Endamê DÎB’ê Tombak: Divê Ocalan bi awayekî azad biaxive

  • rojane
  • 09:07 12 Tîrmeh 2022
  • |
img
STENBOL - Endamê DÎB’ê Zekî Tombak destnîşan kir ku Tirkiye ji bo pirsgirêka kurd çareser neke her rêyê bikartîne û wiha got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê tecrîd bi dawî bibe û Abdullah Ocalan bi awayekî azad biaxive.”
 
Tirkiyeya pirsgirêka kurd şûna polîtîkayên aştiyane bi şer kûr kiriye, ji ber vê yekê bi krîzên siyasî, sosyal û îktîsadî re rûbirû ye. Tirkiyeya ku ji 17’ê nîsanê ve êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn dike, xwe amade dike ku êrişî herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê jî bike. Endamê Lijneya Koordînasyona Yekitiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB) Zekî Tombak êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Herêmên Kurdistana Federe, bandora şer a li ser gel û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi tundiyê ji ajansa me re nirxand. 
 
Tombak, bi bîr xist ku di bingeha krîzên Tirkiye dijî pirsgirêka kurd a nayê çareserkirin heye û wiha got: “Pirsgirêka kurd ne tenê gerîlayê li serê çiya ye, divê ev were zanîn. Polîtîkayên şer ên dewlet demekî dirêje li dijî kurdan dimeşîne dilê kurdan diêşîne. Li vî welatî kurd tên bişaftin. Kurdan ev yek qebûl nekirin û li dijî vê têkoşiyan. Polîtîkayên şer bi welat didin winda kirin. Pêkane ku pirsgirêk bi rêyên demokratîk werin çareserkirin. Li herêma Zapê ji 17’ê nîsanê ve çiyayan bombe baran dikin. Tirkiye bênavber çekan li wan deran bi cih dike û balafiran difirîne. Dîsa lojîstîk û sotemeniya wê jî heye. Pereyekî zêde tê xerckirin.”
 
‘ENCAMA DIXWEST BI DEST NEXIST’
 
Tombak, anî ziman ku Tirkiyeya ji Herêma Kurdistana Federe tu encam bi dest nexistin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire û wiha berdewam kir: “Tirkiye dixwaze serkeftina ku li Zapê bi dest nexist li Rojava bi dest bixe. Rojava cihê ku bi bedelên giran biha dijminê mirovahiyê têk hatiye birine. Cihê ku ewilî DAÎŞ têk çûyî Kobanê ye. Tirkiyeyê û Erdogan ev têkçûyîn hezm nekirin. Li wir jiyaneke nû tê avakirin. Aqilê dewleta tirk vê yekê naxwaze. Difikire ku dê vê yekê çawa têk bibe.”
 
ŞER BELAV BÛ
 
Tombak, bal kişand ku polîtîkayên şer di heman demê de binpêkirinên mafan derdixe holê û wiha pê de çû: “Li cihekê şer dom dirêj bibe di heman demê de li wî welatî hiqûq û edalet jî ji holê radibe. Heke bêhiqûqî li cihekê dest pê kiribe belavî her derê dibe. Bila kes xwe ji vê xelasbûyî nebîne.”
 
DIJMINATIYA KURDAN 
 
Tombak, ê mijara bazarbûna kurdan a di civîna NATO’yê de nirxand wiha got: “Tirkiye hemû têkiliyên xwe yên bi dewletan re bi ser meseleya kurdan bazarê dike. Niha hemû dewletên emperyalist hatine asta ku pirsgirêka kurd li dijî Tirkiyeyê bi kar bînin. Kîjan dewlet bixwaze tiştekî bifiroşe Tirkiyeyê li ser pirsgirêka kurdan vê bazarê dike. Mînak; Swêd û Fînlandiyayê xwest bikeve NATO’yê lê Tirkiyeyê qiyamet rakir. Dîsa li ser Kurdan bazar kirin. Ji bo ketina Kurdistana Sûriyeyê jî niqaş dikin ku dê çawa destûrê ji Amerîka û Rûsyayê bigirin û li hemberî vê yekê çi bide wan. Di NATO’yê de jî heman tişt kirin. Erdogan di hevdîtinan de xwest ku PKK weke ‘terorîst’ were dîtin û bi tu awayî alîkariya wan neyê kirin. Tirkiye polîtîkaya derve bi ser dijminatiya kurdan bi rê ve dibe. Ev hişmendî bi Tirkiyeyê dide windakirin.
 
