Ozsoy: Êdî li Swêd û Fînlandiyayê jî pirsgirêka kurd heye

ENQERE - Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy bal kişand ser memorandûma di navbera Swêd, Fînlandiya û Tirkiyeyê de hatiye îmzekirin û wiha got: “Bi îmzekirina vê memorandûmê re êdî pirsgirêka kurd bû pirsgirêka Swêd û Fînlandiyayê jî.” 
 
Piştî hevdîtina di navbera Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan, Serokkomarê Fînlandiyayê Sauli Niinistö, Serokwezîra Swêdê Magdelena Andersson û Sekrteterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg a di 28’ê hezîranê de, memorandûmek hat îmzekirin. Piştî memorandûmê jî ji bo endamtiya her du welatan a NATO’yê bang hate kirin. Her çend ku Erdogan ev memorandûme weke “serkeftinek” nîşan dabe jî, aliyên din ên memorandûmê naverok û bertekên cuda nîşan didin.  
 
Endamê Komîsyona Têkiliyên Karên Derve yê HDP’ê û parlamenterê HDP’ê yê Amedê Hişyar Ozsoy têkildarî mijarê bi ajansa me re axivî. 
 
 
‘ERDOGAN MEMORANDÛMÊ WEKE AMÛREKÎ BI KAR TÎNE’
 
Hişyar Ozsoy da zanîn ku di têkiliyên dîplomatîk ên navneteweyî de memorandûm bi giştî weke zelalkirina niyetê tê qebûlkirin û wiha got: “Anku berpirsyartî li ser milê kesekî bar nabe. Li wir beyan û teahûd hene. Memorandûm dema bi awayekî giştî muzakere ne li gorî daxwazê çêdibin, ji bo domandina muzakereyan tên kirin. Mutabaqeta Dolmabahçeyê jî memorandûmek bû. Muzakereyên wê demê baş nediçûn lê qet nebe 10 xal hatin nivîsandin. Encamên wê yên erênî çêbûn. Heke hikûmet xwedî lê biderketa, dikariya encamên hîn baştir çêbûbûna. Îcar ev mamerandûma dawî hem di qada navneteweyî û hem jî ji hêla Erdogan ve weke serkeftinek tê nîşandan. Erdogan di raya giştî ya navxweyî de weke amûrekî bi kar tîne. Dema mirov li tevahiya metnê dinihêre dibîne ku tiştekî zêde cuda tune ye.”
 
‘REWŞEKE ZÊDE CUDA ÇÊNEBÛYE’
 
Ozsoy, qala naveroka momerandûmê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema mirov bi awayekî şênber lê dinihêre, dibêjin ‘Swêd û Fînlandiya PKK’ê weke rêxistineke terorê erê dike.’ Jixwe welatên Ewropayê digotin ‘PKK di lîsteya terorê de ye.’ Anku rewşekî nû nîne. Lê dema li kaxizê tê nivîsandin, Erdogan weke amûrekî bi kar tîne. Ya din dibêjin ‘em alîkariyê nadin YPG û PYD’ê.’ Lê YPG û PYD’ê weke ‘rêxistina terorê’ nabînin. Tirkiyeyê ji bo vê zextekî giran kir lê qebûl nekirin. Lê heke bixwazin dikarin li ser rêxistinên civaka sivîl û hwd. alîkariyê bidin HSD’ê.  Belkî kesên zêde tên naskirin ên weke Îlham Ehmed ne vexwînin Swêdê. Di memorandûmê de nabêjin ‘em ê îade bikin.’ Dibêjin; ‘Dema we serlêdan kir em ê ji bo bilezkirina pêvajoyê rewşê bişopînin.’ Lê di dawiya dawî de daraz û dadgeh dê biryara vê bidin. Anku girêdayî memorandûmê nîne. Li wir dadgeh li gorî daxwazên hikûmetê biryaran nade. Herî zêde dikare bibêje êdî biryarekî bidin. Heke ji hikûmetê du kes rabin û hewl bidin Ragip Zarakolû radest bikin, dê hikûmet bikeve. Anku mijareke ewqas hêsan nîne. Niha hinek dem bi destxistin û dê di dawiya dawî de Swêd û Fînlandiya bibin endamê NATO’yê.” 
 
