Gelo polîsan xaniyê tetikkêş Mehmet Altûn stendiye?

  • rojane
  • 09:07 28 Hezîran 2022
  • |
ENQERE - Ayşe Keleş, xwişka kujerê malbata Dedeogûlllari Mehmet Altûn, di telelefonê de ji hevjînê xwe re gotiye, polîsên ku li Meramê ji bo parastinê li ber xaniyê birayê wê Mehmet Altûn hatine peywirdarkirin xanî bi 550 hezar TL'yî stendine. 
 
Dê danişîna 4'an a doza malbat Dedeogûllari ku di 30'yê tîrmeha 2021'ê de heft ferdên wê ji aliyê tetikkêş Mehmet Altûn ve hatibûn qetilkirin, îro li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê bê lidarxistin. 
 
Ji ber komkujiyê tenê tetikkêş Mehmet Altûn girtiye û hin ferdên malbata Keleş û Çalikê yên bûne sedema vê komkujiyê jî bi awayekî negirtî tên darizandin. 
 
Axaftinên bi rêya telefonê yên Lutfî Keleş (zavayê Mehmet Altûn) ku di 12'ê gulana 2021'an de êriş biribû ser malbata Dedeogûllari û ji ber vê girtiye, daxilî nava dosyeyê hatine kirin. 
 
Qeydên deng ên daxilî nava dosyeyê hatine kirin bi giştî 8 saet û 5 deqe ne. Di van qeydan de tê fêmkirin ku polîsên ji bo parastinê li ber malê hatine peywirdarkirin nêzî malbata Keleş û Çalik in. Her wiha di van qeydan de kifş e ku agahiyên derbarê karên Çetîn Dedeogûllari, pereyên ku tetikkêş Altûn ji bankeyê kişandine û otêlên lê mane de ji polîsan hatine wergirtin. 
 
Lutfî Keleş, di telefonê de û di hevdîtinan de bi awayekî eşkere êrişa ku biriye ser mala Dedeogûllari qebûl kiriye û derbarê hevjîna Altûn û zarokên wê de hin pirs kirine. 
 
 
QEYDA DENG: KURD BI AQIL BÛNE YAN NA?
 
Lutfî Keleş di axaftina xwe ya bi çeka xwe re ya bi rêya telefonê diyar dike ku derbarê wî de biryara domandina girtinê hatiye dayîn. 
 
Keça wî: Tu dizanî çima hat cem we? Te dît gava te ewil telefon kir û got, 'bi aqil bûne yan na?' Alî jî dibêje, 'bi aqil bûne.' Parêzerê wan ew dîtiye û li ser medyayê belav kiriye, rojnameyan jî ew belav kir. Dengê te jî diyar e. Dibêjin, ma ev ne nijadperestî be îjar çi ye?
 
Lutfî Keleş: Xem nake, wê tiştek jê derneyê. 
 
QELEBALIXIYA DI DEMA ÊRIŞÊ DE QEBÛL DIKE
 
Lutfî Keleş, di hevdîtineke din a bi keça xwe re ya bi rêya telefonê, îfadeyên şahidan ên derbarê êrişa 12'ê gulanê de hîn dibe. 
 
Keça wî: … Paşê jî tiştekî wekî êrişeke 50-60 kesî derketibû. Kekê Osman ew gotiye. Di îfadeya xwe de gotiye, '20-30' kes hebûn.'
 
Lutfî Keleş: Ew jî tê de bû. Ew milet bi dû re hat. 
 
Keça wî: Lê polîsan jî îfade daye. Te dît ekîba polîsan hatibû wir. Wan îfade daye. Gotine ji hêla wan 5, ji hêla me jî 7 kes birîndar bûne. Gotine, '20-30 kes' tune bûne. Zavayê me ji min re got, 'îfadeya vana girîngtir e.'
 
Lutfî Keleş: Jixwe ew şerekî berê ye. Bila li ser bisekinin, şer bû qewimî çû. 
 
