COLEMÊRG - Li Geverê ji bo protestokirina êrişên Tirkiyeyên yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li ser dîwaran nivîs hatin nivîsandin.
Li navçeya Gever a Colemêrgê ciwanan ji bo balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û protestokirina êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê, li taxên Orman, Kişla û Cumhuriyetê yên navçeyê li ser dîwaran nivîs nivîsandin.
Li ser gelek dîwaran nivîsên weke “Bijî berxwedana Zapê”, “Bijî Serok Apo”, “Rêber Apo”, “Serok Apo” û “Bijî PKK” hatine nivîsandin.