Aydar: Hewldanên nûvejenkirina Lozanê yên Tirkiyeyê vala ne

  • rojane
  • 10:09 27 Tîrmeh 2022
  • |
img

STENBOL – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar diyar kir ku Tirkiye di vê pêvajoyê de hewl dide statûya Lozanê dîsa ava bike lê belê ev hewldanên wê vala ne. 

 
Nûnerên Tirkiye, Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japonya, Yewnanistan, Romanya, Sirbistan, Hirvatistan û Yugoslavya jî di nav de, sed salê berê di 24’ê tîrmeha sala 1923’yan de li bajarê Lozan ê Swîsreyê Peymana Lozanê hat îmzekirin û welatê kurdan di nava çar welatan de hate dabeşkirin û gelê kurd bêstatû hat hiştin. Polîtîkayên înkar û tunekirinê yên Tirkiyeyê ku piştî Lozanê ev sed sal in didomîne, di serî de kurd û ermen, ji bo hemû neteweyên din mirin û komkujî anîn. Gelê kurd ku bêstatû hat hiştin û rastî zext, êriş û qirkirinan hat, ji Peymana Lozanê heta niha têkoşîna xwe didomînin. Ev têkoşîna gelê kurd ku ev sed sal in didomîne û heta roja me jî hatiye, weke xeleka herî zindî ya Rojhilata Navîn tê dîtin. 
 
Bi minasebeta 99’emîn salvegera Peymana Lozanê de 57 partiyên siyasî, sazî û gelek rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û akademîsyen li bajarê Lozanê hatin ba hev û konferansek li dar xist. Gelê kurd ku her tim dibêje ew Lozanê bi vî awayî qebûl nakin, piştî konferansê jî danezanek parve kir. Kurdan, da zanîn ku bi Lozana nû re tê xwestin ku gelê kurd sed salên din bêstatû were hiştin lê gelê kurd dê destûrê nede vê yekê. 
 
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyîr Aydar ku tev li konferansa li Lozanê bûbû, têkildarî armancên konferansê bi ajansa me re axivî. 
 
‘LOZAN, JI BO GELAN BELGEYA QIRKIRINÊ YE’
 
Zubeyî Aydar, anî ziman ku dewletan sed salê berê li Lozanê bi qedera gelê kurd lîst û wiha got: “Di vê konferansê de nûnerekî kurd tune bû. Inglîzan bi kemalîstan re pêşî lê girt ku nûnerên kurdan tev li konferansa Lozanê bibin. Piştre jî Kurdistan kirin çar parçe û ji wê rojê heta niha tê înkarkirin. Her wiha hêzên navdewletî ji dewletên herêmê re gotin ‘heke hun dixwazin dikarin kurdan tune bikin’ û bi vî awayî qirkirin erê kirin. Di esasê xwe de Lozan ji bo kurdan belgeya jenosîdê ye. Gelên ermen û suryan jî tev li vê konseptê hatin kirin. Dibe ku ji ewil ev gel rastî qirkirinê hatibin lê ev qirkirin bi Lozanê erê kirin. Serhildanên kurdan jî ji Lozanê heta niha berdewam in. Her wiha pêvajoya qirkirina kurdan dest pê kir û hêj didome. Me wê rojê qebûl nekir û niha jî li her deverê dibêjin ku qebûl nakin.”
 
HELWESTA KURDAN A BI KONFERANSÊ RE 
 
Bi domdarî Aydar bal kişand ser konferansa li Lozanê hatiye kirin û wiha domand: “Bi konferansa li Lozanê re li dijî dewletên sed sal berê li Lozanê polîtîkaya qirkirinê erê kirin, helwestek hat nîşandan. Bi vê konferansê re ji dewletên peyman îmze kiribûn re hat gotin ku ‘Em sed sal berê nebûn lê niha li vê derê ne. We nekarî me tune bikin û em qirkirina gelê xwe qebûl nakin. Lewma em Lozanê nas nakin.’ Me bi vê konferansê hem me bang li cîhanê kir û hem jî peyama berxwedanê da. Ev yek bo kurdan destpêkek e. Di konferansê de pêvajoya rojên pêş hatin nîqaşkirin. Biryara têkoşînê hate dayîn.” 
 
