Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin

  • rojane
  • 09:03 29 Hezîran 2022
  • |
RIHA - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu bertek nîşanî 3 meh cezayê dîsîplînê yê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye birîn da û got: "Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin."
 
Piştî bi dawîbûna 3 meh qedexekirina hevdîtinê ya bi îdiaya cezayê disiplînê yê ku di 3'yê sibata 2022'yan de li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de hatibû birîn, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo hevdîtina bi malbatê re serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê dabûn. Parêzeran di 7'ê hezîranê de serî li dadgeriyê dabûn û xwestibûn demildest rû bi rû hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin. Her wiha parêzeran di serlêdanê de xwestibûn hîn bibin bê ka cardin qedexeyeke hevdîtinê ya li ber hevdîtina bi malbatê û parêzeran re heye yan na. 
 
Lê belê dadgeriyê di 8'ê hezîranê de bersiva serlêdanê dabû. Dadgeriyê çendî ku dema cezayê disiplînê bi dawî bûbû jî, di bersiva xwe de gotibû "hê jî cezayên wan ê disiplînê didome" û serlêdana parzeran red kiribû. Piştî vê parêzer di 15'ê hezîranê de serî li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê a Bûrsayê dabûn. Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê di 23'yê hezîranê de bersiva serlêdana parêzeran daye. Dadgehê di bersiva xwe de ragihandiye ku Serokatiya Desteya Disiplînê ya Îmraliyê di 31'ê gulanê de 3 meh cezayê dîsîplînê yên din li Ocalan û girtiyên din biriye. Dadgehê bi hinceta ku 3 meh cezayê dîsîplînê yê nû hatiye birîn serlêdan red kiriye. 
‘JI FIKRÊN OCALAN DITIRSIN'
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu anî ziman ku hevdîtinên bi parêzeran û malbatê re ji sala 199'an ve bi hincetên wekî "keştî xerabe ye" û "rewşa hewayê nebaş e" dihatin astengkirin, lê di salên dawî de jî ji bo astengkirinê "cezayên dîsîplînê" tên de prêşkirin. Surucu bilêv kir ku tecrîda li ser Ocalan her roj tê girankirin û got: "Polîtîkaya tecrîdê ji zû de tê pêkanîn. Hevdîtina malbatê û parêzeran a bi birêz Ocalan re tehemul nakin. Û her tim pêşî li ber vê digirin. Ev pergal ji fikirên birêz Ocalan ditirse. Ji rola wî û pêşengiya wî ya di meseleya kurdî de ditirsin. Ji aştiya ku ew ê li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn pêk bîne ditirsin. Astengkirina hevdîtinan jî hewldana ji bo domandina vê polîtîkayê ye." 
 
‘TIRKIYE LI GORÎ QANÛNÊN XWE TEVNAGERE'
 
Surucu destnîşan kir ku tecrîd israra domandina polîtîkaya şer e û wiha berdewam kir: "Ji sala 2015'an ve birêz Ocalan piştî çalakiyên greva birçîbûnê û çalakiyên gel bi malbata xwe re hevdîtin kir. Tiştên niha tên pêkanîn di qanûnên Tirkiyeyê de jî tune ne. Tirkiye li gor qanûnên xwe jî hereket nake. Li gor qanûnê mafê girtiye ku mehê carekê hevdîtineke girtî û yek jê jî vekirî bike. Helbet Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye. Dewlet jî baş bi vê dizane. Ji lewre ji bo meseleya kurdî û aştiya Tirkiyeyê roleke girîng a Ocalan heye." 
 
MEŞA GEMLÎKÊ
  
Surucu diyar kir ku çapemeniya nêzî desthilatê di demên dawî de dibêje dibe ku hevdîtin bi Ocalan re çêbibin û bal kişand ser astengkirina li ber hevdêtin bi parêzeran û malbatê re. Her wiha Surucu bertek nîşan da ji ber ku hevdîtina bi malbatê re wekî "lutfekê" tê nîşandan. Surucu li ser çalakiyên ji bo Ocalan tên lidarxistin jî sekinî û wiha axivî: "Bi hezaran mirov tevî hemû qedexe û astengiyan jî berê xwe dan Gemlîkê. Gelek mirov hatin binçavkirin, lê yekî ji wan jî paş de gav neavêt û careke din israra xwe ya ji bo şikandina tecrîdê anîn ziman. Tenê ne kurd, dosteên kurdan, sosyalîst û demokrat jî ev daxwaz bilêv kirin. Cihê lê bûn kirin Gemlîk û bang kirin ku demildest divê tecrîda li ser Ocalan bê şikandin." 
 
AZADIYA OCALAN
 
Surucu bilêv kir ku polîtîkaya şer a bi ixrar tê domandin krîza aborî, siyasî û mafên mirovan kûrtir kiriye û got: "Îro ro daxwazeke gelê kurd û tevahiya gelên ji bo demokrasiyê têdikoşin heye. Ev tenê ne şikandina tecrîdê ye, azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan e jî. Demidlest divê ji bo azadiya Ocalan şert û merc bên guherandin. Ji bo bêedaletî, şer bi dawî bibe û ji bo rêyên muzakareyên bên vekirin ji bo çareserkirina meseleta kurdî û ji bo Ocalan rola xwe bilîze divê atmosfereke azad hebe. Bi şikandina tecrîdê em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin. Û careke din dubare dikim, em ê heya dawiyê  bitêkoşin û vê têkoşînê mezin bikin ji bo azadiya Ocalan." 
 
