Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin

  • rojane
  • 10:24 29 Hezîran 2022
  • |
img
COLEMÊRG - Parlamenterê HDP’ê Saît Dede anî ziman ku dewlet bi operasyonên leşkerî dixwaze gundên ser sînor ên Geverê vala bike û wiha got: “Dixwazin Kurdistanê veguherînin qada şer û herêmeke tampon ava bikin.” 
 
Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê berdewam in. Ji Şirnexê heta Colemêrgê li seranserî sînor di bin navê “Operasyonên leşkerî” de gund tên dorpêçkirin. Herî dawî jî di 26’ê hezîranê de li herêma Astenga Reş a li dora gundên Şîşemzîn, Xurekana Temo û Xurekana Seyîda yên Geverê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Leşkerên ku gundê Şîşemzînê dorpêç kiribûn, şêniyên gund bi darê zorê birin qada operasyonê. Gundiyên ku piştre hatin binçavkirin, ji hêla leşkeran ve hatin îşkencekirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Saît Dede anî ziman ku Tirkiye piştî her operasyoneke leşkerî berê xwe dide sivîlan û tekane armanca wê jî ew e ku mêtingeriya xwe ya li herêmê bidomîne.  
 
Saît Dede da zanîn ku komara tirk ji dîrokê ve li dijî kurdan her tim polîtîkaya tunekirin, înkar û qirkirinê meşandiye û wiha domand: “Ev nêzî 6-7 sal in li Rojhilata Navîn polîtîkayeke cuda dimeşîne. Bi vê yekê dixwaze kurdan bêstatû bihêle û Kurdistanê di bin mêtingeriya xwe de bihêle. Ne tenê li dijî kurdê A yan jî yê B lê li dijî tevahiya gelê kurd vê polîtîkayê dimeşîne. Lewma jî kesê di vê sedsalê de ne li gorî berjewendiyên gelê kurd tevdigere, dê dîrokê de weke xayîn bê nivîsandin. Divê gelê Başûr jî li dijî operasyonên li herêmê dengê xwe derxîne. Armanca van operasyonan ew e ku di vê sedsala nû de xaka kurdan têxin bin serweriya xwe. Lewma divê tu kurd bi tu awayî bi dagirkeran û bi kesên hewl didin kurdan tune bikin re tevnegerin. Divê li dijî wan xwedî seknekî birûmet bin.” 
 
ENCAMA TECRÎDÊ: KRÎZ, ALOZÎ, ŞER
 
Di berdewamê de Dede anî ziman ku bi girankirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re şer û aloziya li Rojhilata Navîn jî kûrtir bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kengî tecrîd ketibe meriyetê, polîtîkaya zext û qirkirinê ya li dijî kurdan jî girantir bûye. Meseleya esasî, tecrîd e. Birêz Ocalan, aktorê bingehîn ê avakirina civakeke demokratîk bû. Ev aktor kengî hatibe paşguhkirin, wê demê şerê heyî bêhtir kûrtir bû. Operasyonên li dijî Başûr, êrişên ser Rojava, tevgerên dagirkeriyê, zextên siyasî, fîzîkî û civakî yên li ser kurdên li Tirkiyeyê ji hev cuda nînin. Zextên tên kirin li dijî hemû kurd û gelê Kurdistanê ne. Yên ku îro vê sepanê birêve dibe jî desthilatdariya AKP’ê ye.” 
 
‘DÊ BI SER NEKEVIN’
 
Bi domdarî Dede destnîşan kir ku hêzên herêmê hewl didin rol û hêza gelê kurd a li Rojhilata Navîn tune bikin û wiha pê de çû: “Lê xuyaye ku dê ev polîtîkayên wan bi ser nekevin. Ji ber ku hikûmetên beriya AKP’ê û dewletên herêmê jî ev yek gelek caran ceribandin. Xwestin bi van sepanên xwe gelê kurd bêzar bikin. Lê ji dîrokê heta niha gelê kurd her tim li dijî van sepanên faşîst li ber xwe da û hêj niha jî li ber xwe dide.” 
 
