Di Doza Kobanê de îtîrafên ‘Atlas’ û ‘Hermes’ peyvek jî neguherîn!

  • rojane
  • 13:09 30 Hezîran 2022
  • |
img
ENQERE - Derket holê ku îfadeyên razber ê ku “şahidê veşarî ATLAS” li ser siyasetmedarên ji Doza Kobanê tên darizandin daye de û îfadeyên “şahidê veşarî HERMES” di 8’ê Adara 2021’an de dane heman îfade ne. 
 
Danişîna 14’emîn a Doza Kobanê ku 22 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, di roja 3’yemîn de li Eywana Dadgehê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. 
 
Dadgeha Cezayê Giran a 22’yemîn a Enqereyê li dozê dinêre. Malbatên siyasetmedarên girtî û gelek parêzer dozê dişopînin. 
 
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê girtî ne li eywana danişînê amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê hatin kirin. 
 
ÎTÎRAZÎ GUHDARIYA ŞAHID KIRIN 
 
Danişînê bi xwendina nasnameyan û ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir. Di danişînê de biryar hat dayîn ku li “şahide veşarî ATLAS” were guhdarîkirin. Parêzer têkildarî biryarê axivîn û diyar kirin ku divê ji bilî çarçoveya dosyeyê ji şahide veşarî pirs neyên kirin. 
 
Piştre Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel ku girtî ji dozê tê darizandin axivî û destnîşan kir ku heta ku darizandin neqede guhdariya li şahid bêrêbazî ye û got: “Hûn bi biryara navberê viya qebûl nakin lê bele tişta ku hûn dikin bêhiqûqî ye. Di şahidên din de jî hat dîtin ku tu eleqeya şahidan bi bûyeran re nîne lê belê di dosyeyê kirine yek de beyanên xwe eşkere dikin. Em li dijî vê jî îtîraz dikin.” 
 
Parêzer Cîhan Aydin jî anî ziman ku ew dixwazin hîn bibin ku kîjan şahid dê kîjan rojê were guhdarîkirin û ji bo pirsên rast werin kirin divê ew xwe bigihînin îfadeyên şahid û ji bo mafê parastinê ev şert e. 
 
Hevşaredara Amedê ya berê Gultan Kişanak jî diyar kir ku wan derarê şahidan de daxwazname daye şandeya dadgehê û ew dixwazin beriya danişînan hîn bibin ku şahidan derbarê kî de îfade daye û daxwaziya darizandinek li gorî rêbazê kir. 
 
DAXWAZ HATIN REDKIRIN 
 
Serokê dadgehê daxwazên siyasetmedar û parêzeran red kir û îdia kir ku şahid di çarçoveya “hiqûqê” de beyanên xwe eşkere dikin. 
 
Piştre aktîvîsta Tevgera Jinên Azad Ayla Akat Ata axivî û da zanîn ku pirsgirêkên ku îro têkildarî guhdariya şahidan qewimîne hemû bi qebûlkirina îdianameyê ya di şertên îro de hatiye qebûlkirin ve girêdayî ye. 
 
HEMAN ÎFADE DERKETIN HOLÊ 
 
“Şahidê veşarî ATLAS” bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê hat kirin û diyar kir ku ew îfadeya xwe ya nivîskî dubare dike û derbarê siyasetmedar Mesût Bagcik ê girtî, siyasetmedar Mazhar Ozturk, Ercan Arslan û Yuksel Baran de beyanên razber da û tu agahiya wî têkildarî xwepêşandanên Kobanê nîne. Balkêş bû ku îfadeyên ATLAS ê derbarê Ayla Akat Ata de dabû heman îfadeyên “şahidê veşarî HERMES” ku di 8’ê Adara 2021’an de derbarê Ata de dabû ye. 
 
Dure siyasetmedar û parêzer axivîn û îtîrazên xwe yên têkildarî rêbaziya guhdariyê berdewam kirin. Serokê dadgehê navber da danişînê û dê piştî nîvro dîsa bedewam bike. 
 

