Endamên DÎAYDER a hatiye mohrkirin: Em ê komeleyeke nû vekin

  • rojane
  • 15:47 24 Tîrmeh 2022
  • |
img

STENBOL - Endamê DÎAYDER’ê Yûsûf Înal bertek nîşanî mohrkirina deriyê komeleyê da û wiha got: “Sed carî jî were girtin em ê cara sed û yekemîn wê komeleyê vekin.” 

 
1’emîn Dadgeha Cezayên Hiqûqa Giştî ya Stenbolê derheqê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olê (DÎAYDER) ku xebatên xwe li Stenbolê dimeşand û xutbe û weazên xwe bi kurdî didan, bi hinceta tevdîrê biryara sekinandina xebatên komeleyê da. Endamên komeleyê bertek nîşanî vê biryarê dan û protesto kirin. Endamên komeleyê li Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Bahçelîevlerê daxuyanî dan. Li gel endamên komeleyê, her wiha Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknûr Bîrol, endamên Cemxaneya Gazî û gelek kesên din jî tev li daxuyanî bûn. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Destê xwe nedin ziman, bawerî û mezheba me” hatibû daliqandin. 
 
Di daxuyaniyê de yek ji endamên komeleyê Yûsûf Înal axivî û da zanîn ku piştevanî hêz dide wan. Înal, diyar kir ku heke komeleya wan îro jî were girtin ew ê sibe biçin komeleyeke din vekin û wiha domand: “Tu bingeheke hiqûqî ya mohrkirina komeleya me nîne. Hêj sedema girtinê jî nehatiye ragihandin. Komeleya me bi mebesta ‘Îslama rasteqîn’ û belavkirina qaîdeyên Qur’anê hatiye avakirin. Ev cara duyemîn e ku komeleya me tê girtin. Ew sed caran jî bigirin em ê cara sed û yekemîn vekin. Tekane sedema girtina wê siyasî ye. Xizmetê ji îslama siyasî re dike. Heke ev dewleteke hiqûqê be, wê demê em li vê derê Qur’anê vedibêjin û hûn çima digirin? Weke qirêjiyekî di dîroka cîhanê de cih girt. Heta Îsraîlê jî tu mizgeft mohr nekirine. Em vê rewşê şermezar dikin.”
 
KARADAŞ: EM BI WE RE NE
 
Serokê Cemxaneya Geziyê Hidir Karadaş jî di daxuyaniyê de axivî û wiha bertek nîşan da: “Tu daxwazên demokratîk nayên pêşwazîkirin. Êdî kesek nikare baweriya xwe azad bijî. Em bi DÎAYDER’ê ne. Ji bo demokrasî, edalet, hiqûq û biratiyê ya ji destê me tê em ê bikin. Di van demên dawî de rêveberiyeke hîn otorîtertir û dîktatoryal hatiye avakirin. Tekane derdekê DÎAYDER’ê heye ku ew jî rast vegotina baweriyê ye. Girtina komeleyê sepaneke dij-demokratîk e. Em ê piştgiriyê bidin têkoşîna li dijî vê biryarê.” 
 
DÊ LI SER DEPÊ NIMÊJA XWE BIKIN
 
Li ser navê cemaeta mizgeftê jî Suleyman Yildiz axivî û da zanîn ku piştî girtina komeleyê, li ser depan nimêjên xwe kirine. Yildiz, got ku heta komeleya wan tê avakirin jî dê nimêjên xwe li ser depan bikin. Li ser navê Komeleyên Rojhilat û Başûrê Rojhilat jî Tuncay Gokçe axivî û da bi lêv kir ku dê piştevaniya xwe ya bi DÎAYDER’ê re bidomînin. Gokçe, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Dê rojekê ev rewşa aloz bi dawî bibe û xwediyên desthilatdariyê ji şerman nekarin li rûyê zarokên xwe binêrin. Ev êriş ne tenê l dijî DIAYDER’ê ye. Ew çi dikin bila bikin jî dê têkoşîna me bidome. Li dijî gelê kurd, ziman û baweriya wan êrişek heye. Divê gelê me jî êdî hişyar bibe . Çi dibe bila bibe em ê bi ser kevin. Yên li ber xwe didin dê bi ser kevin.” 
 
BÎROL: SEPANEKE FAŞÎZMÊ YE 
 
Îlknûr Bîrol a HDP’î jî bertek nîşanî biryara sekinandina xebatên DÎAYDER’ê da û axaftina xwe wiha qedand: “Êrişeke li dijî ziman, bawerî û nasnameyê ye. Xuyaye ku ji bilî bawerî û nasnameya xwe tu bawerî û nasnameyan nas nakin. Ev çîrok ne çîroka niha ye. Gelek endamên komeleyê niha girtî ne. Tu bingeha tawanên li komeleyê tên kirin nînin. Ev sepana dewletê, sepaneke faşîzmê ye. Em azadiya baweriyan diparêzin. Azadiya hemû nasnameyan diparêzin. Divê hemû kes piştgiriyê bide DÎAYDER’ê. Em bi têkoşîna wan a birûmet re ne. Dê rengê rasteqîn ê vî welatî desthilatdariya faşîst binerd bike. Dê di demekî herî kin de li pêşberî darazê hesaba vê bidin.” 
 

