Emîrê DAIŞ’ê di Doza Komkujiya Garê de axivî: Ez 80 rojan li MÎT’ê mam

  • rojane
  • 15:44 19 Tîrmeh 2022
  • |
img
ENQERE – Emîrê DAIŞ’ê yê Tirkiyeyê di Doza Komkujiya Gara Enqereyê de axivî û wiha got: “Ez 80 rojan li MÎT’ê mam. Min her tişt qebûl kir.” 
 
DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Enqereyê êrişeke bombeyî pêk anî û di encamê de 104 kes hatin qetilkirin û bi sedan jî birîndar bûn. Derheqê 16 bersûcên firarî de Doza Komkujiya Gar a Enqereyê hatibû vekirin. 16’emîn danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hate dîtin. Malbatên kesên di komkujiyê de hatine qetilkirin, endamên 10 Ekîm-Der’ê, nûnerên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Halkevlerî û gelek parêzer jî di danişînê de amade bûn. Bersûc Erman Ekîcî ku bi “sûcê li dijî mirovahiyê” tê darizandin, ji girtîgeha lê tê ragirtin bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû. 
 
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan û bi xwendina ewraqên derheqê biryarên di rûniştinên din de hatibûn şandin dest pê kir. 
 
Di danişînê de ji ewil Kasim Guler hat guhdarîkirin ku weke “Emîrê DAIŞ’ê yê Tirkiyeyê” tê pênasekirin. Guler, ji Girtîgeha Sîncanê bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû. 
 
‘MIN LI MÎT’Ê HER TIŞT QEBÛL KIR’ 
 
Şandeya dadgehê ji Kasim Guler pirs kir bê ka 16 bersûcan nas dike yan na. Guler, da zanîn ku ji van 16 kesan Îlhamî Balî û Ahmet Guneş nas dike. Guler, da zanîn ku ber bi dawiya sala 2014’an ve çû Sûriyeyê û tev li DAIŞ’ê bûye, di hezîrana sala 2015’an de birîndar bûye û sê mehan di nexweşxaneyê de ma ye. Bi domdarî Guler ev agahî dan: “Di demekê lêgerîna min di asta herî jor de MÎT’ê ez bi operasyonekê girtim. Min her tişt qebûl kir.” 
 
DEMA DERHEQÊ MÎT’Ê DE LI XWE MIKUR DIHAT SEGBÎS QUT BÛ
 
Dema Guler derheqê MÎT’ê de li xwe mikûr dihat de di SEGBÎS’ê de “pirsgirêk” derket. Dadgehê xwest ku Guler di rûniştineke din de amade be. 
 
‘EZ BI EKÎCÎ RE LI HEMAN GIRTÎGEHÊ MAM’
 
Dadgehê piştre jî şahid Gokhan Karademîr guhdar kir. Têkildarî bersûcên fîrarî de Karademîr got ku Ahmet Guneş nas dike û bi Erman Ekîcî re jî di heman girtîgehê de ma ye. Karademîr, anî ziman ku di sala 2011’an de ketiye girtîgehê û di kanûna sala 2018’an de hatiye berdan û wiha domand: “Dema ez di girtîgehê de ev bûyer çêbû. Agahiyeke min a zêde tune bû. Di sala 2016’an de ji bo alîkariyê çûm Sûriyeyê. Ez 6 mehan li wir mam. Piştî ji girtîgehê derketim jî nasnameya min li Sûriyeyê hatiye dîtin. Min got dixwazim ji ‘poşmantiya bibandor’ sûd bigirim. Ez Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî nas nakim û Savaş Yildiz jî li ser televîzyonê nas dikim. Ahmet Guneş jî li Sûriyeyê dersa Qur’anê dersên olî dida me. Her wiha Cebraîl Kaya jî ders didan. Beriya biçim Sûriyeyê, me li Komeleya Ensar a Ciwan hinek perwerde dîtin. Yên xwe amade didîtin jî dişandin Sûriyeyê.” 
 
ŞAHIDÊ DAIŞ’Î ÎDIA KIR KU WEKE HEDEF HATIYE NÎŞANDAN 
 
Bi domdarî Karademîr destnîşan kir ku piştî girtîgehê ji “poşmantiya bibandor” sûd girtiye û îdia kir ku têkiliya xwe ya bi DAIŞ’ê re qut kiriye. Karademîr, axaftina xwe wiha domand: “Ahmet Guneş, piştî ku hatim berdan jiyana xwe ji dest da. Di sala 2011’an de bi Yûnûs Durmaz re çûm Sûriyeyê. Ez vegeriyam lê Durmaz venegeriya. Nizanim bê ka dîsa vegeriya yan na. Malbatên 10’ê Cotmehê min weke hedef nîşan didin. Navê min di Rojnameya Evrenselê de derket. Min weke sempatîzanê DAIŞ’ê nîşan didin. Lewma dê serlêdana sûc bikim.” 
 