‘ÎFADEYA ŞÊNBER A SERHILDANÊ’
 
Di berdewamê de Aydar bi lêv kir ku konferansa wan îfadeya herî şênber a hemû serhildan û raperînên di vê sedsalê de ne û wiha pê de çû: “Ji Dêrsimê heta Zîlan, Helebçe, Efrîn û Şengalê, ev konferans nûnertiya helwesta li dijî hemû komkujiyan e. Awayekî hemû serhildanên sedsala dawî ne. Me xwest bibin dengê her kesî. Me peyama ‘Ev Lozan bi vî halî nadome’ da dinyayê. Me xwest ku her tişt û îradeya kurdan ji nû ve were nîqaşkirin. Di halê hazir de me kurdan bi têkoşîna xwe heta astekî Lozan betal kiriye lê bi tevahî ji holê ranekiriye.”
 
‘HEWLDANÊN TIRKIYEYÊ VALA NE’
 
Zubeyîr Aydar, destnîşan kir ku li başûrê Kurdistanê federasyon, li rojavayê Kurdistanê qadeke azad a kurdan heye û ev nirxandin kir: “Li Bakur û Rojhilat jî têkoşîneke me ya mezin heye. Ev destkeftiyên me jî niha di hedefa Erdogan de ne. Tirkiyeyê dev ji her tiştî berda ye û bi hemû hêza xwe êrişî kurdan dike da ku destkeftiyên wan tune bike. Di navenda hemû xebatên dîplomasiyê yên Erdogan de dijbertiya kurdan heye. Anku Tirkiye hewl dide statûya Lozanê jinûve ava bike. Tişta ku îro Tirkiye dibêje şerê man û nemanê, ev e. Lê belê ev hewldanên Tirkiyeyê tevek jî vala ne. Ji ber ku gelê kurd êdî xwedî tecrube ye. Êdî kesek nikare me neçarî statûya Lozanê bike. Di nava hewldanên vala de ne.” 
 
ŞERÊ BI KURDAN RE RÊ LI BER KRÎZÊN GIRAN VEKIR
 
Aydar, daxuyand ku ji ber polîtîkayên şer ên Erdogan ên li dijî kurdan, Tirkiye niha ji her alî ve di nava krîzeke mezin de ye û wiha derbirî: “Divê dev ji vê helwesta xwe berdin. Di dema pêvajoya çareseriyê de ji bo gelên Tirkiyeyê ji her alî ve tiştên baş çêdibûn. Rewşa şer a 7 salên dawî jî em dibînin. Krîza aborî, enflasyona zêde û bihabûna her tiştekî girêdayî şerê li dijî kurdan e. Ji ber ku hemû çavkaniyên xwe bo şer vediqetînin. Serok Apo behs kiribû bê ka piştî ‘pêvajoya çareseriyê’ dê çi bi serê Tirkiyeyê were. Me dît ku dîsa mafdar e. Tirkiyeyê di sala 2015’an de pêvajoya çareseriyê bi dawî kir û di salvegera Lozanê de di 24’ê tîrmehê de biryara şer da. Asta şer em tevek niha dibînin.” 
 
DÊ ÇALAKÎ HETA 2023’YAN BIDOMIN
 
Herî dawî jî Aydar ev tişt anî ziman: “Di civîna Lozanê de biryar hat dayîn ku dê çalakiyên me heta 24’ê tîrmeha sala 2023’yan bidomin. Me plansaziya van çalakiyan amade kir. Em ê bi çalakî, konferans, civîn û meşên xwe Lozanê bêbandor bikin.” 
 

