amedê Dogan Hatun derbarê mijarê de bi lêv kir ku civak hemû agahiyan bi rêya çapamenîye hîn dibe û çapamenî di heman demê de dengê civakê û hemû xwezayê ye. Hatun diyar kir ku heke çapamenî tunebe hemû civak û xweza bêdeng dimîne û got: “Her ku diçe li Tirkiyeyê demokrasi binpê dibe. Desthilatdar nikare dewletê bi rê ve bibe, ji ber vê yekê jî êrişî çapameniya ku têkildarî krîza aborî û pirsgirêkan de agahiyan dide dike.” 
 
‘ÇAPAMENÎ NE AZAD BE CIVAK JÎ AZAD NABE’
 
Hatun bal kişand ser êrişên li ser rojnamegerên kurd û wiha pê de çû: “Herî pir jî rojnamegerên ku li Kurdistanê dibin dengê gelê kurd êrişî wan tê kirin. Di encama van êrişan de 16 rojnamegerên kurd hatin girtin. Armanca êrişan bêdeng hiştina pirsgirekên ku li Kurdistanê diqewime û bêdeng hiştina kurdan e. Nîşana azadiya welatekî azadiya çapameniyê ye. Heke çapamenî ne azad be civak jî azad nabe. Em wek saziyên sivîl jî ji ber vê rewşe bi fikarin. Dema dengê çapameniya azad bê girtin em jî nikarin pirsgirekên xwe bi civakê re parve bikin. Gef li me tên xwarin, em bi zextan re rûbirû dimînin, dengê me nayê bihîstin. Ji ber vê yekê jî êrişen li ser çapameniya azad herî zêde jî bandorê li ser me dike.” 
 
‘CIHÊ ROJNAMEGERAN NE GIRTÎGEH IN’ 
 
Hatun destnîşan kir ku îktidar dixwaze bi girtina rojnamegeran civakê jî bêdeng bike û ji bo piştgiriya rojnamegerên girtî vê bangê kir: “Bi girtina rojnamegeran dewlet nikare pirsgirêkan çareser bike. Tişta ku desthilat bike ne girtina rojnamegeran e divê desthilatdar êdî xwe fesh bike. Em bang li civakê dikin û dibêjin, li Amedê 16 rojnamegerên ku pirsgirekên vî welatî dikirin rojev, dibûn dengên me hatin girtin. Divê em jî xwedî li dengê xwe derkevin. Di vir de mijar ne tenê xwedî derketina li rojnamegeran e, xwedî derketina dengê vî welatî ye. Cihê rojnamegeran ne girtîgehe, cihê rojnamegeran kolan in, divê karê xwe bikin. Ji ber vê jî divê civak hestiyar nêz bibe û ji bo pirsgirêk çareser bibe dengê xwe bikin yek.”
 
‘MAFÊ ME YÊN AGAHÎ GIRTINÊ JÎ BINPÊ DIKIN’
 
Seroka Odeya Tabîban a Amedê Dr. Elîf Turan jî anî ziman ku girtina 16 rojnamegeran zextên li ser çapameniya azad dide nîşan û ev tişt gotin: “Li gorî qanûnên navneteweyî divê çapamenî bê parastin. Lê mixabin herî dawî girtina 16 rojnamegeran jî xuya bû ku ew qanûn jî tê binpêkirin. Me bi rêya rojnamegerên ku hatine girtin dengê xwe digihand gel û raya giştî. Bi girtina rojnamegeran mafê me yê ragihandin û agahî girtinê jî hat binpêkirin. Ew rojnameger ji ber nûçey û bernameyên xwe hatin girtin. Girtina rojnageran xeletî ye.” 
 
‘WÊ XETA XWE YA HEQÎQETÊ BIPARÊZIN’
 
Turan destnîşan kir ku çapameniya azad xeta xwe ya heqîqetê heta niha diparezê û got: “Bi girtina rojnamegeran re jî wê çapemeniya azad xeta xwe ya heqîqetê biparezê. Em jî bang li rayedarên dewletê dikin ku xebatkarên çapameniyê demildest berdin. Divê rojnameger ji bo karên xwe nayên girtin. Bi qanûnan jî ev yek hatiye qebûlkirin, divê qanûnên xwe pêk bînin.” 
 
‘JI BER RAGIHANDINA HEQÎQETÊ ÊRIŞ KIRIN’
 
