ŞIRNEX - Hat îdiakirin ku ciwanekî li gundê Zenglok ê Hezexê xwe kuştiye.
Ciwanê bi navê Fetullah Akçan (24) li gundê Zenglok ê Hezex a Şirnexê hewl da xwe bikuje. Piştî ku malbatê hay ji rewşê bûyî, bang li xebatkarên tenduristiyê kir û komên tenduristiyê yên lezgîn ên 112’ê hatin gund. Lê tevî hemû hewldanan jî Akçan jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Akçay ji bo kar û barên otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.