Parêzera Tuncer a HDP’î: Komplo tên gerandin û cezayên giran didin

  • rojane
  • 16:14 27 Tîrmeh 2022
  • |
img
WAN - Endama Meclisa HDP'ê Arjîn Tuncer ku hatibû binçavkirin anî ziman ku polîsan di wesayîta zirxî de ji pişt ve kelemçe kirine, lê xistine û bi darê zorê şopên tiliyê wê girtine. Parêzera Tuncer jî da zanîn ku di demên dawî de komplo li ber gelek kesan tên gerandin û bi cezayên giran tên darizandin.
 
Endama Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Arjîn Tuncer di 22'yê tîrmehê de li pêşiya avahiyê HDP’ê hatibû binçavkirin. Tuncer di 23’yê tîrmehê de hat berdan û serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) da. Tuncer, têkildarî mijarê li ÎHD’ê daxuyanî da. Parêzera Tuncer, Ebrû Demîrtepe, Serokê ÎHD’ê Mehmet Karataş û Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê Medenî Gur jî di daxuyaniyê de amade bûn. 
 
JI PIŞT VE HAT KELEMÇEKIRIN Û LÊ XISTIN
 
Tuncer, anî ziman ku bêyî sedemek bê nîşandan hatiye binçavkirin û birine nexweşxaneyê û xwîn jê girtine. Bi domdarî Tuncer destnîşan kir ku piştî karûbarên nexweşxaneyê dîsa li wesayîta zirxî hatiye siwarkirin û wiha qala wan kêliyan kir: "Ji pişt ve hatim kelemçekirin û 4 polîsan ez li erdê dirêjkirim. Polîsên TEM’ê serê min xistin nava çokên xwe û xwestin ez li rûyê wan binêrim. Di vê navberê de li min xistin. Dema ez li erdê dirêjkirî, bi darê zorê hewl dan şûşeyekî têxin nava destên min. Lê min destên xwe girtibûn û min nehişt. Li ser vê yekê jî destên min li wesayîtê xistin, bi darê zorê destên min vekirin, bandek xistin tiliyên min û şopa tiliyên min girtin. Piştre jî derbasî midûriyeta polîsan kirin. Min li wir bang li polîsên TEM’ê û yên li nezaretê kir ku min bibin nexweşxaneyê lê guh nedan. Roja din parêzerê min hat û rewşa xwe jê re vegot. Min giliyê wan polîsan kir û piştre li nexweşxaneyê rapora derbkirinê girt."
 
KOMPLOYAN DIKIN
 
Di daxuyaniyê de her wiha parêzera Tuncer, Ebrû Demîrtepe jî anî ziman ku miwekîla wê li ser îxbara "dê dikaneke cilan biteqîne" hatiye binçavkirin û ev agahî dan: "Bûyerên bi vî rengî di demên dawî de gelek diqewimin. Li ber gel komployan digerînin. Gelek kes ji ber van komployan bi cezayên giran tên darizandin. Miwekîla min jî bi komployeke wiha re rû bi rû ye. Ji bo êdî bûyerên bi vî rengî neqewimin, derheqê vê mijarê de lêpirsîneke bêalî û serbixwe were destpêkirin."

