‘Kobanê bi ruhê 19’ê Tîrmehê hat rizgarkirin’

  • rojane
  • 16:47 19 Tîrmeh 2022
  • |
img

AMED - Li Amedê bi ser navê “Ji Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya Zindana Amedê ber bi Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ve” hat lidarxistin. Di panelê de beşdaran da zanîn ku Kobanê bi ruhê Berxwedana 14’ê Tîrmehê hate rizgarkirin. 

Li Amedê bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) a Amedê, Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Komeleya 78'an panela “Ji Berxwedana 14'ê Tîrmehê ya Zindana Amedê ber bi Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ve” hat lidarxistin. Panel, li avahiya DBP’ê ya Rezanê hat lidarxistin. Di panelê de ji rêveberên Komelaya 78’an Celalettîn Can,  aktîvîsta TJA’yê Meryem Yildiz, endama MEBYA-DER’ê Meryem Soylu, Burhan Babaoglû ku bi dehan salan di girtîgehên cuda de ma ye û bi sedan kes amade bûn. Yek ji rêveberên Komeleya 78’an Huseyîn Bariş moderatoriya panelê kir. 
 
Li eywana panelê wêneyên berxwedêrên 14’ê Tîrmehê Alî Çîçek, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş û Akîf Yilmaz û yê Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Kandirayê jiyana xwe ji dest dabû hatibûn daliqandin. Her wiha pankarta “Me bi şeş kesan dest pê kir niha bûne bi milyonan”, “Teslîmbûn xiyanetê, berxwedan serkeftinê bi xwe re tîne” û “ Ji Berxwedana 14’ê Tîrmehê ya Zindana Amedê ve ber bi Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ve” hatibûn daliqandin. 
 
Panel bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Huseyîn Bariş axivî. Di axaftina xwe de Bariş qala têkoşîna 14’ê Tîrmehê û bûyerên wê demê kir. Piştî axaftina Bariş jî sînevîzyona derheqê 14’ê Tîrmehê û Şoreşa Rojava de hate pêşandan. 
 
‘MIROV JI MROVBÛNA XWE DÛR DIXISTIN’ 
 
Piştî sînevîzyonê jî panelîst Burhan Babaoglû axivî û wiha got: “Di salên 80’an de mirov ji mirovbûna xwe dihatin dûrxistin û teslimbûn ferz dikirin. Li dijî vê hewldanê jî ruh û têkoşîneke pir mezin derket. Berxwedana ku wê demê li girtîgehan derket pêş, zext û zor heta astekî da sekinandin.”
 
'40 SALAN ZILM KIRIN LÊ DÊ EW TÊK BIÇIN’ 
 
Piştî Babaoglû, Meryem Soylu axivî. Soylu, anî ziman ku berxwedêrên 14’ê Tîrmehê gotin “serkeftin a me ye” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê oxirê de canê xwe feda kirin. Di nava wê wehşetê de gotin; ‘em deyndarên gelê xwe ne.’ Gelê me zêdetirî 40 sal in têdikoşe û me bi hezaran şehîd dan. Li şûna her yekî jî deh kest ketin şûna wan. Pergal li ser kurdan şerê taybet dimeşîne lê çi dike bila bike serkeftin a gelê kurd e. Ev 40 sal in zilmê dikin lê dê ew têk biçin.” 
 
‘KOBANÊ BI RUHÊ 82’YAN RIZGAR BÛ’
 
Merwan Yildiz jî qala Şoreşa Rojava û berxwedana li dijî DAIŞ’ê kir û ev tişt anî ziman: “Di salên 80’an de îradeya gelê kurd û jiyana xwedî wate bi ser ket. Li Kobanê heman ruh hebû û berxwedan bi vî ruhî hat kirin. Serkeftin jî bû îradeya gelê kurd. Jinên kurd li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bi tililiyên xwe li ber xwe dan. Arîn Mîrkan, Vîyan Peyman û Avesta Xabûr bi ruhê 80' an li Kobanê li ber xwe dan û Kobanê rizgar kirin.”
 