‘DIXWAZIN GUNDAN VALA BIKIN’
 
Parlamenter Dede da zanîn ku sînorê Colemêrgê bi sê dewletan re heye û ev nirxandin kir: “Lewma xwedî cihekî girîng e. Tirkiye jî dixwaze vê têkiliyê qut bike. Bi taybet jî li dijî gundên ser sînor konsepta zext, operasyon û girtinê xistiye meriyetê. Dixwaze bi van êrişan gundan vala bike, Kurdistanê veguherîne qada şer û li vê derê herêmeke tampon ava bike. Gelê kurd baş pê dizane ku dê desthilatdarî teqez encamekî ji van operasyonan negire. Dê gelê kurd li hemberî van êriş û operasyonan serî netewîne. Tekane çareserî ew e ku bi birêz Ocalan re hevdîtinan bikin û muzakere dest pê bikin.” 
 
‘DÊ POLÎTÎKAYA WAN BI SER NEKEVE’
 
Dede axaftina xwe wiha qedand: “Dê AKP nekare desthilatdariya xwe bi polîtîkaya zextê bidomîne. Pir aşkeraye ku operasyon çareserî nînin. Bi polîtîkayên xwe hewl didin derdorên milîtarîst û şoven li cem xwe bigirin. Lê ev polîtîkaya wan bi ser nakeve. Ji ber ku xelk birçî ye û edaletê dixwaze. Divê kesek ji ber operasyon û êrişên heyî hêviya xwe winda neke. Ji ber ku li hêla din jî destkeftiyên me roj bi roj mezintir dibin. Li Rojhilata Navîn êdî bêyî kurdan kesek nikare gavekî biavêje. Di siyaseta Tirkiyeyê de jî wisa ye. Di esasê xwe de hewl didin vê rolê tune bikin. Hêza sereke ya ku siyaseta Tirkiyeyê diyar dike jî hêza kurdan e. Lewma bila kesek hêviya xwe winda neke. Divê hemû kes li dijî van êrişan dengê xwe bêhtir derxîne.” 
 
 
 

