Qeyûm Liceyê difiroşe!

  • rojane
  • 09:03 20 Tîrmeh 2022
  • |
img
AMED - Hevşaredarê HDP'ê yê Liceyê yê ji wezîfeyê hat girtin Tarik Mercan diyar kir ku qeyûmê tayînî şaredariyê hatiye kirin erse û kargehên aydê şaredariyê firotine, hemû îhale dane şîrketên Xarpêtiyan û kesê ku ji Enqereyê aniye jî bi bêusûlî kiriye cîgirê şaredar.
 
Hevseroka Şaredariya Lice ya Amedê ya ji Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat hilbijartin Rezan Zugûrlî di sibata 2017’an de ji wezîfeyê hatibû girtin û Qeymeqam Sînan Başak li şûna wî weke qeyûm hatibû tayînkirin. Piştî ku qeyûm Başak tayînî cihekî din hat kirin, di gulana 2018’an de Abdulkadîr Çelîk li şûna Başak bû qeyûm. Çelîk heta hilbijartina 31'ê adara 2019'an wek qeyûm wezîfedar bû. Şaredariya ku di dema hevserokên DBP'î de 7 milyon û 536 hezar û 517, 36 lîre di kaseya wê de hebû û deynên wê tune bûn, bi tayînkirina qeyûm re di nava deynan de ma. Hevşaredarên HDP'ê Tarik Mercan û Rûken Yilmaz ku di hilbijartinê de ji sedî 78 ê dengan wergirtin û di 15'ê nîsanê de şaredarî dewr girtin, 3 milyon û 586 hezar û 824,10 lîre deynê şaredariyê ragihandibûn gel. Mercan û Yilmaz jî di 3'yê adara 2020'an de ji wezîfeyê hatibûn dûrxistin û li şûna wan qeyûm hatibû tayînkirin.
 
Mercan der barê gendeliya ku qeyûman li navçeyê kiriye agahiyên girîng bi raya giştî re parve kirin. Mercan ragihand ku qeyûmê ewil di 10'ê sibata 2017'an de tayinî Şaredariya Licê hatiye kirin û di nava 2 salan de 8 milyon TL'yê di qaseya şaredariyê de qedandiye û piştre jî 4 milyon TL deyn xistiye stuyê şaredariyê. Mercan da zanîn ku qeyûmê nû hemû tiştên aydê şaredariyê firotine û wiha got: "Feraseta qeyûm li her derê bi mantiqa talankirin û fetihkirinê tevdigere. Lice jî yek ji wan e."
 
‘QEYÛMÊ DIN JÎ DIKAN FIROTIN'
 
Mercan anî ziman ku Muhammed Evlîce ku di tebaxa 2021’an de wekî qeyûm tayînî Şaredariya Liceyê hatiye kirin û hê jî wezîfedar e, erse û dikanên şaredariyê firotine û wiha domand: “Qeyûm çend roj berê ji 50 dikanên şaredariyê yek jê firot. Dê dikanên din jî bifroşe lê nikare kiryaran bibîne. Bihayê dikanên milyon û 200 hezar TL ye, lê qeyûm dikanek jê bi 750 hezar TL'yî firotiye. Ev jî nîşan dide ku li gorî serê xwe dikanan difiroşin.”
 
‘EW JI ENQEREYÊ ANÎ KIR CÎGIR'
 
Bi domdarî Mercan bi lêv kir ku qeyûmê Şaredariya Liceyê Muhammed Evlîce gava nû hatiye wezîfedarkirin Abdulkadîr Saribayê ku li Enqereyê di îtfaiyeyê de dixebitî aniye û ew bi awayekî derqanûnî kiriye cîgirê şaredar. Mercan destnîşan kir ku qeyûm hemû îhaleyên şaredariyê dane fîrmayên Xarpêtiyan û wiha pê de çû: "Ev kes hem meaşê cîgirê şaredariyê hem jî di şîrketa şaredariyê de meaşê rêvebertiyê distîne."
 