‘HER TIŞT BI VÊŞARTÎ DIHAT KIRIN’
 
Celalettin Can jî qala çîrokên xwe yên li girtîgehê kir û da zanîn ku wê demê her tişt bi veşartî dihat kirin. Can, bi domdarî wiha axivî: “Li derve haya kesekî jê nebû ku li Zindana Amedê ewqas îşkence tê kirin. Pergaleke wisa ava kiribûn ku haya kesekî ji yê din tune bû. Tecrîdeke mezin hebû. Me li Amedê soz da ku tiştên me dîtine vebêjin. Li ser vê bingehê jî me Komeleya 78’an ava kir. Piştî avakirina komeleyê jî me rapora Zindana Amedê amade kir. Bi rastî jî weke kesên li Zindana Amedê mayîn digotin; ‘Zindana Amedê nayê vegotin, tê jiyîn.’” 
 
Panel bi pirs û bersivan berdewam kir. 
 

Sernavên din

20/07/2022
12:03 Gunay: Çareserî ne li Tehran û Washingtonê lê li ser vê xakê ye
11:31 Têketina Dêrsimê ya Grup Yorûm û Grup Îsyan Ateşî hate qedexekirin
10:58 Ji bo Geverê sewqiyeta leşkerî
10:57 Ji AYM’ê biryara Demîrtaş: Vekirina dozê ‘binpêkirina maf e’
10:38 DEDAŞ'ê li qada sîtê yên sereke avahiyên trafoyan çêkir
10:35 Dadgehê ji bo parvekirina ‘Şeytanê mezin’ got ‘rexneya giran’ û biryara beraetê da
10:02 Sûlava Hankeyê li benda tescîlkirina bilindahiyê ye
10:01 ‘Ev 7 sal in nobetê li gora kurê xwe digirim da ku neyê rûxandin’
09:08 ‘Nîjadperestiya partiyên muxalîf dibe sedema dijminatiya li hemberî koçberan’
09:05 Jinên endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Em ê têkoşîna jinan bilindtir bikin
09:04 Di îdianameya endamên heyeta şopandinê de yekane 'sûc' wêneyê 9 sal berê ye
09:04 Rojnameger Mehmûd: Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike
09:03 Qeyûm Liceyê difiroşe!
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2022
19/07/2022
23:25 Li Stenbolê ji bo salvegera Şoreşa Rojavayê çalakî
22:56 Jin li dijî biryara Şûraya Dewletê daketin kolanan
16:53 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê radestî malbatan hatin kirin
16:47 ‘Kobanê bi ruhê 19’ê Tîrmehê hat rizgarkirin’
16:46 Daxwaza betalkirina biryara Peymana Stenbolê hat redkirin
16:04 ESP: Divê em bi hev re Şoreşa Rojava biparêzin
15:54 Ji xala 301’ê doz li Emîne Şenyaşar hat vekirin
15:45 Dîmenên nû yên qirkirina xwezaya Şirnexê derketin
15:44 Emîrê DAIŞ’ê di Doza Komkujiya Garê de axivî: Ez 80 rojan li MÎT’ê mam
15:09 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser doza Denîz Poyraz
14:56 Di salvegera Şoreşa Rojava de Tirkiye, Îran û Rûsya li Tehranê civiyan
14:44 ÎHD: Bila dawî li îşkence û mauemeleya xerab were anîn
14:37 Wezaretê ne derewand ne jî daxuyaniyek da
13:54 Festîvala Mûnzûrê dê wek ku hat eşkerekirin bê lidarxistin
13:40 HDP’ê ji bo ÎHÎK’ê serlêdan kir: Divê li Girtîgeha Aydinê lêkolîn were kirin
13:18 Welatiyan bertek nîşanî rêveberiya nexweşxaneyê da: Rêveberî îstîfa
12:59 Turnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut sibe li Silopiyayê dest pê dike
12:57 DBP: Şoreşa Rojava ji bo gelan bûye hêviya jiyana hevpar
12:22 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:03 ‘Çima vê êşê bi me û zarokên me didin kişandinê?’
11:31 Mazlûm Ebdî salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir
11:05 Cenazeyê Mahmudî li Wanê hat veşartin
10:57 Doza li parêzerên Ocalan hatibû vekirin paşve dan
10:52 Di Çemê Dîcleyê de seyê avî hate dîtin
10:51 ‘Mala zanînê’ ya qeyûm bûye mala tiryakkêşan!
10:50 Karayilan: Heke Soylu wê kasetê neweşîne sextekar û derewkar e
10:32 Li Licê şer: 2 çawişên pispor hatin kuştin
10:29 Ciwanan ji bo Pirsûsê bang kir
10:10 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê tên ragirtin di greva birçîbûnê de ne
10:09 Baroya Şirnexê dê li dijî qirkirina xwezayê bi 300 parêzeran biçe herêmê
09:05 'Desthilata AKP'ê nexweşxaneyên taybet li nexweşan ferz dike'
