Rojnameger Işik: PDK piştî êrişa Zaxoyê nikare heman helwesta xwe bidomîne

  • rojane
  • 14:59 21 Tîrmeh 2022
  • |
img

ENQERE - Rojnameger Fehîm Işik diyar kir ku Tirkiyeyê li Zaxoyê sûcê şer kiriye û wiha got: “Rêveberiya başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî û PDK jî di nav de nikarin êdî helwesta xwe bidomînin. Neçarin ku li dijî vê bêperwatiya dewleta tirk xwedî helwestekî zelal bin. Sûc aşkera ye û heke tevî vî sûcî jî hevkariya xwe bidomînin, dê bibin şirîkên vî sûcî.” 

 
Di êrişa Tirkiyeyê ya li dijî qada geştê ya li gundê Perex ê Zaxo ya Herêma Federal a Kurdistanê de 2 jê zarok bi giştî 9 sivîl hatin qetilkirin û zêdetirî 29 kes jî birîndar bûn. Rayedarên Iraqê piştî komkujiyê rojek şîn ragihandin û bi daxuyaniyên xwe Tirkiye şermezar kirin. 
 
Nivîskarê Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Fehîm Işik, têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê û daxuyaniyên rayedarên PDK û Hikûmeta Iraqê nirxand. 
 
Rojnameger Işik diyar kir ku Tirkiye polîtîkaya êrişên li dijî kurdan xistiye meriyetê û wiha got: “Tirkiye di van demên demê de ji bo van êrişan ji derfetên bêdawî yên PDK’ê pêşkeşî wan kirine sûd digire. Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê zêdetirî 40 baregehên leşkerî ava kirine. Gelemperiya van baregehan jî li herêma Behdînan a di bin kontrola PDK’ê de ne. Îstîxbarata Tirkiyeyê li navendên bajaran bi awayekî vekirî xebatan dimeşîne. Zextekî giran a aboriyê li ser Başûr dikin. Hinek kesên di nava PDK’ê de li dijî PKK’ê bi Tirkiyeyê re têkiliyên gelek xurt ava kirine.” 
 
'MIROV NIKARE PARA PDK’Ê PAŞGUH BIKE’
 
Işik, destnîşan kir ku Tirkiye bi saya hinek kesên di nava îstîxbarata PDK’ê de bibandor, li dijî kurdan, sivîlan, nûnerên Rêveberiya Xweser a Şengalê û Wargeha Penaberan a Mexmûrê êrişan pêk tîne û wiha domand: “Dema mirov van tevan dide ber hev, digihije wê qenaetê ku mirov nikare di êrişên bêperwa yên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê de para PDK’ê paşguh bike. Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de PKK’ê sûcdar dike. Dibêje ku tirk li dijî PKK’ê êrişan dikin û sedema van êrişan jî PKK ye. Hinek daxuyanî jî piştî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê hatin dayîn. Yek ji wan jî ya Berpirsyarê Karên Derve yê Başûrê Kurdistanê Sefîn Dizayî bû. Dizayî xwest ku komîsyoneke lêkolînê ya Tirkiye di nav de were avakirin. Dizayî, di têkiliyên PDK’ê yên bi Tirkiyeyê re de kesê sereke ye. Heta navberekê nûnerê Enqereyê bû.” 
 
'CUDAHIYÊN DI NAVA PDK’Ê DE’
 
Bi domdarî Işik bal kişand ser daxuyaniya Biryargeha Barzanî ku bi ser navê Serokê Giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî hatiye weşandin û ev nirxandin kir: “Mesûd Barzanî bi awayekî vekirî got ku komkujî di encama topbarana Tirkiyeyê de hatiye kirin. Dema em van tevan didin ber hev, dibînin ku di nava PDK’ê de cudahî heye. Her wiha Nêçîrvan Barzanî dewleta tirk şermezar kir û got ku êriş ji hêla Tirkiyeyê ve hatiye kirin. Tirkiyeyê êrişên xwe yên li dijî herêmê û komkujiyên li dijî sivîlan zêde kirin. CPT’yê got ku ji tebaxa 2015’an heta niha 138 sivîl li Başûr hatine kuştin. Tirkiyeyê tevî vê jî nekarî tişta dixwest bi dest bixe. Lewma hewl da berê kurdan bide hev.”
 