Piştî axaftinên şahidan jî parêzeran mafê axaftinê girt. Ji ewil parêzer Eylem Sarioglu axivî û pirsa “Gelo li Dîlokê Yûnûs Durmaz an Ahmet Guneş peywirdarê payebilind bû” kir. Li ser vê yekê Karademîr got; “Yûnûs Durmaz.” Ji bo pirsa “Tu têkiliya we bi Îlhamî Balî re heye yan na” jî Karademîr wiha bersiv da: “Ez bi kesê bi navê Ebû Bab re di nava têkiliyan de bûm.” Li ser pirsa Sarioglû ya “Piştî ku ji Sûriyeyê vegeriyayî têkiliya te ya bi DAIŞ’ê re domiya yan na” jî Karademîr wiha got: “Ez ketim girtîgehê. Piştre jî ji dosyayeke edlî di girtîgehê de mam. Nasnameya li Sûriyeyê hatibû dîtin lewma ez xistim qawîşa siyasiyan. Ez li wir 2 mehan mam.” Pirsên “Gelo hatin û çûna Sûriyeyê hêsan bû yan na” û “Hûn li wir li ku man” jî Karademîr wiha bersivand: “Ez li navçeya Alyeyê mam. Yûnûs Durmaz, Îlyas Aydin û Nûsret Yilmaz berpirsyarên vê derê bûn. Ahmet Guneş dersa fikhê, ya Qur’anê û jiyana pêxember dida. Di dema hatin û çûnan de kesekî pirsek ji me nekir bê ka em kî ne yan kî nînin.” Li ser van pirsên Sarioglû jî serokê dadgehê îtîraz kir û got; “Ev agahî dabûn dîsa nepirsin.” 
 
ŞAHID DEREWAN DIKE 
 
Piştî axaftinên Karademîr, parêzer Mûrat Kemal Gunduz axivî. Gunduz, da zanîn ku axaftinên şahid derewin û wiha got: “Şahid tiştên nerast dibêje. Delîlên ber encamê ve dibin red dike. Daxwaza me ne derheqê bersûcên fîrarî de ye. Jixwe ev 7 sal in lêgerîna wan heye û dewletê agahiyên îstîxbarî yên nû kom kirine. Lewma divê daxwaza belgeyan bê kirin.”
 
‘DI DOZA KONYAYÊ DE HINEK ŞAHID HATINE GUHDARÎKIRIN’ 
 
Parêzer Senem Doganoglû jî da zanîn ku di vê dozê de tu carî daxwaza guhdarîkirina şahidan nekirine û wiha domand: “Dosyayên kêm di destê me de nînin û divê van bidin me. Ji bo hevjînên bersûcên fîrarî biryareke navberê nehat dayîn. Lêpirsîna derheqê Gulay Tulay girîng e. Derheqê Hasan Huseyîn Ugur de daxwazên me hebûn lê pêk nehatin. Em dixwazin ev jî bê dosyaya me. Hinek şahidên nû hene ku Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê guhdarî nekirine û li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê ne. Em dixwazin ev kes bên guhdarîkirin. Îfadeya Kasim Guler a li TEM’ê heye ku hinek rîsale tê de derbas dibin. Em dixwazin ku girtekên van rîsaleyan ên derheqê Kasim Guler de bên anîn û lêkolînkirin.”
 
‘JI DESTPÊKA LÊPIRSÎNÊ HETA NIHA 330 DAXWAZÊN ME ÇÊBÛN’ 
 
Parêzer Îlke Işik jî diyar kir ku heta niha 330 daxwazên wan çêbûne û ji van 178 jê hatine redkirin û 150 jî hatine qebûlkirin. Bi domdarî Işik ev tişt anî ziman: “Daxwaza me ya lêkolîna derheqê girtina bersûcên firarî de jî hate redkirin. Me got ku Nûsret Yilmaz derbasî Gurcistanê bûye û bila were lêkolînkirin. Lê nehat kirin. Derheqê van bersûcan de tu agahî nayên dayîn. Gelo ma mimkine ku plansaziyeke ewqas mezin bikin û haya xebatkarên cemaweriyê jê nebe? Daxwaza min ew e ku Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag û Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû bên guhdarîkirin. Derheqê wê demê de çi dizanin bila bibêjin.”
 
ŞAHID EKÎCÎ ÎDIA RED KIRIN 
 
Piştî parastinan jî şahid Erman Ekîcî axivî û got ku di gelek ewraqê ji wî re hatine şandin de navê wî weke “Ebû Talha” hatiye nivîsandin û wiha got: “Ev nav li min hatiye kirin. Ez Ebû Talha nînim. Heta şahidên min nas dikin jî dibêjin ku eleqeya min bi bûyera li Enqereyê re nîne.” 
 
