Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de

  • rojane
  • 09:15 15 Tîrmeh 2022
  • |

RIHA - Berdevkê Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê Ferhad Şamî ragihand ku li dijî êrişên muhtemel ên Tirkiyeyê rejîm jî di bin garantoriya Rûsyayê de amadekariyên xwe didomîne û destnîşan kir ku şer û pevçûn dê tenê li herêmekê sînordar nemînin, ew ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de. 

 
Tirkiye li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariya êrişeke nû dike. Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan di 31'ê Gulanê de bi gotina "Dibe ku em şevekê ji nişka ve bikevin berê xwe bidin wir" îşaret bi êrişeke nû ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribû. Piştî daxuyaniyên Erdogan li ser sînor êrişên hewayî zêde bûn. Her wiha Erdogan ji bo êrişê têkiliyên dîplomatîk jî didomîne. Erdogan ku di 29'ê Hezîranê de li Madrîd a Spanyayê di civîna NATOyê de li ser vê yekê sekinîbû, dê di 19'ê Tîrmehê de serdana Îranê bike. Tê diyarkirin ku Erdogan dê di vê hevdîtinê de ku dê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî beşdar wî bibe, careke din êrişê têxe rojevê.
 
Hat diyarkirin ku Erdogan heta niha hê jî piştgiriya ku ew dixwaze ji DYA û Rûsyayê wernegirtiye. Li gel vê Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî li hemberî van êrişên muhtemel amadekarîne cidî dikin. Rayedarên herêmê ku di rojên derbasbûyî de bi heyeteke DYA’yê re hevdîtin pêk anîn, ji bo li dijî êrişan bi hev re tevbigerin ji nêz ve têkiliyê bi rêveberiya Sûriyeyê re datînin. Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl jî di daxuyaniyeke xwe ya vê dawiyê de bang li hikûmeta Şamê kiribû ku "berpirsiyariya xwe ji bo parastina serweriya Sûriyeyê bi cih bîne" û gotibû, diyaloga di navbera hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser de berdewam e û heta niha li ser hinek xalan li hev nekirine.
 
Her wiha Rêveberiya Xweser jî li dijî êrişên Tirkiyeyê li hemû herêmên xwe Rewşa Awarte ragihandibû.
 
 
LIV Û TEVGERA DAIŞ'Ê
 
Paralelî êrîş û hevdîtinan li herêmê liv û tevgera DAIŞ'ê jî zêde bûye. QSD’ê ragihand ku di operasyoneke asayîşê de ya bi beşdariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn 12 çeteyên DAIŞ’ê hatine zevtkirin. Dîsa li herêmên ku Tirkiye wan wekî “herêmên ewle” bi nav dike û ev demeke dirêj e di destê wê û hêzên paramîlîter de ne, li dijî rayedarên payebilind ên DAIŞ’ê operasyonek tê kirin. Herî dawî Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihandibû ku wan di 12'ê Tîrmehê de li nêzîkî Cindirêsê ya Efrînê di êrişeke hewayş de berpirsekî payebilind ê DAIŞ'ê Maher el-Egal kuştiye.
 
DAIŞIYÊ LI HERÊMA 'EWLE'
 
CENTCOM'ê ragihandibû ku Agal Waliyê Şamê ye û serkirdeyê 4'an ê herî girîng ê DAIŞê ye. Agalê ku di sala 2014'an de di êrişa li hemberî Kobanê de cih girtibû, di qeydên dadgehên Tirkiyeyê de wekî "berpirsiyarê komkujiyan' tê binavkirin. Berpirsiyarê Komkujiya Pirsûsê Suleyman al Agal ku di heman demê de pismamê Agal e, di îfadeyên xwe de li xwe mikur hatibû ku Agal talîmat daye û plansaziya komkujiyê çêkiriye û bombe di sînor re derbas kirine. Wezareta Karên Navxweyî di daxuyaniya xwe ya 12'ê Çileya 2021'ê de jı bo Suleyman el-Agal ragihandibû ku tevî plansazê êrişên xwekujiyê yên wekî Pirsûs û Sultanahmetê 'Ebû Bera' Mahîr El Agal re tevdigeriyaye.
 