'PDK NIKARE VÊ HELWESTA XWE BIDOMÎNE’
 
Fehîm Işik, da zanîn ku ji ber hevsengiyên siyasî yên li Başûr, Tirkiyeyê nekarî polîtîkaya şerê navxweyî yê kurdan bi ser xîne û axaftina xw wiha bi dawî kir: “Xetereya heyî ji holê ranebû lê pêşî lê ber hat girtin. Dema mirov bertekên piştî êrişa li Zaxo derketin dinihêre, dibîne ku dê rewşa heyî biguhere. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî û PDK jî di nav de, êdî nikarin heman helwesta xwe bidomînin. PDK neçare ku li dijî vê bêperwatiya dewleta tirk xwedî helwestekî zelal be. Sûcên wan ên şer pir aşkerayî derket holê û vê jî ew dan zorê. Lewma serî li rêya înkarê da. Sûc aşkera ye û heke tevî vê jî PDK hevkariya xwe bidomîne dê bibe şirîkê sûc. Ji ewil gel bertek nîşanî komkujiyê da. Piştî berteka Tevgera Sadrê, gelê Iraqê berê xwe da nûnertiyên Tirkiyeyê yên li Bexda û Necefê. Piştî berteka gel jî hemû komên siyasî bertekên tund nîşan dan. Li Iraqê her çend ku krîza hikûmetê hebe jî, Tirkiye êdî nikare ewqas bêperwa tevbigere. Ji ber ku yên nêzî Tirkiyeyê jî bertek nîşan dan.”
 