‘ERDOGAN XWEST BAZARIYÊ BI BIDEN RE BIKE’
 
Bi domdarî Ozsoy got ku ji bo endamtiya NATO’yê ya Swêd û Fînlandiyayê divê 30 welat li Meclisa xwe vê daxwazê bidin erêkirin û wiha domand: “Tirkiye jî dê bîne Meclisê. Anku Tirkiye dê bi saya qerta vetoyê hewl bide gelek tawîzan ji van welatan bigire. Anku ev qerta vetoyê ji bo demekî paşve da. Tirkiye hinek navan dixwaze. Mînak, Ragip Zarakolû. Lê dê Swêd van navan nede û dê nekare bide. Tirkiye dê bixwaze û ew jî dê bibêjin ‘dadgehê nehişt.’ Tirkiye jî dê vê biryarê protesto bike. Bi vê memomrandûmê re êdî pirsgirêka kurd a Swêd û Fînlandiyayê jî heye. Her wiha Erdogan hewl da di mijara pirsgirêka vetoyê de bi Biden re bazariyê bike. Lê belê Biden bi hostetî got; ‘Ev pirsgirêka me nîne û hûn di navbera xwe de çareser bikin.’ Heke Biden qebûl bikira, dê Erdogan hewl bida derheqê YPG/YPJ û HSD’ê de çendek tawîzan ji wan bistîne. Lê çênebû. Niha li ser kaxizê çendek teahûd mane û Erdogan anîn ser xeta xwe.” 
 
‘EW DIBÊJIN DÎZAYNKIRINA CÎHANÊ LÊ ERDIGAN DIBÊJE KUŞTINA KURDAN’
 
Di berdewamê de Ozsoy anî ziman ku Erdogan bazariya “min li desthilatdariyê bihêlin” bi dewletan re dike û wiha pê de çû: “Bi şerê Ûkrayna-Tirkiyeyê re girîngiya Tirkiyeyê hîn zêdetir bû. Êdî Behra Reş bû cihekî pir girîng. Dibe ku ev krîza dexl li Efrîqayê rê li ber krîzeke mezin a birçîtiyê veke. Anku hem ji hêla ewlehiyê û hem jî ji hêla dexl ve rewşa Tirkiyeyê ev e. NATO hêj jî dixwaze ne Erdogan lê Tirkiyeyê baş bi kar bîne. Welatên rojavayî dibêjin ‘em dîzaynekî nû didin cîhanê û were em bi hev re bikin.’ Lê Erdogan dibêje; ‘hema hûn musaedê bidin min ku ez biçim li Rojava hinek kurdan bikujim.’ Heta hilbijartinê jî guh nadin gefên Erdogan û jê bawer nakin. Lê baş dizanin ku Erdogan dema kete zorê tawîzan dide. 
 
‘DIBE KU HIKÛMETA SWÊDÊ BIKEVE’
 
Têkildarî bertekên raya giştî ya gelê Swêdê ya li dijî vê memorandûmê jî Ozsoy wiha got: “Dibe ku hikûmeta Swêdê bikeve. Erdogan ji ber dijminatiya xwe ya kurdan, pirsgirêka kurd veguherand pirsirêkeke gerdûnî. Ji ber pirsgirêka kurd dibe ku hikûmeta Swêdê bikeve. Ji ber Rojava, di demên berê de jî Wezîrê Parastinê yê DYA’yê îstîfa kiribû. Mijar her ku diçe mezin dibe. Muxalefet û çapemenî bertekên mezin nîşan didin. Me jî fikrên xwe bi hikûmet û partiyên siyasî re parve kirin. Em ê encamên vê memorandûmê bibînin. Jixwe ev 40 sal in bi alîkariya NATO, Ingilistan û DYA’yê şerê kurdan dikin. Ma Fînlandiya û Swêd jî alîkariya wan bikin çi ye yan nekin dê çi bibe Lê divê gel û siyasetmedarên van welatan bifikirin. Dê saziyên li Swêdê ji ber pirsgirêka kurd li nav hev bikevin. Dibe ku daxwazên rewa yên kurdan hîn bêhtir bikevin rojevê. Weke mînak, çapemeniya Swêdê tu carî ewqas qala kurdan nekiriye. Civaka wê derheqê kurdan de agahiyan hîn dibe. Divê em vê rewşê weke firsendekî bi kar bînin.”
 
‘ENDAMÊN NATO’YÊ RÛDININ Û QALA KURDAN DIKIN’
 
Herî dawî jî Ozsoy ev tişt anî ziman: “Ambargoya çekan a Swêd-Fînlandiyayê ya li ser Tirkiyeyê ne gelek girîng bû. Ji ber ku pir kêm çekan difiroşin. Dibe ku gelek girîng nebe lê ji bo nêzikatiya milîtarîst jî piştevaniyeke. Erdogan, pirsgirêka kurd milîtarîze dike û dixwaze têxe rojeva NATO’yê. Her ku vê mijarê ji bo bikaranînê dibe qada navneteweyî jî, bi zanebûn an jî ne bi zanebûn, pirsgirêka kurd vediguhere pirsgirêkeke navneteweyî. 30 endamên NATO’yê rûdinin û qala Rojava û kurdan dikin. Desthilatdarî hewl dide hêzên navneteweyî kom bike û ji bo êrişeke li dijî kurdan bingehekî amade bike.” 
 
