Di danişîna Konseya Ewropayê de: Deriyên Îmraliyê vekin

  • rojane
  • 21:02 22 Hezîran 2022
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson di danişîna Konferansa Ewropayê de ya bi daxwaza rakirina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê hat lidarxistin, anî ziman ku ji bo aştiyeke mayinde li Tirkiyeyê divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.
 
Duh li Konseya Ewropayê bi tevlêbûna Wezîrê Karên Navxweyî yê berê yê Îzlandayê Ogmundur Jonasson, Parlamentera HDP’ê ya Rihayê ya berê Dîlek Ocalan, parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Raziye Ozturkê danişînek hat lidarxistin. Di rûniştinan de li ser tecrîda giran a li ser Ocalan hat sekinandin. 
 
‘TECRÎD LI DIJÎ QANÛNÊ EWROPAYÊ YE‘
 
Di danişînê de Jonasson anî ziman ku rewşa li Îmraliyê li dijî mafên mirovan û qanûnên Yekîtiya Ewropayê ye û got: “Pergala li Îmraliyê divê neyê qebûlkirin.’’ Jonasson bilêv kir ku azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û aştiya li Kurdistanê bi hev ve girêdayî ne û got: “Gava deriyên Îmraliyê vekirî bûn, pêvajoya çareseriyê û niqaşên dihatin kirin bi erênî bûn. Peyama Abdullah Ocalan a di Newroza sala 2013’an de da hêvî dida mirov. Piştre derî hatin girtin.“
 
‘SÛCÊN ŞER ÊN LI KURDISTANÊ‘
 
Jonasson destnîşan kir ku piştî bidawîbûyîna muzakereyên li Îmraliyê dewleta tirk li bajarên kurdan sûcên şer kirine û wiha pê de çû: “Sûcên şer ên ji sala 2014‘an ve li Kurdistanê hatine kirin, mirov bi nihêrtina li Kurdistaniyên li Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Roboskiyiyên sala 2011’an hatin qetilkirin dikare bibîne. Ev delîlên sûcên şer ên li Kurdistanê ne. Em dibêjin, ji bo vebûna wan deriyan bi me re bibin alîkar ku aştiyeke mayinde li Tirkiyeyê çêbibe.“
 
PERGALA ÎŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ
 
Parêzera Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Raziye Ozturk jî îşaret bi wê yekê kir ku Tirkiye endameke Konseya Ewropayê ye û divê li gor peymanên navneteweyî yên di vê çarçoveyê de îmze kirine tev bigere û got: “Lê 23 sal in pergala êşkenceyê ya li Girtîgeha Îmraliyê berdewam e. Ev rewşeke ku bi biryara DMME’yê û raporên CPT’yê hatiye tespîtkirin.“
 
‘GIRTIYÊN DIN ÊN LI ÎMRALIYÊ JI MAFÊ XWE BÊPAR IN‘
 
Ozturk anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên di Girtîgeha Îmraliyê de ji mafên xwe yên qanûnî bêpar tên hiştin û li ser binpêkirinên li Îmraliyê ev agahî dan: “Îmraliyê ji sala 2011’an heta bi niha di sala 2019’an de 5 caran bi parêzeran re hevdîtin hat kirin. Girtiyan di nav 8 salan de bi tenê karî 5 caran malbatên xwe bibînin. Di nav 23 salan de bi tenê karî 2 caran bi telefonê biaxivin. Mafê hevdîtina bi parêzer re yê Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên sala 2015’an anîn Îmraliyê û di hicreyê cuda de tên girtin, hat xwarin. Van girtiyan bi tenê karî 3 caran malbatên xwe bibînin.“
 
‘HAYA ME JI WAN NÎN E‘
 
Ozturk bibîr xist ku piştî axaftina bi malbata xwe re bi bi 3-4 deqîqeyana 25’ê Adara 2021’î wan hay ji muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çênebûye û wiha got: “Têkiliya Abdullah Ocalan bi derve re 14 meh in hatiye birîn. Haya me ji tenduristî, şertên di girtîgehê û rewşa hiqûqî ya Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên din tu nîn e. Cezayên dîsîplînê ku didin miwekîlên me ji vedişêrin û di vî warî de bi huqûqî nahêlin em tu tiştî bikin.’’  
 
