AGIRÎ: Girtiyê bi navê Zulkuf Kaya ku li Girtîgeha tîpa T a Panosê hatibû derbkirin, sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê kirin.
Girtiyê bi navê Zulkuf Kaya ku dema li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dibirin revîrê ji hêla 20 gardiyanan ve hatibû derbkirin. Hat zanîn ku girtî Kaya şevê din sewqî Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê hate kirin. Parêzerên Kaya di saetên serê sibehê de ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe re çûn girtîgehê lê belê rêveberiya girtîgehê jê re got ku sewqî Girtîgeha Tîpa T a Erzînganê hatiye kirin.