MA/ Bêrîvan Altan
 

Sernavên din

09/07/2022
09:01 Polîsan ew kuşt lê kiryar tune ye!
09:01 Kesê êriş biribû ser HDP'ê dê bi sûcê 'zirar daye mal' bê darizandin
09:00 Aryenê 4 pirtûkên din çap kirin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
08:55 Bavê Pervîn Buldan jiyana xwe ji dest da
08/07/2022
19:36 Komeleya Berî Her Tiştî Zarok wê 10 pirtûkên zarokan ên Weşanxaneya Aramê bi deng belav bike
19:08 Li Amedê gor hatin ziyaretkirin
18:36 Ciwanê kurd bi daxwaza Tirkiyeyê hat girtin
16:11 Komîsyona Zarokan a HDP’ê: Divê berpirsyarên cînayeta li Wanê bên darizandin
16:00 Waliyê Amedê nehêla malbat biçin serdana goristanan
14:58 Ersoya xwest ku derheqê Midûrê Şaxa Ewlehiyê Hanîfî Zengîn de lêpirsîn bê destpêkirin
14:44 Bertek nîşanî girtina Hevseroka Giştî ya SES’ê Atabey dan
14:33 Hişyariya parêzbendiyê dan muxalefetê: Erêkirina îşkenceyê ye
14:04 Qûrbaniyên qetlîamên Pirsûs û Enqereyê hatin bibîranîn
14:03 Girtiyê nexweş piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:58 Meclisa Federel a Almanyayê qirkirina êzidiyan nas kir
13:56 Qelacî: Êrişên Tirkiyeyê li dijî tevahiya Sûriyeyê ne
13:55 Baroya Sêrtê tabelaya sê zimanî daliqand
13:55 Li Êlihê heqê rê hat biharkirin
13:45 Malbata Şenyaşar dê sibê cejnê li ber edliyeyê pêşwazî bike
13:41 Îtîraza dozger a ji bo kesên li Edeneyê hatibûn berdan hate redkirin
12:55 TGC’ê xelat da 16 rojnamevanên kurd
12:53 Zilamê ku parêzer Tekîn û keça wê revandî hate girtin
12:36 28 ciwanên li Çiyayê Bêzar hatibûn kuştin hatin bibîranîn
12:30 Li çoltera Şaxê şer dijwar bû
12:30 Doza Kobanê dê di betlaneya dadî de jî bidome
12:00 Ji sedî 25 zem li dermanan hat kirin
11:58 Ji Buldan û Sancar peyama cejnê
11:58 Çelebî îtîrazî biryara Emîn Ozkan ‘bila girtî bê darizandin’ kir
11:36 Bê şekir û qûrban cejnê pêşwazî dikin
11:32 Berxwedana Xizmên Windakiriyan dikeve hefteya 700’an
11:15 Dorpêçkirina avahiya şirketên produksiyonan mehek li pey xwe hişt
10:30 Tunç: Biryara AYM’ê jî parçeyek qetlîamê ye
10:21 Dermanên girtî bi hinceta “krîz heye” nedanê
10:15 Parlamenterê Partiya Karkeran a Ingilistanê: Divê Ocalan azad bibe
10:03 Tê gotin ku gelek cenazeyên leşkeran li nexweşxaneyên Colemêrgê ne
09:03 Li gundên Çiyayê Cûdî sepana salên 90’î: Xwarin û xurekên gundiyan hatin sînordarkirin
09:02 Hevberdevkê HDK'ê Çîçek: Îdiayên têkildarî Ocalan parçeyeke şerê taybet in
09:02 Rojnamevan Ozdemîr: Tirkiye bi mehan jî hewl bide dê negihê mexseda xwe
09:01 Emîne Şenyaşar: Gava edalet bê dê cejn jî bê
09:00 Sewalên wî di dest de mane: Ê ezyetê dikişîne em, yê qezenc dikin hinekî din
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
07/07/2022
19:10 Ji 16 rojnamevanên girtî 12 jê hatin sewqkirin
17:04 Komîsyona Edalet ji bo Êzdiyan: Di qirkirinê de tiliya Tirkiyeyê heye
17:01 Enstîtuya Kurdî ya Washingtonê, Bûldan û Sancar pîroz kir
16:44 Di Nobeta Edaletê de banga ‘dawî li polîtîkaya şer bînin’ kirin
16:25 Temel ê HDP’î xwest ku êrişa li dijî penaberan a li Wanê bê lêkolînkirin
16:12 AYM’ê qetilkirina welatiyên li Cizîrê wek ‘binpêkirina maf’ nedît
16:05 Hêrsa li dijî biryara Aydenîz: Têkoşîna me wê bidome
15:30 Di merasîma cenazeyê Dr. Karakaya de bertek nîşanî wezîr Koca dan
15:26 Jin û zaroka ku hatibûn revandin hatin dîtin
