Xizmên Windakiriyan di hefteya 700’an de jî aqûbeta zarokên xwe pirsîn

  • rojane
  • 13:45 9 Tîrmeh 2022
  • |
AMED - Xizmên Windakiriyan di hefteya 700’an de jî çalakiya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” berdewam kir. Xizmên Windakiriyan da zanîn ku nedîtina xizmên wan, tercîheke dewletê ye û heke 7 hezar hefte jî bi ser re derbas bibin dê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windakiriyan di sala 2009’an de li Parka Koşuyolu ya Amedê dest bi çalakiya “Bila windakirî bên dîtin û kujerên wan bên darizandin” kiribûn. Çalakî, di hefteya 700’an de berdewam kir. Malbatên ku di hefteya 700’an de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê hatin ba hev, careke din xwestin ku xizmên wan ên hatine windakirin bên dîtin û kujerên wan bên darizandin. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Dêrsim Dag û Îmam Taşçier, Hêzên Ked û Demokrasiyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. 
 
 
SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ NIXÛMANDIN 
 
Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn di çalakiyê de anî ziman ku ev 700 hefte ne li Parka Koşuyoluyê aqûbeta windakiriyan dipirsin û wiha domand: “Em ji bo her kesên di bin çavan de hatine windakirin û bûn qurbaniyên cînayetên polîtîk, hiqûqê dixwazin. Di salên 90’î de sûcên li dijî mirovahiyê hatin kirin û di salên 2000’î de jî ev sûc bi destê darazê hatin nixûmandin. Em, ji bo kesên têkoşîna edaletê didin re ne û di rêya Vedat Aydin de ne. Em di şexsê wî de hemû têkoşeran bi bîr tînin.” 
 
'DÎTINA FAÎLAN TERCÎHA DEWLETÊ YE’
 
Birayê Serokê HEP’a Amedê Vedat Aydin, Veysî Aydin jî da zanîn ku dîtina faîlan tercîha dewletê ye û wiha pê de çû: “Heke dewlet faîlan nebîne, wê demê li vê derê tercîheke polîtîk heye. Di dosyaya Vedat Aydin de jî heman tişt derbasdar e. Ev bû 31 sal lê tu pêşketin çênebûn. Ev yek, nêzikatiya dewletê ya li dijî pirsgirêka kurd nîşan dide. Cînayeta Vedat Aydin, li ser tercîha dewletê hatiye kirin û faîlê wê diyar e. Doz, kete ber demborînê. Dibe ku yên Mûsa Anter û Mehmet Sîncar jî heman aqûbetê bijîn.” 
 
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan jî Vedat Aydin û kesên hatine windakirin bi bîr anî û got niha bi milyonan kes têkoşîna Aydin didomînin. Xwîşka Mehmet û Alî Tekdag ên di bin çavan de hatine windakirin, Îffet Mutaş jî anî ziman ku ew heqê xwe helal nake û dê heta dawiyê li windakiriyên xwe bigerin. 
 
'ME XWEST KU GORA HEZKIRIYÊN ME HEBIN’
 
Endamê Komîsyona Windakiriyan Firat Akdenîz jî got ku ji sala 31’ê çileya 2009’an heta niha biisrar daxwaza xwe ya dîtina windakiriyan û darizandina kujerên wan didomînin û wiha pê de çû: “Ne 700 hefte lê 7 hezar hefte jî derbas bibin em ê dev ji lêgerîna windakiriyên xwe bernedin. Yek ji nirxên mirovahiyê jî, mafê gor û şînê ye. Me gelek dixwest ku di vê Cejna Qurbanê de biçin ser gora xizmên xwe, duayekî bixwînin û qurnefîlekî deynin ser gora wan. Lê ev cejna me jî bi xemgînî derbas dibe. Em dixwazin şîna xwe ya nîvcoyî temam bikin.” 
 
ÇÎROKA VEDAT AYDIN 
 
Piştre jî serpêhatiya Serokê HEP a Amedê Vedat Aydin hate xwendin. Serpêhatiya Aydin wiha ye: “Vedat Aydin di sala 1953’yan de li gundê Kurthaci yê Bismil a Amedê ji dayik bû. Di sala 1979’an de ji Beşa Wêjeyê ya Enîstîtuya Perwerdeyê ya Amedê mezûn bû. Di dema 12’ê Îlonê de hate girtin û 4 salan girtî ma. 
 
Ji ber axaftina xwe ya bi kurdî ya di 28’ê cotmeha 1990’an a di 3’yemîn Lijneya Giştî ya ÎHD’ê de bi kurdî axivî û hate girtin. Di hezîrana sala 1991’an de bû Serokê HEP’ê yê Amedê. Di nîvşeva 5’ê tîrmeha 1991’an de li deriyê wî hat xistin û kesên di destê wan de çek û bêtêl ku xwe weke polîs nîşan didan, bi hinceta ‘îfadeyê te dê were girtin’, hate revandin. Tevî hewldanên malbat û parêzeran jî binçavkiriya wî nehat qebûlkirin. Cenazeyê wî 7’ê tîrmeha 1991’an de li navçeya Maden a Xarpêtê hate dîtin. Cenazeyê wî bi hovane hatibû îşkencekirin. 
 
