‘Gundê ku cenaze lê hatine dîtin baregeha JÎTEM’ê bû’

  • rojane
  • 09:51 26 Tîrmeh 2022
  • |

RIHA - Di encama kolana devereke li Taxa Arabuk a Curnê Reş de hinek hestî hatin dîtin. Hat zanîn ku ev taxa behsa xeberê ya eşîra Bucak e. Malbatên ku xizmên xwe di salên 1993-1994’an de windakirin ji bo testa DNA’yê serî li dozgeriyê dan û wiha gotin: “Gundê ku cenaze lê hatine dîtin, baregeha cerdevan û JÎTEM’ê bû.” 

 
Li Taxa Arabuk a Curnê Reş a Rihayê hinek dever hatin kolandin û 15-20 roj berê hestiyên 3 zilaman ên bi tûrê naylon pêçayî hatin dîtin. Taxa ku hestî lê hatine dîtin, taxa eşîra Bucakan e ku ev eşîra Sedat Bucak e û di qezaya trafîkê ya Susurlukê de birîndar bûbû. Ji ber vê sedemê jî tê texmînkirin ku ev cenaze yên kesên di salên 90’î de bi awayekî “kiryar nediyar” hatine kuştin e. 
 
Li ser vê yekê jî malbatên Ahmet Kalpar, Huseyîn Taşkaya, Şefîk Geçgel, Faîk Kevcî û Nazim Babaoglû ku di navbera salên 1993-1994’an de ji hêla cerdevanên eşîra Bucak li Sêweregê hatine girtin û windakirin, ji bo testa DNA’yê serî li Serdozgeriya Komarê ya Curnê Reş dan. Xizmên kesên ku di sala 1993’yan de ji hêla cerdevanên eşîra Bucakan ve hatine windakirin têkildarî cînayetên “Kiryar nediyar” bi ajansa me re axivîn. 
 
 
GEFA ‘DÊ WE JÎ BIDIN WINDAKIRIN’
 
Birayê Huseyîn Taşkaya, Faîk Taşkaya da zanîn ku birayê wî zewicî bû, 4 zarokên wî hebûn û li ser înşaetê dixebitî û wiha domand: “Kekê min di 7’ê kanûna sala 1993’yan de li mala xwe ya li Sêweregê ji hêla leşker û cerdevanan ve hate binçavkirin. Ji wê rojê ve em tu agahiyan jê nagirin. Me gelek caran serî li emniyet û derdorên hiqûqî yên Sêwereg û Rihayê dan lê bersivek nedan û gef li me xwarin. Li Midûriyeta Emniyetê ya Sêweregê ji me re gotin; ‘Heke hûn hinek din jî pirsa wî bikin dê we jî winda bikin.’  Lewma em neçar man ku koçî Stenbolê bibin. Dayika min Fatime Taşkaya di sala 95’an de beşdarî çalakiya Dayikên Şemiyê bû û lêgerîna xwe domand.” 
 
EŞÎRA BUCAKAN: ME BINÇAV KIR 
 
Bi domdarî Taşkaya diyar kir ku dayika wî bi salan li çavrêya birayê wê ma û wiha got: “Di sala 2016’an de wefat kir. Bi hezaran malbatên mîna malbata me hene. Me gelek caran serî li dozgeriyan dan lê bersiveke erênî nedan. Giliyê me yê derheqê fermandarê lîwayê yê wê demê Ahmet Şenturk de kiribû bi bêteqîbatê biencam bû. Ji bo birayê min me di sala 1993’yan de bi Sedat Bucak re ku wê demê parlamenterê DYP’ê yê Rihayê û serokeşîrê Bucakan bû, hevdîtin kir. Ji me re got; ‘Erê rast e me binçav kir û radestî karmendên dewletê yên em pê re dixebitin kir.’ Ew bi leşker û cendirmeyan re dixebitiyan.” 
 
