Eyûp Barzanî: Aboriya herêmê di bin kontrola Tirkiyeyê de ye

  • rojane
  • 11:15 10 Tîrmeh 2022
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Siyasetmedarê kurd Eyûp Barzanî diyar kir ku PDK’ê teslîmî Tirkiyeyê bûye û wiha got: “Aboriya Herêma Federal a Kurdistanê ketiye bin kontrola dewleta tirk.” 

 
Siyasetmedarê kurd û nivîskar Eyûp Barzanî derheqê polîtîkayên xelet ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û krîza aborî ya li Herêma Federal a Kurdistanê de axivî. Barzanî, ji Medya Haberê pirsên Rojnameger Fehîm Işik bersivandin. 
 
Eyûp Barzanî anî ziman ku krîzên ji ber rêveberiya başûrê Kurdistanê rû dane di nava civakê de bûne sedema nearamî û aciziyeke mezin û wiha got: “Hêj jî mûçe nehatine dayîn. Yan dereng didin an jî kêm didin. Ev pirsgirêkeke cidî ye. Ya duyemîn jî pirsgirêka xizaniyê ye ku pirsgirêkeke cidî ye. Xelkê feqîr û bêçare zehmetiyên mezin dikişînin. Lê çîna dewlemend jî her ku diçe dewlemendtir dibe. Ev dewlemendî bandorê li xizanan nake.”
 
BANDORA ARTÊŞA TIRK LI BAŞÛR ZÊDE DIBE
 
Bi domdarî Barzanî diyar kir ku yek ji sedemên bêaramî û aciziya civakê zêdebûna hebûna artêşa tirk a li Başûr e û wiha domand: “Weke hûn jî dibînin, operasyonên artêşa tirk zêde dibin. Bi pêş ve diçin. Bombeyan li gundan, çiya û gelek deveran dibarîne; bombebaran zêde dibe. Li gelek deveran nekarî pêşve biçe. Lê niha pêşve diçe. Hebûn û bandora artêşa tirk li Başûr zêde dibe.”
 
‘LI SER NELIRÊTIYA MALBATA BARZANÎ TÊ AXAFTIN’
 
Di berdewamê de Barzanî da zanîn ku gel êdî nelirêtiyên malbata Barzanî di navbera xwe de diaxive û wiha pê de çû: “Bi taybetî rola rêveberên payebilind a di nelirêtiyê de tê axaftin. Zêdebûna hesabên wan ên li bankayan, kirîna malên nû, qezenca bi neheqî, destguhertina eraziyan, pereyên li Ewropayê. Anku nelirêtiyeke mezin heye. Li her derê belav bûye, li her derê tê axaftin."
 
‘REXNEYÊN EDHEM BARZANÎ TEVEK JÎ RAST IN’
 
Têkildarî rewşa Edhem Barzanî ku dixwest bi wesîleya Cejna Qurbanê ji Rojhilat vegere Başûr lê hat astengkirin jî Eyûp Barzanî ev nirxandin kir: “Beşeke xelkê ji vê krîza heyî aciz, niha girtî ye. Edhem jî Edhem jî mîna gelek kesan ev rewş rexne kir. Dikarim bibêjim ku hemû rexneyên wî rast in. Rexne li nelirêtiyê kir, rexne li hatin û operasyonên artêşa tirk kir. Ti kurdekî xwedî rûmet û şeref ji vê rewşê razî nîne. Anku dagirker wê bêne ser welatê we û hûn ê jî piştgiriyê bidin wan. Ji ber vê yekê Edhem helwesteke tund nîşan da."
 
‘RÊVEBERIYA BAŞÛR QANÛNÊN DÎWANXANEYAN DERBAS KIRIN’
 
Siyatmedar Barzanî bal kişand ser aciziya rêveberiya Başûr a ji rexneyan û wiha derbirî: “Ji xwe re nekirine fêhlek ku li rexneyên gel guhdarî bikin. Qanûnên Dîwanxaneyê derbas dibin. Li Dîwanxaneyê axa biryara li ser her tiştî bi xwe dide. Mafê kesî nîne ku ji axa re bibêje 'Axa bisekine, ev şaş e'. Bi ti awayî ev mafê gel nîne. Li vir dema ku yek li ber neheqiyê radibe hingî li nava rêveberiyê nayê qebûlkirin. Lewma me dît ku astengî danîn pêşiya Edhem. Rêbazên mîna dûrxistina mirovan û birîna mûçeyan ji bo şikandina kesayetiya mirovan e."
 