Keça wî: Neqediyaye, li vir di îfadeyê de tim pirsa şer dikin.
 
Lutfî Keleş: Bila bipirsin, li mehlê şerek bû, çû. 
 
POLÎS JI BO ALTÛN GOTIYE 'NIKARE KREDIYÊ BIKIŞÎNE'
 
Ayşe Keleş (xwişka Mehmet Altûn) piştî hatiye berdan bi telefonê bi hevjînê xwe Lutfî Keleş re xeber daye. Ayşe Keleş dibêje, qereqolê telefonî wê kiriye û jê pirsîne 'tu parastvan dixwazî yan na?' Dibêje, êdî dê parastvan li ber malê nesekinin, ji bo wê 6 mehan biryara parastinê hatiye dayîn. Di berdewama axaftinê de pirs û bersivên derbarê Mehmet Altûn de hene. 
 
Lutfî Keleş: Te dî min ji te re digot wî (Mehmet Altûn) kredî kişandiye. 
 
Ayşe Keleş: Belê, lê polîs got, 'nikare krediyê bikişîne, xeta sor li ser navê wî ye.' Gotin, 'Te pere daye û çêkiriye', min jî got, 'Min nedaye, tiştek li ser navê wî tune ye. Kredî kişandiye.' Gotin, 'Xeta sor li ser navê wî ye.' Lê niha jî ew dibêje, 'min kişandiye.' Wele kişandiye, xwariye, vexwariye. Hê beriya şerê em kişandiye. Beriye ji akr derkeve kişandiye. 
 
POLÎSAN XANIYÊ ALTÛN STENDIYE
 
Di hevdîtineke din de ya bi telefonê, Lutfî Keleş ji Ayşe Keleşê dipirse bê ka bavê wê çi kiriye jî wî xaniyê li Meramê yê ew û Mehmet Altûn lê diman. Bersivên Ayşe Keleşê balkêş in. 
 
Lutfî Keleş: Bavê te ew çi kirine?
 
Ayşe Keleş: Wele bavê min ew xênî firotin. Li Bozkirê (navçeyeke Konyayê) xaniyek nû stendin û çûn. 
 
Lutfî Keleş: Kî xênî stendiye?
 
Ayşe Keleş: Polîsekî li ber xênî. Hê min ew nedîtiye. Çend roj berê hatin, telefon kirin. Çend eşyayên wan mane, hatin wan bibin. Got em hev du bibînin. Lê min ew nedîtin, çûn. A din a rojê ez çûm cem Zehrayê. Dê li gund li mala dêya xwe çi bike. Xênî firotin, lê qurîşek jî nedan Zehrayê. 
 
Lutfî Keleş: Xênî bi çi qasî firotine?
 
Ayşe Keleş: Emlakvanekî gotiye 500-750 hezraî dike. Wan jî bi 550 daye û li Bozkirê bi 360'î xêniyek kirîne. Perê mayî nadin Zehrayê. Zehra jî li gund xaniyek bi 160 hezarî heye, dê wî xaniyî bikire. Ger bide ser hev dê bikire. 
 
Ji bo wî pereyê ku Ayşe Keleşê gotiye "ger Zehra berhev bike", Zehra Altûn di hevdîtinê de ji hevjînê xwe Mehmet Altûn re gotiye gelek kesên ku wan nas nake alîkariya wê kirine û dê bi van pereyan xênî bikire. 
 
Lînka derbarê nûçeyê de
 
POLÎS AGAHIYÊN DERBARÊ MALBATA DEDEOGÛLLARI DE DANE WAN
 
Lutfî Keleş di hevdîtineke din a keça xwe re li aqûbeta xaniyê mala Dedeogûllari dipirse. Keça wî dibêje, Çetîn Dedeogûllari xênî boyax kiriye, dê bifiroşe lê ji ber ku deynê xênî heya nikare bifiroşe. Keça wî dibêje, polîsan ev tişt jê re gotine. Her keça wî dibêje zarokên wê û polîs "destbirakên" hev in. 
 