Hevserokê Sendikaya Kedkarên Tendûristî û Xizmeta Civakî (SES) ya Şaxa Amedê Şiyar Guldîken derbarê mijarê de anî ziman ku êrişên li ser çapameniyê ji dîrokê hêta niha berdewam dikin û bi desthilatdariya AKP’ê re jî ew êriş her tim berdewam kirin. Guldîken bi lêv kir ku li Tirkiyeyê çapamenî ji sedî 90 di destê desthilatdariyê de ye û sedî 10 jî çapameniya azad e û got: “Lê tevî vê yekê jî desthilatdar nikare dengê nûçeyên rastî bigre. Ji ber vê jî bi zorê, binçavkirin û girtinê xwestin ku dengê wan bigrin. Demekê direjê li Tirkiyeyê ji bilî çapameniya azad gel tu agahiyên cuda nabihîse. Hemû li gorî desthilatdarê tev digerin. Bi sedan televizyon û rojname hene, hemû heman tiştî dibêjin. Lê di pandemiyê de jî derket holê ku tiştên ku ew dibêjin nerast in. Desthilatdar gel dixapîne. Ev baş hat fêmkirin. Ew jî bi saya çapameniya azad bû. Desthilatdar ji bilî xwe mafê jiyanê nade tu kesekî. Niha şer dane destpêkirin lê li ser çapameniya wan derheqê şer de tiştek tune ye. Lê çapameniya azad ku 16 rojnamegerên wê hatin girtin derbarê şer de çi heye, heqîqet çi ye ji gel re radigihîne. Ragihandina heqîqetê jî derxist holê ku desthilatdar edî nikare bi rê ve bibe lewma jî êrişî rojnamevanan dike.” 
 
‘DIVE GEL JÎ XWEDÎ LI ROJNAMEGERAN DERKEVE’
 
Guldîken ji bo xwedî derketina rojnamegeran bang li raya giştî kir û got: “Me bi rêya çapameniya azad, greva ku dabû destpêkirin gihand gel. Wan heqîqet derxist holê. Yanî karê xwe kirin. Bi girtina rojnamegeran re mafê gel yê wergirtina agahiyan jî hat binpêkirin. Ew jî li gor qanûnan sûc e. Lewma divê gel ji bo ku mafê xwe yê wergirtina agahiyan biparêze, xwedî li rojnamegeran derkeve. Ji bo ku rojnameger demildest bên berdan divê gel jî têbikoşe û piştgiriyê bide. Em ê jî wek sendika heta dawiyê xwedî li mafê xwe yê wergirtina agahiyan derkevin û piştgiriye bidin rojnamegerên ku heqîqête radigihînin.” 
 