Sernavên din

01/08/2022
14:29 Qeyûmê Êlihê heqê rê zêde kir
14:22 Aysel Tugluk: Ez ne di rewşeke wisa de me ku bikarim xwe biparêzim, nayê bîra min
14:02 Egîtîm Sen: Em biryara AYM’ê napejirînin û mafê perwerdehiya bi kurdî mafek bingehîn e
13:45 ‘Em ê li Akdenîzê destûr nedin talanê’
12:54 Dosyaya rakirina parêzbendiya Aydenîz pêşkeşî Lijneya Giştî kirin
12:37 DFG'ê serdana Baroya Amedê kir
12:08 Doza Kobanê: Îşkenceya li Aysel Tugluk tê kirin bi dawî bikin
11:28 Qeyûmê Rêya Armûşê yê berê tevî hevjîna xwe hate îxrackirin
11:25 Serokê Cemxaneya Amedê: Êrişên li ser saziyên elewiyan me dixin nava fikaran
11:07 HDP’iyên binçavkirî sewqî edliyeyê kirin
10:53 Avras a hat berdan: Berxwedan û azadî tariyê vediguherîne ronahiyê
10:46 Di 10 pirsan de Aysel Tugluk divê çima neyê darizandin
10:05 Ked, hişmendî, huner û felsefeya jinan: Hûmîtra
10:01 ‘Em li dijî tecrîd, şer û dagirkeriyê tev li mitîngê bibin’
09:35 Li Liceyê şerê çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
09:03 Di korîdora jiyanê de bi hezaran êzidî rizgar kir: Li dijî teslîmiyetê ruhê berxwedanê derket pêş
09:03 Budçeya Amedê ji şaredariyên AKP'î re tê şandin
09:03 HDP'iyên ku beriya pêşnûmaya ji bo deynan hatin binçavkirin: Em dîl hatin girtin
09:00 ROJEVA 1'Ê TEBAXA 2022'YAN
31/07/2022
22:34 Bernameya Hinek Henek a li dika servekirî bi dawî bû
19:53 Li Şirnexê li dijî birîna daran bertekeke hevpar
19:27 Bertekên hevpar ên rêxistinên elewiyan: Teşwîqkar û rêxistinkerê êrişan eşkere bikin
17:03 Li Girtîgeha Kurkçulerê îşkence li girtiyan tê kirin
16:22 ‘Nîqaşên Havînê’ yên HDK dest pê kirin
16:21 Girtiyan li dijî binpêkirinan serî li ÎHD’ê da
15:45 MEBYA-DER: Êrişên li dijî cenaze û goristanan nayên qebûlkirin
15:01 Bayindir: Çareserî jî muxatab jî Ocalan e
14:34 Banga beşdariya mitînga Amedê kirin: Em li dijî şer biherikin qada mitîngê
13:48 Li Licê operasyona leşkerî hat destpêkirin
13:47 Babat piştî 30 salan ji girtîgehê derket
13:45 Leşker teqemenî bi kuçaik ve girê didin û dişînin tunelên şer
13:38 HDP'ê êrişên li ser saziyên elewiyan şermezar kir
13:37 Binçavkirinan protesto kirin
12:26 Li Îranê di demên dawî de bi dehan kes hatin darvekirin
12:24 Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê berxwedanekî dîrokî heye
12:15 Li Denîzliyê tundiya zilam
11:55 Hevserokê DAD’ê Kûlû: Êriş plankirî ne
11:43 Amedspor sibê li Qada Deriyê Çiyê ye: Werin em xwedî li nirxê bajêr derkevin
10:44 Parlamenterên Fransî: Rêveberiya Xweser nas bikin û qada hewayî qedexe bikin
09:04 Bi ser fermanê re 8 sal derbas bûn: Nikarin êzidiyan teslîm bigirin
09:02 Forûma Şoreşa Jinê ya Rojhilata Navîn: Divê em hêviyên xwe bikin yek
09:00 ROJEVA 31'Ê TÎRMEHA 2022'YAN
08:43 Konferansa derbarê jinên êzidî de bi encamnameyekê bidawî bû
08:32 Li Herêma Kurdistanê leşkerek hat kuştin
30/07/2022
22:45 Li Enqereyê hevxwext êrişî 4 saziyên elewiyan hat kirin
22:19 Li gundê Zêvkanê 6 kes hatin girtin
20:22 HDP'ê Amediyan vexwand mîtîngê
20:03 'Talankirina li Kurdistanê şerê li dijî gelan e'
18:25 Girtiyê nexweş Mahmût Badûr rakirin nexweşxaneyê
16:27 Aydenîz: Têkoşîna gelê kurd ji bo gelên cîhanê bûye mînak
16:22 Girtiyên nîşaneyên wan ên vîrusa koronayê hene sewqî nexweşxaneyê nayên kirin