BÊDENGIYA KONSEYA EWROPAYÊ HAT REXNEKIRIN
 
Ozturk diyar kir ku di dewamkirina li binpêkirinan a Tirkiyeyê de para Konseya Ewropayê jî heye û wiha axivî: Me di der barê tecrîda li ser Îmraliyê de sala 2011’an serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê da lê dadgehê piştî 8 salan hêj daxwaza parastinê ji Tirkiyeyê kir. Lê hêj tu biryar ji bo serîlêdanê nehatiye dayîn. Ji ber Konseya Ewropayê tu biryar neda ev kirin bû wek pergala îşkenceyê.“
 
‘DIVÊ KONSEYA EWROPA BI ERKA XWE RABE‘
 
Parêzer Ozturk, behsa serdana sala 2019’an CPT’yê kir û wiha pê de çû: “ CPT’yê rapora vê serdanê sala 2020’î weşand. Di raporê de diyar kir ku divê rejîma înfazê ya girankirî biguhere û pêşniyar hat kirin ku bi malbat û parêzer bi rêk û pêk bikarin hevdîtinê bikin. Lê piştî vê raporê rewşa li Îmraliyê yekcar giran bû. Em bang li Konseya Ewropayê û hemû parlamenteran dikin ku bi erka xwe rabin da ku Tirkiye biryarê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û raporên CPT’yê bi cih bîne.“
 
‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE‘
 
Parlamentera HDP’ê ya Rihayê ya berê Dîlek Ocalan jî got: "Em dibêjin bila êdî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were berdan. Gelê Kurd û Rêberê xwe ne terorîst in. Ên ku îşkenceyê li vî gelê dikin, dikujin terorîst in. Dewletên Ewropayê bi xwe kerkirinê dibin şirîkî sûcê Tirkiyeyê.“
 
DOSYE DAN PARLAMENTERAN
 
Piştî rûniştinê dosyeya li ser tecrîda li ser Îmraliyê ya Înîsiyatîfa Azadî Ji bo Abdullah Ocalan teslîmê parlamenterên Konseya Ewropayê hat kirin.

