Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin

img
AMED - Şêniyên Amedê bal kişandin ser budçeya pêvekî ya ku li Meclisê hevdîtinên ji bo wê didomin û wê wekî "budçeya şer pênasekirin." Amediyan ji bo vê yekê jî got: "Hemû budçe ji bo şer û qesra Erdogan tê veqetandin. Lê dîsa jî têra wan nake." 
 
Li Tirkiyeyê çendî desthilatdar krîza aborî qebûl nakin û dibêjin "krîz tune ye, bihabûn heye" jî lê krîza aborî her diçe kûrtir dibe. Ji lew re budçeya salane ya 2022'yan a di dawiya sala 2021'ê de hatibû diyarkirin di şeş mehên ewil ê salê de qediya û ji ber vê desthilat doza "budçeyeke pêvekî" kir. Li Meclisê hevdîtinên ji bo "budçeya pêvekî" didomin. Di hevdîtinên "budçeya pêvekî" de hat xwestin ku cardin budçeya "ewlekariyê" bi awayekî dîtir ya "şer" bê zêdekirin. 
 
Xelkê Amedê ku têkildarî mijarê axivîn budçeya doza wê tê kirin wekî "budçeya şer" pênase kirin û gotin: “Her tişt ji Erdogan re belaş e, lê dîsa jî têra wî nake."
 
Îlhan Deniz ku ji ber krîza aborî dest ji zanîngehê berdaye got: “Ji me digirin, didin parlementerên xwe û merivên  xwe. Mûçeya kêmane têra kesî nake. Dibêjin ew ê bibe 6 hezarê lê dîsa jî têr nake. Yekê didin me, dudoyan ji me distînin." 
 
Denîz destnîşan kir ku berpirsê vê krîzê desthilata heyî ye û got: "Herî dawî 128 milyar birin, niha jî çav berdane budçeyê." 
 
‘XWE Û ALÎGIRÊN XWE TÊR DIKIN’
 
Welatî Bayram Zaman jî destnîşan kir ku desthilat budçeyê li xwe û ji bo şer payê dike. Zaman bilêv kir ku her cara ku balefireyek şer radibe mesrefê wê bi milyonan dolar e û wiha pê de çû: “Heta ku ev şer, zextên li ser kurdan û ev diktatorî hebedê pêşî li ber zeman neyê girtin. Budçeyê ji bo çekan, polîsan, leşkeren xerc dikin. Hemû ji bo operasyonanm xerc dikin. Vê yekê gel perîşan kiriye." 
 
Zaman bal kişand ser meaşê kêmane jî û got: "Kes nikare bi vî meaşî debara xwe bike. Desthilat bi vê budçeyê tenê xwe û aligirên xwe têr dike. Erdogan meaşê bigire jî negire jî ji bo wî ne pirsgirêk e. Çimkî tevahiya Tirkiyeyê xistiye bin destê xwe. Meaşê ku Erdogan digire formalîte ye." 
 
Zaman bilêv kir ku di budçeyê de ji bo gel tiştek tune ye û wiha bertek nîşan da: "Bi vî awayî dixwazin gel muhtacî xwe bikin. Ma gava xelk dewlemend bibe dê kî xizmeta wan bike? Kes ne di xema desthilatê de ye. Tenê xwe û alîgirên xwe dewlemend dike." 
 
‘EW BI 140 HEZARÎ NIKARE DEBAR BIKE ÎJA XELK?'
 
Kudbettîn Keskîn Kiliç jî bibîr xist ku desthilat budçeya Tirkiyeyê di şeş mehan de xelas kiriye û ev yek nîşan dide bê ka krîz çi qasî kûr e. Kiliç got: "Her tişt ji sedî 300, ji sedî 400 zêde bûye û xelk birçî ye. Xelk bi meaşê kêm hewl dide debara xwe bike. Çi îşê wan di şer de heye! Ji sedî 60'ê budçeyê didin eskeriyeyê."
 
Kiliç destnîşan kir ku ew naxwazin budçe ji bo şer bê veqetandin û got: "Îro ji sibê çêtir e, her diçe rewş xirabtir dibe." 
 