15:48 Ji ber mafê wî yê tedawiyê hat astengkirin ket nav nivîna
15:34 Sancar bi Wezîra Karên Derve ya Almanyayê re hevdîtin kir
15:25 Qeymeqamê Hezoyê ji peywirê hat girtin
15:16 Girtiyê nexweş Dîzlek bi dîwaran digire û wisa tê hevdîtinê
15:11 Li Rihayê aqûbeta Şefîk Geçgel hat pirsîn
14:41 Kûrtûlan mijara Şaredariya Akdenîzê bir rojeva meclisê
14:40 Emîne Îpek piştî 30 salan hate berdan
14:17 Tatlidede bû Serokê Şaredariya Artukluyê
14:08 Platforma Hezar Jinan a ji bo Aysel Tûglûk dê du rojan çalakiyan bike
13:58 Baroyên herêmê: Divê têkildarî Komkujiya Dedeogûllari pêvajoyeke bibandor a darazê bê destpêkirin
13:56 Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temel serdana ajansa me kir
13:37 Bi hinceta ‘silav û hembêzkirinê’ ceza dan siyasetmedarên jin ên li Sîncanê
13:16 Li Kocaeliyê Turnûvaya Kemal Kurkut dest pê kir
13:11 7 ferdên malbata Dedeogûllari hatin bibîranîn
12:32 Emîne Şenyaşar: Ev ne berxwedana min, berxwedana edaletê ye
12:22 Xizmên Windakiriyan aqûbeta Abayay, Yildiz û Tepe pirsiyan
12:05 Çima di mijara qirkirina xwezayê de cudahiyê têxin navbera herêman?
11:44 Bi ser mala endamê PM’a HDP’ê de girtin: Li erdê kaş kirin û derb kirin
11:39 Li Îranê lehî rabû: 53 kes mirin û 16 kes jî winda ne
11:25 Kesên li gundê Zêvkanê hatine binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:24 Şerm hesteke şoreşgerî ye, 'Dîwana Şermê' jî ji dilê şoreşgerekî dinuqite
09:38 Li ber mala Yildirim ê ku xwest Sayanê AKP'î îstifa bike pevçûna çekdarî
09:03 Mizgîn Can a ku malbata Uneşî xwest wê bikuje: Bi mirinê gefê li min dixwin
09:03 Ocalan: Dê feraseta ku tecrîdê rewa dike têk biçe
09:02 Amedî: Em nikarin bêhnê bistînin, pêdivî bi rêya sêyem heye
09:02 Ji Anka-Derê li dijî asîmilasyonê banga ji bo tevlibûna kursan
09:00 ROJEVA 30'YÊ TÎRMEHA 2022'YAN
29/07/2022
23:32 Hinek Henek li dika servekirî derket pêşberî şanohezan
22:11 Tê gotin her du kesên ku ji bo wan hatibû gotin '2 PKK'yî hatin kuştin' sivîl in
20:13 TMMOB: Avahiyên li Sûrê pêşkêşî sermayeyê hatin kirin
16:08 HDP dê li Stenbolê bibêje ‘Çareserî em in’
15:58 Şahid Tanriverdî: Min siyasetmedaran nedîtiye, derbarê Kobanê de agahiyên min tune ne
14:57 Temel: Em ê li dijî polîtîkayên şer û tesfiyekirinê li ber xwe bidin
14:48 Parlamentera Elman serdana Aydenîz kir
14:41 Dê di bin navê ‘teserûfê’ de ceyrana cotkaran bibirin
13:56 Lêpirsîna derheqê serokê dadgehê yê Doza Kobanê yê berê temam bû
13:42 HDK bernameyên 'Nîqaşên Havînê' li dar dixe
13:32 4 sal in lêpirsînek bibandor nehatiye kirin
13:28 Ferît Şenyaşar: Dozger li gorî fermanên siyasî tevdigerin
13:14 AYM’ê cezayê ji ber ‘zimanê dayikê’ hatiye dayîn erê kir
13:10 Li pêşiya HDP’ê provokasyon
12:57 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:54 Şaredarê AKP’yî ku Meclisê civand axaftina têkildarî binçavkirinan asteng kir
11:51 Qetlîama Malbata Dedeogûllari: Delîl gelek in lê ‘edalet nîne’
11:32 Serokê Agrisporê: Savci Sayan pereyê klûbê bo xwe hilgirt
10:55 Biryara Dadgeha Bilind a derheqê Doza 10’ê Cotmehê de: DAIŞ’î dikarin bên berdan
10:35 Pismamên serokê AKP’ê yên firar piştî 54 mehan li mala xwe hatin girtin
10:14 Li Stenbolê 7 endam û rêveberên HDP’ê hatin binçavkirin | HATE NÛKIRIN
10:03 Ozbey: Bi êrişên ser xwezayê re hebûna civakî hedef tê girtin