Sernavên din

25/06/2022
16:44 ÎHD'ê pirsa faîlên Ûygûr ku bi îşkenceyê hat kuştin kir
16:36 Mala Cemê û Navenda Çandê ya Kurecîkê vebû
16:26 DBP li Êlihê rêxistina xwe ava dike
16:10 Muhammed Cîhad Cemre hat binçavkirin
16:00 Kongreya TTB’ê berdewam dike: Em ê mafê xwe bistînin
15:42 ÎHD: Îşkence polîtîkayek dewletê ye
15:32 Ji bo girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk banga hestyariyê hat kirin
15:31 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdanê hat kirin
14:53 Xizmên windayan banga tevlîbûna danişîna Mehmet Sîncar kir
14:29 Di doza Pinar Gultekîn de biryara bihincet aşkera bû
14:28 LaWje dê li Amed û Wanê konseran li dar bixe
14:16 Li Hezexê polîsekî xwe kuşt
14:09 Meşa 'Kurdistanê biparêze' ya li Dusseldorfê dest pê kir
14:01 Li Herêma Kurdistanê gengeşiya gazê
13:39 Şagirtên zarok ên Ma Muzîkê performansa xwe ya salê nîşan dan
13:38 Xizmên Windayan aqûbeta kedkarên tenduristiyê Ayhan û Pamûk pirsîn
12:53 Polîsan êrişî Dayikên Şemiyê kir: Hevserokên ÎHD'ê kelemçekirî hatin binçavkirin
12:08 Serpêhatî li Îzmîrê diqewime: Bila kurd dayika xwe nebînin!
11:46 ÎHD û TÎHV: Tevahiya Tirkiyeyê bûye navenda îşkenceyê
10:48 Malbata Şenyaşar: Dawî li vê zilmê bînin
10:43 304 afgan hatin dersînorkirin
10:14 Çavdêrê siyasî Elî: Desthilatê Başûrê Kurdistanê kiriye dergûşa sîxuran
10:13 Îşkenceya polîsan veguheziye kolanan: Divê her kes li ber vê rabe
09:06 Şenoglû: Meseleya kurdî bi dest hêzên pergalê re nayê berdan
09:05 Piştgirên Nobeda Edaletê: Dawî li polîtîkayên çewisîner bînin
09:02 Banga ji bo danişîna doza Mehmet Sîncar: Em ê dest ji vê dozê bernedin
09:00 ROJEVA 25'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
08:28 Cerdevanan şerê erd kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
24/06/2022
23:58 Eleqeyeke mezin ji bo şeva bîranîna Dengbêj Şakiro
20:13 Dadgeha Îstinafê: Qedexekirina şanoya Bêrû dijî hiqûqê ye
16:36 Li Amedê du birayên zêrîngir reviyan
15:31 TMMOB: Em ê demekî dirêj vê têkoşînê bidomînin
14:39 Ji ber daxuyaniya Qirkirina Ermenan derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
14:25 Li Afyonê girtiyên ku daxwazên wan hatin qebûlkirin greva birçîbûnê bi dawî kirin
14:14 Zanîngeha Alparslanê pankarta ‘Şêrîn û xweş e zimanê kurdî ‘ ranegirt û hewl da asteng bike
13:34 Girtiyên ku li wan dabûn sewq kirin
13:30 Kesên di Komkujiya Madimakê de jiyana xwe ji dest dayîn hatin bibîranîn
13:29 Biryara 2003'yan bi bîr xist: Divê Tirkiye ji axa Kurdistanê bê derxistin
13:24 Di nav HDP’ê de ji bo namzetiya serokkomariyê qala hinek navan tê kirin
13:05 DEDAŞ'ê dest danî ser trafoyan cotkaran
12:54 Malbat û vasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:39 Şewata li Marmarîsê didome
11:50 Ferît Şenyaşar: Kesên bûne şirîkên zilmê dê çawa biçin betlaneyê?
11:31 'Dixwazin girtiyên ku xwe radest nakin bimirin'
11:19 Li Mûşê jinek hate qetilkirin
11:09 Hevserokê DFG’ê Altan: Ya ku tê darizandin xebatên me yên rojnamevaniyê ne
11:02 Rojnamevan Koçûk: Em ê hem şûna xwe hem jî şûna wan binivîsin
10:44 Rojnameger Tara: AKP-MHP dixwazin beriya hilbijartinê çîrokeke serkeftinê binivîsin
10:43 Rojnameger Alagaş: Wê hêza zilmê têra şikandina pênûsa jinê neke
10:16 Rêzên li nexweşxaneyan veguherîn 'rêzên sanal'!