Sernavên din

01/07/2022
09:04 Ji bo her kesî serbest e, ji bo malbatên girtiyan qedexe ye
09:03 Parêzerê Bekir Kaya: Di dosyeyê de delîleke berbiçav tune ye
09:01 Skêçên Hinek Henek mohra xwe li mîzaha kurdî dan: Hunera kurdî xwe digihîne her derê
09:00 ROJEVA 1'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
30/06/2022
23:12 RTUK'ê malperên Amerikan'in Sesi û DW Turkçeyê asteng kir
23:03 Ji sibehê ve xeber ji sînemagerê kurd Orhan nayê girtin
18:29 Cenazeyê Alpê li Hezexê hat veşartin
17:08 Ciwanan li pêş edliyeyê ji bo girtiyên nexweş çalakiya bi darbest li dar xistin
16:58 MAL-ÇEP: Li Îlîçê 20 ton siyanur tev li ax û avê bûye
16:57 Defînegeran goristana suryanan rûxand
16:47 Ji bo Ocalan bang li DMME’yê û CPT’yê hate kirin
16:39 Danişîna doza parêzerên bertek nîşanî Komkujiya Cizîrê dabûn hate taloqkirin
16:33 Gok: Em ê dest ji rojnamevaniya azad bernedin
16:30 Li Edeneyê hejmara binçavkiriyan derket 37’an
16:25 Ji ber dersoka kesk, sor û zer doza ‘Alaya PKK’ê’ lê hat vekirin
16:08 ‘Heta zext bi dawî bibin wê têkoşîna me jî bidome’
15:55 Gulum: Hûn çima ji daxwaza edaletê ditirsin?
15:42 Berdana girtiyê nexweşê giran Ozkan careke din nehat qebûlkirin
15:40 Nobeta Edaletê ya vê hefteyê ji bo 16 rojnamegeran hate girtin
15:28 Dayikên Şemiyê giliyê tundiya polîsan kirin
15:11 Cenazeyê Esma Afşar li Êlihê bi girseyî hat veşartin
15:03 Astengkirina Nobeta Edaletê hate protestokirin
14:22 Dema binçavkirina 36 kesan 4 roj din hate dirêjkirin
13:26 Kampanyaya ji bo Qirqirina Êzidiyan bi awayekî fermî bê nasîn hate destpêkirin
13:09 Di Doza Kobanê de îtîrafên ‘Atlas’ û ‘Hermes’ peyvek jî neguherîn!
12:47 Li gelek qadên operasyonê mobese hatin bicihkirin
12:41 Malbata Şenyaşar: Çima vê dayikê nabînin?
12:39 Cerdevanên ku birin qada şer ji ber ku pêşketin çênebû paşve şandin
12:38 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:37 Çalakiya Nobeta Edaletê di roja 227'an de ye: Em dê tekoşîna xwe bidomînin
12:36 Li Tarsûsê 19 kes hatin berdan
11:35 Gunay: Em ê bi kongreya xwe bersiva faşîzmê bidin
11:14 Li Tirkiyeyê jî nexweşiya kulilka meymûnê hat tesbîtkirin
10:55 ‘Jiyana astengdaran kesên bajaran bi rê ve dibin zehmet dikin’
10:51 Balekanî jiyan û Çarînên Omer Xeyam bi kurmancî dixwîne
10:44 Cezayê hefsê dan rojnameger Abdurrahman Gok
10:18 Desthilatdarî bi “qanûna sansûrê” amadekariya hilbijartinê dike
09:56 Turkay ê di Meşa Gemlikê de hatibû girtin: Armanca me azadiya Ocalan e
09:45 Kelecana ji bo kongreya HDP'ê: Dê ji Egeyê bi girseyî tev li kongreyê bibin
09:07 Rêxistinên çapemeniyê: Li dijî sansurê û çewisandinan têkoşîn şert e
09:05 Li Hezoyê nelirêtî: Belê min firot lê ez ê tiştekî jî nebêjim
09:03 'Huner guh nade tu astengiyan'
09:01 Zeytûn: Pergala Îmraliyê divê bê rakirin
09:00 ROJEVA 30'YÊ HEZÎRANA 2022
29/06/2022
21:14 Şagirtên Ma Musîcê destûrnameyên xwe wergirtin
20:10 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê: Em ê di kongreyê de bersiva êrişan bidin
19:41 Orhan Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
19:25 Rojnamevan Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn
17:16 NATO'yê Swêd û Fînlandiya vexwend endamtiyê
17:08 Li Bismilê civîna gel: Çareserî û rizgarî li ba Ocalan e
17:01 ‘Serhildana Şêx Seîd li dijî dagirkeriyê bû’
16:22 AYM’ê ji bo Muharrem ê biçûk biryara xwe da
16:19 DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir
15:55 Aşkan û Ayaz hatin berdan
15:51 Girtî Kaya ku hatibû derbkirin sirgûn kirin
15:50 Rojnamevanên muxalîf bernedan avahiya wezaretê
15:50 36 kes 3 roj in di bin çavan de ne
15:45 Nobeta Edaletê: Dengê me bibihîzin
15:27 Di pevçûnên li Çelê de 3 leşker hatin kuştin
14:58 DBP'a Wanê ji bo kongreya xwe bang kir
14:31 Dadgeha Îskenderûnê 22 sal cezayê hefsê li 22 girtiyan birî
14:14 Girtiya ku hatibû berdan bi biryara ‘şewitandina înfazê’ dîsa hate girtin
13:46 Li Mêrdînê di bîrekê de cenazeyek hate dîtin
13:27 Di nava gola avdanê de cenazeyek hate dîtin
13:21 Derbarê ‘îşkenceya gardiyanan’ de gilî hate kirin
13:19 Derbarê Baroya Amedê de lêpirsîn: Danezana Baroyê di wesfê danezana Biden de ye
13:12 Malbatên girtiyan li ber ATK’ê bang kirin: Bila ATK cihêkariyê neke
13:10 Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn
12:40 Ferît Şenyaşar: Dê dawiya dawî edalet serbikeve
11:46 Dê bi deh hezaran Stenbolî tev li kongreya HDP’ê bibin
11:37 Li Mêrdînê ji bo veguhastinê dîsa zem hate kirin
11:03 ATK’ê ji Emîn Ozkan pirsa ‘Serokkomar kî ye?’ kiriye!
11:01 Dadgehê got xistina parlamenterekî ya lîsteya lêgerînê ya ‘kategoriya sor’ li gorî hiqûqê ye
10:59 Cezayê li leşkerê ku Hazna Su kuşt hatibû birîn kirin 10 teqsîd
10:24 Dede: Dixwazin li Geverê herêmeke tampon ava bikin
10:16 Amedî: Hemû budçe ji bo şer tê veqetandin
09:53 Cenazeyê leşkerê kuştî ji çapemeniyê re girtî hat veşartin
09:20 Şeniyên gundan: Berpirsyarê vî şerî Barzanî ye
09:08 Ji Yekitiya Ekolojiyê Kayra: Li Îlîçê berê jî siyanur çiziriye
09:07 Dibistan hatin girtin, li kargehan hejmara zarokan zêde bû
09:04 Ruxseta înşeatê ya avahiya dijî tevna dîrokî ya bajêr tune ye!
09:03 Surucu: Em dikarin bi azadiya Ocalan ji vê pergala em tê de asê bûne xelas bibin
09:01 Wan ji bo kongreyê amade ye
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2022'YAN
28/06/2022
23:55 Li Çelê piştî şer deriyê sînor hat girtin
22:59 Rêvebiriya AKP'ê ya Agiriyê îstifa kir
19:53 Îstinafê beraeta rojnamevan Aslan erê kir
18:35 Doza Kobanê: Nexweşiya kurdan jî nayê qebûlkirin
16:40 Aysel Tugluk bi SEGBÎS’ê beşdarî Doza Kobanê bû
16:38 34 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kir: Bila qada hewayî bê girtin
16:22 Nobeda Edaletê: Girtîgeh veguherîne navendên îşkenceyê
16:08 Ji Tarsûsê 4 girtî sewq kirin
15:44 Doza Komkujiya Konyayê: Hevdîtina 45 deqeyan a tetîkkêş Altûn a bi polîsan re winda ye
15:31 Ji bo Komkujiya Roboskê 126 meh in li edaletê digerin
14:57 Sancar: Wê kurd bersivên giran bidin we
14:56 Malbata Şenyaşar hişyariya hilbijartinê kir
14:32 Mêrdîniyan bertek nîşanî li benda dora nexweşxaneyê dan
14:23 Derbarê Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen de doz hat vekirin
14:22 Şaxa OHD’a Stenbolê ji bo endamên xwe yên hatine derbkirin daxuyanî da
14:16 Kesa pere ji wasiyê xwe re razandin hate berdan