Sernavên din

24/07/2022
09:34 Rojnameger: 24’ê Tîrmehê ne cejn e, roja têkoşînê ye
09:02 Ji Şirnexê nêzî 600 ton dar tên Rihayê!
09:02 Başaran: Em bi biryar in ku têkoşîna jinê mezin bikin
09:00 ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2022’YAN
23/07/2022
16:40 Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê: Tirkiyeyê qetlîamê pêk aniye
16:39 Bi sûcdariya destdirêjiya li zarok ji serokê MHP'î re 20 sal ceza hat xwestin
16:14 Rapora Komîsyona Jinan a ÎHD’ê: Di 2021’ê de 323 jin hatine kuştin
15:57 Li Heskîfê du xwişk di golê de xeniqîn
15:30 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Îvrendî kirin
15:28 Çalakvanê di protestoya bi darbest de hatibû binçavkirin hat berdan
15:26 Hevjînên hev Ozer bi zorê bêhn didin û distînin!
14:39 Parlamantoya Iraqê li ser Qetlîama Zaxoyê civiya
14:38 Iraqê derbarê êrişên Tirkiyeyê de ji NY'yê civîna taybet xwest
14:37 ÎHD'ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşş Fîlîz
14:11 Li Şirnexê dîmenên nû yên talankirina daran: Darek jî nehatiye hiştin
13:57 Dayikên Şemiyê: Şûna gora Abdulganî Dag nîşan bidin
13:38 Çêkirina rêya Bêrecûkê û Xelfetiyê sê sal in nehatiye qedandin
13:02 Xizmên Windayan li aqûbeta Mûsa Kolûman pirsîn
11:48 Li ber avahiya AKP’ê çalakiya bi darbest li dar xistin
11:32 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
11:13 Tirkiye gundên Kantona Şehbayê û Til Temirê topbaran dike
11:02 Hin navdarên cîhanê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
10:10 Parlamentoya Iraqê dê îro bi mijara Qetlîama Zaxoyê bicive
10:02 Guleryuz: Divê muxalefet bi eşkereyî û wêrek li dijî dagirkeriya li Rojava derkeve
09:04 Xaniyê dawî yê Heskîfê jî hat xerakirin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heke edalet bê Îmraliyê dê bigihê her kesî
09:02 Polîsan li nava kuçeyê, di wesayîtê de û li qereqolê lêxistin
09:01 Ragip Dûran: Çapemeniya kurd xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
22/07/2022
23:52 HDP: Berpirsê mirina girtiyan desthilat e
21:26 Li Stenbolê şermezarkirina komkujiya li Zaxoyê: Dest ji vê hezkirina xwe ya ji bo şer berdin!
20:30 Li Amedê bombebarana li ser Zaxoyê hat şermezarkirin
16:49 Li Girtîgeha Amedê di hucreya yekkesî de mirina bi guman
16:29 Deriyê DÎAYDER’ê hat mohrkirin
16:15 Dozger xwest ceza li Demîrtaş bê birîn
16:06 Milê Makbule Ozer tehl bû!
15:05 Kesek li Amedê hat binçavkirin
14:34 Girtiyên Şêladizê li zindana PDK’ê dest bi rojiya mirinê kirin
14:25 Ferît Şenyaşar: Em dixwazin rayedar gavan biavêjin
14:21 Li Kozanê agir bi daristanê ket
14:18 Artêşa tirk dîsa êrişî gundê Perexê kir
13:57 NY’ê xwest ku derheqê komkujiya Zaxoyê de lêpirsîn bê destpêkirin
13:50 Li Girtîgeha Tarsûsê 4 girtî sewqî girtîgehên cuda hatin kirin
13:45 Li Îzmîrê şewata daristanê
13:44 Gunay: Şer ne çare ye, çareserî muzakere ye
13:43 Forûma Şoreşa Jinan a Rojhilata Navîn dest pê kir
12:52 HDP, Kemal Turkler di salvegera 43'yemîn de bi bîr anî
12:42 Derheqê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin
12:40 Li ser Rêya Hevrîşmê bi kîlometreyan wesayît rêz bûn
12:34 Li dijî baregeha leşkerî ya Bamernê êrişa hewayî hate kirin
12:30 Ji 4 kesên dixwestin derbasî Serêkaniyê bibin agahî nayê girtin
12:25 Parlamenter Kaçmaz ‘rûxandina’ li Birca Belek bir rojeva Meclisê
12:24 Darên Xozatê tên talan û wêrankirin!
12:02 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:13 Jinan bertek nîşan dan: Li dijî hewldana tunekirinê em ê hebûna xwe biparêzin
11:06 Li Êlihê dê bi hêceta ‘guran’ dar bên talankirin
10:28 Di lewheya 8 zimanî ya ÎBB’ê de cih nedan kurdî!
10:21 Li Rihayê 3 girtiyan li gel cezayê xwe qedandine jî nayên berdan
10:00 Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Divê dagirker ji Kurdistanê derbikevin
09:44 Ciwanan li Edeneyê komkujiya Zaxoyê bi meşê protesto kir
09:37 Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Munzurê: Zîhniyeta qedexeker ev sed sal in didome
09:04 Yucel: Doza Denîz Poyraz hê bi dawî nebûye, em ê daxwazên xwe dubare bikin
09:03 'Em ê Nûrhakê radestî kanên madenan û HES'an nekin'
09:03 Parlamenterê YNK'ê: Divê destûr neyê dayîn ku Tirkiye sivîlan bikuje
09:02 Parlamenterê PDK'ê Şerîf: Divê pêşî li êrişên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê bê girtin
09:00 ROJEVA 22'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
21/07/2022
22:10 Sancar: Em pêşî li ber desthilatê û polîtîkayên wê yên şer bigirin
21:20 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar: Ev doz encama polîtîkayên bêcezakirinê ye
20:08 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Êdî sebra gelê kurd nemaye
17:18 Li Rihayê êrişa Tirkiyeyê hat şermezarkirin
16:38 Derheqê komkujiya li Zaxoyê de kê çi got?
16:10 Nobeda Edaletê ya li Îzmîrê berdewam dike
16:09 Nûnerê CPT Iraqê: Topbaran ji baregeha Tirkiyeyê ya li Xamtirê hatiye kirin
15:53 Nasnameyên yek jê pitik 9 kesên li Zaxoyê hatine qetilkirin diyar bûn
15:53 Tirkiyeyê li Amûdê bi SÎHA’yan êrişî wesayîtekê kir
15:52 'Di êrişan de çekên kîmyewî û fosfor tên bikaranîn'
15:52 Festîvala Mûnzûrê betal bû
15:50 Bertekên li dijî êrişa Zaxoyê berdewam in
15:07 Polîsan dîsa mudaxileyî malbatên girtiyan kirin
15:06 Li Êlihê wesayîtekê li kesên li rawestgehê disekiniyan xist: Kesek mir û 6 jî birîndar bûn
14:59 Rojnameger Işik: PDK piştî êrişa Zaxoyê nikare heman helwesta xwe bidomîne
14:49 Ji bo girtiyan li pêşiya edliyeyê çalakiya runiştinê
14:28 ÎHD: Divê tezkereyên Iraq û Sûriyeyê bên betalkirin
14:08 Li Dêrsimê bi hezaran kes li dijî qedexeya festîvalê meş li dar xistin
14:07 Parlamentoya Iraqê dê ji ber komkujiya li Zaxoyê bi rojeva awarte bicive
13:58 Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 500’emîn de ye
13:57 Şahidên ku bo çapemeniya cîhanê axivîn: Tirkiye êriş dike
13:42 Heqê gera li Girava Axtamarayê hat bihakirin
13:26 Pisoureha: NATO, Rûsya û Îran ne bi polîtîkayên Erdogan re ne
13:25 Xizmên girtiyan li ber Dadgeha Amedê daxwaza edaletê kirin
12:57 Xwepêşandanên li ber Sefaretxaneya Tirkiyeyê berdewam dikin
12:50 Parêzerên Ocalan ji bo biçin hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:47 Cenazeyên kesên li Zaxoyê hatibûn qetilkirin şandin Bexdayê
12:45 Êrişên ku Çavuşoglu înkar dike: Di 7 salan de 130 kes hatin kuştin
12:22 Li Girtîgeha Kurkçulerê koma duyemîn greva birçîbûnê dewr girt
12:15 Alinak mala xwe kir fêrgeha kurdî: Divê em kolan bi kolan bigerin û qala girîngiya kurdî bikin
11:29 Îdiaya Çavuşoglû: Hemû dinya dizane ku Tirkiye tu carî êrişî sivîlan nake
11:23 Serledana ji bo qursên MED-DER'ê dest pê kir
11:14 Darên li Şirnexê tên birîn li ser Facebookê tên firotin!
11:13 Baroyan bertek nîşanî komkujiya Zaxoyê dan: Bila berpiryar bên tespîtkirin û darizandin