10:03 Li Girtîgeha Jinan a Şakranê tecrîda di nava tecrîdê de
09:17 'Nobeda Azadiyê' ya ji bo Ocalan di sala 11'an de ye
09:07 Li Girtîgeha Kurkçulerê: Ji bo 5 kesan tenê têfikeke xwarinê didin girtiyan
09:06 'Dê têkoşîna me ya ji bo mafê jiyanê bidome'
09:05 Rapora pêzaniyê: Qeyûm di ewraqên fermî de sextekarî kiriye
09:03 Hesreta dilê xwe bi wêneyên kurê xwe yê girtî aş dike
09:01 Endamê Rêveberiya Xweser a Şengalê Îbrahîm: Dixwazin êzidiyan bi destê êzidiyan bidin kuştin
09:00 ROJEVA 24'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
23/06/2022
22:22 Li dijî heqdesta xizaniyê banga ji bo têkoşînê
21:45 FIDH û OMCT'ê girtina 16 rojnamevanan şermezar kirin
20:59 Peymana Stenbolê: Dozger xwest fesx bê betalkirin
19:54 Pen International: Demildest her 16 rojnamevanan berdin
18:55 Şerê li sêgoşeya Licê-Pasûr-Farqînê didome
18:43 Dadgeha Bilind cezayên ku li 13 siyasetmedaran hatibû birîn erê kir
17:52 Komîsyona Amadekar a ji bo parêzbendiya Aydenîzê hat avakirin li hev kom dibe
17:38 Ji bo betalkirina parêzbendiya Aydenîzê Komîsyona Amadekariyê hat avakirin
16:45 Li Iraqê 64 parlamenterên nû hatin hilbijartin
16:41 Sercerdevan li dadgehê gef li malbatê xwar
16:39 Çawişê pispor ê Hazna Su kuşt bi ‘halê baş’ hate xelatkirin
16:27 Rakirina parêzbendiya Aydenîz tê nirxandin: Hûn di rewşeke wisa de ne ku nikarin bi Makeqanûna 12’ê Îlonê jî bikin
16:09 'Em li dijî bêedaletiyê bibin dengê malbatên girtiyan’
15:43 'Heke peyman pêk bihata wê cezayê kujerê Pinar nehata daxistin'
15:06 Şik: Doza rojnamevaniyê ya herî mezin a salên dawî ye
15:03 Êrişa li dijî Nobeta Edaletê bi meşê protesto kirin
15:02 Gunay: Rakirina parêzbendiya Aydenîz darbeya li dijî vîna gel e
14:13 Derbkirina girtiyan: Bila derheqê berpirsyaran de lêpirsîn were destpêkirin
13:47 Rapora rojnamegerên girtî: Xebatên pîşeyî kirine mijara sûc
13:37 Giliyê Şener ê HDP hedef nîşandayî hate kirin
13:33 Abdulîllah Poyraz beraet kir
13:10 ‘Divê êdî dawiyê li zilma li malbata Şenyaşar tê kirin bînin’
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:30 Nobeta Edaletê: Bila bêhiqûqî bi dawî bibin
12:01 Jin careke din li ber derê Şûreya Dewletê ne: Em hatin parastina jiyanên xwe
11:57 Komîsyona Têkel ji bo Aydenîz civiya
11:41 Lêpirsîna nûçeyê bi dozvenekirinê biencam bû
11:36 Girtina 16 rojnamevanên kurd li Stenbolê hat protestokirin: Em ê bêdeng nemînin
11:25 OHD’ê ji bo doza Dedeogullari banga tevlibûnê kir
11:20 Parlamentoya Iraqê bi awayek awarte dicive
11:18 Şewata li Marmarîsê berdewam dike
11:08 ‘Duh JÎTEM hebû îro gelek rêxistin hene’
10:52 Li Licê şer: 2 leşker hatin kuştin
10:19 Jin li dijî biryarê bihêrs in: Em ê tora parastina rewa ava bikin
10:11 Di cînayeta Hantaş de ceza nehat dayîn: Dema mijar dibe kurd edaleta wan diguhere
09:16 Li Şaredariya Artukluyê bêrêbazî: 13 encûmenên AKP’ê xwestin îstîfa bikin
09:02 Li Nefelê atolyeyên çand û hunerê dest pê kirin
09:01 Girtin û ceza nikaribûn pêşî li ber bigirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2022'YAN
07:45 'Tu hinceteke êrişên Tirkiyeyê tuneye'
22/06/2022
21:02 Di danişîna Konseya Ewropayê de: Deriyên Îmraliyê vekin
18:30 Ji bo betalkirina biryara girtinê ya derbarê 16 rojnamavenan de serî li dadgeriyê dan