Temel: Ne qanûna dezenformasyonê lê raste rast a sansurê ye

  • rojane
  • 13:55 22 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel got ku “Qanûna dezenformasyonê” di bingeha xwe de “Qanûna sansurê ye” û wiha got: “Bi vê qanûnê re dixwazin wisa bi saziyên çapemeniyê yên muxalîf bikin ku nekarin weşanê bikin.” 
 
Cîgirê Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Komîsyona Çapemenî Weşan û Propagandayê Berpirsyar Tayîp Temel li Navenda Giştî ya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Temel, têkildarî “Qanûna dezenformasyonê” û zextên li ser çapemeniya azad axivî. 
 
Tayîp Temel anî ziman ku “Qanûna dezenformasyonê” ku dê li Meclisê bê nîqaşkirin, di esasê xwe de “qanûna sansurê ye” û wiha got: “Azadiya çapemeniyê ne tenê ew e ku rojnameger bikarin di nava şert û mercên guncav de bi awayekî azad nûçeyan binivîsin. Di heman demê de ew e ku civak bi awayekî azad xwe bigihînê rastiyê, bikare xwe îfade bike û dengê xwe rast û bêalî bigihîne raya giştî.” 
 
‘RABÛRDUYA TIRKIYEYÊ YA ÇAPEMENIYÊ TARÎ YE’ 
 
Bi domdarî Temel diyar kir ku zehmete ku mirov li Tirkiyeyê qala azadiya çapemeniyê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rabûrdiya Tirkiyeyê ya çapemeniyê gelek tarî ye. Ji Abdî Îpekçî heta Mûsa Anter, ji Hafiz Akdemîr heta Ferhat Tepe û gelek rojnamegerên din ên parastvanên heqîqetê di vê dîroka tarî de hatin qetilkirin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê jî ev tarîtî hîn kûrtir kir, hîn girantir kir û anî astekî wisa ku êdî nema dikare bê rakirin. Ev demekî dirêje ku hewl didin azadiya çapemeniyê bi tevahî ji holê rakin û ketine nava hewldanan ku çendek weşanên muxalîf ên li ber xwe didin jî bêdeng bikin.” 
 
‘DIXWAZIN ÇAPEMENIYA MUXALÎF BÊDENG BIKIN’
 
Di berdewamê de Temel da zanîn ku ji Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas heta gelek rêxistinên rojnamegeriyê yên cîhanê yê cuda, têkildarî vê rewşa tarî ya li Tirkiyeyê raporan amade dikin û piştrast dikin ku rewşa heyî gelek xeternak e. Temel, axaftina xwe wiha domand: “Dema em li daneyên sala 2022’yan ên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê dinihêrin, vê rewşa xeternak pir bi rehetî dibînin. Em dikarin bi kurtasî hinek daneyên TGS’ê yên sala 2022’yan wiha vebêjin. Derheqê 60 rojnamegeran de lêpirsîn hatin destpêkirin û 31 rojnameger bi giştî 52 rojan di bin çavan de man.  Ji 128 dozan bi giştî 273 rojnameger hatin darizandin û darizandina wan hîn didome. Bi giştî 75 sal û 5 meh û 26 roj cezayê hefsê dan rojnamegeran. 52 rojnameger rastî êrişa fîzîkî hatin, gef li 57 rojnamegeran hatin xwarin, ji bo 54 malperên nûçeyan bi giştî xwegihandina naveroka 1355 nûçeyan hate astengkirin. RTÛK’ê bi 61 biryaran bi giştî 10 milyon û 427 hezar TL ceza da kanalên muxalîfan. Ev wêne, berhema desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Ji sedî 85’î çapemeniya navendî ya Tirkiyeyê di destê wan de ye. Ev desthilatdarî niha jî rabûye û ji bo bêdengkirina çapemeniya azad û muxalîf, derdorên li dijî wê derdikevin dest bi pêleke êrişê yê nû kir.” 
 
RASTE RAST QANÛNEKE SANSURÊ YE 
 
Tayîp Temel daxuyand ku her çend ku ji qanûna heyî re bibêjin qanûna dezenformasyonê jî, di esasê xwe de qanûna sansurê ye û wiha pê de çû: “Dikare bê gotin ku bi vê qanûna sansurê re hewl didin dengê muxalefetê qut bikin û wisa bi sazî û dezgehên çapemeniyê yên muxalîf bikin ku êdî nekarin weşanê bikin. Dema mirov hinek xalên diyar ên vê qanûnê dinirxîne dibîne ku ruhê vê qanûnê bi tevahî li gorî ruhê wan xalan hatiye sazkirin. Her çend ku gelek tişt di nava vê qanûnê de hebin jî, di esasê xwe de dixwazin bi vê qanûna sansurê re welat ber bi tarîtiyeke kûr ve bibin.” 
 