Berdevkê Navenda Çapemeniyê ya QSD’ê Ferhad Şamî der barê geşedanên li herêmê, gefên Tirkiyeyê, hevdîtinên bi rejîmê û hêzên koalîsyonê re û tevgera DAIŞ’ê de pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin.
 
PIştî gefên Tirkiyeyê yên ji bo êrişan li herêmê liv û tevgerek çawa heye? Li hemberî vê amadekariyên we çi ne?
 
Em li benda êrişa Tirkiyeyê ne. Têkildarî vê hin agahî û belge bi dest me ketine. Her wiha em dizanin ku Tirkiye û çeteyên girêdayî wê li başûrê Efrînê, Minbic, Girê Spî û Til Temirê jî plana êrişan dikin. Me di roja ewil a gefên ji bo êrişê de jî got. Em van gefan cidî esas digirin û em ê ji sê milan ve (leşkerî, civakî û dîplomatîk) bersiva van êrişan bidin. Amadekariyên leşkerî hê jî didomin, em ê niha derbarê amadekariyên leşkeran de tiştekî nebêjin. Em bi xwe planên xwe çêdikin. Amadekariyên me yên din jî têkildarî qada civakî ne. Amadekariya gel a ji bo şer. Bi vê boneyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rewşa awarte hat ragihandin. Gel xwe amade dike ku piştgiriyê bide QSD’ê û li dijî şer bitêkoşe.
 
 
 Em ê ji sê milan ve bersiva êrişan bidin; leşkerî, civakî û dîplomatîk. QSD dê cardin vegere xetên xwe yên berê. Hikûmeta Şamê jî di bin garantoriya Rûsyayê de amadekariyên xwe dike. Bi îhtîmaleke mezin em ê bi hev re bersiva êrişan bidin.
 
Amadekariya me ya sereke qada dîplomasiyê ye. Ji sala 2014’an û vir ve di şerê li dijî DAIŞ’ê de em ji heq gelek gefên li dijî rizgarkirina Kobanê û rizgarkirina Reqqayê derketin. Li vir şerê hêzên koalîsyonê yên li dijî DAIŞ'ê jî girîng bû. Di vî warî de em xebatên xwe  tevî hêzên koalîsyonê bi awayekî koordîneyî didomînin. Bi hêzên koalîsyonê û pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re danûstandinên me hene. Derbarê sûcên şer û planên qirkirinê yên Tirkiyeyê yên li dijî gelan de me bi dewletên din re diyalogeke germ a dîplomatîk daye destpêkirin.
 
Amadekariyên me yên bi dewletên din re li her sê milan e. Em bi hev re amadekariyan dikin. QSD’ê di sala 2019’an de bi garantoriya DYA û Rûsyayê peyman îmze kiribû. Li gorî vê yekê 30 km ji Bakurê Sûriyê vekişiyabû. Helbet dê bi şer re ev peyman jiî ji holê rabe. QSD dê cardin vegere xetên xwe yên berê. QSD dê ji Dêrikê heta Minbicê berbelav bibe û bi awayekî çalak beşdarî şer bibe. Hikûmeta Şamê jî di vî warî de di bin garantoriya Rûsyayê de amadekariyên xwe dike. Ew jî dibêjin dê li hemberî şer rabin û bi îhtîmaleke mezin em ê bi hev re bersiva êrişan bidin.
 
We ragihand ku we hevdîtin bi rejîmê re kiriye. Di hevdîtinê de xalên ku we li ser wan li hev kiriye yan jî nekiriye çi ne? Dê li hemberî êrişa muhtemel xwedî helwesteke çawa be? 
 
