HDP’ê li zozanên li quntarê Kato cejna gel pîroz kir: Gelê me dê bersiva wan bide

  • rojane
  • 19:42 10 Tîrmeh 2022
  • |

ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Elkê li zozanên li quntarê Kato yên navçeya Elkê cejna gel pîroz kir. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz ku di bernameya cejnê de axivî, da zanîn ku Qeymeqamtiya Elkê hewl dide Mîhrîcana Berxbirê ku bi salane qedexe dike, ew bi xwe li dar bixe û got: “Gelê me wê bi sekneke pîroz bersiva wan bide.”

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Elkê bi wesîleya Cejna Qurbanê li Zozanên Elkê cejna gel pîroz kir. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, endam û rêveberên HDP'a Şirnex, Silopiya, Cizîr, Qileban, Elkê, endamên Meclîsa Ciwanan a Elkê û gelek kes tev li bernameya pîrozbahiya cejnê bûn. Cejna gelê li Zozanên Mêrga Pîniya, Warkên Gelejêriya, Hafiroka, Çelekeliştî û Meydan Zengilê dimînin hate pîrozkirin. Rêveberên HDP’ê, jin û ciwan bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Beşdarvanan di pîrozbahiyê de li ber dahol û zirneyê govend gerandin. Ciwanan jî di pîrozbahiyê de, dirûşmeyên “HDP gel e gel li vir e” û “Bijî HDP” berz kirin. Di dema pîrozbahiyan de weke temsîlî hiriya mehekê jî hate birîn. Qismekî birîna hiriyê ji aliyê Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan ve hate kirin. Ji ber zomên ku cejna wan hate pîroz kirin ji hev dûr bûn, bername heta saetên êvarî dom kir. 
 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz ku di bernameyê de axivî, ewilî cejna gel pîroz kir û wiha got: “Polîtîkaya AKP’ê û MHP’ê bi salan e li ser dijminatiya vî gelê pîroz e. Dixwazin vî gelê pîroz û vîna wan ji partiya wan qût bikin. Çi polîtîkayên qirêj hebin xistin meriyetê lê îro dîsa me li vê qadê dît ku gelê me bi dil germî û bawerî li ser piya ye û li pişt vîna xwe ye.”
 
Kaçmaz bal kişand ser nûçeya ku rojnameya Yenî Akîtê derbarê mirina bavê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Halîs Yuzer de weşandî û wiha berdewam kir: “Weke hûn dizanin duh bavê hevseroka me Pervîn Bûldan jiyana xwe ji dest da. Çapemeniya wan a bi qirêj ew a bêehlaq derheqê mirina bavê hevseroka me de ezman dirêjî kir. Ji bo miriya jî hurmeta wan nemaye. Erê em dizanin hêj kurdên dijîn, kurdên li rûmeta xwe, li nirxên xwe, çanda xwe û zimanê xwe xwedî derdikevin nakin. Lê tu wextî ev bêexlakiye li dijî miriyên me, hatiye kirin me neditî bû. Me di desthilatiya AKP’ê û MHP’ê de ew jî dît.”
 
‘WÊ EV GEL DAWIYA AKP’Ê Û MHP’Ê JÎ BÎNE’
 
Kaçmaz destnîşan kir ku li Tirkiyeyê feqirtî her ku diçe kûrtir dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema vê qeyrana heyî polîtîyên şer yên AKP’ê û MHP’ê ne. Bi dehan salan e ev gel e jiyanek û aştiyek bi rûmet dixwaze. Çawa ku kesên destdirêjî li rûmeta vî gelî kirin, vî gelî bike, vî gelî bi têkoşîn û berxwedana xwe  ew têk birin, wê ev gel dawiya AKP’ê û MHP’ê jî bîne.”
 
Kaçmaz bal kişand ser xebatên Şaredariya AKP’î ya Elkê û wiha pê de çû: “Mixabin heta îro qasî serê derziyê karek ji vî gelî re nekiriye lê ji xwe û derdora xwe re xebitîne. Çavkaniyên şaredariyê ji bo xwe bikartînin.”
 
‘GELÊ ME WÊ BI SEKNEKE PÎROZ BERSIVA WAN BIDE’
 
Kaçmaz da zanîn ku Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Berxbirê ku bi salane qeymeqamtiya navçeyê qedexe kiriye, qeymeqemtî hewl dide îsal mîhrîcanê li dar bixe û got: “Çend roj din dixwazin bi destê pergalê bi destê AKP’ê mîhrîcaneke berxbirê li dar bixin û siyaseta xwe pê bikin. Lê em dizanin çawa ku heta îro gelê me li rûmet, çand û nasnameya xwe xwedî derketiye. Li dijî kesên erîşî çanda vî gelî dikin jî wê bersiveke herî xurt bidin wan. Ji bo ku gelê me bixapînin wisa nîşan didin ku weke dê vê mîhrîcanê ji gel re bikin. Heke dixwazin ji gel re xizmetê bikin bila kerem bikin ew sozên ji bo şaredariyê dayî pêk bînin. Lê em dizanin wê zext û zordariyê li gelê me bikin. Ji kesên tev li nebin re wê astengiyê derxînin. Lê gelê me wê bi sekneke pîroz bersiva wan bide.”
 