Sernavên din

01/07/2022
09:03 Parêzerê Bekir Kaya: Di dosyeyê de delîleke berbiçav tune ye
09:01 Skêçên Hinek Henek mohra xwe li mîzaha kurdî dan: Hunera kurdî xwe digihîne her derê
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
30/06/2022
23:12 RTUK'ê malperên Amerikan'in Sesi û DW Turkçeyê asteng kir
23:03 Ji sibehê ve xeber ji sînemagerê kurd Orhan nayê girtin
18:29 Cenazeyê Alpê li Hezexê hat veşartin
17:08 Ciwanan li pêş edliyeyê ji bo girtiyên nexweş çalakiya bi darbest li dar xistin
16:58 MAL-ÇEP: Li Îlîçê 20 ton siyanur tev li ax û avê bûye
16:57 Defînegeran goristana suryanan rûxand
16:47 Ji bo Ocalan bang li DMME’yê û CPT’yê hate kirin
16:39 Danişîna doza parêzerên bertek nîşanî Komkujiya Cizîrê dabûn hate taloqkirin
16:33 Gok: Em ê dest ji rojnamevaniya azad bernedin
16:30 Li Edeneyê hejmara binçavkiriyan derket 37’an
16:25 Ji ber dersoka kesk, sor û zer doza ‘Alaya PKK’ê’ lê hat vekirin
16:08 ‘Heta zext bi dawî bibin wê têkoşîna me jî bidome’
15:55 Gulum: Hûn çima ji daxwaza edaletê ditirsin?
15:42 Berdana girtiyê nexweşê giran Ozkan careke din nehat qebûlkirin
15:40 Nobeta Edaletê ya vê hefteyê ji bo 16 rojnamegeran hate girtin
15:28 Dayikên Şemiyê giliyê tundiya polîsan kirin
15:11 Cenazeyê Esma Afşar li Êlihê bi girseyî hat veşartin
15:03 Astengkirina Nobeta Edaletê hate protestokirin
14:22 Dema binçavkirina 36 kesan 4 roj din hate dirêjkirin
13:26 Kampanyaya ji bo Qirqirina Êzidiyan bi awayekî fermî bê nasîn hate destpêkirin
13:09 Di Doza Kobanê de îtîrafên ‘Atlas’ û ‘Hermes’ peyvek jî neguherîn!
12:47 Li gelek qadên operasyonê mobese hatin bicihkirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Çima vê dayikê nabînin?
12:39 Cerdevanên ku birin qada şer ji ber ku pêşketin çênebû paşve şandin
12:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:37 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 227'an de ye: Em dê tekoşîna xwe bidomînin
12:36 Li Tarsûsê 19 kes hatin berdan
11:35 Gunay: Em ê bi kongreya xwe bersiva faşîzmê bidin
11:14 Li Tirkiyeyê jî nexweşiya kulilka meymûnê hat tesbîtkirin
10:55 ‘Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin’
10:51 Balekanî jiyan û Çarînên Omer Xeyam bi kurmancî dixwîne
10:44 Cezayê hefsê dan rojnameger Abdurrahman Gok
10:18 Desthilatdarî bi “qanûna sansûrê” amadekariya hilbijartinê dike
09:56 Turkay ê di Meşa Gemlikê de hatibû girtin: Armanca me azadiya Ocalan e
09:45 Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin
09:07 Rêxistinên çapemeniyê: Li dijî sansurê û çewisandinan têkoşîn şert e
09:05 Li Hezoyê nelirêtî: Belê min firot lê ez ê tiştekî jî nebêjim
09:03 'Huner guh nade tu astengiyan'
09:01 Zeytûn: Pergala Îmraliyê divê bê rakirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2022
29/06/2022
21:14 Şagirtên Ma Musîcê destûrnameyên xwe wergirtin
20:10 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê di kongreyê de bersiva êrişan bidin
19:41 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
19:25 Rojnamevan Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
17:16 NATO'yê Swêd û Fînlandiya vexwend endamtiyê
17:08 Li Bismilê civîna gel: Çareserî û rizgarî li ba Ocalan e
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!
09:03 Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin
09:01 Wan ji bo kongreyê amade ye
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
28/06/2022
23:55 Li Çelê piştî şer deriyê sînor hat girtin
22:59 Rêvebiriya AKP'ê ya Agiriyê îstifa kir
19:53 Îstinafê beraeta rojnamevan Aslan erê kir
18:35 Doza Kobanê: Nexweşiya kurdan jî nayê qebûlkirin
16:40 Aysel Tugluk bi SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê bû
16:38 34 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir: Bila qada hewayî bê girtin
16:22 Nobeda Edaletê: Girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê
16:08 Ji Tarsûsê 4 girtî sewq kirin
15:44 Doza Komkujiya Konyayê: Hevdîtina 45 deqeyan a tetîkkêş Altûn a bi polîsan re winda ye
15:31 Ji bo Komkujiya Roboskê 126 meh in li edaletê digerin
14:57 Sancar: Wê kurd bersivên giran bidin we
14:56 Malbata Şenyaşar hişyariya hilbijartinê kir
14:32 Mêrdîniyan bertek nîşanî li benda dora nexweşxaneyê dan
14:23 Derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen de doz hat vekirin
14:22 Şaxa OHD’a Stenbolê ji bo endamên xwe yên hatine derbkirin daxuyanî da
14:16 Kesa pere ji wasiyê xwe re razandin hate berdan
14:04 Li gundên Geverê operasyon bi dawî bû lê zozanên gundiyan hatin qedexekirin