Şandeya dadgehê saetek navber da danişînê. 
 

Sernavên din

21/07/2022
10:56 Çapemeniya Tirkiyeyê çav û guhên xwe ji komkujiya Zaxoyê re girt
10:41 Çalakvanan xwestin ku sefîrtiya Tirkiyeyê were girtin
10:33 Kaçmaz: Leşkerên payebilind ji bo bazirganiyê ‘herêma ewlehiyê’ radigihînin û daran talan dikin
10:06 Ji ber Komkujiya Zaxoyê li Iraqê şîn hat ragihandin
10:05 Di turnûvaya futbolê ya Kemal Kurkut de birîna daran hat protestokirin
09:30 Ji parlamenterên Iraqê danezana hevpar: Tirkiyeyê sûcê şer kir
09:29 107 kesên duh di çalakiyên Komkujiya Pirsûsê de hatin binçavkirin hatin berdan
09:03 Keskîn: Serokkomartî li şûna ku telefona me bike bila peymanan pêk bîne
09:00 Parêzer Baykal: Biryara Şûraya Dewletê bi awayekî derhiqûqî rê li ber vekişîna ji peymanên din jî vekeir
09:00 ROJEVA 21'Ê TÎRMEHA 2022
01:15 Konseya Ewlekariya Neteweyî: Divê Tirkiye eskerên xwe ji Iraqê derxe
01:07 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Kifş bû ku Tirkiye êriş pêk aniye
20/07/2022
23:04 Daxuyaniya DBP'ê ya têkildarî êrişa li Zaxoyê
21:57 Êrişa Tirkiyeyê ya li ser Zaxoyê di çapemeniya cîhanê de
20:30 Polîsan li Enqere û Îzmîrê mudaxaleyî bîranîna Pirsûsê kir
19:09 Xelata Azadiya Çapemeniyê ya 2022’an ji bo 16 rojnamevanên girtî
18:44 Hevşaredara Norşînê ya berê Avras hat berdan
16:46 Komîteya Mîhrîcana Munzurê: Di zûtirin demê de dawî li van qedexeyan bînin
16:35 Bertekên li dijî Dadgeha Bilind zêde dibin: Peymanên navneteweyî di talûkeyê de ne
16:19 Mazlum Ebdî bi Michael Coella re hevdîtin kir
16:11 Şehmîran Karahan li Mêrsînê hate definkirin
16:02 Nehiştin qeyûmê li CHP’a Amedê hatiye tayînkirin bikeve avahiya partiyê
15:51 Nîjadperestan li Denîzliyê êrişî malbateke kurd kirin
15:29 Tirkiyeyê Zaxoyê bombebaran kir: 9 kes mirin, 22 kes jî birîndar bûn
15:27 Kesên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dabûn li gelek bajaran hatin bibîranîn
15:27 ‘Rêwiyên hêviyê’ li cihê hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:00 Malbatan li pêşiya ATK’ê ji bo xizmên xwe banga azadiya kirin
12:55 Ji bo Aydenîz kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:21 Li Rihayê dê 2 rojan av neyê dayîn
12:21 Derheqê nûçegihana JINNEWS’ê Deger de lêpirsîn hat desptêkirin
12:08 Malbata Şenyaşar: Em 33 rêwiyên hêviyê bi rêzdarî bi bîr tînin
12:03 Gunay: Çareserî ne li Tehran û Washingtonê lê li ser vê xakê ye
11:31 Têketina Dêrsimê ya Grup Yorûm û Grup Îsyan Ateşî hate qedexekirin
10:58 Ji bo Geverê sewqiyeta leşkerî
10:57 Ji AYM’ê biryara Demîrtaş: Vekirina dozê ‘binpêkirina maf e’
10:38 DEDAŞ'ê li qada sîtê yên sereke avahiyên trafoyan çêkir
10:35 Dadgehê ji bo parvekirina ‘Şeytanê mezin’ got ‘rexneya giran’ û biryara beraetê da
10:02 Sûlava Hankeyê li benda tescîlkirina bilindahiyê ye
10:01 ‘Ev 7 sal in nobetê li gora kurê xwe digirim da ku neyê rûxandin’
09:08 ‘Nîjadperestiya partiyên muxalîf dibe sedema dijminatiya li hemberî koçberan’
09:05 Jinên endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Em ê têkoşîna jinan bilindtir bikin
09:04 Di îdianameya endamên heyeta şopandinê de yekane 'sûc' wêneyê 9 sal berê ye
09:04 Rojnameger Mehmûd: Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike
09:03 Qeyûm Liceyê difiroşe!
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2022
19/07/2022
23:25 Li Stenbolê ji bo salvegera Şoreşa Rojavayê çalakî
22:56 Jin li dijî biryara Şûraya Dewletê daketin kolanan
16:53 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê radestî malbatan hatin kirin