Sernavên din

06/12/2022
09:22 Ji AKP'ê îtîrafa budçeya şer: Cebilxaneyek 5 milyon dolar e
09:03 Banga ji bo çalakiyên girseyî yên li dijî tecrîdê: Têkoşîna gel dê tecrîdê bişikîne
09:02 Li Yildirim ku yek ji kiryarên doza Mûsa Anter, ceza hat birîn
09:01 Hilbijêrên kurd: Vekirina deriyê Îmraliyê wê veguhere çerxeke jiyanî
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2022'YAN
08:24 Li Nisêbînê jinek bi çekê giran birîndar bû
05/12/2022
18:07 Sancar: Ev budçe, budçeya xatirxwestinê ya desthilatê ye
17:58 Bûldanê eşkere kir ku dê berendama wan a serokkomartiyê jin be
17:08 Doza komkujiya Pirsûsê: Ahmet Davûtoglû bînin bila dinya biheje
16:40 HSD: 51 gund, mezra û navendên bajarokan hatin bombebarankirin
16:29 Baroya Sêrtê dê mudaxilî dosyaya doza Malbata Şenyaşar bibe
16:13 Hejmara birîndarên di qezaya Alîbeykoyê de derket 33’yan
16:05 Li Berwariyê operasyona leşkerî: Nahêlin şêniyên gund ji malên xwe derkevin
15:47 Anonymous’ê malpera hikûmeta Swêdê girt
15:35 Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî teqîna li Qamişloyê daxuyanî da
15:07 DMME’yê têkildarî girtina rojnamevanan ji Tirkiyeyê parastin xwest
14:53 Li Rojhilat û Îranê greva giştî dest pê kir
14:53 Li gorî îdiaya Oktay ê AKP’î sedema krîza aborî şerê Rûsya-Ûkraynayê ye!
14:45 Platforma Şaxan a KESK’a Edeneyê ji bo mîtîngê banga tevlibûnê kir
13:51 Ferît Şenyaşar: Heta ku dayikê nebînin nikarin derkevin nava gel
13:36 DÎSK: Divê kêmtirîn mûçe 13 hezar û 200 lîre be
13:10 Dayika girtiya ku daxwaza hevdîtina bidîmen dikir jiyana xwe ji dest da
12:35 Ahura û Praksîsê bi stranekê piştevanî dan berxwedana li Rojhilat û Îranê
11:52 Ji bo MHP’ê li ser rêya astengdaran qulûbeya polîsan hat çêkirin
11:35 Girtiya ku piştî 30 salan hatibû berdan dîsa hate girtin
10:59 TUÎK’ê enflasyon weke ji sedî 84, ENAG’ê jî weke ji sedî 170 aşkere kir
10:58 Çevîrmen: Bi hincetên vala nahêlin girtî bên berdan
10:43 JINNEWS’ê çeteleya meha mijdarê parve kir: 31 jin û herî kêm 5 zarok hatin qetilkirin
10:25 Girtiyê nexweş ku bi kamerayan tê şopandin: Tiştek bi serê me were girtîgeh berpirsyar e
10:19 Ozyildiz piştî 30 salan hate Amedê
10:03 Li Qamişloyê teqîn pêk hat: Kesek birîndar bû
09:49 Hevdîtinên budçeyê dest pê dikin
09:40 Êrişên bi çekên kîmyewî di manşeta L’Humaniteyê de ne
09:39 Mahmût Tat ê Swêdê radestî dewleta tirk kir hate girtin
09:07 Hevşaredarên HDP’yî: Em ê li dijî polîtîkayên şerê taybet li dora ‘Jin jiyan azadî’ xwe bi rêxistin bikin
09:06 Endamê DÎB’ê: Tirkiye li Başûr bi ser neket niha jî êrişî Rojava dike
09:05 ‘Ne ji bo şer divê budçe ji xwendekar û welatiyan re bê veqetandin’
09:05 Başaran: Girtina aktîvîstên jin nîşan dide ku desthilatdar pir tirsiyaye
09:02 Botan: Endamên NATO'yê sûcê şer ê Tirkiyeyê dinixumînin
09:00 Alcan: Divê CPT demildest rapora xwe eşkere bike
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2022'YAN
04/12/2022
23:47 Ciwanan bi daliqandina pankart êrişan şermezar kirin
23:23 Artêşa Iraqê li DAIŞ'ê da
21:18 Êrişî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê hat kirin
19:23 Civîna Rêveberiyên Xwecihî ya HDP'ê bi dawî bû
18:24 Malbatên endamên HPG'ê: Cenazeyên zarokên me hatine şewitandin
16:54 HDP’a Kerboranê kongreya xwe li derve li dar xist: Em Rêya 3’yemîn ava dikin
16:40 Amedspor li hemberî 24 Erzîncansporê 1-2 têk çû