TÊKILIYÊN ERDOGAN Û BARZANÎ
 
Tombak, bi bîr xist ku aqilê dewletê li tu derê cîhanê naxwaze ku kurd bibin xwedî statu û ji bo têkiliyên AKP’ê û PDK’ê ev tişt gotin: “Malbata Barzanî niha weke ku gelekî nêzî hikumeta Tirkiyeyê ye tevdigere. Lê dema referandûma serxwebûnê hate kirin. Ya qiyamet rakir ji Îran û Iraqê zêdetir hikumeta Erdogan bû. Sedemê wê jî nexwestina statuya kurdan bû.”
 
‘DIVÊ OCALAN BI AWAYEKÎ AZAD BIAXIVE’
 
Tombak, bi lêv kir ku weke DÎB’ê di pirsgirêka kurd de çareseriyeke aştiyane û demokratîk armanc dikin û wiha dirêjî da axafitina xwe: “Muxatabê mijarê Meclîs e. Hilbijartina di pêşiya me de hilbijartineke heyatî ye. Dema mirov dibêje pirsgirêka kurd gelek tişt hene. Divê ewilî tecrîd bi dawî bibe û Abdûllah Ocalan bi awayekî azad biaxive. Li Tirkiyeyê cihê ku ewilî tundî lê zêde dibe her tim girtîgeh in. Girtîgeh bi hemwelatiyên kurd tejî bûne. Divê ewilî gavên ku girtiyên siyasî bên azadkirin werin avêtin.” 
 
DESTNÎŞANKIRINA MAKEQANÛNA DEMOKRATÎK
 
Tombak, destnîşan kir ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin wê tu pirsgirêk neyên çareserkirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Pêdivî bi guhertineke bingehîn a makeqanûnekê heye. Divê ev hêzên heta pergala yek zilam bûne navendî bên belavkirin. Di herêmê de wê gel hinek pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bike lê divê pêşiya gel were vekirin.”
 