09:05 Rojnameger Seyda: Sedema qeyrana li Iraqê PDK ye
09:04 'Piştî Şengal û Somaliyê dê biçûya Kobanê'
09:03 Egîtîm Sen: Ne dersa bijartî, em perwerdehîya bi zimanê zikmakî dixwazin
09:03 Gotina jibîrnebûyî ya Şalciyê: Em bibin pêşengên têkoşînê
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
18/07/2022
20:17 Şiraz Işik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:08 Danişîna doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
18:00 Ên li ber HDP'ê tên sekinandin ji bo pereyan bi hev ketin!
16:51 Girtiyekî li Girtîgeha Panosê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kir
16:42 Parlamenterê CHP’ê li ser nûçeya me ya’mirina bi guman’ daxwaza komîsyona lêkolînê kir
16:03 MYK’a HDP’ê: Beriya doza Denîz Poyraz gef li parlamenterên me xwarin
15:35 Kujerê Denîz Poyraz pirs paşguh kirin
15:12 Li serokatiya CHP’ê ya Amedê qeyûm hat tayînkirin
14:46 Li Şikefta Birîndaran helîkopterek hate xistin
14:43 MYK’a HDP’ê ji bo dabeşkirina peywiran civiya
14:35 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê: Divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin
13:56 Li nêzî baregeheke leşkerî ya li Cûdî teqîn: Kesek birîndar bû
13:42 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
12:54 TTB’ê derbarê meleyê ku wan kiribû hedefê de gilî kir
12:45 Kesên bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûyîn: Xwestin vîna me tune bikin
11:57 Nehiştin serokê baroyê pirsan ji kujer Gencer bike
11:34 Li Şaxê leşkerek hat kuştin
11:33 Li Girtîgeha Beşîkduzu greva birçîbûnê: Divê şande werin lêkolînê bikin
11:29 Di turnuvaya futbolê de ji bo 16 rojnamegeran pankart hat vekirin
10:38 Doza Denîz Poyraz: Şirîkên cînayetê derxînin holê
10:20 Danişîna Denîz Poyraz dest pê kir: Kesek xwest bi çek bikeve edliyeyê
09:40 Piştî dayika wê hat qetilkirin qet mezin nebû!
09:02 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Wê min bikujin
09:02 Şoreşa Rojava 10 salî ye: Dewlemendiyeke mezin hat afirandin
09:02 ‘Pirsgirêka binesaziyê û çêkirina HES’an li Amedê rê li ber gelek nexweşiyan vedike’
09:01 Guldîken: Nexweşxane navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh nînin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
17/07/2022
22:36 Li Licê şerekî dijwar
17:10 Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar bû
16:47 Li Musilê êrişa hewayî: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:06 ÎHD 36 salî ye
15:04 Di şerê li başûr de leşkerek hat kuştin
14:44 Zarokê 6 salî û kalikê xwe hatin kuştin
13:53 Belavkara Yenî Yaşamê hat berdan
13:30 Malbata Şenyaşar: Fadil li benda edaletê ye
13:04 Li Kampa Holê cînayet zêde dibin
12:16 Sancar hişyarî da muxalefetê: Li dijî planên şer hişyar bin
11:39 Li Hindistanê lehî: di 47 rojan de 102 kes mirin
11:23 Li Kerkûkê 7 endamên DAIŞ’ê hatin girtin
11:20 Danişîna 4’emîn a doza Denîz Poyraz sibê tê lidarxistin
10:27 Li Zapê êrişên bi çeken kîmyewî berdewam dikin
10:19 Çiyayê Kurdek bûye stargeha giyayên şîfayî
09:19 Li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de bûne 'hêlîna ewlehiya' DAIŞ'ê
09:03 Şêniyên Sûrê yên tê xwestin xaniyê wan bên xerakirin: Em derkevin em ê nikaribin heqê kirê bidin
09:02 Pîrê elewiyan: Niha jî dixwazin hewl bidin elewiyan bi şiî-îslamê asîmile bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:32 Li Herêma Kurdistanê ji bo PKK’ê milyonek îmze hatin berhevkirin
16/07/2022
20:47 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
19:20 Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût dest pê kir
19:09 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Li hemberî îşkenceyê bawerî, wêrekî û berxwedan hebû