Cenazeyê Aydin di 10’ê tîrmeha 91’an de ji bo definkirinê anîn Amedê û ji hêla bi dehhezaran kesan ve hate pêşwazîkirin. Hêzên ewlekariyê gule li merasîma cenazeyê barandin û herî kêm 8 kes hatin qetilkirin. Parlamenter û rojnameger jî di nav de bi sedan kes jî birîndar bûn. Di lêpirsîna cînayetê de tu pêşketin çênebûn. Hêj cînayet nehatiye ronîkirin û kujer nehatine darizandin.” 
 
Piştî daxuyaniyê jî Xizmên Windakiriyan çalakiya rûniştinê li dar xist. 
 

Sernavên din

14/07/2022
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
13/07/2022
15:39 Li pêş girtîgehê Nobeta Edaletê girtin: Bêdengî wijdanan dirizîne
14:35 ÇEVDER: Geliyê Zîlan îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin
13:03 Malbata Şenyaşar: Kesên ji qêrînên edaletê re bêdeng dimînin wê winda bikin
12:42 Nobeta edaletê di roja 240'emîn de berdewam dike
11:56 Bûldan: Ez spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku bûn şîrîkê şîna me dikim
11:32 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
11:26 Malbat di salvegera 7’emîn a Komkujiya Pirsûsê de tên gelhev
11:03 Li Edeneyê wê 24 tîm tev li Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût bibin
10:51 Aşê 300 salî veguherand muzeyê
10:17 Li gundê Koran ê Urmiyê mayîn teqiya: Dayikek û keça wê birindar bûn
09:02 Parêzer Tay: Li Şirnexê xweza tê talankirin
09:01 ‘Ocalan bû bingeha Kurdistanê, ew jî bûn stûna wê’
09:00 Sarisozen: Dê Tirkiyeyê bi êrişa Sûriyeyê bikişînin kemîneke bixeter
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
12/07/2022
22:38 Pentagon: Serokê DAIŞ'ê yê Sûriyeyê hate kuştin
19:23 Nameya rojnamevan Ertaş cara duyemîn ‘bixeter’ hate dîtin
16:48 Malbatên girtiyan: Cejna me bi xemgînî derbas dibe
16:20 Baroya Rihayê ji bo gora Seîdî Kurdî dê serî li DMME’yê bide
15:07 Dayikên Şemiyê bersiva Yazici dan: Qet nebe hişbin
13:55 Malbata Şenyaşar: Du tişt dikare me ji vir rake
13:41 Balafirên Tirkiyeyê Çiyayê Metîna bombebaran kirin
13:03 Rojnamevan Çelîk: Destek qirêj û komploger ketiye dewrê
12:30 Malbatên girtiyan: Ji ber nasnameya kurdbûnê em tên cezakirin
10:23 Altan: Ev karwan ranaweste, em şopdarên wan in
09:56 Hevjînê Gurbuz a AKP’yî kirin cîgirê qeyûm
09:10 Ji ber ku ‘poşmantiyê’ qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:09 Çikmaz a li Cizîrê du zarokên xwe winda kirin: Hişmendiya dewletê her tim eynî ye
09:08 Li Cizîrê sûrên 6 hezar salî bi bazaltê hatin niximandin
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Divê Ocalan bi awayekî azad biaxive
09:07 Ji bo komkujiya Mereşê pûç bikin jiyanê ji nû ve ava dikin
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
11/07/2022
23:35 Damezrandina Zarok Ma'yê bicoş hate pîrozkirin
22:19 Ji siyasetmedarên jin wêneyê 'orkestraya girtîgehê'
22:11 Li Wanê di navbera du malbatan de şer derket: kesek mir, 6 birîndar
20:11 Jinan serdana malbata Denîz Poyraz kirin
19:32 Hêzên PDK’ê pêşmerge jî di nav de 4 kes binçav kirin
18:24 Li Girtîgeha Akhîsarê dermankirina girtiyan tê astengkirin
17:44 Rêveberê HDP’ê yê Pirsûsê hate girtin
15:49 Li Edenê komekî avêt ser nexweşxaneyê û gef li xebatkaran xwarin
15:31 Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê êrişa bi fosfor pêk anî
15:30 HDP bi wesîleya cejnê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:29 Wezareta Karên Derve derbarê biryara DMME’yê de daxuyanî da
13:29 Ji bo cejnê serdana Malbata Şenyaşar kirin
13:29 DMME dê biryara derbarê Kavala de eşkere bike
11:07 Rêveberiya Navenda PENa Kurd diyar bû