Di sala 2019’an de li ser êrişên Gire-ê Spî û Serêkaniyê lihevkirinek çêbûbû. Ev peyman 4 alî bû. QSD, Tirkiye, Rûsya û DYA hebûn. Li gorî prensîbên wê peymanê, şer rawestiya û wekî ku Tirkiye ji xwe re kiribû bahane QSD 30 kîlometreyan ji sînor paşde vekişiya. Ji bo parastina sînor, hikûmeta Şamê bi garantoriya Rûsyayê li ser vê xetê bi cih bû. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pergala xweseriya demokratîk de tu guhertin çênebû, tenê rejîm li ser xeta sînor bi cih bû. Piştî gefên Tirkiyeyê zêde bûn, rejîmê ragihand ku hêzên wan ê li herêmê têrê nakin, lewma dixwazin hêzên xwe xurt bikin. Li vir di navbera pergala xweser û rejîmê de lihevkirinek çêbû û wekî etqwiye hinek hêzên anîn. Tang û topên xwe anîn. Ev lihevkirin di çapemeniyê de gelek hat nivîsandin û nîqaşkirin. Ev lihevkirin peymanek e ku wan bi rêveberiya xweser re kiriye, lê em ê bersivê bidin û vegerin sînorên xwe yên sala 2019’an. Ji bo vê jî diyalogên me hene, lê li gorî gotina wan dê ew jî bersivê bidin. Ev yek şerê hevpar e. Em dikarin hêzên xwe bidin hev û vî şerî bikin. Lê lêgerîna wan jî avakirina hêzeke hevpar e. Bi rêya Rûsyayê hevdîtinên me hene û dibêjin ew ê jî di êrişê de şer bikin.
 
Têkiliyên we yên bi Rûsya, DYA û Îranê re di kîjan astê de ne? Ev hêz çawa nêzî gefên ji bo êrişan dibin?
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rûsya hêza garantor e. Em bi rêya wan diyalogên xwe bi hikûmeta Şamê re didomînin. Rûsya dibêje, ew ne di nava gefên ji bo êrişan de ye û vê êrişa muhtemel naxwaze. Lê em bi berjewendiyên navneteweyî dizanin. Lê ev berjewendî çi ne, em nizanin. Di navbera Tirkiye û Rûsyayê de çi peyman û danûstandin hene, em nizanin. Lê biq asî ku em ji hevdîtin û diyalogên ku em bi hev re dikin fêm dikin, Rûsya li dijî êrişên muhtemel e. Bi êrîşan re ne tenê li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Tirkiye dixwaze xwe li Sûriyeyê xurtrie bike. Bi taybetî ev êriş li dijî Helebê ye. Heleb parêzgehek e ku cihê wê girîng e. Heleb di destê rejîmê de ye. Lê belê bajarê Cerablusê yê Helebê di destê Tirkiyeyê de ye. Bab, Raî, Mare û Efrîn niha di destê Tirkiyê de ne. Tirkiye ji bo ku tevahiya Helebê bi dest bixe hewl dide Minbicê jî bi dest bixe. Mîna Minbicê, Til Rifat û Kobanê jî girêdayî Helebê ne. Ger ev bajar bên bi destxistin dê tevahiya Helebê were dorpêçkirin. Jixwe armanc jî ev e. Rûsya û hikûmeta Şamê jî bi vê rewşê dizanin. Ev ne tenê ji bo me, ji bo tevahiya Sûriyeyê xetere ye. Danûstandinên bi hikûmeta Şamê re di asta leşkerî de ne. Li hemberî êrişên muhtemel bi awayekî koordînekirî avakirina mafê parastinê.
 
 
 Rûsya hêza garantor e û li dijî êrişê ye. Lê em bi berjewendiyên navneteweyî dizanin. Hêzên koalîsyonê jî dibêjin êrişeke muhtemel dê DAIŞê bihêz bike. Tu diyalogek me bi Îranê re tune ye. 
 