16:47 ‘Kobanê bi ruhê 19’ê Tîrmehê hat rizgarkirin’
16:46 Daxwaza betalkirina biryara Peymana Stenbolê hat redkirin
16:04 ESP: Divê em bi hev re Şoreşa Rojava biparêzin
15:54 Ji xala 301’ê doz li Emîne Şenyaşar hat vekirin
15:45 Dîmenên nû yên qirkirina xwezaya Şirnexê derketin
15:44 Emîrê DAIŞ’ê di Doza Komkujiya Garê de axivî: Ez 80 rojan li MÎT’ê mam
15:09 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser doza Denîz Poyraz
14:56 Di salvegera Şoreşa Rojava de Tirkiye, Îran û Rûsya li Tehranê civiyan
14:44 ÎHD: Bila dawî li îşkence û mauemeleya xerab were anîn
14:37 Wezaretê ne derewand ne jî daxuyaniyek da
13:54 Festîvala Mûnzûrê dê wek ku hat eşkerekirin bê lidarxistin
13:40 HDP’ê ji bo ÎHÎK’ê serlêdan kir: Divê li Girtîgeha Aydinê lêkolîn were kirin
13:18 Welatiyan bertek nîşanî rêveberiya nexweşxaneyê da: Rêveberî îstîfa
12:59 Turnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut sibe li Silopiyayê dest pê dike
12:57 DBP: Şoreşa Rojava ji bo gelan bûye hêviya jiyana hevpar
12:22 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:03 ‘Çima vê êşê bi me û zarokên me didin kişandinê?’
11:31 Mazlûm Ebdî salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir
11:05 Cenazeyê Mahmudî li Wanê hat veşartin
10:57 Doza li parêzerên Ocalan hatibû vekirin paşve dan
10:52 Di Çemê Dîcleyê de seyê avî hate dîtin
10:51 ‘Mala zanînê’ ya qeyûm bûye mala tiryakkêşan!
10:50 Karayilan: Heke Soylu wê kasetê neweşîne sextekar û derewkar e
10:32 Li Licê şer: 2 çawişên pispor hatin kuştin
10:29 Ciwanan ji bo Pirsûsê bang kir
10:10 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê tên ragirtin di greva birçîbûnê de ne
10:09 Baroya Şirnexê dê li dijî qirkirina xwezayê bi 300 parêzeran biçe herêmê
09:05 'Desthilata AKP'ê nexweşxaneyên taybet li nexweşan ferz dike'
09:05 Rojnameger Seyda: Sedema qeyrana li Iraqê PDK ye
09:04 'Piştî Şengal û Somaliyê dê biçûya Kobanê'
09:03 Egîtîm Sen: Ne dersa bijartî, em perwerdehîya bi zimanê zikmakî dixwazin
09:03 Gotina jibîrnebûyî ya Şalciyê: Em bibin pêşengên têkoşînê
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
18/07/2022
20:17 Şiraz Işik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:08 Danişîna doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
18:00 Ên li ber HDP'ê tên sekinandin ji bo pereyan bi hev ketin!
16:51 Girtiyekî li Girtîgeha Panosê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kir
16:42 Parlamenterê CHP’ê li ser nûçeya me ya’mirina bi guman’ daxwaza komîsyona lêkolînê kir
16:03 MYK’a HDP’ê: Beriya doza Denîz Poyraz gef li parlamenterên me xwarin
15:35 Kujerê Denîz Poyraz pirs paşguh kirin
15:12 Li serokatiya CHP’ê ya Amedê qeyûm hat tayînkirin
14:46 Li Şikefta Birîndaran helîkopterek hate xistin
14:43 MYK’a HDP’ê ji bo dabeşkirina peywiran civiya
14:35 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê: Divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin
13:56 Li nêzî baregeheke leşkerî ya li Cûdî teqîn: Kesek birîndar bû
13:42 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
12:54 TTB’ê derbarê meleyê ku wan kiribû hedefê de gilî kir
12:45 Kesên bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûyîn: Xwestin vîna me tune bikin
11:57 Nehiştin serokê baroyê pirsan ji kujer Gencer bike
11:34 Li Şaxê leşkerek hat kuştin
11:33 Li Girtîgeha Beşîkduzu greva birçîbûnê: Divê şande werin lêkolînê bikin
11:29 Di turnuvaya futbolê de ji bo 16 rojnamegeran pankart hat vekirin