Sernavên din

29/07/2022
10:02 Kampanya ‘Ji Ocalan re azadî’ didome: Heta azadiyê dê çalakî berdewam bikin
09:05 Ji ber banga ji bo Meşa Gemlîkê îfade da
09:04 Atasoy: Aydenîz vîna me ye
09:03 Hestiyên hatin dîtin ji bo xizmên windakiriyan bûn hêvî
09:03 ‘Helwesta partiyên muxalîf a li dijî zilma li girtîgehan mîna ya desthilatdariyê ye’
09:00 ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
28/07/2022
20:30 Li dijî karkerê demsalî êrişa bi nijadperestî
19:35 Çalakiya xeleka ji mirovan a HDP'ê: Komkujiya Zaxo sûcê li hemberî mirovahiyê ye
17:03 Tevî îtîrazan jî dadgehê biryar da ku Tugluk hefteya pêş parastina xwe bike
16:56 Girtiyên li Hewlêrê di greva birçîbûnê de ne: Mafê tehliyeya me tê astengkirin
16:35 Bertek nîşanî binçavkirinan dan: Şaredariyê girtina hevalên me daxwaz kiriye
15:51 Şandeya OHD’ê serdana ajansa me kir
15:43 DEDAŞ’ê ceyrana Amedsporê birî
15:37 Baregeha Tirkiyeyê ya li Bamernê hate bombebarankirin
15:35 ‘Heta edalet neyê Roboskê dê neyê Tirkiyeyê jî’
14:51 ÎHSDA ji bo piştevaniyê çû serdana GOÇÎZDER’ê
14:39 Di Nobeta Edaletê de bang kirin: Guh bidin daxwazên dayikan
14:25 Li Panosê Navenda Piştevaniya Jinan a Teşî hat vekirin
14:14 Kişanak ji bo şahidan got: Ev kes xebatkarên kadro yên dozgeran in
13:36 Başaran: Wê rêbazên darbekar ên îktidarê bi ser nekevin
13:19 Malbata Şenyaşar: Doza me heqîqetek e
13:17 Li herêma Omeriyayê operasyona leşkerî hat destpêkirin
12:44 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:44 Li Antalya 6 kes hatin binçavkirin
12:29 Fermandarê ku serokê AKP'yî pêşwazî kir ji wezîfeyê hat girtin
12:28 Girtî Ataç bi îdiaya ‘întîhar kiriye’ birin nexweşaneyê û dema mejiyê wî mirî hate berdan
12:27 Malbatên girtiyan: Qanûna îdamê li girtiyan tê ferzkirin
12:05 Kovara DFG'ê nedan rojnamevanê girtî
11:46 Endamên Meclisa Şaredariya Akdenîzê binçavkirinan protesto kirin: Civîn taloq bû
11:36 Li Minbicê gorek komî hat dîtin
10:55 HDP: Divê rageşiya di navbera malbatan de veneguherin rageşiya eşîran
10:53 Di êrişa SÎHA'yê de 4 endamên Ewlekariya Hundirîn jiyana xwe ji dest dan
10:45 Piştî dorpêça li Zêvkanê operasyon hat destpêkirin
10:14 Koçer: Ev şer dê neşibe şerên din û em ê gavên mezin biavêjin
09:37 Beriya civîna deynkirinê ya Şaredariya Akdenîzê endamên Meclisê yên HDP’yî hatin binçavkirin
09:33 Sayan ê AKP’î bi çekên lûledirêj li kolanên Agiriyê geriya
09:27 Li Bagokê operasyona leşkerî hat destpêkirin
09:27 Bi ser qetilkirina Abayay re 30 sal derbas bûn lê kujer hêj nehatine dîtin
09:05 Ciwan: Em ê gol avêtina faşîzmê bidomînin!
09:05 Salvegera 79’emîn a 33 Guleyan: Em hestiyên bapîrên xwe dixwazin
09:04 Menal Mihemed: Em ê parastina destkeftiyên xwe bidomînin
09:04 Li Girtîgeha Espiye lêgerîna nava dev li girtiyan tê ferzkirin
09:04 ‘Heke kesek li herêmê nema be wê demê hûn çima daran dibirin?’
09:04 Xizmên girtiyan: Dema ji girtîgehan darbest derdikevin êşa me hêj girantir dibe
09:03 Xelkê Amedê: Qetlîama Zaxoyê hovîtî ye
09:03 Jiyan Tolhildan: Em ji kuştinê natirsin
09:00 ROJEVA 28'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
27/07/2022
21:02 Danasîna ferhenga kurdî hate kirin: Wê bibe bingeha Ferhenga Kurdî-Kurdî
18:27 Şandeya HDP’ê serdana saziyên elewiyan kir
17:36 4 kesên li Manîsayê hatibûn binçavkirin hatin berdan
16:14 Parêzera Tuncer a HDP’î: Komplo tên gerandin û cezayên giran didin