Mercan diyar kir ku qeyûm ji bo Navenda Çanda Ciwanan û kevirên parkeyî 10 milyon TL bi 60 texsîtan ji Banka Îllerê wergirtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em hîn bûn ku dê bi vê yekê navendeke ciwanan bê avakirin. Em dizanin cihê ku navenda ciwanan lê hatiye avakirin ne aydê şaredariyê, aydê xezîneyê ye. Diviyabû pêşî ev der tahsîsî şaredariyê bihata kirin paşê navend bê çêkirin. Lê bêyî van tiştan proje hat pejirandin. Niyeta wan heye hem deynê ji şaredariyên HDP'ê yên ku dê dîsa di hilbijartinê de bi ser bikevin re bihêlin hem jî Navenda Çanda Ciwanan ji saziyên din re bihêlin. Ê ev îhale wergirtiye jî şîrketeke Xarpêtê ye. Ev yek jî nîşan dide bê ka kar çawa tên kirin û çawa kar didin xizmên xwe."
 
'QEYÛM 3 MEAŞAN DIGIRE'
 
Di berdewamê de Mercan da zanîn ku qeyûmê Liceyê Muhammed Evlîce hem meaşê qeymeqamtiyê, hem meaşê qeyûmtiya şaredariyê û hem jî meaşê midûrtiya şîrketa şaredariyê distîne. Her wiha Mercan diyar kir ku qeyûm û rêvebiriya şaredariyê mazota şaredariyê di karên ne yên şaredariyê de bi kar tînin û wiha derbirî: "Meha borî tenê lêçûna mazot û benzînê ji 500 hezar TL'yî zêdetir bû. Ev hemû ji qaseya şaredariyê diçin." 
 
'ŞAREDARÎ JI LEŞKERIYÊ RE DIXEBITE'
 
Mercan diyar kir ku şaredarî karê înşeatê yê leşkeriyê û midûriyeta polîsan jî dike û got, şaredariyê ji bo kar milyon û 100 hezar TL pere daye kesekî. 
 
'DIVÊ GEL ÎTIRAZ BIKE'
 
Herî dawî jî Mercan ev tişt anî ziman: "Çi qas dikan û zeviyên Şaredariya Liceyê hebin hemû yên gelê Liceyê ne. Evana ji ber ku pereyê wan qediyaye bi mantiqa AKP'ê hema çî Şaredariya Liceyê heye dixwazin bifiroşin. Tiştên aydê şaredariyê bi erzanî didin alîgirên xwe. Dixwazin şaredariyê di bin deynan de bihêlin û vî deynî ji kesên di hilbijartinê de bi ser bikevin yanî HDP'ê re bihêlin. Bi vî awayî dixwazin gava şaredarî di dest me de be nikaribe bixebite." 
 