Hevdîtinên me yên bi Amerîkayê re di asta şerê li dijî DAIŞ’ê ya bi koalîsyonê re bûn. Lê ew jî li ser heman fikirê ne ku êrişeke muhtemel dê DAIŞê bihêz bike. Her wiha ev jî heye; dê bi êrişan re cihên di destê QSD û koalîsyonê de jî tê bi xetereyê re rû bi rû biîmin û derbê bixwin. Ew dizanin ku li deverên ku di destê Tirkiyeyê de ne DAIŞ zindî ye. Li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de gelek fermandarên DAIŞ'ê hatin kuştin. Wekî mînak serokê yekem ê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî li ser xeta Atmeyê hat kuştin. Piştre El-Qureyşî li ser xeta Efrînê hat kuştin. Di rojên derbasbûyî de serçeteyê DAIŞê yê Sûriyeyê Mahîr El-Agal li herêma Cindirêsê hat kuştin. Dema em van hemûyan li ber çavan bigirin, li hemberî êrişên muhtemel DAIŞ wê hîn xurtir bibe. Ji bo wê jî plan hene. Di 12’ê Tîrmehê de me 12 çeteyên DAIŞ’ê yên ku dema amadekarî dikirin ku êrişê bibin ser Kampa Holê girtin. Li gorî îtîrafên van DAIŞ'iyên ku me ew zevt kirin, piştgiriyê ji cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de girtine. Em ê van mikurhatinên wan dirojên pêş de bi raya giştî re parve bikin.
 
Her wiha tu diyalogek me bi Îranê re tune ye. Niha li Sûriyê faktora sereke Rûsya ye û diyalogên tên danîn jî bi rêya wê tên kirin. 
 
Tê diyarkirin ku eger êriş tenê li herêmekê bi sînordar bin, dê şer jî tenê li wê herêmê be. Hûn vê çawa dinirxînin?
 
 
Hêzên navneteweyî ji me dipirsin bê ka em ê vegerin sînorên xwe yên sala 2019'an an na. Ev dê ji sedî sed pêk were. QSD, wê li hemberî êrişan ji pozîsyona xweparastinê derbasî pozîsyona parastina çalak bibe. 
 
Helwesta QSD'ê ya di vî warî de zelal e. Di vê derbarê de daxuyaniyên QSD’ê hene. Di êrişeke muhtemel de, dê ne lokal (herêmî) be. Hêzên me dê heta Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û herêma Babê şer bikin. Ger êrişek li ser Kobanê çêbibe, helbet wê bi Kobanê re sînordar nemîne. Şer bi giştî tê kirin. Niha hêzên navneteweyî ji me dipirsin bê ka em ê vegerin sînorên xwe yên sala 2019'an an na. Ev dê ji sedî sed pêk were. QSD, wê li hemberî êrişan ji pozîsyona xweparastinê derbasî pozîsyona parastina çalak bibe. 
 
Li herêma ku di bin kontrola Tirkiyeyê û hêzên paramîlîter de serkirdeyekî din ê DAIŞ'ê hat kuştin. Hûn van herêmên bûne navenda DAIŞ'ê çawa dinirxînin?
 
Kesên hatine kuştin ne mirovên jirêzê ne. Ew berpirsên payebilind ên DAIŞê ne. El-Bexdadî û El-Qureyşî serkirdeyên yekem ên DAIŞ'ê bûn. Mahir El-Agal ji herêma Silûk a Girê Spî ye. Kurê mamê wî Ezû Silêman El-Agal par li Tirkiyeyê hatibû girtin. Tiliya van her du kesan di Komkujiya Pirsûsê de heye. Gava KOmkujiya Pirûsê çêbû me gotibû tiliya îstîxbarata tirk û MÎT’ê tê de heye. Mahîr El-Agal ku tiliya wî di komkujiyê de hebû hat kuştin. Ezû El-Agal ku li Tirkiyeyê hatiye girtin, li xwe mikur hatiye û gotiye, tiliya Mahîr El-Agal di Komkujiya Pirsûsê de hebûye. Madem tiliya vî kesî di Komkujiya Pirsûsê de heye, nexwe çi îşê wî li Efrînê hebû, çawa çûye wir? 
 
 
 Nasnameya ku li ser Mahîr El-Agal hatiye dîtin li Dîlokê li îstîxbarata tirk tê çêkirin. MÎT vî kesî nas dike. Me navên endamên payebilind ên DAIŞ’ê dan koalîsyonê û ev kes li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de dimînin. 
 