Lutfî Keleş: Neviyê min çi dike?
 
Keça wî: Polîs hizûr nehiştine, ew û wî bûne detsbirak. Polîs her cara ku tên pirsa wî dikin. Gava tên bi xwe re tiştina jê re tînin. 
 
AGAHIYÊN DERBARÊ ALTÛN DE JÎ JI POLÎSAN WERGIRTINE
 
Alî Keleş jî, kurê Harûn Keleş ê koma whatshappê ava kiribû û pere ji ferdên malbata Keleş û Çalik ên piştî êrişê hatibûn girtin re şandibû, serdana apê xwe Lutfî Keleş kiriye. 
 
Alî Keleş: Aliyê din behsa nijadperestiyê filan bêvan dike, mesele bû meseleyek medyatîk, siyasî. Li min jî dipirsin. Tu eleqeya min pê tune ye. Parêzer dibêje dê ceza neyê birîn, lê ji ber zextine siyasî hene hûn ê demekê zehemtiyê bikişînin. 
 
Lutfî Keleş: Dibêjin deynê bankeyê lê ne (ji bo Mehmet Altûn dibêje). 
 
Alî Keleş: Belê deynê MEhmet heye. Her hal nêzî meh û nîvek berê li dor 100 hezar TL'yî pere kişandiye. Min jî ji polîsan bihîst. Nizanim lê dibêjin di demên dawî de nesekiniye. Mehek du meh. Otêl motêl filan bêvan. 
 
Lutfî Keleş: Gotin di meha Remezanê de ew ji kar derxistine, ji ber pandemiyê. 
 
Alî Keleş: Pereyê wî tune bû. Zirar diha her kesî. We yê du sê mehên din jî zehmetî bikişanda û hûn ê derketana. Lê hê jî li ser du dosyeyan dixebitin. Bûyer pir mezin bûye, HDP xwedî lê derketiye." 
 