‘PDK TU DENGEKÎ DIJBER QEBÛL NAKE’
 
Barzanî destnîşan kir ku Edhem Barzanî serê xwe li ber tiştekî jê bawer nake netewandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Aciziya xwe bi rengekî aşkere anî ziman. Siyasetmedar Cewher Namik li nava PDK'ê kesayetekî naskirî bû. Di sala 1996'an de li ber wê yekê rabû ku leşkerên Sedam bi topan ketin Hewlêrê. Ji serokê partiyê re got, 'Heke hûn vê bikin ez ê îstifa bikim û li nava partiyê nemînim'. Piştre di nav de nema. Anku Cewher Namik ji partiyê îstifa kir. Mebesta min ew e ku ev rêxistinî ti dengekî dijber ê ku li ber radibe qebûl nake. Anku gotinên axa nabe ku bêne redkirin."
 
TIRK BÛNE AXAYÊN BAŞÛR
 
Têkildarî têkiliya di navbera PDK û dewleta tirk de jî Barzanî ev nirxandin kir: “Di van têkiliyan de kontrol di destê dewleta tirk de ye. Rêveberiya PDK'ê ne di wê astê de ye ku li dijî tirkan biryarekê bide. Heke ku tu di van têkiliyan de nûnertiya berjewendî û rûmeta gelekî bikî, tu neçarî xwedî seknekî birûmet bî. Ez nabêjim here dijminatiyê bike yan jî têkiliyan qut bike. Lê belê ne hewce ye ku teslîm bibe. Di van têkiliyan de teslîmbûn heye. Tirk çi bibêjin li gorî fermana wan tevdigerin. Ev jî rewşeke gelek metirsîdar e. Mînak, kontroleke zêde ya Tirkiyeyê li ser balafirgehên Silêmaniye û Hewlêrê heye. Her wiha li ser lihevkirinên petrolê kontroleke wan a zêde heye. Tirk biryarê didin bê ka dê bi çiqasî û ji kê re were firotin. Welhesil li ser aboriya Başûr kontroleke nebaş a tirkan heye û ew bi rê ve dibin. Li dijî vê rewşê jî helwesteke wan nîne. Li dijî gelê xwe gelek jêhatî ne. Ji bo leşkerên tirk ên li wê derê her tişt kirin. Wisa kirin ku êdî tu astengî li pêşiya wan nîne. Leşker diçin tên, balafir diçin tên, sîxur diçin tên. Her tiştî dikin. Veguheriye xakeke bêxwedî. Anku tirk bûne axayên Başûr. Di rewşeke wiha de ev dewlet bo te hurmetê nagire. “
 
‘SEDEMA HATINA DEWLETA TIRK PKK NÎNE’
 
Herî dawî jî Barzanî ev tişt anî ziman: “Mejiyê şoven ê dewleta tirk a li her çar parçeyan qet neguheriye. Îcar vî mejî îro îradeya Başûr bi dest xistiye. Her wiha nakokiyên di navbera partiyên kurd de dikare bi guftûgoyê bên çareserkirin. Lê heke bandora dewleta tirk li ser hebe qet biryareke serbixwe nayê dayîn. Tu eleqeya hebûna dewleta tirk a li Başûr bi PKK’ê re nîne. Heke rêveberiya Başûr ji bo aramiyê bi PKK’ê re dan û standin bikira, dê encameke cuda bi dest xista. Lê rêveberiya Başûr di dayîna biryarên siyasî de azad nîne. Her tim îdiayên dewleta tirk dubare dikin.”
 

