Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye

  • rojane
  • 10:37 15 Tîrmeh 2022
  • |

ŞIRNEX - Greenpeace bersiva banga Baroya Şirnexê ya ji bo birîna daran ku kiribû da û gotiye, “Mixabin mijar derveyî qada pisporiya me ye.” Parêzer Sabrî Çatikkaş jî vê pirsê kir: “Xwezaya Derya Spî xweza ye, lê gelo xwezaya Kurdistanê ne xweza ye?” 

Li navenda Şirnexê û navçeyên wê ji ber kanên madenê, bendav, Santralên Hîdroelektrîk (HES) û kanên xîzê xweza ango ekoloji xesarek mezin dibîne û tê talankirin. Her wiha cerdevan di bin çavdêriya leşkeran de bi hêceta “ewlehiyê” li çiyayên Cûdî û Gabarê û li herêma Bestayê daran dibirin û talana xwezayê pêk tînin. Komîsyona Hawirdor û Bajêr a Baroya Şirnexê beriya niha bi armanca lêdawîanîna talana xwezayê serî li Greenpeace, Weqfa Parastina Jiyana Xwezayî (WWF) û Weqfa Parastin û Danasîna Nirxên Hawirdor û Çandê (ÇEKUL) xistibû. 
 
 
'DERVEYÎ QADA PISPORIYA ME YE’ 
 
Hefteyek bere Greenpeace bi awayek nivîskî bersiva Baroya Şirnexê da û gotiye, “Em wek sazî her çiqas li dijî her cure problemên hawirdorê bin jî lê mixabin ev mijar derveyî qada pisporiya me ye.” 
 
BENDAV, KANÊN XÎZÊ Û KOMIRÊ, HES… 
 
Ji endamên Komîsyona Hawirdor û Bajêr a Baroyê parêzer Sabrî Çatikkaş bi bîr xist ku demek dirêj e li Şirnex û navçeyên wê talankirina xwezayê berdewam dike û wiha got: “Bi bendavan, kanên madenê, kanên xîzê ku li Çemê Dîcleyê hatine avakirin û herî dawî jî bi birîna daran, talana xwezayê berdewam dike. Ji ber bendavan her dever di bin avê de tê hiştin. Ji ber bendavan herikîna rûbaran guherî û cureyên zindaweran ên li herêmê jî gelek guherîn. Li Şirnexê gelek kanên komirê hatine vekirin. Dema komir tê derxistin talana xwezayê pêk tê. Qirêjiya ji kanên komirê diherike tev li rûbaran û newalan dibe. Bandorek neyînî li ser jiyana zindaweran dike. Di heman demê de Çemê Dîcleyê jî ji ber vê yekê qirêj dibe. Kanên xîzê yên li devê Çemê Dîcleyê pirsgirêkek mezin bi xwe re derdixin. Xîzê ji devê çem dikişînin, çalên mezin vedibin û ji ber kûr in dibe sedema xenigîna mirovan. Her sal gelek welatî di van golan de dixeniqin. Ji ala 2010’an vir ve bi dehan kes ji ber kanên xîzê jiyana xwe ji dest dan.” 
 
‘MIDÛRIYETA DARISTANÊ TALANÊ PÊK TÎNE’ 
 
Çatikkaş da zanîn ku nêzî 2 salan e li Şirnexê birîna daran berdewam dike û wiha got: “Ev talankirin ji aliyê saziyên fermî ve tê kirin. Midûriyeta Karûbarên Daristanan vê talanê pêk tîne. Talan bi rêya îhaleyê pêk tînin. Îhaleyên tên kirin jî li dijî qanûna îhaleyê ye. Di heman demê de îaleyan didin kesên nêzî xwe. Bi destên van kesan daristan tên tunekirin.” 
 
Çatikkaş anî ziman ku wan li dijî talana xwezayê gazî saziyên hawirdorê kirine û wiha axivî: “Me bi rêya maîlê, rapor û wêneyên talana li Şirnexê ku me hazir kiribû ji wan re şand. Me piştevaniyê ji wan xwest. Me got qet hûn tu tiştek jî nekin, lê me daxwaziya ku dikarin vê talana xwezayê pêk bînin kir. Heta niha tenê Greenpeace bersiva me daye. Di bersiva xwe de diyar kirine ku li Tirkiyeyê gelek sûcên li dijî xwezayê pêk tê û vê dizanin lê ew wek Greenpeace budçeya wan têr nake û hin xebatên diyar kirine bi rê ve dibin. Ji me re gotin ku ew ê nikaribin ji bo talana xwezayê li Şirnexê tiştekî bikin.” 
 