MA/ Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

13/07/2022
15:39 Li pêş girtîgehê Nobeta Edaletê girtin: Bêdengî wijdanan dirizîne
14:35 ÇEVDER: Geliyê Zîlan îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin
13:03 Malbata Şenyaşar: Kesên ji qêrînên edaletê re bêdeng dimînin wê winda bikin
12:42 Nobeta edaletê di roja 240'emîn de berdewam dike
11:56 Bûldan: Ez spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku bûn şîrîkê şîna me dikim
11:32 Li Efrînê 3 kes hatin revandin
11:26 Malbat di salvegera 7’emîn a Komkujiya Pirsûsê de tên gelhev
11:03 Li Edeneyê wê 24 tîm tev li Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût bibin
10:51 Aşê 300 salî veguherand muzeyê
10:17 Li gundê Koran ê Urmiyê mayîn teqiya: Dayikek û keça wê birindar bûn
09:02 Parêzer Tay: Li Şirnexê xweza tê talankirin
09:01 ‘Ocalan bû bingeha Kurdistanê, ew jî bûn stûna wê’
09:00 Sarisozen: Dê Tirkiyeyê bi êrişa Sûriyeyê bikişînin kemîneke bixeter
09:00 ROJEVA 13'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
12/07/2022
22:38 Pentagon: Serokê DAIŞ'ê yê Sûriyeyê hate kuştin
19:23 Nameya rojnamevan Ertaş cara duyemîn ‘bixeter’ hate dîtin
16:48 Malbatên girtiyan: Cejna me bi xemgînî derbas dibe
16:20 Baroya Rihayê ji bo gora Seîdî Kurdî dê serî li DMME’yê bide
15:07 Dayikên Şemiyê bersiva Yazici dan: Qet nebe hişbin
13:55 Malbata Şenyaşar: Du tişt dikare me ji vir rake
13:41 Balafirên Tirkiyeyê Çiyayê Metîna bombebaran kirin
13:03 Rojnamevan Çelîk: Destek qirêj û komploger ketiye dewrê
12:30 Malbatên girtiyan: Ji ber nasnameya kurdbûnê em tên cezakirin
10:23 Altan: Ev karwan ranaweste, em şopdarên wan in
09:56 Hevjînê Gurbuz a AKP’yî kirin cîgirê qeyûm
09:10 Ji ber ku ‘poşmantiyê’ qebûl nekir, berdana wî hat taloqkirin
09:09 Çikmaz a li Cizîrê du zarokên xwe winda kirin: Hişmendiya dewletê her tim eynî ye
09:08 Li Cizîrê sûrên 6 hezar salî bi bazaltê hatin niximandin
09:07 Endamê DÎB’ê Tombak: Divê Ocalan bi awayekî azad biaxive
09:07 Ji bo komkujiya Mereşê pûç bikin jiyanê ji nû ve ava dikin
09:00 ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
11/07/2022
23:35 Damezrandina Zarok Ma'yê bicoş hate pîrozkirin
22:19 Ji siyasetmedarên jin wêneyê 'orkestraya girtîgehê'
22:11 Li Wanê di navbera du malbatan de şer derket: kesek mir, 6 birîndar
20:11 Jinan serdana malbata Denîz Poyraz kirin
19:32 Hêzên PDK’ê pêşmerge jî di nav de 4 kes binçav kirin
18:24 Li Girtîgeha Akhîsarê dermankirina girtiyan tê astengkirin
17:44 Rêveberê HDP’ê yê Pirsûsê hate girtin
15:49 Li Edenê komekî avêt ser nexweşxaneyê û gef li xebatkaran xwarin
15:31 Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê êrişa bi fosfor pêk anî
15:30 HDP bi wesîleya cejnê serdana Malbata Şenyaşar kir
15:29 Wezareta Karên Derve derbarê biryara DMME’yê de daxuyanî da
13:29 Ji bo cejnê serdana Malbata Şenyaşar kirin
13:29 DMME dê biryara derbarê Kavala de eşkere bike
11:07 Rêveberiya Navenda PENa Kurd diyar bû
10:54 92 sal di ser qetlîama Geliyê Zîlan re derbas bû: Divê neyê jibîrkirin
09:42 Tiştên ku nikare bîne ziman bi firçeyê neqş dike
09:03 Tahdeya li ser rojnamevanan zêde dibe: Her kes divê xwedî li mafê xwe yê nûçewergirtinê derkeve
09:02 'Tahdeya li ser tenduristiyê berhema desthilatê ye'