 
MA / Zemo Aggoz 
 

Sernavên din

28/06/2022
14:03 Gilîkerê Doza Kobanê: Ev doza çi ye ez nizanim
14:02 Polîsan heman dosye şandine cem du dozgeran
14:01 Cezayîrlîoglu ku karesata li Îlîçê ragihand: Ji tesîsa nukleerî talûketir e!
13:41 NY: Li Sûriyê ji 306 hezarî zêdetir sivîl mirin
13:13 Malbatên girtiyan: Bila partiyên siyasî guh bidin xwestekên me
12:45 Li jina ku di Newrozê de kefî hejandibû 10 meh cezayê hefsê hate birîn
12:35 Ozturk bang li CHP’ê kir: Bi Ocalan re hevdîtinê bikin
12:04 Dadgeha Îdareyê serlêdana ji bo gora Şêx Seîd red kir
11:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:54 Biryara girtina Çaglar Demîrel hate rakirin
11:31 Dê derheqê dayikên ku digotin ‘Em ji bo kes nemire li wir bûn’ de mutalaa bê amadekirin
10:58 Salih Muslim: Em ê dagirkirinê biqedînin û Sûriyeyê demokratîk bikin
10:46 HDP’ê bo kongreyê bang kir: Hûn jî bibin parçeyeke wêneyê berxwedanê
09:58 Xemsariya DÎSKÎ'yê şêniyên Xanika Jêr bêzar kiriye
09:44 Parêzerên ku li qereqolê hatine îşkencekirin: Dixwazin kurdan bêparastin bihêlin
09:21 97 sal derbas bûn: Hê jî cihê gora Şêx Seîd û hevrêyên wî nehatiye eşkerekirin
09:20 LaWje li Amedê konserek li dar xist
09:07 Gelo polîsan xaniyê tetikkêş Mehmet Altûn stendiye?
09:04 Platforma Azadî Ji Bo Girtiyên Nexweş dê biçe girtîgehan
09:02 Makbûle Ozer û hevjînê xwe 51 roj in girtî ne: Bila ev îşkence bi dawî bibe
09:01 ‘Di doza Komkujiya Pirsûsê de mexdûr tên darizandin'
09:00 ROJEVA 28'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
27/06/2022
21:17 Aktivîstên TJA'yê Aşkan û Ayaz hatin binçavkirin
20:49 Girtî Aksû çû şîna dêya xwe
18:30 Doza Kobanê: Dê Aysel Tûglûk bibin danişîna Doza Kobanê
17:56 Stranbêjê ku ji ber stranên kurdî hatibû binçavkirin hat berdan
17:04 ÎHD û TÎHV: Li Tirkiyeyê îşkence bi polîtîkaya ‘necezakirinê’ tê mayîndekirin
16:18 Doza Pinar Gultekîn birin îstînafê
16:08 Beştaş bertek nîşanî qedexeya li Îmraliyê da: Hûn cezayê çi li hevdîtina ku nayê kirin dibirin?
16:07 Turkdogan di doza heqaretê de beraet kir
16:03 Li Îzmîrê zilamekî xwest jinekê qetil bike
15:10 Têkildarî qada xazê ya Kor Morê daxuyanî hat dayîn
15:04 Tuncel: Hûn şandeyeke wisa nînin ku nûnertiya pergala hiqûqa demokratîk bikin
15:01 Baroya Colemêrgê: Leşkerên ku li parêzeran dane bila ji wezîfeyê bên girtin
14:57 Bûldanê serdana DÎSK’ê kir: Divê em têkoşînê bi hev re mezin bikin
14:56 HDP’ê ji bo kongreye banga beşdariyê li gel kir
14:29 Ji Baro, ÎHD û OHD’ê rapora Xaşkanê: Divê berpirsiyar werin darizandin
14:20 Di danişîna Doza Sîncar de hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:10 Doza têkildarî SÎHA’yên Bayraktar de hatibû vekirin ket
13:42 Stranbêjê di dawetê de stranên kurdî gotin hate binçavkirin
12:56 Girtî Zulkuf Kaya: 20 gardiyanan bi qasî 2 saetan îşkence kirin
12:39 Piştî Eylemê 7 sal: Rêya wê berdewama mîrateya ji Zîlanan girtî ye
12:22 Hejmara binçavkiriyên li Edeneyê derket 35’an
11:59 Malbata Şenyaşar: Her tişt ji bo Tirkiyeyek bi edalet
11:52 Polîsan avêt ser Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê
11:08 1994, 2016, 2021 û 2022’yan: Kurdan serî netewand
10:35 Ji bo konsera Zarok MA’yê eleqeyeke mezin: Bilêt xelas bûn
09:42 Ketin û derketina gundên li herêma operasyonê hatin qedexekirin
09:33 Bi ser Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
09:08 Di hucreya yek kesî de nivîsand: Manîfestoya banga berxwedanê