Kaçmaz herî dawî ji bo pêşwaziya gel spasiyên xwe peşkeş kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ Îro em hatin vê derê ew dil germî, pêşwaziya samîmî, dilpakî, me di çavên we de dît. Ji ber wê mal û mezelên we ava. Em bi we serbilindin. Serkeftin hevalno.”
 
Bernameya pîrozbahiya cejnê bi xatirxwestina beşdarvanan a ji gel bi dawî bû. 
 

Sernavên din

13/07/2022
15:39 Li pêş girtîgehê Nobeta Edaletê girtin: Bêdengî wijdanan dirizîne
14:35 ÇEVDER: Geliyê Zîlan îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin
13:03 Malbata Şenyaşar: Kesên ji qêrînên edaletê re bêdeng dimînin wê winda bikin
12:42 Nobeta edaletê di roja 240'emîn de berdewam dike
11:56 Bûldan: Ez spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku bûn şîrîkê şîna me dikim
11:32 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
11:26 Malbat di salvegera 7’emîn a Komkujiya Pirsûsê de tên gelhev
11:03 Li Edeneyê wê 24 tîm tev li Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût bibin
10:51 Aşê 300 salî veguherand muzeyê
10:17 Li gundê Koran ê Urmiyê mayîn teqiya: Dayikek û keça wê birindar bûn
09:02 Parêzer Tay: Li Şirnexê xweza tê talankirin
09:01 ‘Ocalan bû bingeha Kurdistanê, ew jî bûn stûna wê’
09:00 Sarisozen: Dê Tirkiyeyê bi êrişa Sûriyeyê bikişînin kemîneke bixeter
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
12/07/2022
22:38 Pentagon: Serokê DAIŞ'ê yê Sûriyeyê hate kuştin
19:23 Nameya rojnamevan Ertaş cara duyemîn ‘bixeter’ hate dîtin
16:48 Malbatên girtiyan: Cejna me bi xemgînî derbas dibe
16:20 Baroya Rihayê ji bo gora Seîdî Kurdî dê serî li DMME’yê bide
15:07 Dayikên Şemiyê bersiva Yazici dan: Qet nebe hişbin
13:55 Malbata Şenyaşar: Du tişt dikare me ji vir rake
13:41 Balafirên Tirkiyeyê Çiyayê Metîna bombebaran kirin
13:03 Rojnamevan Çelîk: Destek qirêj û komploger ketiye dewrê
12:30 Malbatên girtiyan: Ji ber nasnameya kurdbûnê em tên cezakirin
10:23 Altan: Ev karwan ranaweste, em şopdarên wan in
09:56 Hevjînê Gurbuz a AKP’yî kirin cîgirê qeyûm
09:10 Ji ber ku ‘poşmantiyê’ qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:09 Çikmaz a li Cizîrê du zarokên xwe winda kirin: Hişmendiya dewletê her tim eynî ye
09:08 Li Cizîrê sûrên 6 hezar salî bi bazaltê hatin niximandin
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Divê Ocalan bi awayekî azad biaxive
09:07 Ji bo komkujiya Mereşê pûç bikin jiyanê ji nû ve ava dikin
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
11/07/2022
23:35 Damezrandina Zarok Ma'yê bicoş hate pîrozkirin
22:19 Ji siyasetmedarên jin wêneyê 'orkestraya girtîgehê'
22:11 Li Wanê di navbera du malbatan de şer derket: kesek mir, 6 birîndar
20:11 Jinan serdana malbata Denîz Poyraz kirin
19:32 Hêzên PDK’ê pêşmerge jî di nav de 4 kes binçav kirin
18:24 Li Girtîgeha Akhîsarê dermankirina girtiyan tê astengkirin
17:44 Rêveberê HDP’ê yê Pirsûsê hate girtin
15:49 Li Edenê komekî avêt ser nexweşxaneyê û gef li xebatkaran xwarin
15:31 Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê êrişa bi fosfor pêk anî
15:30 HDP bi wesîleya cejnê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:29 Wezareta Karên Derve derbarê biryara DMME’yê de daxuyanî da
13:29 Ji bo cejnê serdana Malbata Şenyaşar kirin
13:29 DMME dê biryara derbarê Kavala de eşkere bike
11:07 Rêveberiya Navenda PENa Kurd diyar bû
10:54 92 sal di ser qetlîama Geliyê Zîlan re derbas bû: Divê neyê jibîrkirin
09:42 Tiştên ku nikare bîne ziman bi firçeyê neqş dike