MA / Ceylan Şahînlî
 

Sernavên din

01/07/2022
09:03 Parêzerê Bekir Kaya: Di dosyeyê de delîleke berbiçav tune ye
09:01 Skêçên Hinek Henek mohra xwe li mîzaha kurdî dan: Hunera kurdî xwe digihîne her derê
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
30/06/2022
23:12 RTUK'ê malperên Amerikan'in Sesi û DW Turkçeyê asteng kir
23:03 Ji sibehê ve xeber ji sînemagerê kurd Orhan nayê girtin
18:29 Cenazeyê Alpê li Hezexê hat veşartin
17:08 Ciwanan li pêş edliyeyê ji bo girtiyên nexweş çalakiya bi darbest li dar xistin
16:58 MAL-ÇEP: Li Îlîçê 20 ton siyanur tev li ax û avê bûye
16:57 Defînegeran goristana suryanan rûxand
16:47 Ji bo Ocalan bang li DMME’yê û CPT’yê hate kirin
16:39 Danişîna doza parêzerên bertek nîşanî Komkujiya Cizîrê dabûn hate taloqkirin
16:33 Gok: Em ê dest ji rojnamevaniya azad bernedin
16:30 Li Edeneyê hejmara binçavkiriyan derket 37’an
16:25 Ji ber dersoka kesk, sor û zer doza ‘Alaya PKK’ê’ lê hat vekirin
16:08 ‘Heta zext bi dawî bibin wê têkoşîna me jî bidome’
15:55 Gulum: Hûn çima ji daxwaza edaletê ditirsin?
15:42 Berdana girtiyê nexweşê giran Ozkan careke din nehat qebûlkirin
15:40 Nobeta Edaletê ya vê hefteyê ji bo 16 rojnamegeran hate girtin
15:28 Dayikên Şemiyê giliyê tundiya polîsan kirin
15:11 Cenazeyê Esma Afşar li Êlihê bi girseyî hat veşartin
15:03 Astengkirina Nobeta Edaletê hate protestokirin
14:22 Dema binçavkirina 36 kesan 4 roj din hate dirêjkirin
13:26 Kampanyaya ji bo Qirqirina Êzidiyan bi awayekî fermî bê nasîn hate destpêkirin
13:09 Di Doza Kobanê de îtîrafên ‘Atlas’ û ‘Hermes’ peyvek jî neguherîn!
12:47 Li gelek qadên operasyonê mobese hatin bicihkirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Çima vê dayikê nabînin?
12:39 Cerdevanên ku birin qada şer ji ber ku pêşketin çênebû paşve şandin
12:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:37 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 227'an de ye: Em dê tekoşîna xwe bidomînin
12:36 Li Tarsûsê 19 kes hatin berdan
11:35 Gunay: Em ê bi kongreya xwe bersiva faşîzmê bidin
11:14 Li Tirkiyeyê jî nexweşiya kulilka meymûnê hat tesbîtkirin
10:55 ‘Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin’
10:51 Balekanî jiyan û Çarînên Omer Xeyam bi kurmancî dixwîne
10:44 Cezayê hefsê dan rojnameger Abdurrahman Gok
10:18 Desthilatdarî bi “qanûna sansûrê” amadekariya hilbijartinê dike
09:56 Turkay ê di Meşa Gemlikê de hatibû girtin: Armanca me azadiya Ocalan e
09:45 Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin
09:07 Rêxistinên çapemeniyê: Li dijî sansurê û çewisandinan têkoşîn şert e
09:05 Li Hezoyê nelirêtî: Belê min firot lê ez ê tiştekî jî nebêjim
09:03 'Huner guh nade tu astengiyan'
09:01 Zeytûn: Pergala Îmraliyê divê bê rakirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2022
29/06/2022
21:14 Şagirtên Ma Musîcê destûrnameyên xwe wergirtin
20:10 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê di kongreyê de bersiva êrişan bidin
19:41 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
19:25 Rojnamevan Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
17:16 NATO'yê Swêd û Fînlandiya vexwend endamtiyê
17:08 Li Bismilê civîna gel: Çareserî û rizgarî li ba Ocalan e
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!
09:03 Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin
09:01 Wan ji bo kongreyê amade ye
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
28/06/2022
23:55 Li Çelê piştî şer deriyê sînor hat girtin
22:59 Rêvebiriya AKP'ê ya Agiriyê îstifa kir
19:53 Îstinafê beraeta rojnamevan Aslan erê kir
18:35 Doza Kobanê: Nexweşiya kurdan jî nayê qebûlkirin
16:40 Aysel Tugluk bi SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê bû
16:38 34 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir: Bila qada hewayî bê girtin
16:22 Nobeda Edaletê: Girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê
16:08 Ji Tarsûsê 4 girtî sewq kirin
15:44 Doza Komkujiya Konyayê: Hevdîtina 45 deqeyan a tetîkkêş Altûn a bi polîsan re winda ye
15:31 Ji bo Komkujiya Roboskê 126 meh in li edaletê digerin
14:57 Sancar: Wê kurd bersivên giran bidin we
14:56 Malbata Şenyaşar hişyariya hilbijartinê kir
14:32 Mêrdîniyan bertek nîşanî li benda dora nexweşxaneyê dan
14:23 Derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen de doz hat vekirin
14:22 Şaxa OHD’a Stenbolê ji bo endamên xwe yên hatine derbkirin daxuyanî da
14:16 Kesa pere ji wasiyê xwe re razandin hate berdan
14:04 Li gundên Geverê operasyon bi dawî bû lê zozanên gundiyan hatin qedexekirin