'EM DIXWAZIN LI SER GORA WÎ DUAYAN BIKIN’
 
Taşkaya, destnîşan kir ku ew li ser televîzyonê hîn bûye ku li Curnê Reş hestî hatine dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema gotin 3 cenaze hatine dîtin, hêviyek di dilê min de çêbû. Gundê ku cenaze lê hatine dîtin, baregeha cerdevan û JÎTEM’ê bû. Piştî vê agahiyê jî me ji bo alîkariya hiqûqî serî li ÎHD û OHD’ê da. Sax an jî mirî em kekê min dixwazin. Zarokên wî hene û em dixwazin li ser gora wî duayan bikin. Fikarên me hene, bila hestî neyên windakirin. Dibe ku dewlet ji bo veşartina sûcdaran van hestiyan tune bike. Dayika min gora kurê xwe jî nedît. Hêvîdarim kesek vê êşa dayika min nekişîne û hemû dayik bigihijin zarokên xwe. Divê hemû kes piştevaniyê bide bûyereke wiha ya civakî.” 
 
BÊYÎ KU BAVÊ XWE BIBÎNE MEZIN BÛ 
 
Welatiyê bi navê Şefîk Geçgel di 11’ê mijdara sala 1993’yan de ji hêla cerdevanên eşîra Bucakê ve hate revandin û windakirin. Kurê Geçgel, Mehmet Karakaya got ku divê bi ser vê bûyerê neyê girtin û ev tişt anî ziman: “Heke hestî yên xizmên me bin, bila rastî derkeve holê. Dema bavê min binçav kirin, ez 6 salî bûm û ew roj tê bîra min. Serê sibehê hatin malê. Cendirme û cerdevan bûn û bavê min birin. Ji wê rojê ve me ew qet nedît. Me serî li Walîtiya Rihayê û emniyetên bajêr û navçeyan da lê tiştek derneket. Me serî li ku derê dabe, bêencam ma. Dibe ku hestiyên bavê min jî di nav de bin. Divê berpirsyar bên tespîtkirin û cezakirin.” 
 
‘EM DIXWAZIN WAN SAX AN JÎ MIRÎ BIBÎNIN’ 
 
Ahmet Kalpar jî bi Huseyîn Taşkaya re di heman rojê de hatibû binçavkirin. Kekê Kalpar, Mûstafa Kalpar da zanîn ku birayê wî dema li kargeha xwe ya Sêweregê dixebitî hatiye binçavkirin û wiha got: “Ji wê rojê ve me tu agahî jê negirtine. Me serî li gelek deveran da lê tiştek jê derneket. Em dixwazin sax an jî mirî, birayê min bibînin. Dixwazin ku goreke wî hebe û berpirsyar bên darizandin. Lê bi se re 30 sal derbas bûn û heke faîlên wan diyar bibin jî dê ji ber demborînê neyên cezakirin. Me bi rêya rêxistinên hiqûqê serî li dozgeriyê da û testa DNA’yê xwest. Her kesên ku xizmê wan hatine windakirin bila serî lê bidin.”
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