09:00 ROJEVA 11'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:30 Lêgerîna li avahiya produksiyonan 32 roj şûnve bi dawî bû
10/07/2022
19:42 HDP’ê li zozanên li quntarê Kato cejna gel pîroz kir: Gelê me dê bersiva wan bide
19:33 Bavê Bûldanê hat definkirin
19:20 Îtiraza ji bo girtina 16 rojnamevanan hat redkirin
16:49 Meta Ocalan, Eynê Ocalan wefat kir
15:22 Bi hinceta ‘rewşa baş’ cezayê tacîzkar Çolak daxistin
14:47 Sadr: Iraq, qurbanî û girtiya nelirêtiyê ye
14:42 Hatîmogûllari: Gel dê serî li ber vê pergala rizî netewînin
14:24 Di êrişa çekdarî ya li Efrîqaya Başûr de 18 kes hatin qetilkirin
14:16 Ji ber barana zêde li Stenbolê gelek mal di bin avê de man
14:07 Serokkomarê Srî Lanka’yê ragihand ku dê îstîfa bike
13:50 Li Wanê bi pileya 4,1 erdhej çêbû
13:08 Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê hatin bibîranîn: Dewlet dengê xwe ji DAIŞ’ê re nake
12:49 Randevûyên ji bo doza nû ya Covîd-19’ê dest pê kirin
12:43 Bi hezaran jinan li DYA’yê biryara kurtajê protesto kirin
12:22 Elî Qazî Mihemed li Almanyayê wefat kir
12:05 Li dijî biryara berdana Kadîr Şeker îtîraz hate kirin
11:56 Ji rojnamegerên jin ên girtî peyama piştevaniyê
11:43 Li Geverê ciwanan bi nivîsên ser dîwaran tecrîd û êriş protesto kirin
11:34 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 489’an de ye
11:29 Cenazeyê leşkerê li Zapê hatiye kuştin di destê HPG’ê de ye
11:15 Eyûp Barzanî: Aboriya herêmê di bin kontrola Tirkiyeyê de ye
10:46 Bi çandina alaleyan dixwazin ji ber avêtina siyanurê veşêrin: Ji bo tenduristiya gel karesat e
09:18 Ceza dan girtiyên li dijî bicihkirina kamereyan a li qawîşan derketin
09:09 Hinceta ji bo lêvegerandina pêşniyaznameyan: Pirsa divê neyê pirsîn
09:02 Serlêdanên kursên ziman ên MED-DER'ê didomin
09:01 Parêzerên OHD'î: Hiqûqa li Îmraliyê veguheriye çalereşê
09:00 Parêzer Tosûn: Divê ATK bê fesixkirin
09:00 Saadet a filistînî: Em jinên berxwedêr divê tevgera jinan ronî bikin
09:00 ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2022’YAN
09/07/2022
22:16 Balafirên şer ên Tirkiyeyê gundê Zaxoyê bombebaran kirin
21:26 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê dest bi greva birçîbûnê dikin
16:46 Ronakbîrên kurd bang kir: Li ser kurdan bazariyan nekin
16:27 TÎP bi wesîleya cejnê çû serdana malbata Şenyaşar
15:40 Xwestin ku Erîk ê du milên wî hatine jêkirin bê berdan
15:17 Girtiyê nexweşiyên astim û KOAH’ê hate sewqkirin
14:24 Gel bi ser avahiya hikûmetê ya Srî Lankayê de girt
14:17 Qurnefîl danîn Qada Galatasarayê: Em ê nedin jibîrkirin
13:45 Xizmên Windakiriyan di hefteya 700’an de jî aqûbeta zarokên xwe pirsîn
12:56 Emîne Şenyaşar li pêşiya edliyeyê ye: Ev der êdî bû mala min
12:55 Bi dijwarbûna şer re Soylu dîsa çû Geverê
12:24 Ji bo Tirkiyeyê name ji Biden re şandin: F-16’an nefiroşin
12:05 Rêxistina HDP’ê ya Geverê çû serdana goristanan
10:54 Seroka AKP’a Yenîşehîrê broşûrên xwe bi polîsan dan kişandin
10:52 Di lêpirsîna Komeleya Çand û Hunerê ya Binevşê de ji bilî ‘sûc’ her tişt heye!
09:58 Vedat Aydin hat bîbîranîn: Tu carî serî netewand
09:20 Li Geverê 3 teqînên mezin pêk hatin
09:05 Kurdo Baksî: Civîna Madrîdê têk çû
09:04 Ferhenga Kurdî-Tirkî bi 44 hezar peyvên nû hat berfirehkirin
09:02 Nameya Ertaş bi hinceta 'xebatên rojnamevaniyê didomîne' hat desteserkirin