09:05 Îmzeya rojnamevanên girtî avêt bin nûçeyên xwe: Bertek kêm in
09:03 Dayika Medenî Yildirim: Ceza nadin kujerê wî didin me
09:02 Doza Ata û Mizrak li Dadgeha Bilind e: Dozger xwest polîsên faîl bên beraetkirin
09:00 ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
26/06/2022
23:40 Leşkeran li parêzerên ji bo bi gundiyan re hevdîtinê bikin çûn qereqolê dan
21:03 Leşkerên bi ser gund de girtin li 20 kesan dan û birin herêma operasyonê
20:30 Rêxistinên mafên mirovan û hiqûqê: Îzolasyona li Îmraliyê didome
19:52 Di hilbijartina TTB’ê de heman rêveberî hate hilbijartin
18:46 ATK’ê careke din ji bo Ozkan rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne ‘ da
18:07 Bi hevkariya AKP’ê û PDK’ê li herêma Berwarî dar tên birîn
17:49 Li Geverê operasyon: Helîkopter gundan bombebaran dikin
17:00 Stenbol di dorpêça polîsan de ye: Gelek kes hatin binçavkirin
16:57 Gundên Amediyeyê hatin bombebarankirin
16:41 Malbata Şenyaşar: Dê hemû kes cezayê bêhiqûqiyê bikişîne
16:37 Bi moşekan li baregeha artêşa tirk a Başîkayê hate xistin
15:53 Di operasyona HSD’ê de DAIŞ’iyê ku tiliya wî di komkujiyan de hebû hate girtin
15:44 Hem nehiştin dayika xwe bibîne û hem jî nehiştin biçe merasîma cenazeyê wê
15:37 Barkêşên ku wesayît û pasaportên wan hatine desteserkirin ev meheke tên sekinandin
14:55 Midûriyeta Girtîgehan a Tirkiyeyê têkildarî derpkirina girtiyan daxuyanî da
14:51 Li Bismilê du malbatên xwîndar li hev anîn
14:18 Li Hezexê mirina bi guman a ciwanekî
14:04 Derket holê ku leşkerê digotin ‘li nexweşxaneyê mir’ li Zapê hatiye kuştin
13:06 Qenciya qeyûm a ji bo mitînga Erdogan: Îhaleya 2 milyon û 500 hezar lîreyan a wesayîtan
12:54 Bûldan: Înkara kurdan AKP ji arenaya siyasî dûr xist
12:18 Serokê DÎKO'yê hişyar kir: Pere û zêrên xwe nedin zêringiran
11:56 Hedla Aksu bêyî ku kurê xwe bibîne wefat kir
11:27 Nûrî Mehmûd: Her cara ku Tirkiye gefan dixwe DAIŞ dikeve nava tevgerê
11:04 Kurtulan: Di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de li dijî kurdan şer dikin
10:20 Erbaş ê HDP’î ji bo muxalefetê got: Ocalan ji bo pêşxistina têkoşîna demokrasiyê girîng e
09:57 Li Îmraliyê careke din hevdîtin heya 3 mehan hat qedexekirin!
09:08 4 caran girtin, 15 caran binçavkirin û bi rojan îşkencekirin lê dîsa jî dest ji axa xwe berneda
09:06 Bernameya MA Muzîkê aşkere bû
09:05 Hin derdorên AKP'î hêviya xwe ji desthilatê birîn û li partiyeke din digerin
09:03 Welatiyê astengdar ê nikaribû heqê kirê bide ji xanî hat derxistin!
09:01 Îstasyonên bazê bandorê li tenduristiya gel dikin
09:00 ROJEVA 26'Ê HEZÎRANA 2022
25/06/2022
22:38 Li Girtîgeha Amedê çi diqewime?
21:18 TJA li dijî şer û kuştina jinan meşiya
20:26 Êrişên Tirkiyeyê bi meşeke girseyî hatin şermezarkirin
19:45 Li Kampa Holê jinek hat kuştin
18:07 Mirovên Şemiyê hatin berdan
16:44 ÎHD'ê pirsa faîlên Ûygûr ku bi îşkenceyê hat kuştin kir
16:36 Mala Cemê û Navenda Çandê ya Kurecîkê vebû
16:26 DBP li Êlihê rêxistina xwe ava dike
16:10 Muhammed Cîhad Cemre hat binçavkirin
16:00 Kongreya TTB’ê berdewam dike: Em ê mafê xwe bistînin
15:42 ÎHD: Îşkence polîtîkayek dewletê ye
15:32 Ji bo girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk banga hestyariyê hat kirin
15:31 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdanê hat kirin
14:53 Xizmên windayan banga tevlîbûna danişîna Mehmet Sîncar kir