JI BO KARMENDAN QERTA ÇAPEMENIYÊ
 
Di berdewamê de Temel ev tişt anî ziman:
“Bi vê qanûnê re van tiştan armanc dikin; weke ku tê zanîn li Tirkiyeyê gelek rojnamegerên muxalîf nikarin qerta çapemeniyê bigirin. Bi vê qanûnê re êdî peywirdarên enformasyonê jî dê qerta rojnamegeriyê bigirin. Ev yek heqaret û bêrêziyeke li dijî rojnameger û pîşeya rojnamegeriyê ye. 
 
EW DÊ BIRYARÊ BIDIN BÊ KA KÎ DIKARE BIBE ROJNAMEGER
 
Xaleke din a derheqê qerta çapemeniyê heye ku sosret e. Rêveberên komele û weqfên ku ji hêla Serokkomartiyê ve hatine erêkirin dê bikarin qerta çapemeniyê wergirin. Qerta ku rojnameger nikarin bigirin dê rêveberên van weqf û komeleyan wergirin. Xaleke din a sosret jî heye. Li gorî vê xalê, komîsyona qerta çapemeniyê ya girêdayî wezareta ragihandinê dê biryarê bide bê ka kî dikare bibe rojnameger. Anku komîsyona girêdayê Wezareta Ragihandinê ya ku Fahrettîn Altun serokatiya wê dike dê biryar bide. Lê li welatên demokratîk, biryara vê yekê ji hêla konseyên ku ji nûnerên pîşeyî pêk tê ve tê dayîn. 
 
RAYEYEKE TAYBET DAN BÎK’Ê
 
Weke ku hûn jî dizanin dema rojnameyan dest bi weşana xwe dikir, destûr ji dozgeriyê dixwestin. Bi vê qanûnê re êdî dê Saziya Îlan Çapemeniyê (BÎK) biryarê bide bê ka rojnameyek dê bikare dest bi weşanê bike yan na. Divê neyê jibîrkirin ku ev sazî di bin bandora desthilatdariyê de ye. 
 
Dixwazin balê bikişînim ser xaleke din jî.  Weke ku hûn jî dizanin Dadgehên Cezayên Giştî biryara sekinandina weşanê didin. Bi vê qanûnê re êdî vê rayeyê tenê didin Dadgeha Cezayên Giştî ya Stenbolê. Anku biryara weşaneke li Colemêrg, Amedê ji înîsiyatîfa vê dadgehê re tê hiştin. Dixwazin rê li ber hinek biryarên adilane yên pir biçûk ên dozger û dadgerên ne di bin kontrola desthilatdariyê de jî bigirin. Bi vê yekê re venihêrin û arastekirina desthilatdariyê ya li ser çapemeniyê dê hîn zêdetir bibe. 
 
ROJNAMEGERIYÊ TUNE DIKIN
 
Bi vê qanûnê re xaleke wiha anîne; ‘kesên li dijî pergala Makeqanûnê sûc dikin, yên sirrên dewletê derhî dikin û yên ji ber vê mijarê hatine girtin nikarin rojnamegeriyê bikin.’ Anku yek ji we yan jî me heke li dadgehekê bi awayekî neadilane bê darizandin û bi hinceta ‘sirra dewletê derhî kiriye’ bê girtin, dê nekare êdî rojnamegeriyê bike. 
 
PÊNASEYEKE NÛ YA SÛC ANÎN
 
Tiştekî din jî heye ku gelek talûke ye. Pênaseyeke nû ya sûc anîn. Anku belavkirina agahiyên ku di nava gel de fikar û tirsê belav dikin dê bibin mijara girtin, binçavkirin û darizandinê. Li gorî kê? Hemû parvekirin an jî weşangeriya ne li gorî daxwaza desthilatdariyê dê li gorî vê xalê bên nirxandin. Anku heke tiştekî ku we li ser medyaya civakî parve kirî bi xweşiya desthilatdariyê neçe, dadger dikare we li gorî vê xalê bidarizîne. Yek ji peywirên bingehîn ên rojnamegeriyê ew e ku weşangeriyeke desthilatdariyê aciz dike û dilê gel rehet dike bike. 
 