NÊZÎKATIYA DURÛ 
 
Çatikkaş destnîşan kir ku bersiva ku Greenpeace daye wan ji wan re xerîb nehatiye û wiha got: “Nêzîkatiya sazî û dezgehên ku hawirdor û xwezayê diparêzin jî heman e. Mixabin dema mijar dibe xweza û erdnîgariya Kurdistanê, hemû heman helwestê nîşan didin. Li dijî vê talana xwezayê û şewitandina daristanên Kurdistanê ne li qada navnetewî ne jî li qada netewî tu bertekek nehatiye nîşandan. Helbet sedemên vê hene. Hn ji van saziyan ji hîn dewletan alîkariyê digirin. Bi van alîkariyan xwe li ser pêya digirin. Ji bo ew alîkarî qut nebe, dema mijar dibe xweza û erdnîgariya me ker, kor û lal dimînin. Naxwazin bi wan dewletên alîkarî didin wan re rûbirû bimînin. Ev yek durûtiyek mezin e. Nêzîkatiya ku cihêkariyê li xwezayan û erdnîgariyan bikin nayê qebûlkirin. Em vê yekê dipirsin; xwezaya li Derya Spî xweza ye, lê gelo xwezaya Kurdistanê ne xweza ye? Li wan deran jiyana zindaweran tê tunekirin lê gelo li vir nayê tunekirin? Gelo dema xewazaya Kurdistanê were talankirin û tunekirin, bandorê li xwezaya Derya Spî nake? Ev durûtiye.” 
 
Çatitkkaş diyar kir ku ji bo ev “durûtî” bi dawî bibe pêwîste hemû sazî û dezgehên li Kurdistanê li dijî “durûtiyê” bibin yek û alîkariya hev bikin. Çatikkaş destnîşan kir ku ji bo ew talankirina xwezaya Kurdistanê rawestînin divê her kes bi hev re tevbigere û lazim ew bibin yek deng û heke ew bibin yek dê dikaribin vê talanê bisekinînin. 
 