15:11 Serokwezîrê Brîtanyayê Johnson îstîfa kir
15:04 Doza Fatma Altinmakas: Kujer ne tenê kesek e
15:01 Polîsan li Stenbolê dîsa malbatên girtiyan binçav kirin
15:01 Tuncel: Pirsgirêka kurd li eywanên dadgehan çareser nabe
14:23 AYM ji bo Qetlîama Enqereyê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’ da
13:57 Qetilkirina parêzer Bakirtaş hate protestokirin: Parastin dê bêdeng nemîne
13:48 Bi hinceta ‘Dibe ku bên Elmanyayê û paşve venegerin’ vîzeya nivîskarên kurd betal kirin
13:30 Malbatên girtiyên nexweş: Siyasetmedar li betlaneyê û em jî li kolanan e
13:29 Nobeda Malbata Şenyaşar di roja 486'emîn de berdewam dike
12:46 Li Girtîgeha Xarpêtê şewb: Girtiyan dernaxînin revîrê
12:40 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:40 Serlêdana girtiyê terkî mirinê hatiye kirin, 3 sal in li AYM’ê disekine
12:28 Xebatkarên tenduristiyê dest ji kar berdan û banga îstîfayê li wezîr Koca kirin
12:21 Rastî destdirêjiya polîs hat û li qereqolê jî tundiya psîkolojîk lê kirin
12:01 Li Zapê leşkerek hate kuştin
12:00 Hevşaredarê Bedlîsê yê berê Olan hat berdan
11:43 Rojnamegerên rastî êrişa polîsan hatin: Divê hemû kes piştevaniya hev bike
11:23 Park û baxçeyên Cizîrê veguherîne cihê çopê
10:46 Rojnameger Demîr giliyê parêzera êrişkar kir
10:41 Li çoltera Şaxê şer derket
10:37 Qeyûmê Amedê ku li ber çûndinê bûye jî pere daye dostên xwe!
10:27 Ferît Şenyaşar: Heta bêedaletî xelas nebe dê Tirkiye jî aram nebe
10:13 Dayik û keça xwe, ji aliyê zilamê ku dikir hev berdin ve hat revandin
10:13 Pirtûka Nivîskar Adil Qazî ya bi navê ‘Çend Kêlî ji Zindanê’ piştî 14 salan derket
09:54 Têkoşîna dayikek mînak û têr û tije: Sarê Demîr
09:53 Ocalan: AKP di polîtîkayên NATO'yê de amûrek e
09:26 Ji 37 kesên hatibûn binçavkirin 4 jê hatin girtin
09:18 'Îsal dê zexîre bêtir bê îthalkirin'
09:01 'Dixwazin qebûl bikin dixwazin qebûl nekin Ocalan rêberê kurdan e'
09:01 Dayika girtiya nexweş: Keça min nikare di girtîgehê de bimîne
09:00 Êzidiyan ji Viyan Dexîl pirsî: Ew kesên ku tu rizgar kiribûn kî bûn?
09:00 ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:58 PDK li Metînayê ji bo TSK’ê baregehê ava dike
06/07/2022
19:29 Parêzer di dema şopandina nûçeyê de êriş bir ser nûçegihanê me Demîr
19:14 Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê: Dest nedin pênûsa me!
19:07 Têkildarî birîna darên Şirnexê rapor hat amadekirin
17:18 Ozer a ku di girtîgehê de ji ser hişê xwe ve çû, milê wê şikest
17:03 Ji zava û 13 kesan re doz vekirin: Ji kefiya bireng ‘endamtiya rêxistinê’ derket
16:40 Nobeta Edaletê didome: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:34 Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand
16:19 Li Geverê li gelek deveran fotokapan û teqemenî hatine bicihkirin
15:39 Ji xala 301’ê ji bo Onder ceza hat xwestin
15:37 Platfoma Tenduristiyê ya Mêrdînê: Sedema tundiyê têkçûna pergala tenduristiyê ye
14:53 ÎSÎG: Di 6 mehan de herî kêm 842 karker canê xwe ji dest dane
14:13 Ji Komîsyona Amadekar biryara rakirina parêzbendiya Aydenîz derket
14:00 Binçavkiriyên li Edeneyê îfade dan dozgeriyê
13:44 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 485’an de ye
13:33 Li Hevserokên HDP’a Turgutluyê ceza hat birîn
13:29 Wesayîta ku karkerên demsalî tê de bûn qûlipî: 2 mirî 17 birîndar