16:39 Li Kobanê bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan
16:23 Rewşenbîrên Başûr li dijî êrişên dewleta tirk li Silêmaniyeyê civiyan
16:05 Li Amedê jinek hat qetilkirin
15:42 Nivîskar Ozyildiz ku 30 sal piştre hate berdan: Dê azadî bi ser keve
15:25 HSD: Dewleta tirk 46 gund topbaran û bombebaran kir
15:17 TTB’ê ji bo Fîncanci banga azadiyê kir
14:58 Xwişkên cêwî Jaleh û Şîma Ibn Abbas li Îranê hatin girtin
14:33 Bedela projeya Nexweşxaneya Bajar a Amedê 4 qat zêdetir bû
14:07 Bahar Hezer li Rihayê hat definkirin
13:53 Tîryakî: Heta ku tecrîd bidome dê demokrasî neyê Tirkiyeyê
13:23 DTSO’yê tablet diyarî xwendekarên dersa kurdî hilbijartin kir
13:22 Bayram piştî 30 salan hate berdan
12:31 Ji Îranê biryara ‘polîsên exlaqê’
12:25 Malbata Şenyaşar: Ji bo Nemrûdan li Rihayê cih tune ye!
12:16 Berxwedana ‘Jin, jiyan, azadî’ di hefteya 12’an de didome
12:10 Rojnameger Ermîş: Heke dewleta tirk êriş bike dê vêcarê têk biçe
11:12 Li Rihayê teqîn çêbû
11:07 Dewleta tirk êrişî Til Temirê dike
11:03 Hinceta girtina jinên TJA’yî: Kirariyên bankgêriyê tune ne
10:32 Hevserokên KNK’ê yên nû diyar bûn
10:26 'Girtîgeh veguherîne qadên îşkencexaneyê’
10:10 MKGP û DFG çûn serdana rojnameger Tûrfent
09:54 Hevserokê Giştî yê OHD’ê Şeker: CPT parçeyeke konsepta tecrîdê ye
09:03 Jin li dijî polîtîkayên qeyûman xwe birêxistin dikin: Em ê qeyûman ji Kurdistanê derxînin
09:02 Ji CPT'yê bersiveke xumam: Me li Îmraliyê hem hevdîtin kir hem jî nekir!
09:02 Şaredariya AKP'î îhale da xizmê endamê AKP'î yê meclisa şaredariyê
09:01 Hevjînê wê di dema rizgarkirina Kobanê de jiyana xwe ji dest dabû: Çi karê Tirkiyeyê li Kobanê heye?
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2022'YAN
03/12/2022
19:31 Li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
19:06 Li Rihayê jinek hat kuştin
17:02 Dema binçavkirina Şadiye Manap cara duyemîn hat dirêjkirin
16:52 Midurê Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê yê Îdirê yê berê ji peywîrê hate dûrxistin
16:35 Erdogan, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt
16:18 Walîtiyê hêceta qedexekirina çalakiyan spart nûçeyên ANF’a ku qedexe kiriye
16:17 KNK'ê li dijî êrîşan û tecrîdê deklarasyona hevpar weşand
15:58 Ciwanan bang kir: Werin em di bin banê MXD’yê de bibin yek
15:43 Ji bo girtiyê nexweş ê 74 salî banga berdanê hat kirin
15:30 Hat xwestin ku girtiyê nexweş Kirtay bê berdan
14:52 Komxebata Meclisa Xwendekarên Demokratîk: Wê ciwan li dijî tecrîd, dagirkerî û kîmyasalê li ber xwe bidin
14:51 Şenyaşar: Hişmendiya ku bêedaletiyê nebîne wê winda bike
14:26 ÎHD’ê û Malbatên Windakiriyan aqûbeta Togcû û Degîrmencî pirsîn
14:07 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya pirsîn
13:45 Li ber rojnameya hat bombekirin gazî kirin: Em ê bêdeng nebin
13:04 Başaran: Jinek tenê jî bimîne wê têkoşîna me berdewam bike
12:45 Doza Dîlan Kortak: Lêpirsîn bêalî nayê birêvebirin
12:16 Li Îmraliyê sohbet qedexe ye
11:14 Swêdê Mahmût Tat radestî dewleta tirk kir
11:09 Di Doza Kobanê de biryara navberê hate dayîn: Daxwazek jî nehate qebûlkirin
10:42 Luqman Werdî: Dewleta tirk axa Kurdistanê dagir dike
09:49 Xalid: Tirkiye dixwaze tevahiya Sûriyeyê dagir bike
09:04 Ji Weşanxaneya Wardozê 3 berhemên nû derketin
09:03 Xebatkarên navenda bangawaziyê li dijî kedxwariyê xwe birêxistin dikin