MA / Omer Akin
 

Sernavên din

18/07/2022
10:38 Doza Denîz Poyraz: Şirîkên cînayetê derxînin holê
10:20 Danişîna Denîz Poyraz dest pê kir: Kesek xwest bi çek bikeve edliyeyê
09:40 Piştî dayika wê hat qetilkirin qet mezin nebû!
09:02 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Wê min bikujin
09:02 Şoreşa Rojava 10 salî ye: Dewlemendiyeke mezin hat afirandin
09:02 ‘Pirsgirêka binesaziyê û çêkirina HES’an li Amedê rê li ber gelek nexweşiyan vedike’
09:01 Guldîken: Nexweşxane navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh nînin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
17/07/2022
22:36 Li Licê şerekî dijwar
17:10 Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar bû
16:47 Li Musilê êrişa hewayî: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:06 ÎHD 36 salî ye
15:04 Di şerê li başûr de leşkerek hat kuştin
14:44 Zarokê 6 salî û kalikê xwe hatin kuştin
13:53 Belavkara Yenî Yaşamê hat berdan
13:30 Malbata Şenyaşar: Fadil li benda edaletê ye
13:04 Li Kampa Holê cînayet zêde dibin
12:16 Sancar hişyarî da muxalefetê: Li dijî planên şer hişyar bin
11:39 Li Hindistanê lehî: di 47 rojan de 102 kes mirin
11:23 Li Kerkûkê 7 endamên DAIŞ’ê hatin girtin
11:20 Danişîna 4’emîn a doza Denîz Poyraz sibê tê lidarxistin
10:27 Li Zapê êrişên bi çeken kîmyewî berdewam dikin
10:19 Çiyayê Kurdek bûye stargeha giyayên şîfayî
09:19 Li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de bûne 'hêlîna ewlehiya' DAIŞ'ê
09:03 Şêniyên Sûrê yên tê xwestin xaniyê wan bên xerakirin: Em derkevin em ê nikaribin heqê kirê bidin
09:02 Pîrê elewiyan: Niha jî dixwazin hewl bidin elewiyan bi şiî-îslamê asîmile bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:32 Li Herêma Kurdistanê ji bo PKK’ê milyonek îmze hatin berhevkirin
16/07/2022
20:47 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
19:20 Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût dest pê kir
19:09 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Li hemberî îşkenceyê bawerî, wêrekî û berxwedan hebû
18:38 Rojnamevan: Bila baş bê zanîn ku dê dengê me bilindtir bibe
17:31 ‘Bila rojnameger bên berdan’
16:11 Faîlên Agît û Akîpa hatin pirsîn
15:35 Ji bo Berdevkiya Meclisa Jinan a HDP’ê carek din Başaran hat bijartin
15:33 ATK’ê ji bo girtiyê ji sedî 41 astengdar got, ‘dikare di girtîgehê de bimîne’
15:32 Qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi pêşandanê hatin bibîranîn
15:17 ‘Bila girtî Yildirim ê ji sedî 98 astengdar e bê berdan’
14:43 Sewalên hevserokê HDP’yî hatin kuştin
14:32 Kujerên Mîhyaz hatin pirsîn
14:07 Piştevaniya ji bo 16 rojnamevanên kurd berdewam dike
13:39 Dayikên Şemiyê Hasan Gulunay bi bîr anîn
13:01 Xizmên Windayan li aqubeta Hasan Gulunay pirsîn
13:00 Meclisa Jinan a HDP’ê civiya: Dê xeta têkoşînê ya dema nû were diyarkirin
12:03 Malbata Şenyaşar: Bi gotinan aramî û xweşî nayê
11:52 Dîsa êrişî gora Alîş Çubuk kirin
11:46 Girtiyan 33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bi bîr anîn
11:12 Li Amedê jina ku rastî êrişê hat bi xedarî birîndar bû
11:11 Qurbaniyên Komkujiya Pirsûsê dê li gelek bajaran bên bibîranîn
10:13 Wesayîta karkerên çandiniyê wergeriya
10:02 Berhemên Baxçeyên Hewselê bûne çavkaniya debara welatiyan
09:02 AYM: Mafê hilbijartinê yê Yuksekdag hatiye binpêkirin
09:02 Banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:01 16 rojnamevan mehek e girtî ne
09:00 Bêyî 'destûrwergirtinê' kes nikare biçe Cîloyê!
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
15/07/2022
20:51 Li Girtîgeha Beşîkduzu ya Tîpa T'yê girtiyan dest bi greva birçîbûnê kir
18:17 Mazlûm Ebdî: Tirkiye gava keysê bi dest bixe dê êrişê bîne ser herêmê
16:37 Li Rihayê bîranîna 14’ê Tîrmehê hat lidarxistin
15:33 Tûrnûvaya Fûtbolê ya Kemal Kûrkût sibê dest pê dike
13:41 Li Amed û Stenbolê dê ji bo rojnamevanên girtî daxuyanî bên dayîn
13:26 Ferît Şenyaşar: Em ê gotina xwe ya heq, hiqûq û edalet bidomînin
13:26 Hêzên PDK’ê stranên tirkî bi rojnamevan Geerdinke dane guhdarkirin
12:17 PZK'ê Celadet Alî Bedirxan bi bîr anî
11:56 Bîlançoya şer a 3 mehan hate aşkerekirin
10:37 Greenpeace: Talankirina xwezaya li herêmê derveyî qada pisporiya me ye
09:29 Li Elkê 4 sal in projeya germavê berdewam dike
09:15 Şamî: Em ê şer bibin hemû herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de
09:03 Serdozgeriya Dadgeha Bilind xwest Başbûg di doza Licê de bê guhdarkirin
09:03 ‘Azadiya Ocalan azadiya Tirkiyeyê ye’
09:01 Behsa mirina bi guman a li girtîgehê kir
09:01 Hemalê 67 salî : Nanê feqîran qediya
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
14/07/2022
18:58 Pirtûka Esmer Kiyarê îmze kirin
16:23 Nobeda Edaletê di hefteya 17’emîn de ye: Ma cîhan îşkenceyê nabîne?
16:17 Tunç: Ruhê 14’ê Tîrmehê paradîgmaya me ya îro ye
13:40 Yekitiya Nivîskarên Neteweyî: Em piştgiriyê didin rojnamevanên kurd
12:50 ATK’ê rapora sêyemîn ‘dikare di hefsê de bimîne’ da Tugluk
12:40 Nobeda Edaletê: Partiyên siyasî hevkarên vî sûcî ne
12:32 Malbata Şenyaşar nobeda xwe ya îro li Girtîgeha Xarpêtê digire
12:24 Polîsan bîranîna Elî Çîçek asteng kir
12:14 PDK’ê rojnamevana Holandî Geerdink dersînor kir
11:40 Şewata li Çeşmê û Datçayê didome
11:20 Bêdengiya têkildarî cenazeyê leşkerê di destê HPG’ê de didome
10:17 Nameyên rojnamevanên girtî hatin desteserkirin
10:02 Li 3 gundên Hîzanê qedexeya derketina derve hate ragihandin
09:38 Malbatên rojnamevanên girtî bi lêgerîna tazî re rûbirû man
09:35 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
09:30 Li Hatayê mudaxileyî Mîhrîcana Evvel Temmûzê kirin: 24 kes hatin binçavkirin
09:08 Li Girtîgeha Aydinê mirineke bi guman: Gelo întîhar e yan cînayet e?
09:02 Li Amedê ji 2 testan testek pozîtîf e
09:02 Êrişên nijadperest zêde bûne, gelek penaber serî li komeleyê didin
09:00 ‘Pêkanînên Esat Oktay îro jî li 300 girtîgehan didomin’
09:00 ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
13/07/2022
15:39 Li pêş girtîgehê Nobeta Edaletê girtin: Bêdengî wijdanan dirizîne
14:35 ÇEVDER: Geliyê Zîlan îro jî bi talana ekolojîk tê werankirin
13:03 Malbata Şenyaşar: Kesên ji qêrînên edaletê re bêdeng dimînin wê winda bikin
12:42 Nobeta edaletê di roja 240'emîn de berdewam dike
11:56 Bûldan: Ez spasiya xwe pêşkeşî herkesên ku bûn şîrîkê şîna me dikim
11:32 Li Efrînê 3 kes hatin revandin