Sernavên din

16/07/2022
18:38 Rojnamevan: Bila baş bê zanîn ku dê dengê me bilindtir bibe
17:31 ‘Bila rojnameger bên berdan’
16:11 Faîlên Agît û Akîpa hatin pirsîn
15:35 Ji bo Berdevkiya Meclisa Jinan a HDP’ê carek din Başaran hat bijartin
15:33 ATK’ê ji bo girtiyê ji sedî 41 astengdar got, ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
15:32 Qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi pêşandanê hatin bibîranîn
15:17 ‘Bila girtî Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e bê berdan’
14:43 Sewalên hevserokê HDP’yî hatin kuştin
14:32 Kujerên Mîhyaz hatin pirsîn
14:07 Piştevaniya ji bo 16 rojnamevanên kurd berdewam dike
13:39 Dayikên Şemiyê Hasan Gulunay bi bîr anîn
13:01 Xizmên Windayan li aqubeta Hasan Gulunay pirsîn
13:00 Meclisa Jinan a HDP’ê civiya: Dê xeta têkoşînê ya dema nû were diyarkirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bi gotinan aramî û xweşî nayê
11:52 Dîsa êrişî gora Alîş Çubuk kirin
11:46 Girtiyan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi bîr anîn
11:12 Li Amedê jina ku rastî êrişê hat bi xedarî birîndar bû
11:11 Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran bên bibîranîn
10:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya
10:02 Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan
09:02 AYM: Mafê hilbijartinê yê Yuksekdag hatiye binpêkirin
09:02 Banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:01 16 rojnamevan mehek e girtî ne
09:00 Bêyî 'destûrwergirtinê' kes nikare biçe Cîloyê!
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
15/07/2022
20:51 Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T'yê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
18:17 Mazlûm Ebdî: Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne
12:32 Malbata Şenyaşar nobeda xwe ya îro li Girtîgeha Xarpêtê digire
12:24 Polîsan bîranîna Elî Çîçek asteng kir
12:14 PDK’ê rojnamevana Holandî Geerdink dersînor kir
11:40 Şewata li Çeşmê û Datçayê didome
11:20 Bêdengiya têkildarî cenazeyê leşkerê di destê HPG’ê de didome
10:17 Nameyên rojnamevanên girtî hatin desteserkirin
10:02 Li 3 gundên Hîzanê qedexeya derketina derve hate ragihandin
09:38 Malbatên rojnamevanên girtî bi lêgerîna tazî re rûbirû man
09:35 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:30 Li Hatayê mudaxileyî Mîhrîcana Evvel Temmûzê kirin: 24 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Girtîgeha Aydinê mirineke bi guman: Gelo întîhar e yan cînayet e?
09:02 Li Amedê ji 2 testan testek pozîtîf e
09:02 Êrişên nijadperest zêde bûne, gelek penaber serî li komeleyê didin
09:00 ‘Pêkanînên Esat Oktay îro jî li 300 girtîgehan didomin’
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
13/07/2022
15:39 Li pêş girtîgehê Nobeta Edaletê girtin: Bêdengî wijdanan dirizîne
14:35 ÇEVDER: Geliyê Zîlan îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin
13:03 Malbata Şenyaşar: Kesên ji qêrînên edaletê re bêdeng dimînin wê winda bikin
12:42 Nobeta edaletê di roja 240'emîn de berdewam dike
11:56 Bûldan: Ez spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku bûn şîrîkê şîna me dikim
11:32 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
11:26 Malbat di salvegera 7’emîn a Komkujiya Pirsûsê de tên gelhev
11:03 Li Edeneyê wê 24 tîm tev li Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût bibin
10:51 Aşê 300 salî veguherand muzeyê
10:17 Li gundê Koran ê Urmiyê mayîn teqiya: Dayikek û keça wê birindar bûn
09:02 Parêzer Tay: Li Şirnexê xweza tê talankirin
09:01 ‘Ocalan bû bingeha Kurdistanê, ew jî bûn stûna wê’
09:00 Sarisozen: Dê Tirkiyeyê bi êrişa Sûriyeyê bikişînin kemîneke bixeter
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
12/07/2022
22:38 Pentagon: Serokê DAIŞ'ê yê Sûriyeyê hate kuştin
19:23 Nameya rojnamevan Ertaş cara duyemîn ‘bixeter’ hate dîtin
16:48 Malbatên girtiyan: Cejna me bi xemgînî derbas dibe
16:20 Baroya Rihayê ji bo gora Seîdî Kurdî dê serî li DMME’yê bide
15:07 Dayikên Şemiyê bersiva Yazici dan: Qet nebe hişbin
13:55 Malbata Şenyaşar: Du tişt dikare me ji vir rake
13:41 Balafirên Tirkiyeyê Çiyayê Metîna bombebaran kirin
13:03 Rojnamevan Çelîk: Destek qirêj û komploger ketiye dewrê
12:30 Malbatên girtiyan: Ji ber nasnameya kurdbûnê em tên cezakirin
10:23 Altan: Ev karwan ranaweste, em şopdarên wan in
09:56 Hevjînê Gurbuz a AKP’yî kirin cîgirê qeyûm
09:10 Ji ber ku ‘poşmantiyê’ qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:09 Çikmaz a li Cizîrê du zarokên xwe winda kirin: Hişmendiya dewletê her tim eynî ye
09:08 Li Cizîrê sûrên 6 hezar salî bi bazaltê hatin niximandin
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Divê Ocalan bi awayekî azad biaxive
09:07 Ji bo komkujiya Mereşê pûç bikin jiyanê ji nû ve ava dikin
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
11/07/2022
23:35 Damezrandina Zarok Ma'yê bicoş hate pîrozkirin
22:19 Ji siyasetmedarên jin wêneyê 'orkestraya girtîgehê'
22:11 Li Wanê di navbera du malbatan de şer derket: kesek mir, 6 birîndar
20:11 Jinan serdana malbata Denîz Poyraz kirin
19:32 Hêzên PDK’ê pêşmerge jî di nav de 4 kes binçav kirin
18:24 Li Girtîgeha Akhîsarê dermankirina girtiyan tê astengkirin