26/07/2022
10:57 Li Rihayê qezayên trafîkê: 2 kes mirin, 14 kes birîndar bûn
10:49 Soylu piştî kuştina leşker û cerdevanan hat Colemêrgê
10:39 Dema ku Komîteya Wezîran ji bo Ocalan daye Tirkiyeyê tije dibe
10:34 Xelkê gundekî Bêrecûkê bêav dijî
10:33 UNSC’ê êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Zaxoyê şermezar kir
10:21 Şaredarê AKP'ê yê ku bi nelirêtiyê ji rojevê derneket îstîfa kir
10:06 Li Mereşê bi pileya 4.6 erdhej çêbû
10:03 Darên tên birîn bi TIR’ên bi nivîsa ‘ji ewil welat’ tên veguhestin
09:53 ARÎ-DER'ê belgename da 95 şagirtan
09:51 ‘Gundê ku cenaze lê hatine dîtin baregeha JÎTEM’ê bû’
09:50 Malbata Bozkurt ku gundê wan hat şewitandin: Em naxwazin dest ji welatê xwe berdin
09:27 Tirkiye li dû tolhildana DAIŞ'a têkçûyî ye!
09:00 Hikûmxwarê doza N.Ç. bûye 'rûspî'
09:00 Parêzera OHD'î: Cezayên disiplînê dijhiqûqî ne
09:00 ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
25/07/2022
16:44 Li Êlihê kesê ketiye qenala avê xeniqî
16:25 Bûldan: Dest ji vê darbeyê berdin
16:23 Pankarta Zaxo ya bi avahiya HDP’ê ve hat jêkirin
16:06 Rêveberiya Xweser: Divê Koalîsyona Navneteweyî berpirsyariya xwe bi cih bîne
15:59 Li Şirnexê berteka hevpar: Em talankirina xwezaya xwe qebûl nakin
15:45 ANF: Li Zapê helîkoptereke Skorsky hat xistin
15:42 Komîsyona Kedê ya HDP’ê: Di 6 mehan de li dijî kedkaran hezar û 718 binpêkirin hatin kirin
14:54 Li Mêrsînê agir bi daristanê ket
14:38 7 ciwanên ku pakart vekirin hatin binçavkirin
14:37 Wezereta Tenduristiyê ‘Koda Spî’ eşkere nake
14:26 Belgefîlma Hêzayê xelat wergirt
14:07 Bîçer: Divê Makbûle Ozer demildest were berdan
14:04 Di Doza Kobanê de polîsan êriş kir
13:19 Li 4 ‘mamosteyên’ nîjadperest doz hate vekirin
12:54 Ferît Şenyaşar banga li Fakibaba kir
12:54 ‘Dewletên Ewropa û hêzên koalîsyonê şirîkê sûcên Tirkiyeyê ne'
12:53 4 girtiyên bi Covîd-19’ê ketin nayên tedawîkirin
12:25 Li Stenbolê tundiya zilaman: 2 jin bi giranî birîndar bûn
12:24 Ji Mehmet Atli singleya ewil: Diçim Ji Vir
11:23 Li Dêrsimê rojê 120 kes bi koronayê dikevin
11:14 Li Edeneyê 3 kes hatin girtin
11:10 Li Girtîgeha Tîpa E ya Rihayê mirineke bi guman
11:09 Encamnameya Konferansa Lozanê: Berteka herî baş avakirina yekitiya kurdan e
10:23 ‘Doza Kobanê li navenda giştî ya MHP’ê tê hûnandin’
10:22 Di pevçûnan de 3 leşker û 4 cerdevan hatin kuştin
10:21 Di fabrîkayekê de teqîn û şewat: Kesek mir û kesek jî birîndar bû
10:16 Ev 16 meh in tu agahî ji Ocalan nayên girtin
09:38 Fermandara operasyona tunekirina DAIŞ’ê hate oxirkirin
09:38 Parlamentera Çep a Elmanyayê: Em ê êrişên Tirkiyeyê bibin rojeva Parlamentoya Elmanyayê
09:00 ROJEVA 25'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
24/07/2022
19:57 Li Eskîşehîrê jinek hat kuştin
17:02 Xelkê Reqayê Komkujiya Zaxoyê şermezar kir
15:55 Macron bertek nîşanî êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da
15:47 Endamên DÎAYDER a hatiye mohrkirin: Em ê komeleyeke nû vekin
15:28 Şandeya HDP’î çû serdana taxa ku şaredariya AKP’î mexdûr kirine
15:18 Malbata Ekîcî: Kurê me hatiye înfazkirin
14:43 Jinan ji bo Aysel Tugluk daxwaza edaletê kirin
14:00 DEDAŞ’ê bi birîna ceyranê re tax bêav hişt