HEWL DIDIN PÊŞÎ LI BER BERTEKAN BIGIRIN
 
Bi taybet jî bi xala 34’emîn re dadger kengî bixwaze, dikare naverokeke nûçeyekê weke hincet nîşan bide û dest bi pêla binçavkirina çapemeniya muxalîf bike. Anku desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo domandina desthilatdariya xwe, li dijî civak û muxalefetê ketiye nava êrişeke berfireh. Bi vê qanûnê re mafên komî û şexsî bi temamî tê bêbandorkirin. Polîtîkayên zextkar, ên dijminatiya li kurdan û jinan bes nedîtin ku niha jî berxwedana li dijî van zextan jî hedef digirin. Dixwazin pêşî li ber bertekan bigirin. Mantiqa Bozdag a ‘heke twîta we vala be wê demê pirsgirêk nîne’ mantiqa vê qanûnê ye. 
 
GIRTINA ROJNAMEGERÊN KURD
 
Di dema amadekariyên vê qanûnê de li Amedê li dijî rojnamegerên kurd dest bi operasyona girtin û binçavkirinê kirin. Di esasê xwe de ev mînak nîşan dide bê ka dê ji vir û şûnde çi bikin. Ji 22 hevalên min ên rojnameger –Ez dibêjim hevalên min ji ber ku bi salan bi wan re xebitîm- 16 jê hatin girtin. Pirsên li dozgerî û emniyetê jê hatine kirin, ji hêla çapemenî û siyasetê ve sosret in. Ji wan pirsên weke ‘te çima ev bernameye çêkiriye, te çima ev nûçeye çê kiriye, te çima ev nûçeye bi zimanekî ku desthilatdariyê aciz dike hûnandiye’ û hwd. hatine kirin. Ruhê vê qanûnê ya ku min li jor qala wê dikir, vaye tam jî di van pirsan de veşartî ye. Em şahidê rojnamegeriya van hevalên xwe ne. Hinek şahidên sexte li dosyayê hatine zêdekirin. Anku ji bo girtina rojnamegeran kompasê amade dikin. Rojname û rojnamegerên girêdayî desthilatdariyê van hevalên me hedef nîşan didin. 
 
'ROJNAMEGERÊN KURD ROJNAMEGERIYA HEQÎQETÊ DIKIN’ 
 
Bernameyên wan çêkirine û televîzyonên ku tê de hatine weşandin kirina sedema sûc. Ji sedî 85’î çapemenî û ragihandina Tirkiyeyê di bin kontrola AKP-MHP’ê de ye. Lê nikare hegemonyaya xwe ya li ser civakê ava bike. Gel ji van weşanên wan bawer nake. Çendek televîzyonên kurd û weşanên muxalîf rojnamegeriya heqîqetê dikin ku meydanê li wan dixwe. Ji ber ku polîtîkayên dijminane yên li dijî kurdan derhî dikirin lewma hatin girtin. Ji ber ku îşkenceyên mîna îşkenceya rojek berê li Wanê hatiye kirin teşhîr dikin, lewma tên girtin. 
 
VÊ QANÛNÊ PAŞVE BIKIŞÎNIN
 
Lewma divê çapemeniya kurd û çapemeniya muxalîf a li Tirkiyeyê li dijî vê qanûna dezenformasyonê ku di esasê xwe de rê li ber dezenformasyona desthilatdariyê vedike bi hev re têbikoşin. Divê derdorên muxalîf û hêzên di her şert û mercan de heqîqetê diparêzin, li dijî vê qanûnê derkevin. Em bi wan re ne û dê mîkrofon û klavyaya yek hevalê me jî bêxwedî nemîne. Pêşkeşkirina kamerayan a li midûriyeta emniyetê dê dîroka çapemeniyê ya vî welatî weke rûpelek reş bê nivîsandin. Û dê ew kamera tu carî neyên girtin. Em li vir bi aşkerayî dibêjin ku wê qanûna dezenformasyonê paşve vekişînin. Heke hûn ji sedî sed a çapemeniyê bi dest bixin jî dê nekarin serî bi rojnamegerên li pey heqîqetê digerin bidin tewandin.” 
 