10:54 92 sal di ser qetlîama Geliyê Zîlan re derbas bû: Divê neyê jibîrkirin
09:42 Tiştên ku nikare bîne ziman bi firçeyê neqş dike
09:03 Tahdeya li ser rojnamevanan zêde dibe: Her kes divê xwedî li mafê xwe yê nûçewergirtinê derkeve
09:02 'Tahdeya li ser tenduristiyê berhema desthilatê ye'
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:30 Lêgerîna li avahiya produksiyonan 32 roj şûnve bi dawî bû
10/07/2022
19:42 HDP’ê li zozanên li quntarê Kato cejna gel pîroz kir: Gelê me dê bersiva wan bide
19:33 Bavê Bûldanê hat definkirin
19:20 Îtiraza ji bo girtina 16 rojnamevanan hat redkirin
16:49 Meta Ocalan, Eynê Ocalan wefat kir
15:22 Bi hinceta ‘rewşa baş’ cezayê tacîzkar Çolak daxistin
14:47 Sadr: Iraq, qurbanî û girtiya nelirêtiyê ye
14:42 Hatîmogûllari: Gel dê serî li ber vê pergala rizî netewînin
14:24 Di êrişa çekdarî ya li Efrîqaya Başûr de 18 kes hatin qetilkirin
14:16 Ji ber barana zêde li Stenbolê gelek mal di bin avê de man
14:07 Serokkomarê Srî Lanka’yê ragihand ku dê îstîfa bike
13:50 Li Wanê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
13:08 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Dewlet dengê xwe ji DAIŞ’ê re nake
12:49 Randevûyên ji bo doza nû ya Covîd-19’ê dest pê kirin
12:43 Bi hezaran jinan li DYA’yê biryara kurtajê protesto kirin
12:22 Elî Qazî Mihemed li Almanyayê wefat kir
12:05 Li dijî biryara berdana Kadîr Şeker îtîraz hate kirin
11:56 Ji rojnamegerên jin ên girtî peyama piştevaniyê
11:43 Li Geverê ciwanan bi nivîsên ser dîwaran tecrîd û êriş protesto kirin
11:34 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 489’an de ye
11:29 Cenazeyê leşkerê li Zapê hatiye kuştin di destê HPG’ê de ye
11:15 Eyûp Barzanî: Aboriya herêmê di bin kontrola Tirkiyeyê de ye
10:46 Bi çandina alaleyan dixwazin ji ber avêtina siyanurê veşêrin: Ji bo tenduristiya gel karesat e
09:18 Ceza dan girtiyên li dijî bicihkirina kamereyan a li qawîşan derketin
09:09 Hinceta ji bo lêvegerandina pêşniyaznameyan: Pirsa divê neyê pirsîn
09:02 Serlêdanên kursên ziman ên MED-DER'ê didomin
09:01 Parêzerên OHD'î: Hiqûqa li Îmraliyê veguheriye çalereşê
09:00 Parêzer Tosûn: Divê ATK bê fesixkirin
09:00 Saadet a filistînî: Em jinên berxwedêr divê tevgera jinan ronî bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
09/07/2022
22:16 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Zaxoyê bombebaran kirin
21:26 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê dest bi greva birçîbûnê dikin
16:46 Ronakbîrên kurd bang kir: Li ser kurdan bazariyan nekin
16:27 TÎP bi wesîleya cejnê çû serdana malbata Şenyaşar
15:40 Xwestin ku Erîk ê du milên wî hatine jêkirin bê berdan
15:17 Girtiyê nexweşiyên astim û KOAH’ê hate sewqkirin
14:24 Gel bi ser avahiya hikûmetê ya Srî Lankayê de girt
14:17 Qurnefîl danîn Qada Galatasarayê: Em ê nedin jibîrkirin
13:45 Xizmên Windakiriyan di hefteya 700’an de jî aqûbeta zarokên xwe pirsîn
12:56 Emîne Şenyaşar li pêşiya edliyeyê ye: Ev der êdî bû mala min
12:55 Bi dijwarbûna şer re Soylu dîsa çû Geverê
12:24 Ji bo Tirkiyeyê name ji Biden re şandin: F-16’an nefiroşin
12:05 Rêxistina HDP’ê ya Geverê çû serdana goristanan
10:54 Seroka AKP’a Yenîşehîrê broşûrên xwe bi polîsan dan kişandin
10:52 Di lêpirsîna Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de ji bilî ‘sûc’ her tişt heye!
09:58 Vedat Aydin hat bîbîranîn: Tu carî serî netewand
09:20 Li Geverê 3 teqînên mezin pêk hatin
09:05 Kurdo Baksî: Civîna Madrîdê têk çû
09:04 Ferhenga Kurdî-Tirkî bi 44 hezar peyvên nû hat berfirehkirin