Nasnameya ku li ser Mahîr El-Agal hatiye dîtin, ji aliyê Meclîsa Navendî ya Efrînê hatiye çêkirin. Ev nasname li Dîlokê li îstîxbarata tirk tê çêkirin. Vê nasnameyê nadin her kesî. Di vir de eşkere dibe ku MÎT vî kesî nas dike. Mahir El-Agal waliyê Sûrîyê yê DAIŞ'ê bû. Li aliyê din kurê mamê wî Faiz El-Agal ku par li herêma Babê ji aliyê hêzên koalîsyonê ve hatibû kuştin, waliyê Reqayê yê DAIŞ'ê bû. Kurê mamekî wî yê din Xalid El-Agal heye. Di 12’ê Tîrmehê de wî birine Tirkiyeyê. Ev kes berpirsê ajansa nûçeyan a DAIŞ'ê ye. Li gorî agahiyên ku bi dest me ketine, ev kes ji aliyê îstixbarata tirk ve ji Girê Spî sewqî Tirkiyeyê hatiye kirin. Ji malbata El-Agal heta niha 40 DAIŞ’î hatine kuştin. Ev kes hem ji aliyê QSD'ê hem jî ji aliyê hêzên koalîsyonê ve hatin kuştin. 20 endamên vê malbatê hê jî endamên DAIŞ'ê ne û li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de ne.
 
Faiz El-Agal berpirsê cebilxaneyên DAIŞ'ê ye û niha li Girê Spî ye. Brahîm El-Agal birayê Faiz El-Agal e û niha li Efrînê ye. Ev malbat bi tevahî di nava DAIŞ’ê de ye. Ev kes ne mirovên jirêzê ne û Tirkiye dê wan di êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bi kar bîne. Ev kes berê di êrişên li dijî Girê Spî û Serêkaniyê de hatibûn bikaranîn. Ev kesên ku tiliya wan di gelek komkujiyan de heye, bi awayekî eşkere ji aliyê Tirkiyeyê ve tên parastin. Di 12’ê Tîrmehê de QSD’ê daxuyaniyek da û ragihand ku 12 çeteyên DAIŞ’ê hatine zevtkirin. Lê belê piştî daxuyaniyê bi demeke kurt koalîsyonê ragihand ku Mahîr El-Agal hatiye kuştin. Me QSD’ê me navê 50 endamên payebilind ên DAIŞ’ê dan koalîsyonê. Û ev kes li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de dimînin. 
 