Sernavên din

22/06/2022
17:53 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Kes nikare çapemeniya azad bêdeng bike, kamera li ser milê me ye
16:54 Doza Komkujiya Madimakê: Daxwaza guherandina şandeyê hate redkirin
16:30 Ji bo tev li merasîma cenazeyê bavê xwe bibe ’50 hezar TL mesref’ jê re derxistin
16:08 Rojnamegeran Qanûna Sansurê şermezar kir
15:54 Şandeya HDP’ê çû Beyrûdê
15:49 Malbatên girtiyan: Ji me çi dixwazin?
15:40 Esnaf got ji 'Erdogan' re û qaseya xerabe ya pereyan hilavêt
15:30 Saziyên çapemeniyê ev 15 roj in dorpêçkirî ne
15:25 Qurbaniyên Qetlîama Madimakê dê bên bibîranîn
14:33 Doza Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Kaya taloq bû
14:00 Ji bo beşdariya Doza Mehmet Sîncar bang hat kirin
13:55 Temel: Ne qanûna dezenformasyonê lê raste rast a sansurê ye
13:46 Li Edeneyê ji bo kongreya HDP’ê bang kirin
12:51 ‘Ev her du dayik di heman keştiyê de ne?’
12:30 Di doza kelekê de ji bo 12 bersûcan ceza hat xwestin
12:18 Malbatên girtiyan: Em ê di daxwazên xwe de israr bikin
11:25 30 salan girtî ma: Me bi vegotina xewnên xwe yên ji hevdu re li ber xwe da
10:49 Li Marmarîsê şewateke mezin derket
10:44 Ji bo Balaç û Yildirim ji girtîgehê name şand û xwest daxwazên wan bên qebûlkirin
10:37 Rojnamevaniyê û nûçeyên xwe bi wêrekî parast
10:19 Malbata Atli ya ji Xaşkanê: Ji ber ku em kurd bûn tundî li me kirin
10:08 Bahoza tozê ya ji Iraqê tê bandoreke nebaş li Colemêrgê kir
10:02 Rojnameger Hekîmoglu: Ji sedî 95'î medyayê di destê wan de ye lê gel jê bawer nake
09:55 Li Tarsûsê 20 kes hatin binçavkirin
09:07 Parêzer Zîlan: Li Başûr qûtkirina dengê jinan tê armanc kirin
09:06 Li Girtîgeha Kurkçulerê çi diqewime?
09:05 Dê cara yekem dengbêj Şakiro bê bibîranîn
09:05 Gardiyanan dest danîn ser dosyeya wî ya pirtûkan
09:03 Li Taşûcûyê qadên jiyanê tên talankirin
09:02 Nûnera Şaxa TÎHV'a Wanê: Peywirdarên cemaweriyê di sûc de israr dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ HEZÎRANA 2022
08:45 Li Zapê leşkerek hat kuştin
08:44 Li Mêrsînê 8 ciwan hatin girtin
21/06/2022
20:36 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Yilmaz hat girtin
16:36 Careke din rapora nikare li girtîgehê bimîne dan Ozkan
16:24 Banga beşdariya Nobeda Edaletê hat kirin
15:58 Li Êlihê bertek nîşanî rakirina peykerê Cegerxwîn dan
15:39 Rojnamevan li dijî ‘qanûna sansurê’ diçin Enqereyê
14:59 Buldan: Yên ku li ser pirsgirêka kurd ketine pêşbirka nîjadperestiyê dê mezin winda bikin
14:53 Qeyûm peykerê helbestvan Cegerxwîn rakir
14:38 ‘Doza Akademiyê ya KCK’ê hat taloqkirin
14:27 Li Şaredariya Çewlikê biryara grevê hate dayîn
14:23 Polîsê ku Recep Hantaş kuştibû hat beraetkirin
14:05 Derket holê ku belavokên reşkirina HDP'ê ji aliyê AKP'ê ve hatine çapkirin
13:31 HDP bi dirûşma ‘Çareserî em in, serkeftin a me ye’ xwe ji kongreya mezin re amade dike
13:06 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:48 Rapirsîna Sosyo Polîtîk: Dengên HDP'ê nêzî ji sedî 14'an bûne
12:29 Malbatên girtiyan: Partiyên siyasî yên bêdeng jî hevkarên vê bêedaletiyê ne
12:18 Doza Pinar Gultekîn: Li Muglayê hiqûq mir
12:17 Rojnamevanê girtî Karakaş: Nexweş 10 meh in sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
12:05 Şenyaşar: Em rayedarên ji bo 'maf' sond xwarine vedixwînin edaletê
11:40 Şaredariyê kortik vedan, şêniyên taxê girtin