09:03 Tahdeya li ser rojnamevanan zêde dibe: Her kes divê xwedî li mafê xwe yê nûçewergirtinê derkeve
09:02 'Tahdeya li ser tenduristiyê berhema desthilatê ye'
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:30 Lêgerîna li avahiya produksiyonan 32 roj şûnve bi dawî bû
10/07/2022
19:42 HDP’ê li zozanên li quntarê Kato cejna gel pîroz kir: Gelê me dê bersiva wan bide
19:33 Bavê Bûldanê hat definkirin
19:20 Îtiraza ji bo girtina 16 rojnamevanan hat redkirin
16:49 Meta Ocalan, Eynê Ocalan wefat kir
15:22 Bi hinceta ‘rewşa baş’ cezayê tacîzkar Çolak daxistin
14:47 Sadr: Iraq, qurbanî û girtiya nelirêtiyê ye
14:42 Hatîmogûllari: Gel dê serî li ber vê pergala rizî netewînin
14:24 Di êrişa çekdarî ya li Efrîqaya Başûr de 18 kes hatin qetilkirin
14:16 Ji ber barana zêde li Stenbolê gelek mal di bin avê de man
14:07 Serokkomarê Srî Lanka’yê ragihand ku dê îstîfa bike
13:50 Li Wanê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
13:08 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Dewlet dengê xwe ji DAIŞ’ê re nake
12:49 Randevûyên ji bo doza nû ya Covîd-19’ê dest pê kirin
12:43 Bi hezaran jinan li DYA’yê biryara kurtajê protesto kirin
12:22 Elî Qazî Mihemed li Almanyayê wefat kir
12:05 Li dijî biryara berdana Kadîr Şeker îtîraz hate kirin
11:56 Ji rojnamegerên jin ên girtî peyama piştevaniyê
11:43 Li Geverê ciwanan bi nivîsên ser dîwaran tecrîd û êriş protesto kirin
11:34 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 489’an de ye
11:29 Cenazeyê leşkerê li Zapê hatiye kuştin di destê HPG’ê de ye
11:15 Eyûp Barzanî: Aboriya herêmê di bin kontrola Tirkiyeyê de ye
10:46 Bi çandina alaleyan dixwazin ji ber avêtina siyanurê veşêrin: Ji bo tenduristiya gel karesat e
09:18 Ceza dan girtiyên li dijî bicihkirina kamereyan a li qawîşan derketin
09:09 Hinceta ji bo lêvegerandina pêşniyaznameyan: Pirsa divê neyê pirsîn
09:02 Serlêdanên kursên ziman ên MED-DER'ê didomin
09:01 Parêzerên OHD'î: Hiqûqa li Îmraliyê veguheriye çalereşê
09:00 Parêzer Tosûn: Divê ATK bê fesixkirin
09:00 Saadet a filistînî: Em jinên berxwedêr divê tevgera jinan ronî bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
09/07/2022
22:16 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Zaxoyê bombebaran kirin
21:26 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê dest bi greva birçîbûnê dikin
16:46 Ronakbîrên kurd bang kir: Li ser kurdan bazariyan nekin
16:27 TÎP bi wesîleya cejnê çû serdana malbata Şenyaşar
15:40 Xwestin ku Erîk ê du milên wî hatine jêkirin bê berdan
15:17 Girtiyê nexweşiyên astim û KOAH’ê hate sewqkirin
14:24 Gel bi ser avahiya hikûmetê ya Srî Lankayê de girt
14:17 Qurnefîl danîn Qada Galatasarayê: Em ê nedin jibîrkirin
13:45 Xizmên Windakiriyan di hefteya 700’an de jî aqûbeta zarokên xwe pirsîn
12:56 Emîne Şenyaşar li pêşiya edliyeyê ye: Ev der êdî bû mala min
12:55 Bi dijwarbûna şer re Soylu dîsa çû Geverê
12:24 Ji bo Tirkiyeyê name ji Biden re şandin: F-16’an nefiroşin
12:05 Rêxistina HDP’ê ya Geverê çû serdana goristanan
10:54 Seroka AKP’a Yenîşehîrê broşûrên xwe bi polîsan dan kişandin
10:52 Di lêpirsîna Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de ji bilî ‘sûc’ her tişt heye!
09:58 Vedat Aydin hat bîbîranîn: Tu carî serî netewand
09:20 Li Geverê 3 teqînên mezin pêk hatin
09:05 Kurdo Baksî: Civîna Madrîdê têk çû
09:04 Ferhenga Kurdî-Tirkî bi 44 hezar peyvên nû hat berfirehkirin
09:02 Nameya Ertaş bi hinceta 'xebatên rojnamevaniyê didomîne' hat desteserkirin