'PERÎŞANÎ YE'
 
Fatma Doguç jî diyar kir ku ew nikarin debara xwe bikin û rewşa heyî wekî "perîşanî"yê pênase kir. Dogûç bilêv kir ku Erdogan û alîgirên wî wan dixapînin û got: "Her tim dibêjîn ‘em alîkariyê dikin.' Derewan dikin. Erdogan jî û aligirin wî jî me dixapînin, baweriya me bi wan nayê. Em êdî nikarin nan jî bistînin. Torbeyê arvan bûye 500 lîre, zarokên min hemû xwendekar in. Solek bûye hezar lîre. Ma ez ê çawa bistînim? Ev xwe wekî Xwedê dihesibînin, di dawiyê de wê xela rabe."
 
BUDÇEYA ŞER
 
Welatî Memdûh Tekîn jî budçeya li meclîsê hevdîtinên wê didomin wekî "budçeya şer" pênase kir û got: "Meaşê kêmana bibe 6-7 hezar jî dê kes nikaribe debara xwe bike. Bila ew werin bi vî meaşî debara xwe bikin." Tekîn bal kişand ser çapemeniya nêzî deshilatê jî ku wekî tu tişt tune be tevdigere û got: "Aborî qediyaye, tiştek nemaye. Budçeya Tirkiyeyê hemû ji bo şer tê xerckirin." 
 
HILBIJARTIN
 
Ûmût Çetîn jî bilêv kir ku her diçe rewş xirabtir dibe û xwest demildest hilbijartin çêbibe. Çetîn jî anî ziman ku budçeya Tirkiyeyê ji bo şer tê xerckirin û got, ku hêviya tu kesî ji vê desthilatê nemaye. Çetîn destnîşan kir ku ger hilbijartinek demokratîk çêbibe dê atmosfer biguhere û got: "Hilbijartin dê ji bo gel bibe hêvî. Dê bi hilbijartinê guhertin çêbibe." 
 
'HER TIŞTÎ DIDIZE'
 
Esnaf Salîh Atîlla jî derpêş kir ku dê budçeya pêvekî gel hê xizantir bibe û got, ev desthilat bi kevçiyan dide bi çoçikan distîne. Atîlla bilêv kir ku bi krîza aborî re aloziyek mezin jî rû daye û got: "Aşxaneya min heye. Par me kîloya goştê mirîşkan bi 8 lîreyan disten, lê niha bûye 40 lîre. Ev budçe ne ji bo gel e. Desthilatê her tişt diziye. Tu tişt enhiştiye. Hemû budçe ji bo qesrê û şer tê terxankirin." 
 