MA / Ceylan Şahînlî

Sernavên din

18/07/2022
10:38 Doza Denîz Poyraz: Şirîkên cînayetê derxînin holê
10:20 Danişîna Denîz Poyraz dest pê kir: Kesek xwest bi çek bikeve edliyeyê
09:40 Piştî dayika wê hat qetilkirin qet mezin nebû!
09:02 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Wê min bikujin
09:02 Şoreşa Rojava 10 salî ye: Dewlemendiyeke mezin hat afirandin
09:02 ‘Pirsgirêka binesaziyê û çêkirina HES’an li Amedê rê li ber gelek nexweşiyan vedike’
09:01 Guldîken: Nexweşxane navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh nînin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
17/07/2022
22:36 Li Licê şerekî dijwar
17:10 Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar bû
16:47 Li Musilê êrişa hewayî: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:06 ÎHD 36 salî ye
15:04 Di şerê li başûr de leşkerek hat kuştin
14:44 Zarokê 6 salî û kalikê xwe hatin kuştin
13:53 Belavkara Yenî Yaşamê hat berdan
13:30 Malbata Şenyaşar: Fadil li benda edaletê ye
13:04 Li Kampa Holê cînayet zêde dibin
12:16 Sancar hişyarî da muxalefetê: Li dijî planên şer hişyar bin
11:39 Li Hindistanê lehî: di 47 rojan de 102 kes mirin
11:23 Li Kerkûkê 7 endamên DAIŞ’ê hatin girtin
11:20 Danişîna 4’emîn a doza Denîz Poyraz sibê tê lidarxistin
10:27 Li Zapê êrişên bi çeken kîmyewî berdewam dikin
10:19 Çiyayê Kurdek bûye stargeha giyayên şîfayî
09:19 Li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de bûne 'hêlîna ewlehiya' DAIŞ'ê
09:03 Şêniyên Sûrê yên tê xwestin xaniyê wan bên xerakirin: Em derkevin em ê nikaribin heqê kirê bidin
09:02 Pîrê elewiyan: Niha jî dixwazin hewl bidin elewiyan bi şiî-îslamê asîmile bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:32 Li Herêma Kurdistanê ji bo PKK’ê milyonek îmze hatin berhevkirin
16/07/2022
20:47 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
19:20 Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût dest pê kir
19:09 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Li hemberî îşkenceyê bawerî, wêrekî û berxwedan hebû
18:38 Rojnamevan: Bila baş bê zanîn ku dê dengê me bilindtir bibe
17:31 ‘Bila rojnameger bên berdan’
16:11 Faîlên Agît û Akîpa hatin pirsîn
15:35 Ji bo Berdevkiya Meclisa Jinan a HDP’ê carek din Başaran hat bijartin
15:33 ATK’ê ji bo girtiyê ji sedî 41 astengdar got, ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
15:32 Qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi pêşandanê hatin bibîranîn
15:17 ‘Bila girtî Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e bê berdan’
14:43 Sewalên hevserokê HDP’yî hatin kuştin
14:32 Kujerên Mîhyaz hatin pirsîn
14:07 Piştevaniya ji bo 16 rojnamevanên kurd berdewam dike
13:39 Dayikên Şemiyê Hasan Gulunay bi bîr anîn
13:01 Xizmên Windayan li aqubeta Hasan Gulunay pirsîn
13:00 Meclisa Jinan a HDP’ê civiya: Dê xeta têkoşînê ya dema nû were diyarkirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bi gotinan aramî û xweşî nayê
11:52 Dîsa êrişî gora Alîş Çubuk kirin
11:46 Girtiyan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi bîr anîn
11:12 Li Amedê jina ku rastî êrişê hat bi xedarî birîndar bû
11:11 Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran bên bibîranîn
10:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya
10:02 Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan
09:02 AYM: Mafê hilbijartinê yê Yuksekdag hatiye binpêkirin
09:02 Banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:01 16 rojnamevan mehek e girtî ne
09:00 Bêyî 'destûrwergirtinê' kes nikare biçe Cîloyê!
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
15/07/2022
20:51 Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T'yê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
18:17 Mazlûm Ebdî: Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne
12:32 Malbata Şenyaşar nobeda xwe ya îro li Girtîgeha Xarpêtê digire
12:24 Polîsan bîranîna Elî Çîçek asteng kir
12:14 PDK’ê rojnamevana Holandî Geerdink dersînor kir
11:40 Şewata li Çeşmê û Datçayê didome
11:20 Bêdengiya têkildarî cenazeyê leşkerê di destê HPG’ê de didome
10:17 Nameyên rojnamevanên girtî hatin desteserkirin
10:02 Li 3 gundên Hîzanê qedexeya derketina derve hate ragihandin
09:38 Malbatên rojnamevanên girtî bi lêgerîna tazî re rûbirû man
09:35 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:30 Li Hatayê mudaxileyî Mîhrîcana Evvel Temmûzê kirin: 24 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Girtîgeha Aydinê mirineke bi guman: Gelo întîhar e yan cînayet e?
09:02 Li Amedê ji 2 testan testek pozîtîf e
09:02 Êrişên nijadperest zêde bûne, gelek penaber serî li komeleyê didin
09:00 ‘Pêkanînên Esat Oktay îro jî li 300 girtîgehan didomin’
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
13/07/2022
15:39 Li pêş girtîgehê Nobeta Edaletê girtin: Bêdengî wijdanan dirizîne
14:35 ÇEVDER: Geliyê Zîlan îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin
13:03 Malbata Şenyaşar: Kesên ji qêrînên edaletê re bêdeng dimînin wê winda bikin
12:42 Nobeta edaletê di roja 240'emîn de berdewam dike
11:56 Bûldan: Ez spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku bûn şîrîkê şîna me dikim
11:32 Li Efrînê 3 kes hatin revandin