15:34 Malbatên girtiyan: Divê raporên nerast ên ATK’ê ji holê bên rakirin
14:50 Rapora sê mehan a girtîgehan: 13 kesan jiyana xwe ji dest daye
14:49 HDP ji bo mitîngên ‘Çareserî em in’ dadikeve qadan
14:27 Gundê Zêvkanê ev 10 saetin di dorpêça leşkeran de ye
14:21 ÎBB'ê Akademîsyena Aştiyê Şenvardar îxrac kir
13:42 Malbata Şenyaşar: Dozgerê ku hesab bipirse tune ye
12:49 Li dijî Konsolosxaneya Tirkiyeyê ya Mûsilê êriş hat kirin
12:44 Li Zapê leşkerek hat kuştin
12:06 Malbatên girtiyan: Em bi doza zarokên xwe re ne û hebûna xwe înkar nakin
11:57 Li Manîsayê 4 kes hatin binçavkirin
11:52 Rewşa zarokê ji ber teqemeniya leşkeriyê birîndar bûyî giran e
11:51 Ferdên Malbata Dedeogullari dê 2 rojan bên bibîranîn
11:15 Kalin ê AKP’î gefa operasyonê xwar
11:13 Pêşniyazpirsa ji bo girtina zava paşde hat şandin
10:50 Endamê DÎAYDER’ê Înal: Em zîhniyeta yekperest qebûl nakin lewma dibin hedef
10:47 Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Bila Tirkiye ji axa me vekişe
10:20 Li gundê suryanan talankirina daran didome
10:09 Aydar: Hewldanên nûvejenkirina Lozanê yên Tirkiyeyê vala ne
09:57 Bîlgîç: Wexta ku mijar dibe xwezaya Kurdistanê kerr, kor û lal dibin
09:32 Wezareta Parastinê: 2 leşker hatin kuştin
09:22 Li Geverê 6 ferdên malbetekê hatin binçavkirin
09:15 Bi ser wefata dengbêjê nemir Fadil Cizîrî re 4 sal derbas bûn: Klamên wî di her kêliya jiyana me de ne
09:05 Newroz Ehmed: Divê her kes li dijî gefên Tirkiyeyê helwest nîşan bide
09:04 Cara dudoyan dema berdana girtî Yildiz hat dirêjkirin
09:03 Kelemçeya ku polîsan li destên wê xistibûn agirkujan vekir
09:03 Ji bo Makbûle Ozer a 80 salî serî li AYM'ê da
09:03 Eren: Serlêdana me ya derbarê qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re nehat bersivandin
09:00 ROJEVA 27'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
26/07/2022
23:59 Biryar hat dayîn ku parêzbendiya Hevseroka DBP'ê Aydenîz bê rakirin
20:32 HDP'ê parastina xwe ya derbarê delîlên pêvekî de radestî AYM'ê kir
20:01 Koma Hinek Henek wê li sahneya servekirî 3 rojan li pêşberî şanohezan be
16:32 Sê welatî ji ber ku çûne dêrê bi gefa kuştinê re rûbirû mane
15:43 133 saziyan ji bo Aydenîz bang kirin
15:37 Polîsan êrişî çalakiya Peymana Stenbolê kir: Tundî li jinan û rojnamevanan hat kirin
15:02 Kalbîşen ê ku gihîşt sînorê mirinê û hatibû berdan wefat kir
14:41 Demîrtaş: Hilbijartin nêzîk dibe, şerê desthilatdariyê jî dest pê kir
14:20 Rêveberiya girtîgehê dest danî ser daxwaznameyên girtiyan
14:20 Li Elbakê cîsmek leşkerî teqiya: Zarokek 12 salî bi xedarî birîndar bû
14:01 HDP çû serdanda karkerên ku şaredariyê ji kar derxistine
13:50 Surucu a HDP’î: Gelo dar û bar pirsgirêkeke ewlehiyê ya çawa çê dike?
13:40 Di doza DÎAYDER’ê de derewa şahidê nepen dema hatin ‘hevrûkirin’ teşhîr bû
13:00 Malbatên girtiyan: Em naxwazin cenazeyê zarokên me bi ser me ve werin
12:59 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serî li dozgeriyê dan
12:24 Çerxa nelirêtiyê ya Tutaşi yê AKP’î ku îstîfa kir
12:20 Di komîsyona ji bo Aydenîz civiya de rageşî: Zîhniyeta darbeya siyasî di civînê de ye
11:32 Malbata Şenyaşar: Ji bilî edaletê tu rêyeke din nîne
11:25 Li qursa Sultanbeyliyê şewat derket
11:19 Konteynerên karkeran şewitîn
11:14 Şewata li Sokeyê heta astekî hat kontrolkirin