Sernavên din

22/06/2022
17:53 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike, kamera li ser milê me ye
16:54 Doza Komkujiya Madimakê: Daxwaza guherandina şandeyê hate redkirin
16:30 Ji bo tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe ’50 hezar TL mesref’ jê re derxistin
16:08 Rojnamegeran Qanûna Sansurê şermezar kir
15:54 Şandeya HDP’ê çû Beyrûdê
15:49 Malbatên girtiyan: Ji me çi dixwazin?
15:40 Esnaf got ji 'Erdogan' re û qaseya xerabe ya pereyan hilavêt
15:30 Saziyên çapemeniyê ev 15 roj in dorpêçkirî ne
15:25 Qurbaniyên Qetlîama Madimakê dê bên bibîranîn
14:33 Doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Kaya taloq bû
14:00 Ji bo beşdariya Doza Mehmet Sîncar bang hat kirin
13:55 Temel: Ne qanûna dezenformasyonê lê raste rast a sansurê ye
13:46 Li Edeneyê ji bo kongreya HDP’ê bang kirin
12:51 ‘Ev her du dayik di heman keştiyê de ne?’
12:30 Di doza kelekê de ji bo 12 bersûcan ceza hat xwestin
12:18 Malbatên girtiyan: Em ê di daxwazên xwe de israr bikin
11:25 30 salan girtî ma: Me bi vegotina xewnên xwe yên ji hevdu re li ber xwe da
10:49 Li Marmarîsê şewateke mezin derket
10:44 Ji bo Balaç û Yildirim ji girtîgehê name şand û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin
10:37 Rojnamevaniyê û nûçeyên xwe bi wêrekî parast
10:19 Malbata Atli ya ji Xaşkanê: Ji ber ku em kurd bûn tundî li me kirin
10:08 Bahoza tozê ya ji Iraqê tê bandoreke nebaş li Colemêrgê kir
10:02 Rojnameger Hekîmoglu: Ji sedî 95'î medyayê di destê wan de ye lê gel jê bawer nake
09:55 Li Tarsûsê 20 kes hatin binçavkirin
09:07 Parêzer Zîlan: Li Başûr qûtkirina dengê jinan tê armanc kirin
09:06 Li Girtîgeha Kurkçulerê çi diqewime?
09:05 Dê cara yekem dengbêj Şakiro bê bibîranîn
09:05 Gardiyanan dest danîn ser dosyeya wî ya pirtûkan
09:03 Li Taşûcûyê qadên jiyanê tên talankirin
09:02 Nûnera Şaxa TÎHV'a Wanê: Peywirdarên cemaweriyê di sûc de israr dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2022
08:45 Li Zapê leşkerek hat kuştin
08:44 Li Mêrsînê 8 ciwan hatin girtin
21/06/2022
20:36 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Yilmaz hat girtin
16:36 Careke din rapora nikare li girtîgehê bimîne dan Ozkan
16:24 Banga beşdariya Nobeda Edaletê hat kirin
15:58 Li Êlihê bertek nîşanî rakirina peykerê Cegerxwîn dan
15:39 Rojnamevan li dijî ‘qanûna sansurê’ diçin Enqereyê
14:59 Buldan: Yên ku li ser pirsgirêka kurd ketine pêşbirka nîjadperestiyê dê mezin winda bikin
14:53 Qeyûm peykerê helbestvan Cegerxwîn rakir
14:38 ‘Doza Akademiyê ya KCK’ê hat taloqkirin
14:27 Li Şaredariya Çewlikê biryara grevê hate dayîn
14:23 Polîsê ku Recep Hantaş kuştibû hat beraetkirin
14:05 Derket holê ku belavokên reşkirina HDP'ê ji aliyê AKP'ê ve hatine çapkirin
13:31 HDP bi dirûşma ‘Çareserî em in, serkeftin a me ye’ xwe ji kongreya mezin re amade dike
13:06 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:48 Rapirsîna Sosyo Polîtîk: Dengên HDP'ê nêzî ji sedî 14'an bûne
12:29 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî yên bêdeng jî hevkarên vê bêedaletiyê ne
12:18 Doza Pinar Gultekîn: Li Muglayê hiqûq mir
12:17 Rojnamevanê girtî Karakaş: Nexweş 10 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:05 Şenyaşar: Em rayedarên ji bo 'maf' sond xwarine vedixwînin edaletê
11:40 Şaredariyê kortik vedan, şêniyên taxê girtin
11:33 Danişîna rojnamevan Canozer hat taloqkirin
11:30 Zanîngeha Dîcleyê dê 10 hektar qada daristanê tune bike
11:28 Walîtiya Wanê dîmenên tundiya li Xaşkanê parast
11:22 Li geliyên Mûnzûr û Pilemûriyê seyran hat qedexekirin
11:14 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê turnuwayê dide destpêkirin
10:57 Rojnamevan Seyda: PDK li dijî gelê kurd şer dike
10:36 Ji ber bihabûna sotemeniyê bêrîvan nikarin wesayîtê bigirin û bi km’an dimeşin
10:22 Li Amedê heqê rê hat bihakirin
10:13 Parêzerên serlêdan îmze kirin: Bila tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:57 Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike
09:53 Malbata ku gotin 'PKK’ê nekiriye' 7 sal in li benda edaletê ye
09:49 Nûnerên rêxistinên sivîl: Bi girtina rojnamevanan re mafê me yê wergirtina agahiyan hat binpêkirin
09:11 Dayika du girtiyan Sevîm: Pêşî li ber binpêkirinên mafan bigirin
09:10 20 sal in bênavber kedê dide çapemeniya kurdî: Mehmet Alî Ertaş
09:08 Albuma 'Em Nadin' a Onûr Evîn bi stranên xwe balê dikişîne
09:05 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê pîvanên îhaleyê binpê kir!
09:03 Têkoşîna jinên tûtinvan a li dijî qanûna tûtinê û kedxwariyê
09:01 Îstinafê biryara beraetê ya derbarê 10 polîsên 'peywira xwe îhmal kiribûn' de erê kir
09:00 Siyasetmederên Êzidî: Dixwazin li Şengalê pergala xweser tune bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
20/06/2022
23:18 Cenazeyê Suleymanoglû yê di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
22:54 Leşkeran di dema binçavkirinê de li jinan xist
19:42 Kêmkirina cezayê kujer Avci bi meşekê şermezar kirin
17:35 Akademîsyen Eren: Kurd kirdeya sereke ya têkoşîna demokrasiyê ne
17:01 Dadgehê bi hinceta ‘tehrîkkirina nerewa’ cezayê kujerê Gultekîn daxist
16:55 Derbarê malbat û birîndarên Pirsûsê de lêpirsîn hate destpêkirin
16:38 Îfadeya dayik û keça wê ku bi tirkî nizanin bêwergêr hatiye girtin
16:30 Ji bo cînayeta Anter bang li darazê kirin: Heqîqetê derxînin holê
16:29 Ji bo parêzbendiya Aydenîz were rakirin komîsyon kom dibe
16:25 Li Farqînê zadên gundiyan şewitîn
16:11 Beştaş: Divê rojnamevan li dijî wî ‘wêneyî’ qiyametê rakin
15:39 Ji Oluç hişyarî: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bila kesek spekûlasyonan neke
15:04 Doza Mûsa Anter taloqî 15’ê îlonê hat kirin
14:24 Pirsa ‘Te çima bo zarokê xwe yê girtî pere şandine’ jê kirin û girtin
14:20 DAD’ê ji bo Doza Komkujiya Madimakê banga tevlîbûnê kir
13:26 Ji HDK û HDP’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Sûc tê kirin
13:02 Li herêma şer a li Şemzînanê operasyoneke eskerî ya nû hate destpêkirin
12:54 Di qedexekirina Meclis TV’yê de teserûfa Meclisê tune ye
12:49 Jin ji bo Pinar Gultekîn li edliyê ne: Bila hemû kujer bên cezakirin
12:27 Ferît Şenyaşar: Dadger û dozger diguherin lê edalet pêk nayê
11:48 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
11:41 Bîldîrîcî: Em bizanin ku azadiya wan azadiya me ye jî
11:27 Dozgerê Doza Kobanê terfî kir
10:48 Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin
10:43 Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin