7 partî û rêxistin dê 'Manzûmeya Rêgezan' biweşînin

img

STENBOL - Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz diyar kir ku dê 7 partî û rêxistinên bi awayekî hevpar dixebitin di nêz de "Menzûmeya Rêgezan" biweşînin. 

Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedkaran (EHP), Malên Gel (Halkevelerî) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst(SMF) ên bi bangawaziya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hev kom bûbûn, bi civîn û konferansan xebatên xwe yên ji bo têkoşîna hevpar didomînin. Her 7 partî di nêz de dê di çarçoveya bernameya têkoşînê de "Manzûmeya Rêgezan" biweşînin. 
 
TIFAQA JI BO TÊKOŞÎNÊ
 
Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz anî ziman ku 7 partî û rêxistin li hev kom bûne û hîmê têkoşîna bi hev re avêtine û got, armanca vê hatina cem hev ew e ku li hemberî partiyên pergalê gel bê alternatîf nemînin. Akdenîz destnîşan kir ku gel ne mecbûrî Tifaqa Gel û Tifaqa Cumhûrê ne û got, hatina wan a cem hev wateya têkoşîna bi hev re di xwe de dihewîne. Akdenîz diyar kir ku tifaqa wan a bi 7 partî û rêxistinan re tifaqa têkoşînê ye û got: "Lê ji bo ev yek veguhere tifaqa hilbijartinê pêdivî bi yekîtiya rêgezan heye. Xebatên ji bo vê jî didomin." 
 
MANZÛMEYA RÊGEZAN
 
Akdenîz diyar kir ku ev tifaq 7 meh in li qadê dixebite û got, ew bi xwe bawer nake ku dê meseleyên welêt bi hilbijartineke muhtemel bên çareserkirin. Akdenîz bilêv kir ku helbet hilbijartin girîng in û ji bo vê amadekariyên xwe dikin û got: "Armanca me ne ew e ku em çar salan carekê biçin ser sindoqan û raya xwe bidin. Armanca me em têkoşînê bi rêxistin bikin. Rêxistinkirina têkoşîna çîna karkeran, parastina mafan û li hemberî êrişan avakirina platformekê. Lewma me nîqaşeke wekî 'hilbijartin an têkoşîn' kir, lê me biryar girt ku em têkoşînê mezintir bikin. Me têkildarî debarê, penaberan, êrişên li ser HDP'ê, polîtîkaya derve ya Tirkiyeyê hin biryar girtin. Ev girîng bûn, testa samîmiyetê bûn. Piştî nîqaşan ji her nûnereke partiyeke siyasî koordînasyonek hat avakirin. Ev koordînasyon hem çalakiyan bi rê ve bir hem jî ji bo nivîsandina manzûmeya rêgezan xebatek da destpêkirin. Niha ji bo vê jî hin xebat hene." 
 
Akdenîz bilêv kir ku xebatên xwe li gor hedefên partiyên siyasî didomînin û nêzî 4 meh in li gelek bajaran civînên gel çêkirine û got: "Her kes di nava lêgerînekê de ye. Her kes dibêje 'êdî bibin yek.' Daxwazeke ev qas xurt heye. Divê ev xwestek xurtir bibe. Em di xebatên xwe de 'vebijêrka sisêyan' birêxistin dikin. Hatine cem hev a 7 partiyan li bara civakê bû xwedî beranberiyek." 
 
CIVÎNÊN BI RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL RE
 
Akdenîz destnîşan kir ku ne desthilat ne jî muxalefet daxwazên gel neanîne cî û dê neynin jî û got, lewma çêkirina yekîtiya siyasî ya gel bivênevê ye. Akdenîz diyar kir ku bi sendîka û komeleyan re civîn çêkirine û got: "Em ji rêxistinên civaka sivîl re dibêjin: 'Tenê ne em partiyên siyasî hûn jî belgeya xwe ya helwestê eşkere bikin. wekî rêxistineke karkeran û kedkaran hûn jî rabin bibêjin, 'ên daxwazên me qebûl nekin û me tune bihesibînin em ê wan teşhîr bikin.' Wê gavê hûn ê bibînin ku ew ê bibin kirdeya tifaqa me." 
 
HILBIJARTINA PÊŞWEXT
 
Akdenîz nîqaşên ji bo hilbijartin pêşwext jî nirxandin û got, rêgeha wan rêgeheke li ser asasê têkoşîneke tekûz e û yekîtiyeke xurt a bi rêgezan e. Akdenîz got: "Em nikarin van xebatên xwe ji bo hilbijartineke pêşwext bidin sekinandin. Jixwe em bawer nakin dê hilbijartineke pêşwext çêbibe. Desthilatê heya niha pozîsyoneke ji bo hilbijartina pêşwext ji xwe re peyde nekiriye, çimkî enflasyon pir zêde ye." 
 
‘HDP’YE EN GÜÇLÜ DESTEĞİ VERECEĞİZ’
 
Akdenîz bal kişand ser operasyonên siyasî yên desthilatê yên li hemberî HDP'ê jî û got, desthilat bi vî awayî dixwaze tevahiya muxalefeta civakî çavtirsandî bike. Akdenîz destnîşan kir ku desthilat dixwaze heya hilbijartina muhtemel atmsofereke Rewşa Awarte (OHAL) biafirîne û got: "Kî li ber van çewisandinan xwe li bêdengiyê deyne dê di hilbijartinan de jî têk biçe. Em hêzên tifaqê ev operasyon li hemberî kê bên lidarxistin bila bên lidarxistin em ê li cem wan bin. Mesela gava li Çûbûkê Kemal Kiliçdaroglû hat lînçkirin di cî de me got, 'em li cem wî ne.' Gava qedexeya siyasetê danîn ber Canan Kaftancioglûyê me got, 'em li cem wê ne.' Lewma îro divê CHP û demokratên sosyal hemû ji bo HDP'ê xwedî vê helwestê bin. Ev dem dema hatina cem hev e. Desthilat HDP'ê krîmînalîze dike û atmosfereke wekî HDP sûcdar e diafirîne. Ev operasyon hem li hemberî tifaqa me ne hem jî li hemberî gelê kurd in. Em ê piştgiriyeke herî xurt bidin wan." 
 
MA/ Ergîn Çaglar
 

Sernavên din

20/11/2022
15:56 Ji Mêrdînê ber bi sînor ve sewqiyata leşkerî hat kirin
15:55 Di çalakiya şermezarkirina êrişan a li Dêrsimê de polîsan êrişî gel kir
15:33 ÎHD: Li Kurdistanê herî kêm mafên jiyanî yên 132 zarokan hatine binpêkirin
15:31 Hêrsa li dijî êrişan mezin dibe: Bi hezaran kes li Qamişlo û Amûdê daket qadan
14:47 Êrişa Tirkiyeyê li Şirnex û Mûşê hat protestokirin
14:31 HSD’ê têkildarî êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da: Dê bêbersiv nemînin
14:14 Banga ji bo Rojava: Dakevin qadan û rê li ber sûcên Tirkiyeyê bigirin
13:13 Li Kanîreşê tûp teqiya: Kesek birîndar bû
13:07 HDP ji ber êrişan dê sibe civîna awarte li dar bixe
12:50 Parlamenterê Iraqê: Tirkiyeyê çekên kîmyewî bi kar anîn
12:44 Malbata Şenyaşar: Rêya jiyana biedalet piştevanî ye
12:40 Serhildana 'Jin, jiyan, azadî" di hefteya 10’an de ye
12:33 Bertekên li dijî êrişan: Roj roja bi ruhê Kobanê rabûna ser pêyan e
12:13 Di êrişên Tirkiyeyê de 11 sivîl û rojnamegerek hatin qetilkirin
11:56 Tirkiyeyê li Kobanê nexweşxane kir hedef û bi temamî rûxand
11:40 Rojava dê li dijî êrişan dakeve qadan
11:38 Di êrişa li dijî Şerayê de 10 leşkerên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin
11:33 Mazlûm Ebdî: Heke êriş bidomin dê ziyan bigihije her kesî
11:14 Li Dêrikê Komkujî: Di encama êrişa Tirkiyeyê de 9 kes hatin qetilkirin
11:08 Di êrişa hewayî de nûçegihanê ANHA’yê hate qetilkirin
10:56 Hevserokê Herêma Firatê: Dixwazin vîna me têk bibin lê em ê bi bersiveke dîrokî bi ser kevin
10:28 ‘Kovara Destarê li dijî her cureyê wêjeya serdest raperîneke wêjeyî ye’
10:14 BMG: Kobanê dê nekeve, em ê faşîzmê hilweşînin
10:13 Tirkiyeyê dîsa êrişî Kobanê kir
09:58 Emeliyata girtiyê bi penceşêrê ketiye bi derengî tê xistin
09:56 ‘Yên ku naxwazin cenazeyên zarokên xwe ji ATK’ê wergirin, bila tev li Nobeta Edaletê bibin’
09:46 Di wesayîtên biraziyên serokên AKP û MHP’î de tiryak hat girtin
09:10 Zarokên ku xeyalên wan hatine têkbirin
09:10 Da pey şopa jiyana Meryem Xanê, xwe gihand agahiyên rasteqîn
09:08 Koçerên ku ji Bestayê vegeriyan: Çar aliyê me kamera bûn
09:07 Sara Aktaş: Têkoşîneke ku navenda wê azadiya jinê nebe dê encam negire
09:00 ROJEVA 20’Ê MIJDARA 2022’YAN
08:33 Foza Yûsif: Em ê serî netewînin û xaka xwe biparêzin
08:14 KCDK-E û DBP: Divê hemû kes li her derê xwedî li Rojava derkeve
07:54 Mazlum Ebdî: Bi êrişê gef li tevahiya herêmê tê xwarin
07:47 Artêşa tirk noqteyên rejîma Şamê bombebaran kir
00:48 Gelek deverên Rojava û Herêma Federe ya Kurdistanê hatin bombebarankirin
19/11/2022
20:19 Li Amedê kesek ji ber dûmanê fetisî
18:45 Banga TJA û Platforma Jinan a Şahmaranê ya ji bo têkoşîna li dijî tundiyê
18:36 TJA li Elkê bi jinan re civiya
17:55 Meclîsa Jînan a HDP’a Geverê jin vexwadin meşa 25'ê Mijdarê
16:38 Îfadeyên kesên ji teqîna Taksîmê hatin girtin derketin holê
16:37 Konsera 25’ê Mijdarê bi hinceta ‘ewlehiyê’ hate astengkirin
16:14 Faîlên jinên hatin windakirin hatin pirsîn: Em edaletê dixwazin
16:13 Hat xwestin girtiyê nexweş Şahîn tavilê bê emeliyatkirin
15:57 Keskîn: Sedema pirsgirêkên li Tirkiyeyê îdeolojiya fermî ye
15:42 Li aqûbeta zarokên windakirî pirsîn
15:22 ÎHD: Girtiya nexweş Acar berdin
15:10 Sancar li Agiriyê axivî: Hûn ne bêalternatîfin, HDP heye
15:09 Têkildarî êrişa Taksîmê 8 kesên din hatin binçavkirin
14:51 Li Amedê panela ‘azadiya çapemeniyê’ hate lidarxistin
14:18 Xwişka Hayrettîn Eren: Dewlet dibe şirîkê sûc
13:30 DTO’yê bertek nîşanî binçavkirina Dr. Mûstafa Yaşa da
13:19 Tora li Dijî Tundiyê: Bila Mûsa Sevîm bê girtin
12:43 Li Egeyê jin dê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' dakevin qadan
11:46 Li Amedê zarokek hat binçavkirin
11:39 Malbata Şenyaşar: Heya edalet neyê em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin
11:03 Temellî: Îktidar di Taksîmê de li ser sûc hat zeftkirin
10:34 Girtiyê li Girtîgeha Eregliyê: Nikarim bêhnê bistînim
10:03 Li Girtîgeha Sîncanê sepanên 12’ê Îlonê di dewrê de ne
09:41 'Xwendekar ne yekîne ne jî şeqşeqkerên we ne'
09:12 Serhildan mezin dibe: Jina azad civaka azad e
09:09 Mîmar Aslan: Sûrên li Ben û Senê derketin holê divê bên parastin
09:02 Li dû wê, tenê wêneyê wê yê bi dîwêr ve ji zarokên wê re maye
09:02 Ji Şemsê Allakê heya Jîna Emîniyê: Jin ber bi azadiyê ve dimeşin
09:01 Nerazîbûna ji bo çekên kîmyewî: Bêdengî mirin e
09:01 Cêwiyên 5 salî wekî "delîl" hatine bikaranîn
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2022'YAN
18/11/2022
19:45 Li Girtîgeha Bakirkoyê îşkence: Mafê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin
17:53 TJA, li Şemrexê bi jinan re civiya
16:38 Jin li pêşiya edliyeyê ne: Ji Mîrabalan heta Emîne Şenyaşaran em ê têkoşînê mezintir bikin
16:22 Bîlançoya teqîna li Silêmaniyeyê giran e: 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn
15:48 Li Edene û Mêrsînê ji bo jinên girtî qert hatin şandin
15:22 Ji bo girtiyên nexweş banga hestyariyê
15:16 Li Girtîgahe Eregliyê silavdayîn jî qedexe ye!
14:56 Li Semsûrê kesek hate girtin
14:54 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn
14:53 Di doza Tahîr Elçî de daxwaza ji bo guherandina şandeya dadgehê hat redkirin
14:02 Bersiva ‘paramotorê’ da Soylu: Xwezî hûn jî hinek hêdî bifiriyan
13:41 Kujerê Meryem Sevîmê sîxûrê emniyetê derket!
13:38 Li Îranê jin 'tabûya heram a rejîmê' dişikînin
12:50 Li Mêrsînê malên elewiyan hatin îşaretkirin
12:44 Têkoşîna jinan hem jin û hem jî tundî berbiçav kir
12:08 Malbata Şenyaşar: Kesên komkujî pêk anîn hêza xwe ji piştgiriya Erdogan digirin
11:42 Endamê SES’ê Mûstafa Yaşa hate binçavkirin
11:42 Soylu dîsa biryara xwe guherand: Albashir ji Minbicê hatiye!
10:20 Karayilan: Biryara şewitandina leşkeran Akar da û Erdogan jî erê kir
10:17 Jinên SKM û OGKî hatin berdan
10:01 KON-MED: Divê li dijî sûcên şer xeta têkoşînê bê avakirin
09:59 'Ji bo berdana Ozkan hewcehî bi raporê nîne ji ber ku her tişt li pêş çav e ‘
09:23 Dayika girtiyê nexweş Mûtlû: Berî bimirim dixwazim berdana kurê xwe bibînim
09:01 Birayê girtiyê nexweş ê 74 salî: Ev îşkence ye
09:01 ‘Kurd divê li dijî bêhiqûqîtiya li girtîgehan deng derxînin'
09:00 OHD'ê bang li rêxistinên hiqûqî kir: Li hemberî tecrîdê xwe li nedîtinê daneynin
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2022'YAN
08:54 Li Mûglayê erdhej
08:49 Ji binçavkiriyên teqîna Stenbolê 17 kes jê hatin girtin
17/11/2022
23:08 Têkildarî teqîna li Taksîmê 17 kes bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin
21:48 Li Silêmaniyeyê teqîn: 3 xanî xera bûn
21:43 Li Kadikoyê polîsan avêt ser Komeleya Jinên Ciwan a Kaktusê