MA / Mujdat Can - Mehmet Guleş
 

Sernavên din

20/07/2022
12:03 Gunay: Çareserî ne li Tehran û Washingtonê lê li ser vê xakê ye
11:31 Têketina Dêrsimê ya Grup Yorûm û Grup Îsyan Ateşî hate qedexekirin
10:58 Ji bo Geverê sewqiyeta leşkerî
10:57 Ji AYM’ê biryara Demîrtaş: Vekirina dozê ‘binpêkirina maf e’
10:38 DEDAŞ'ê li qada sîtê yên sereke avahiyên trafoyan çêkir
10:35 Dadgehê ji bo parvekirina ‘Şeytanê mezin’ got ‘rexneya giran’ û biryara beraetê da
10:02 Sûlava Hankeyê li benda tescîlkirina bilindahiyê ye
10:01 ‘Ev 7 sal in nobetê li gora kurê xwe digirim da ku neyê rûxandin’
09:08 ‘Nîjadperestiya partiyên muxalîf dibe sedema dijminatiya li hemberî koçberan’
09:05 Jinên endamên Meclisa Partiyê ya HDP'ê: Em ê têkoşîna jinan bilindtir bikin
09:04 Di îdianameya endamên heyeta şopandinê de yekane 'sûc' wêneyê 9 sal berê ye
09:04 Rojnameger Mehmûd: Gel dê armancên Tirkiyeyê pûç bike
09:03 Qeyûm Liceyê difiroşe!
09:00 ROJEVA 20'Ê TÎRMEHA 2022
19/07/2022
23:25 Li Stenbolê ji bo salvegera Şoreşa Rojavayê çalakî
22:56 Jin li dijî biryara Şûraya Dewletê daketin kolanan
16:53 Cenazeyên 3 endamên HPG’ê radestî malbatan hatin kirin
16:47 ‘Kobanê bi ruhê 19’ê Tîrmehê hat rizgarkirin’
16:46 Daxwaza betalkirina biryara Peymana Stenbolê hat redkirin
16:04 ESP: Divê em bi hev re Şoreşa Rojava biparêzin
15:54 Ji xala 301’ê doz li Emîne Şenyaşar hat vekirin
15:45 Dîmenên nû yên qirkirina xwezaya Şirnexê derketin
15:44 Emîrê DAIŞ’ê di Doza Komkujiya Garê de axivî: Ez 80 rojan li MÎT’ê mam
15:09 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser doza Denîz Poyraz
14:56 Di salvegera Şoreşa Rojava de Tirkiye, Îran û Rûsya li Tehranê civiyan
14:44 ÎHD: Bila dawî li îşkence û mauemeleya xerab were anîn
14:37 Wezaretê ne derewand ne jî daxuyaniyek da
13:54 Festîvala Mûnzûrê dê wek ku hat eşkerekirin bê lidarxistin
13:40 HDP’ê ji bo ÎHÎK’ê serlêdan kir: Divê li Girtîgeha Aydinê lêkolîn were kirin
13:18 Welatiyan bertek nîşanî rêveberiya nexweşxaneyê da: Rêveberî îstîfa
12:59 Turnûvaya Futbolê ya Kemal Kurkut sibe li Silopiyayê dest pê dike
12:57 DBP: Şoreşa Rojava ji bo gelan bûye hêviya jiyana hevpar
12:22 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:03 ‘Çima vê êşê bi me û zarokên me didin kişandinê?’
11:31 Mazlûm Ebdî salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir
11:05 Cenazeyê Mahmudî li Wanê hat veşartin
10:57 Doza li parêzerên Ocalan hatibû vekirin paşve dan
10:52 Di Çemê Dîcleyê de seyê avî hate dîtin
10:51 ‘Mala zanînê’ ya qeyûm bûye mala tiryakkêşan!
10:50 Karayilan: Heke Soylu wê kasetê neweşîne sextekar û derewkar e
10:32 Li Licê şer: 2 çawişên pispor hatin kuştin
10:29 Ciwanan ji bo Pirsûsê bang kir
10:10 Girtiyên li Girtîgeha Kurkçulerê tên ragirtin di greva birçîbûnê de ne
10:09 Baroya Şirnexê dê li dijî qirkirina xwezayê bi 300 parêzeran biçe herêmê
09:05 'Desthilata AKP'ê nexweşxaneyên taybet li nexweşan ferz dike'
09:05 Rojnameger Seyda: Sedema qeyrana li Iraqê PDK ye
09:04 'Piştî Şengal û Somaliyê dê biçûya Kobanê'
09:03 Egîtîm Sen: Ne dersa bijartî, em perwerdehîya bi zimanê zikmakî dixwazin
09:03 Gotina jibîrnebûyî ya Şalciyê: Em bibin pêşengên têkoşînê
09:00 ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