13:59 Sazî û partiyên kurd di 99’emîn salvegera Peymana Lozanê de li Lozanê civiyan
13:58 Foruma Jinan bi encamnameyê bi dawî bû: Divê em hevgirtina jinan hîn xurttir bikin
12:55 Li Wanê bombeya deng avêtin wesayîta zirxî
12:50 Qirkirina daran a li Şirnexê dê were protestokirin
12:34 Li Bursayê îşkence li zarokekî hat kirin
12:07 Girtî li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
11:50 Ji bo girtî Balaç û Yildirim bang kirin
11:35 Di bûyera 4 kes hatibûn kuştin de hejmara girtiyan derket 6 kesan
11:32 Malbata Şenyaşar: Hêj dereng nebûyî divê daxwazên me bên qebûlkirin
11:28 Nameya Guven bi hinceta ‘dê moralê girtî xweş bike’ nedan girtiyê nexweş Ozkan
11:16 Ji ber nebûna ambûlansê piştî 3 saetan sewqî nexweşxaneyê hate kirin
10:44 Kesên ku di Turnûvaya Kemal Kortkut de hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:38 Qeyûmê Cizîrê ji bo şaredariya AKP’î seferber bû!
10:27 Di êrişa Tirkiyeyê de 2 kes hatin qetilkirin
10:23 Tirkiyeyê fermandara ‘Pêngava tunekirina DAIŞ’ê’ hedef girt
10:08 Dr. Oztoprak: Bûyerên Covîd-19’ê zêde dibin
09:34 Rojnameger: 24’ê Tîrmehê ne cejn e, roja têkoşînê ye
09:02 Ji Şirnexê nêzî 600 ton dar tên Rihayê!
09:02 Başaran: Em bi biryar in ku têkoşîna jinê mezin bikin
09:00 ROJEVA 24’Ê TÎRMEHA 2022’YAN
23/07/2022
16:40 Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê: Tirkiyeyê qetlîamê pêk aniye
16:39 Bi sûcdariya destdirêjiya li zarok ji serokê MHP'î re 20 sal ceza hat xwestin
16:14 Rapora Komîsyona Jinan a ÎHD’ê: Di 2021’ê de 323 jin hatine kuştin
15:57 Li Heskîfê du xwişk di golê de xeniqîn
15:30 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Îvrendî kirin
15:28 Çalakvanê di protestoya bi darbest de hatibû binçavkirin hat berdan
15:26 Hevjînên hev Ozer bi zorê bêhn didin û distînin!
14:39 Parlamantoya Iraqê li ser Qetlîama Zaxoyê civiya
14:38 Iraqê derbarê êrişên Tirkiyeyê de ji NY'yê civîna taybet xwest
14:37 ÎHD'ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşş Fîlîz
14:11 Li Şirnexê dîmenên nû yên talankirina daran: Darek jî nehatiye hiştin
13:57 Dayikên Şemiyê: Şûna gora Abdulganî Dag nîşan bidin
13:38 Çêkirina rêya Bêrecûkê û Xelfetiyê sê sal in nehatiye qedandin
13:02 Xizmên Windayan li aqûbeta Mûsa Kolûman pirsîn
11:48 Li ber avahiya AKP’ê çalakiya bi darbest li dar xistin
11:32 Dolmîşa karkerên çandiniyê qeza kir: 2 kes mirin 17 kes birîndar bûn
11:13 Tirkiye gundên Kantona Şehbayê û Til Temirê topbaran dike
11:02 Hin navdarên cîhanê salvegera 10’emîn a Şoreşa Rojava pîroz kirin
10:10 Parlamentoya Iraqê dê îro bi mijara Qetlîama Zaxoyê bicive
10:02 Guleryuz: Divê muxalefet bi eşkereyî û wêrek li dijî dagirkeriya li Rojava derkeve
09:04 Xaniyê dawî yê Heskîfê jî hat xerakirin
09:03 Dayikên Aştiyê: Heke edalet bê Îmraliyê dê bigihê her kesî
09:02 Polîsan li nava kuçeyê, di wesayîtê de û li qereqolê lêxistin
09:01 Ragip Dûran: Çapemeniya kurd xwedî roleke girîng e
09:00 ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
22/07/2022
23:52 HDP: Berpirsê mirina girtiyan desthilat e
21:26 Li Stenbolê şermezarkirina komkujiya li Zaxoyê: Dest ji vê hezkirina xwe ya ji bo şer berdin!