11:33 Danişîna rojnamevan Canozer hat taloqkirin
11:30 Zanîngeha Dîcleyê dê 10 hektar qada daristanê tune bike
11:28 Walîtiya Wanê dîmenên tundiya li Xaşkanê parast
11:22 Li geliyên Mûnzûr û Pilemûriyê seyran hat qedexekirin
11:14 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê turnuwayê dide destpêkirin
10:57 Rojnamevan Seyda: PDK li dijî gelê kurd şer dike
10:36 Ji ber bihabûna sotemeniyê bêrîvan nikarin wesayîtê bigirin û bi km’an dimeşin
10:22 Li Amedê heqê rê hat bihakirin
10:13 Parêzerên serlêdan îmze kirin: Bila tavilê bi Ocalan re hevdîtin bê kirin
09:57 Şoxan Mîrza: Hikûmeta Başûr bi qedexekirina nûçeyên derheqê jinan re dixwaze dengê me qut bike
09:53 Malbata ku gotin 'PKK’ê nekiriye' 7 sal in li benda edaletê ye
09:49 Nûnerên rêxistinên sivîl: Bi girtina rojnamevanan re mafê me yê wergirtina agahiyan hat binpêkirin
09:11 Dayika du girtiyan Sevîm: Pêşî li ber binpêkirinên mafan bigirin
09:10 20 sal in bênavber kedê dide çapemeniya kurdî: Mehmet Alî Ertaş
09:08 Albuma 'Em Nadin' a Onûr Evîn bi stranên xwe balê dikişîne
09:05 Qeyûmê Şaredariya Mezin a Amedê pîvanên îhaleyê binpê kir!
09:03 Têkoşîna jinên tûtinvan a li dijî qanûna tûtinê û kedxwariyê
09:01 Îstinafê biryara beraetê ya derbarê 10 polîsên 'peywira xwe îhmal kiribûn' de erê kir
09:00 Siyasetmederên Êzidî: Dixwazin li Şengalê pergala xweser tune bikin
09:00 ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
20/06/2022
23:18 Cenazeyê Suleymanoglû yê di şer de jiyana xwe ji dest da hat veşartin
22:54 Leşkeran di dema binçavkirinê de li jinan xist
19:42 Kêmkirina cezayê kujer Avci bi meşekê şermezar kirin
17:35 Akademîsyen Eren: Kurd kirdeya sereke ya têkoşîna demokrasiyê ne
17:01 Dadgehê bi hinceta ‘tehrîkkirina nerewa’ cezayê kujerê Gultekîn daxist
16:55 Derbarê malbat û birîndarên Pirsûsê de lêpirsîn hate destpêkirin
16:38 Îfadeya dayik û keça wê ku bi tirkî nizanin bêwergêr hatiye girtin
16:30 Ji bo cînayeta Anter bang li darazê kirin: Heqîqetê derxînin holê
16:29 Ji bo parêzbendiya Aydenîz were rakirin komîsyon kom dibe
16:25 Li Farqînê zadên gundiyan şewitîn
16:11 Beştaş: Divê rojnamevan li dijî wî ‘wêneyî’ qiyametê rakin
15:39 Ji Oluç hişyarî: Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye û bila kesek spekûlasyonan neke
15:04 Doza Mûsa Anter taloqî 15’ê îlonê hat kirin
14:24 Pirsa ‘Te çima bo zarokê xwe yê girtî pere şandine’ jê kirin û girtin
14:20 DAD’ê ji bo Doza Komkujiya Madimakê banga tevlîbûnê kir
13:26 Ji HDK û HDP’ê daxuyaniya Roja Penaberan: Sûc tê kirin
13:02 Li herêma şer a li Şemzînanê operasyoneke eskerî ya nû hate destpêkirin
12:54 Di qedexekirina Meclis TV’yê de teserûfa Meclisê tune ye
12:49 Jin ji bo Pinar Gultekîn li edliyê ne: Bila hemû kujer bên cezakirin
12:27 Ferît Şenyaşar: Dadger û dozger diguherin lê edalet pêk nayê
11:48 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
11:41 Bîldîrîcî: Em bizanin ku azadiya wan azadiya me ye jî
11:27 Dozgerê Doza Kobanê terfî kir
10:48 Pêşnûmeya "hêza bêrêje ya polîs" qebe û biêş hat dîtin
10:43 Doç. Dr. Durna: Bêdengiya li dijî girtina rojnamegeran dike ku desthilatdarî bêperwa tevbigere
10:42 Zavayê ji ber kefiya kesk sor û zer hate girtin: Serê me bilind e
10:20 Rojnamevan Rojbîn Denîz: Bi hevkariya PDK’ê êrişî Şengalê hat kirin
09:14 Dayika ku kurê wê di kemîna PDK'ê de hat kuştin: Êdî rê nedin dijmin