18/07/2022
20:17 Şiraz Işik piştî 30 salan ji girtîgehê derket
20:08 Danişîna doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin
18:00 Ên li ber HDP'ê tên sekinandin ji bo pereyan bi hev ketin!
16:51 Girtiyekî li Girtîgeha Panosê li dijî binpêkirinan dest bi greva birçîbûnê kir
16:42 Parlamenterê CHP’ê li ser nûçeya me ya’mirina bi guman’ daxwaza komîsyona lêkolînê kir
16:03 MYK’a HDP’ê: Beriya doza Denîz Poyraz gef li parlamenterên me xwarin
15:35 Kujerê Denîz Poyraz pirs paşguh kirin
15:12 Li serokatiya CHP’ê ya Amedê qeyûm hat tayînkirin
14:46 Li Şikefta Birîndaran helîkopterek hate xistin
14:43 MYK’a HDP’ê ji bo dabeşkirina peywiran civiya
14:35 Şaxa ÎHD’a Mêrsînê: Divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin
13:56 Li nêzî baregeheke leşkerî ya li Cûdî teqîn: Kesek birîndar bû
13:42 Emîne Şenyaşar: Kurê min berdin
12:54 TTB’ê derbarê meleyê ku wan kiribû hedefê de gilî kir
12:45 Kesên bi birîndarî ji komkujiyê xelas bûyîn: Xwestin vîna me tune bikin
11:57 Nehiştin serokê baroyê pirsan ji kujer Gencer bike
11:34 Li Şaxê leşkerek hat kuştin
11:33 Li Girtîgeha Beşîkduzu greva birçîbûnê: Divê şande werin lêkolînê bikin
11:29 Di turnuvaya futbolê de ji bo 16 rojnamegeran pankart hat vekirin
10:38 Doza Denîz Poyraz: Şirîkên cînayetê derxînin holê
10:20 Danişîna Denîz Poyraz dest pê kir: Kesek xwest bi çek bikeve edliyeyê
09:40 Piştî dayika wê hat qetilkirin qet mezin nebû!
09:02 Girtiyê ku gardiyanan lêxist: Wê min bikujin
09:02 Şoreşa Rojava 10 salî ye: Dewlemendiyeke mezin hat afirandin
09:02 ‘Pirsgirêka binesaziyê û çêkirina HES’an li Amedê rê li ber gelek nexweşiyan vedike’
09:01 Guldîken: Nexweşxane navenda bazirganiyê yan jî balafirgeh nînin
09:00 ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
17/07/2022
22:36 Li Licê şerekî dijwar
17:10 Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê diyar bû
16:47 Li Musilê êrişa hewayî: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
15:06 ÎHD 36 salî ye
15:04 Di şerê li başûr de leşkerek hat kuştin
14:44 Zarokê 6 salî û kalikê xwe hatin kuştin
13:53 Belavkara Yenî Yaşamê hat berdan
13:30 Malbata Şenyaşar: Fadil li benda edaletê ye
13:04 Li Kampa Holê cînayet zêde dibin
12:16 Sancar hişyarî da muxalefetê: Li dijî planên şer hişyar bin
11:39 Li Hindistanê lehî: di 47 rojan de 102 kes mirin
11:23 Li Kerkûkê 7 endamên DAIŞ’ê hatin girtin
11:20 Danişîna 4’emîn a doza Denîz Poyraz sibê tê lidarxistin
10:27 Li Zapê êrişên bi çeken kîmyewî berdewam dikin
10:19 Çiyayê Kurdek bûye stargeha giyayên şîfayî
09:19 Li cihên di bin kontrola Tirkiyeyê de bûne 'hêlîna ewlehiya' DAIŞ'ê
09:03 Şêniyên Sûrê yên tê xwestin xaniyê wan bên xerakirin: Em derkevin em ê nikaribin heqê kirê bidin
09:02 Pîrê elewiyan: Niha jî dixwazin hewl bidin elewiyan bi şiî-îslamê asîmile bikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:32 Li Herêma Kurdistanê ji bo PKK’ê milyonek îmze hatin berhevkirin
16/07/2022
20:47 Xebatkara rojnameya Yenî Yaşamê hat binçavkirin
19:20 Tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna Kemal Kûrkût dest pê kir
19:09 Berxwedana 14'ê Tîrmehê: Li hemberî îşkenceyê bawerî, wêrekî û berxwedan hebû