Sernavên din

01/07/2022
09:01 Skêçên Hinek Henek mohra xwe li mîzaha kurdî dan: Hunera kurdî xwe digihîne her derê
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
30/06/2022
23:12 RTUK'ê malperên Amerikan'in Sesi û DW Turkçeyê asteng kir
23:03 Ji sibehê ve xeber ji sînemagerê kurd Orhan nayê girtin
18:29 Cenazeyê Alpê li Hezexê hat veşartin
17:08 Ciwanan li pêş edliyeyê ji bo girtiyên nexweş çalakiya bi darbest li dar xistin
16:58 MAL-ÇEP: Li Îlîçê 20 ton siyanur tev li ax û avê bûye
16:57 Defînegeran goristana suryanan rûxand
16:47 Ji bo Ocalan bang li DMME’yê û CPT’yê hate kirin
16:39 Danişîna doza parêzerên bertek nîşanî Komkujiya Cizîrê dabûn hate taloqkirin
16:33 Gok: Em ê dest ji rojnamevaniya azad bernedin
16:30 Li Edeneyê hejmara binçavkiriyan derket 37’an
16:25 Ji ber dersoka kesk, sor û zer doza ‘Alaya PKK’ê’ lê hat vekirin
16:08 ‘Heta zext bi dawî bibin wê têkoşîna me jî bidome’
15:55 Gulum: Hûn çima ji daxwaza edaletê ditirsin?
15:42 Berdana girtiyê nexweşê giran Ozkan careke din nehat qebûlkirin
15:40 Nobeta Edaletê ya vê hefteyê ji bo 16 rojnamegeran hate girtin
15:28 Dayikên Şemiyê giliyê tundiya polîsan kirin
15:11 Cenazeyê Esma Afşar li Êlihê bi girseyî hat veşartin
15:03 Astengkirina Nobeta Edaletê hate protestokirin
14:22 Dema binçavkirina 36 kesan 4 roj din hate dirêjkirin
13:26 Kampanyaya ji bo Qirqirina Êzidiyan bi awayekî fermî bê nasîn hate destpêkirin
13:09 Di Doza Kobanê de îtîrafên ‘Atlas’ û ‘Hermes’ peyvek jî neguherîn!
12:47 Li gelek qadên operasyonê mobese hatin bicihkirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Çima vê dayikê nabînin?
12:39 Cerdevanên ku birin qada şer ji ber ku pêşketin çênebû paşve şandin
12:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:37 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 227'an de ye: Em dê tekoşîna xwe bidomînin
12:36 Li Tarsûsê 19 kes hatin berdan
11:35 Gunay: Em ê bi kongreya xwe bersiva faşîzmê bidin
11:14 Li Tirkiyeyê jî nexweşiya kulilka meymûnê hat tesbîtkirin
10:55 ‘Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin’
10:51 Balekanî jiyan û Çarînên Omer Xeyam bi kurmancî dixwîne
10:44 Cezayê hefsê dan rojnameger Abdurrahman Gok
10:18 Desthilatdarî bi “qanûna sansûrê” amadekariya hilbijartinê dike
09:56 Turkay ê di Meşa Gemlikê de hatibû girtin: Armanca me azadiya Ocalan e
09:45 Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin
09:07 Rêxistinên çapemeniyê: Li dijî sansurê û çewisandinan têkoşîn şert e
09:05 Li Hezoyê nelirêtî: Belê min firot lê ez ê tiştekî jî nebêjim
09:03 'Huner guh nade tu astengiyan'
09:01 Zeytûn: Pergala Îmraliyê divê bê rakirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2022
29/06/2022
21:14 Şagirtên Ma Musîcê destûrnameyên xwe wergirtin
20:10 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê di kongreyê de bersiva êrişan bidin
19:41 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
19:25 Rojnamevan Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
17:16 NATO'yê Swêd û Fînlandiya vexwend endamtiyê
17:08 Li Bismilê civîna gel: Çareserî û rizgarî li ba Ocalan e
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!
09:03 Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin
09:01 Wan ji bo kongreyê amade ye
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
28/06/2022
23:55 Li Çelê piştî şer deriyê sînor hat girtin
22:59 Rêvebiriya AKP'ê ya Agiriyê îstifa kir
19:53 Îstinafê beraeta rojnamevan Aslan erê kir
18:35 Doza Kobanê: Nexweşiya kurdan jî nayê qebûlkirin
16:40 Aysel Tugluk bi SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê bû
16:38 34 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir: Bila qada hewayî bê girtin
16:22 Nobeda Edaletê: Girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê
16:08 Ji Tarsûsê 4 girtî sewq kirin
15:44 Doza Komkujiya Konyayê: Hevdîtina 45 deqeyan a tetîkkêş Altûn a bi polîsan re winda ye
15:31 Ji bo Komkujiya Roboskê 126 meh in li edaletê digerin
14:57 Sancar: Wê kurd bersivên giran bidin we
14:56 Malbata Şenyaşar hişyariya hilbijartinê kir
14:32 Mêrdîniyan bertek nîşanî li benda dora nexweşxaneyê dan
14:23 Derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen de doz hat vekirin
14:22 Şaxa OHD’a Stenbolê ji bo endamên xwe yên hatine derbkirin daxuyanî da
14:16 Kesa pere ji wasiyê xwe re razandin hate berdan
14:04 Li gundên Geverê operasyon bi dawî bû lê zozanên gundiyan hatin qedexekirin
14:03 Gilîkerê Doza Kobanê: Ev doza çi ye ez nizanim